Romana Semerqand – 29 (Amîn Me’lof)

Bi keştiya babir, çûyîna Trabzonê… Deryaya Reş bi tebat, zêde tebitî, bayeke hênik û sivik. Bi saetan heman kevî, heman qerax, heman teht û heman dehl û dirên Anatolê… Heke ez giringiya karê li pêşiya xwe li ber çavan bigirim, bi rastî geleke ez qet gazindan nekim… Diviya min axaftinên M. Nîcolas ê Xeyam wergerandî yên Farisî-Fransî ji bîr nekiran. Ji lew re min dixwest ku ez kesên wê derê re, bi zimanê wan biaxivim. Min dizaniya ku li Îranê jî wek Tirkiyayê, gelek rewşenbîr, burokrat û bazirgan bi Fransî diaxivin. Hinekan Ingilîzî jî dizaniyan. Lê heke yekî bivê ji çembera balyozxane û qesran, an jî ji bajarên mezin derkevê, pêwîstbû ku Farisî bizanibê.

Vê yekê hem ‘dinanên min sîr didan’ û hem jî keyfa min dianiya. Dema min kûrahiya peyvên ji zimanê xwe, heta peyvên ji zimanên Latînî tên vedidîtin, ez gelek pê keyfxweş dibûm. Peyvên Pére, mére, frée, fillé yên Fransî û father, mother, brother, daughter yên Ingilîzî ji zimanê Farisî peder, mader, birader, dohtar dihatin. Mirovatiya di nav zimanên Hînd-Ewropayê de ev peyv, zehf baş teswîr dikin. Misilmanên Îranê ji Yezdan re dibêjin Xoda. Xoda, di Ingilîzî de God, û Elmanî de Gott e. God a Ingilîzî û Gott a Elmanî, ji Allah ê di zimanên Misilmanên din de, nîzingtirê wan e. Lê welê jî zimanê Erebî, li Îranê ji hemî zimanan zehftir tesîr kirî ye. Li Îranê wê demê, şûna peyvên Farisî, karanîna peyvên Erebî bûbû weke zirzopiya çandî. Nav rewşenbîran de gelek kesan, şûna zimanê xwe peyvên Erebî heta carna hevokên erebî yên dirêj kar taniyan. Bi teybetî Cemaleddîn jî yek ji wan bû.

Niyeta min ew bû ku paşê bikevim nav mijara Erebî. Niha ji min re peyvên M. Nîcolas bes bûn. Wan hem ez hînî Farisî dikirim û hem jî delîlê qenç jî didan min. Mînak, ez hînî gotinên halê dikirim:

-Mirov, ji Îranê dikare çi tiştî bibê li derve  bifroşê?

-Şalên Kirmanî, mirarî, yeşîm, mehfûr, tituna Şîrazê, hevrûşimê Mazenderanê, zêrû, qelûnên yasemîn.

-Dema mo rêwîtiyê bikê, pêwîste ku mo xwarinpêjekî li rex xwe bibe?

-Erê. Li Îranê bêxwarinpêj, bênivîn, bêmehfûr û bêxulam rêwîtî nayê kirin.

-Li Îranê, kîjan dirav diçin?

-Kaîmeyên Împaratoriya Ûrûs, Dûkayên Hollanda. Diravên Fransiz û Ingilîzan zehf kêm in.

-Navê qralê li ser kar çiye?

-Nasreddîn Şah.

-Dibêjin qralek pir baş e.

-Erê, ji biyaniyan re gelek baş û merd e. Xwendinek baş kirî ye. Dîrok, erdnîgarî û wênesaziyê dizanê. Fransî dizanê, Erebî, Tirkî û jixwe Farisî jî dizanê.

Dema ez gihatim Trabzonê, ez li otêla Îtalyan cih bûm. Otelek rehetbû lê ji mêşan, bêhna mo diçika. Min jî wek wan rêwingiyên din, ji bo mêşan bifirînê bi çend qurîşan zarokek girt. Lê şûna mêşan bifirîne, ew di nav dolme û kebaban de diperixandin. Min hişyar dikir, qasekî ji ya min dikir lê dema rika xwe bavêta mêşekî bela xwe jê venedikir.

Piştî çar rojan, Keştiya sefera Marsîlya-Stenbol-Trabzonê dikir hat û min di wê keştiyê de cih peyda kir. Di Deryaya Reş de, li Batûmê lîmana Ûrûsan hebû û keştî heta wê lîmanê diçû. Ez li Batûmê, li trênê siwar bûm. Bi trênê çûm heta bajarê Bakûyê yê li kevîya Deryaya Xezerê. Balyozê Îranê, ez ewqas kubar pêşwazî kirim ku min ji xwe re got: ‘xwezî ez weke rêwingîyeke ji rêzê hatibûma. Gelo yê ne baştirbûya?’ Ez ketim şikê. Belko di nameyê de, peyamek veşartî hebê. Ji nişka ve min got:

-Belko dosteke me yê hevpar hebê.

Min zerf derxist, raberî wî kir. Sefîr, zerf bi baldarî vekir, berçavkê xwe yê çarçoveya wî zîv, ji çevika mase derxist û xwend. Min dît ku yekcar destê wî recifî. Rabû ser xwe, çû derî asê kir, name bir ber devê xwe û çend saniyekî welê şaşmayî ma. Paşê, wek çawa birayeke wî ji şer vegerabê, welê xwe avêt min û ez hembêz kirim.

Piştî xwe ve hat, deng li xizmetkaran kir. Ferman da ku bahola min bibin mala wî, jûra herî baş ji min re werê veqetandin û êvarê şîvek xweş werê çêkirin. Bi vî awayî ez du rojan li mala xwe hiştim. Dev ji hemî karî berdabû û bênavber derheqê Ustad de pirs dikir in. Tenduristiya wî, rewşa wî, keyfa wî û bi teybetî derheqê rewşa Îranê de ka çi dibêjê dipirsiya. Dema wextê veqetînê hatî, ji min re kamarayek ya keştiyê girt. Ji keştiya şirketa Merkûra Kafkas ya Ûrûsan. Erebevanê xwe jî da rex min û xwest ku heta Qezwînê li rex min werê. Û  got jî: “Heta kengê pêdivîya te pê hebê, bila bi te re bê.”

Erebevan, zelamek gelek kêrhatîbû ku yê wek wî kêm in. Min fikir nedikir, ez diravan bêxim berîka gumrikvanê simbêl qeytan, ku dev ji qelûna xwe berdê û werê li bahola min binêrê, karmendê digot: “Îro herin, sibê werin.” jî min nedikariya bînim rê. Dema yên ji pêşiya min derdê vê rêwîtyê kişandîn dihatin bîra min, min zehmetiyên wê dikişandin. Ji berî sêzdeh salan, enceq bi riyên karwanan yên berê, mirov dikariya herê Îranê. Ji Trabzonê heta Erzeromê û ji wê derê jî heta Tebrîzê, enceq şeş hefteyan de, piştî çil qonaxan, rêwîtiyek biha û zehmet, nav eşîretên bi hev re şer dikirin re diborîn û ji karketî mirov digihiştin bincihê. Riya hêsin ya Kafkas, ev rewş guherandibû û deriyê Îranê ji cîhanê re vekiribû. Êdî mo dikarî bêxetere bi keştiyê ji Bakûyê herê bendera Enzeliyê û ji wir jî bi faytonan bigihije Tehranê.

Li Rojava top, alaveke leşkerî an jî merasîmî ye. Li Îranê ji bilî wan alaveke êşkenceyêye jî! Ez vê gotinê, ne ji ber xwe dibêjim. Roja ez gihaştîm Tehranê, ka çawa ji bo sehw tê karanîn, min bi çavên xwe dît. Zelamek, her derê wî bi îşk hatî girêdan êxistibûn lûleya topê de. Devê lûleya topê re bi tenê serê wî yê kurkirî dixweya. Di wê lûlê de li ber tavê, têhn û birçî li hêviya mirinê bû. Ji min re gotin; ‘Piştî mirinê jî, ji bo bibê ibret yê demeke dirêj, cendekê wî bimîne li wê derê.’

Gelo ji ber vê dîmena ewul, min hez ji serbajarê Îranê nekir?! Li bajarên Rojhilat, li rengê îro û siha duh tê nêrîn. Li Tehranê min tiştek welê nedît. Lê min çi dît? Cedeyên mezin yên diçin taxên dewlemendên li bakûr; Bazareke dewlemend ku ne li Stenbol, ne li Isfexanê, ne li Qahîreyê û ne li Tebrîzê heyî. Hêştir, hêstir, kumaşên rengîn û nav gengeşiyeke birqok de bazarek! Tu li kû derê binêrî, avahîyên sik û kirêt! Tehran zehf nû ye! Ji alê dîrokê ve gelek kêm e! Demeke dirêj, navçeyek ya Reyê bûye. Bajarê navenda zanistê yê ji alê Moxolan ve hatî hilweşandin. Dawiya sedsala XVIII an de eşîreteke Turkmen, Kaçgaran vegirtî ye. Pişt re Îran hemî bi dest xistine. Tehran jî,  ji bajaroktiyê derketiye û bûye serbajar. Heta wê rojê navenda welêt ya sîyasî Isfexan, Kirman an jî Şîraz bûye. Ev jî bûye sedemê ew “gundiyên bakûrî” yên ti tiştê wan, heta zimanê wan jî nizanin, ji daliqandinê xerabtir bînin serê wan, nîşan didê. Şahê niho, dema derketî ser text bi alîkariya wergerkeran kariye bi hemwelatiyên xwe re baxivê. Welê dixweyê ku ji wê rojê pê ve baştir hînî Farisî bûye. Jxwe zehf wextê wî jî çêbûye. Dema sala 1896 an ez gihatîm Tehranê, Şah amadekariya pîrozbahiya salvegera derketina xwe ya li ser têxt ya pêncihan dikir. Bajar, bi alên netewî hatibû xemilandin. Ji ber wê otêlên Albert û Prevost yên ji bo Ewrûpiyan hatîn çêkirin tejî bûn. Min li Prevostê bi xurtî jûrek peyda kiribû.

Ewul min digot ‘ez ê rast herim ba Fazil, nameyê bidim wî û Mîrza Riza bibînim.’ Lê paşê min bêsebiriya xwe daqurtand. Ji ber ku min adetên Rojhilatiyan dizaniyan, min dizanî yê dostê Cemaleddîn min bibê li mala xwe, bike mêhvan. Min nedixwest ez vê vexwendina wî red bikim û tevlî tevgera wî ya sîyasî, bi teybetî ya Ustad bibim.

Ji ber wê jî ez li otêla Prevost cih bûm. Yekî Cenewreyî otel dişxuland. Roja din sibehî, min hêstirek demane kir û ez çûm ziyareta balyozxaneya Emerîkayê. Paşê jî min berê xwe da mûrîdê Cemaleddîn yê herî delal. Fazil, li Stenbolê çawa ji min re hatî gotin welê bû: Simbêlên tenik, kirasê spî, rewşa qure û helwesta sar. Hevdîtina me ya ewul zehf bi guman bû, lê em ê bibûna hevalên hev yên baş. Axaftina wî ya rasterast, ez bêaram kiribûm û tirsandibûm. Dema behsa Mîrza Riza hat kirin jî welê sarbû:

-Çi ji destê min bê, ji bo te ez ê bikim, lê ez naxwazim têkil wî dînî bibim. Ustad ji min re gotibû; Ew qurbaniyek zindî ye. Min jî gotibû: ‘xwezî bimira’. Welê li min nenêrin, Ez ne cinawirim lê wî ew qas êş kişand ku hişê xwe winda kirin. Bi gotinên xwe, zehf zererê didê doza me.

-Niha li kû ye?

-Bi hefteyan e li ser tirba Şêx Evdilezîm dimîne. Li nava bexçeyê qubê digerê û ka Cemaleddîn bi çi awayî hatiye girtin vedibêjê. Bi dengeke bilind, êşên xwe vedibêjê û ji bo textê şah hilweşê dia dike. Ji her kesî re dibêjê: “Seyîd Cemaleddîn Mehdî ye.” Halbûkî Seyîd bi xwe, ev gotinên wî yên tere mere qedexe kiribûn. Bi rastî min navê, ez li rex wî bêm dîtin.

-Ji wî pêştir kesê derheqê destnivîsê de zanyariyê bide min nîne!

-Ez dizanim. Ez ê te bibim cem wî, lê paşê ez yek çirkeyî jî namînim ba we.

Wê şevê, zelamek ji kesên herî dewlemend yê Tehranê; babê Fazil, ji bo rûmeta min şîvek da. Hevalê Cemaleddîn yê herî nîzingê wî bû, lê qet tevlî ti çalakiyên sîyasî nebûbû. Li ser navê min, Ustad diezimanda. Dawetek ji bo sed kesan bû. Ji bo sed kesan şîv hatibû çêkirin. Axaftin hemî li ser Xeyam bûn. Çarîn û pêkenokên wî, devê herkesî de bûn. Dema sohbet germ dibû, diguherî polîtîkayê. Hemûyan Farisî, Erebî û Fransî baş dizanî. Hin kesan jî hinek Tirkî, Rûsî û Ingilîzî fêhm dikirin. Wextê hemûya ez weke zanyareke rojhilatnas yê pisporê Rûbaiyatê didîtim, min xwe pêtir nezan didît. Lê piştî demekî, ez êdî dijî wan derneketim. Ji lew re ev jî weke işareteke zanyarên esîl ya nefspiçûkiyê dihat hesibandin.

Şahînetê êvarê destpê dikir, lê xwediyê malê xwestibû ku ez zûtir herim. Dixwest ku bexçeyê xwe yê delal nîşanî min bikê. Kesên Îranî, weke babê Fazil xwediyê qesran bê jî bi tenê xwe bi bexçeyê xwe nav didan. Dema vexwendî dihatin, her yekî badîna xwe ya vexwurkê digirt destê xwe û nav darên bîşeng re diborîn û li keviya cuwên avê yên xwezayî an jî sûnî de xwe dirêj dikirin. An li ser mehfûrekî, an li ser balgokekî an jî raste rast li ser axê! Nav bexçeyên Îranê de bêrzan nînin, ev jî ji yekî Emrîkî re çola şorax e.

Wê şevê zehf vexwurk nehat vexwarin. Dîndaran bi tenê ça vedxwarin. Ji ber wê semawerek mezin dihat gerandin. Du xulaman semawer digerand, yê sisiyan jî ça dida mêhvanan. Gelekan jî ereq, votqa an jî şerab vedxwarin. Qet rapirî û bêhedî tinebû. Yên nîvsermestbûyîn li rex sazbendan bi dengek nelêhatî distirandin. Nav sazbendan de tarjenek, zarbjenek û neyzenek hebû. Piştre govendger hatin. Hemî mêr bûn. Heta şahî qediya çavên min li jinekî neket.

Nîzingê nîvê şevê, xwarin hat. Ji berî xwarinê fistaq, behîv, dendik û şekir hatibû xwarin. Dayîna xwarinê, işareta dawîbûna dawetê bû. Dana xwarinê ya derengî, rêzikek ya nezaketêbû. Ji lew re adetbû ku piştî xwarina sereke dihat –wê şevê xwarina sereke girara cewahîr bû- mêhvanan hemûyan xwarina xwe dixwar, dest û rûyê xwe dişûştin û diçûn malên xwe. Dema em derketîn ji derve, fayton li ber dêrî bûbûn rêz, hemûyan fenerên xwe pêxistibûn û li benda axayên xwe bûn.

Roja din tavdanê re, Fazil ez birim ser tirba Şêx Evdilezîm. Ew tenê çû hundir û bi  zelamek şermok re derket. Zelamek zirav û dirêj, riha wî wek strîyên jijo bû û bênavber destên wî direcifiyan. Kirasek spî yê dirêj lêbû. Çeltikek bêreng û bêteşe di stûyê wî de bû. Li vê dinê çi tiştê wî hebê hemî di wî çeltikî de bû. Di çavên wî de bêhêvîtiya Rojhilat hemû dixweya.

Min nameya Ustat da Mîrza Riza. Wek guran ji destê min revand. Çend rûpel bû lê qasê bêhnekî de xwend. Hesko ez jibîr kiribim. Ez mam li bendê ku da xwesteka xwe jê re bêjim. Paşê bi zimaneke min xurtî fêmkirî, nîvî Farisî û nîvî Fransî got:

-Pirtûk li cem leşkereke Kirmanî ye. Kirman, memleketê min e jî. Ji min re soz daye ku sibê ne du sibe, anko roja înê yê werê min bibîne. Pêwîste ku mo hinek dirav bidê wî. Ne ji bo kirîna pirtûkê; ji bo spasdariyê. Ji lew re pirtûk xilas kiriye. Mixabin çerxiyek jî yê min nîne!

Min zêrên Cemaleddîn şandîn, ji berîka xwe derêxistin. Ewqas jî ji cem xwe danîn ser û pêşkêşî wî kirin. Bi kêfxweş got:

-Roja şemiyê were. Bi destûra xwedê yê destnivîs li vir be. Ez ê wê bidim te û tu yê jî  wê ji Ustad re bibî Stenbolê.

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply