Romana Semerqand – 21 (Amîn Me’lof)

Hevalbendên Terken Xatûnê, ketine nav bêçaretiyek xerîp. Li milekî siltanê wan miribû, li milê din reqîbê wê yê mezintirîn di destê wan de êsîr bû. Li milekî paytexta wan hatibû dorpêçkirin, li milê din, kesê dorpêç kirî di destê wan de dîlgirtî bû. Yê çi ji wî bikiran? Berpirsyariya sultanê piçûk, şûna Terkenê Cîhanê girtibû ser milê xwe. Heta wê rojê, ya xwediyê hezaran fikran, bi mirina xatûna xwe, ketibû tengasiyek zehf zehmet de. Serî li kê bida? Li kê bişêwirî ya? Ji Emer çêtir peyda nedikir.

Dema Emer hat, Cîhan li ser cihikê Terkenê serî li ber, gevî qij û rûniştî dît. Siltanê piçûk, xiftanek hevrîşim lê û şaşika hervîşim li sêrî, li kêleka wê rûniştî bû. li ser mînderê, req rawesta bû. rûyê sor û bi pirzik, çavên wê kusandî bûn. Acizbûyî dixweya.

Emer nîzingê Cîhanê bû. bi dilovanî destê wê girt, destê xwe li ser rûyê wê de anî. Dengeke nivz got:

—Ji min re behsa Terkenê kirin. Te qenç kir ku gazî min kir.

Yê destê xwe serê wê de baniya, lê Cîhanê destê wî dehf da:

— Min ne ji bo tu li ber dilê min ve herî û werî, gazî te kir. Min divê ez li te bişêwirim. Mijar giringe.

Emer gavek şûn ve avêt, çengên xwe li hev badan û gudarî gotinên wê kir.

—Tepik li ber Berkyarûk hatibû vedan, niha li vê qesrê de girtî ye. Di babeta  berdan û hiştina wî de, nav zelamên me de dubendî derketî ye. Hinek ji wan, bi teybetî yên ev tepik li ber vedayîn, ji tirsa hesabdanê, dixazin wî bikujin. Hinek jî dixazin pê re peymanekî çêkin û wî deynin ser text. Dixwazin bikevin çavê wî û tiştên hatîn kirin bêne ji bîrkirin! Hinek jî dixwazin wî rehîn bigirin û ji dorpêçkeran re bazarê bikin. Tu çi dibêjî, li gor te em çi bikin?

—Pirtûkên min! Te ji bo vê pirsê, ez ji wan veqetandim?

Cîhan bi hêrs, rabû ser xwe:

—Li gorî te, giringiya vê mijarê ne bese? Jiyana min, vê biryarê ve girêdayi ye. Bi hezaran mirov, kesên di vî bajarî de, yên li ser axa vê împaratoriyê dijîn, çarenûsa wan bi vê biryarê ve girêdayî ye. Û tu, Emer Xeyam, tu naxwazî bi tişteke halê hêsan(!) ve aciz bibî!

—Belê ezbenî, ji bo tiştek halê hêsan min navê ez bêm acizkirin!

Berê xwe da dêrî û rêket, li ber dêrî dîsa li Cîhanê zivirî:

—Her tim piştî kirina sûnç, şêwir li min tê kirin. Te niha divê ji dost û hevalên te re ez çi bêjim? Ez bêjim kurik berdin, sibê serê wî jê bikin, em ê çi bikin? Ez bêjim rehîn bigirin an bikujin, ez ê bibim şirîkê gunehê wan. Min ji vî şerî dûr bigire Cîhan, tu jî xwe jê bide alî.

Weke çawa mo li rebenekî binêrê, welê lê nêrî û domand:

—Weledê siltaneke Tirk, dikeve şûna weledê din, wezîrek dikevê şûna wezîrê din, tu bidî xatirê xwedê Cîhan, tu çawa emrê xwe yê şêrîn nav qefesa van cenawirên hov de diborînî? Bihêle bila hev bikujin, hev biperçiqînin. Ma yê ronahiya rojê kêmtir bibe, ma yê tama meyê nexweştir bibe?

—Hêdîka biaxive Emer, tu yê kurik hişyar bikî. Di jûrên li kêlekê de, kesên guhdar dikin hene.

Emer heter kir:

—Ma ne ji bo nêrîn û dîtina min bipirsî, te ez xwestim? Ez ji te re eşkere dibêjim: ji vê jûrê derkeve, ji vê qesrê derkeve, li şûn xwe ve nenêre, xatiran nexwaze, heta tiştên xwe jî nede hev. Were, destê xwe bide min, em herin mala xwe. Tu helbestên xwe binivîse û ez ê jî li stêrên xwe binêrim. Tu yê her şêv, tazî werî berê min de, bi bêhna meyê em ê bi hev re bistirînin. Ji me re cîhan ev e. Em ê ber re biborin lê ne bibînin û ne jî sehbikin. Ne herî û ne jî xwîn nabeyê delinga me.

Hêstiran da çavê Cîhanê:

—Xwezî min bikaribiya ez vegerama wan rojên êrî, ma min ê qet dudilî bikira? Lê êdî pir dereng e. Ez zehf nav de çû me. Sibê, heke zelamên Nîzamulmûlk Isfexanê dest bixin, qet min efû nakin. Di serê listeya wan ya reş de navê min heye.

—Ez dostê Nîzam yê herî nîzing im. Ez ê te biparêzim. Nikarin werin mala min de û jina min bibin.

—Çavê xwe veke Emer. Tu van zelaman nasnakî, di serê wan de bi tenê tolhildan heye. Duh bû tu tewanbar kirin, ji ber ku te serê Hesen Sabah rizgar kir. Sibê jî, yê ji bo veşartina Cîhanê te tewanbar bikin û li rex min te jî bikujin.

—Bila be, dîsa jî em ê li cem hev bin, li mala xwe! Heke di çarenûsa min de bi te re mirin hebe, ez lê razî me.

Cîhanê xwe rast kir:

—Ez ne razî me! Ez di vê qesrê de, êdî bajareke ku yê min e, li rex zelamên ji min re dilsoz ve têda dijîm. Ez ê heta dawiyê vî şerî bidomînim, Heke ez bimirim jî, ez ê weke siltanekî bimirim.

—Ma Siltan çawa dimirin? Bi jehrdanê, bi fetisandinê, bi serjêkirinê? An dema diwelidînin? Şatafat, pêşiyê li felaketê nagire.

Demeke dirêj bê deng li hev nêrîn. Paşê Cîhan, nîzingê Emer bû û wek çawa coşdar be maçek li lêva wî da. Xwe avêt stûyê wî û bêhnekî ma pê ve. Lê Emer xwe şûn ve da. Xwe li ber xatir xwestinên wisan nedigirt. Careke dawî lave kir:

—Heke piçek giringiya evîna me li ba te mabe, rex min were Cîhan. Di baxçe de sifre hazir e, ji Çiyayê Zer bayeke hênik tê. Em ê nava du saetan de sermest bibin û herin razin. Em ê ji qerwaşan re bêjin, dema xwediyê Isfexanê biguhere, me hişyar nekin.

 

Werger: Kurdjan Sorî

Derbar Kurdjan Sorî

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply