Wateya sînorkirina tweeta Elon Musk çi ye?

Wateya sînorkirina tweeta Elon Musk çi ye, tevgera wî ya nû ji bo Twitterê dibe ku çi be??

Twitter hefteya borî hejmareke qedexeyên nû li ser gihîştina platformê û adetên dîtina naverokê yên bikarhêneran destnîşan kir.

Roja şemiyê, hejmara tweetên ku dikarin ji hêla abone û ne-abone ve werin dîtin sînordar bûn, û ên ne-endam jî hatin asteng kirin ku bigihîjin tweetan.

Karsazê milyarder Elon Musk, ku di Cotmeha 2022an de Twitter kirî, li ser hesabê xwe ragihand ku “sînorkirinên demkî hatine danîn da ku li dijî hilgirtina daneya zêde û manîpulasyona pergalê têbikoşin.”

Di daxuyaniya ewil de hat ragihandin ku nerastkirî, ango hesabên bê tîkên şîn dikarin rojê 600 postan bibînin. Piştre ev hejmar bû 1000.

Asya Robins – BBC

Derbar Çand Name

Check Also

Gelo Jibîrkirin Kîcax Dest Pê Dike ?

Heta niha zanyar di wê baweriyê de bûn ku bi giştî ji temenê 55 saliyê …

Leave a Reply