Zanîngeha Artûklûyê îsal bende xwendekarên Kurdî (kurmancî/zazakî)ye

Li Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê bi zimanên Kurdî, Suryanî û Erebî master tê dayîn.

Enstîtu îsal ji bo doktora û mastera Kurdî 128 xwendekaran werdigire.

Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê Ahmet Kirkan li ser wergirtina xwendekarên doktora û mastera Kurdî got:

“Em dê ji bo Kurdî di bêtezê de 90 kes, di bitezê de 30 kes û di doktorayê de jî 20 kesî wergirin. Zanîngeh û enstîtuya me gelekî navdar in.

Karûbarên masterê hem ji bo Kurdî, hem ji bo Suryanî -Erebî berê jî hebû- di enstîtuya me de dest pê kir.”

Serlêdana doktora û mastera Kurdî roja duşemê dest pê dike

Li gor zanyariyên ku Rûdawê ji Enstîtuya Zimanên Zindî ya Mêrdînê wergirtine, di serdema nû ya xwendinê de 128 kontenjan ji bo mastera Kurdî hatine veqetandin.

30 ji wan ji bo mastera bitez in, 15 ji bo zaravayê Kurmanciyê, 5 ji wan jî ji bo zaravêyê Kirmanckiyê (Zazakî) û 10 kontenjanên mastera bitez jî ji bo xwendekarên biyanî ne.

Enstîtu herwiha ji bo doktoraya Kurdî jî 18 xwendekaran werdigire. 10 ji wan ji bo Kurmanciyê, 3 ji bo Kirmanckiyê û 5 kontenjanên doktorayê jî ji bo xwendekarên biyanî ne.

Zanîngeha Mêrdînê herwiha 80 xwendekarî jî ji bo mastera bêtez a Kurdî werdigire ku 60 ji wan ji bo Kurmanciyê û 20 jî ji bo Kirmanckiyê ne.

Dê xwendekarên Li Tirkiye û Bakurê Kurditanê bi rêya online û xwendekarên biyanî jî bi şandina belgeyên xwe serlêdanên xwe bikin.

“Bila xwendekarên ji Îraq, Sûriye û Îranê jî serlêdanê bikin”

Rêveberê Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Mêrdînê Ahmet Kirkan got:

“Em dixwazin xwendekarên me serî lê bidin. Heta niha hêvîşikestinek çênebû, xwendekarên me serî lê dan û cih girtin.

Em dixwazin xwendekarên ji Îraq, Sûriye û Îranê jî serlêdanê bikin, em ê wan li vir perwerde bikin.”

Serlêdana master û doktoraya Kurdî  17ê Tebaxê bi dawî dibe

Piştî serlêdanê xwendekar dê di navbera 23 û 31ê Tebaxê de beşdarî ezmûneke nivîskî û mulakatê bibin.

Li gorî encamên ezmûna nivîskî, mulakat û puanên Ezmûna Saziya Xwendina Bilind a Tirkiyeyê ya ALESê xwendekar dê dest bi xwendina doktora û mastera Kurdî bikin.

Lînk:

https://www.artuklu.edu.tr/tr/yasayan-diller-enstitusu/duyurular/2023-2024-egitim-ogretim-yili-guz-yariyili-lisansustu-ogrenci-alim-ilani

Çavkanî; Rudaw

Derbar Çand Name

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply