Nexweşiya ulserê di nav gel de gelek zêde tê dîtin. Ku neyê tedawî kirin encamên xerab derdikevin holê. Ev nexweşî, ku aşik roviya jor û sorsorik duçarî asîta aşikê dibe derdikeve holê. Ulser du cure ne:
- Gastrîk ulser: Ulsera ku di aşikê de (mîdeyê) peyda
- Peptîk ulser : Ulsera ku roviya jor (duedenom) de peyda
Cihêtiyên gastrîk ulser û peptîk ulserê:
-Di peptîk ulserê de valabûna aşikê bi lez bûye, lê di gastrîk ulserê de hêdî bûye.
-Zêdetir ulsera peptîk li kesên ciwan, ulsera gastrîk li kesên kal tê dîtin.
-Di ulsera peptîkê de rîska dagerandina pençeşêrê tine, di ulsera gastrîk de heye.
-Di ulsera peptîk de dema birçîbûnê êş heye, di ulse- ra gastrîk de dema têrbûnê êş heye.
Faktorên ku di peydabûna nexweşiyê de bi bandor in*:
*Ku terazî bi hêla çepê de dakeve ulser çêdibe.
Faktorên ku nexweşiyê peyda dikin:
-Asîta aşikê û hormona pepsîn.
-Zendîleya(bakterî) helîcobacter pylorî: Hejikîna hormona gastrîn zêde dike.
-Dermanên jankuj (mînak:aspîrîn)
-Cixare kişandin
-Faktorên derûnasî(psîkolojîk): Di gurbûna nexweşiyê de bandora pirsgirêkên derûnasiyê hene.
-Xwarin-vexwarin: Alkol, çay û qehwe asîtê aşikê zêde dike. Vedîtinên nexweşiyê:
-Êşa zik a ku li derdorê aşikê.
-Di ulsera gastrîk de dema têrbûnê; di ulsera peptîk de dema birçîbûnê zikêş.
-Yekcaran êş li piştê tê hîs kirin.
-Şewata li paş depa singê.
-Qulpika cuda
Dermanên ku di temarkirinê de tên bi kar anîn:
-Ji bo helîcobacter pylorî antîbiyotîkên metanîdozol, kltromîsîn.
-Bîzmût
-Ji bo kêmkirina asîta aşikê înhîbîtora pompeya pronê.
Nivîskar:
Mam Selam / Fuad Hemedxan * Komxebata Kovaroka Pêngavê Ya Zanîngeha Çûkûrovayê
Kovara Pêngavê – Hejmara 6an (2011)