Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)

Şahnameya Kurdan Civîna Nemiran berhemeke teqrîben ji şeş hezar beytan pêk hatiye. Berhem ji du cildan pêk tê ku şair navê berga ewil daniye Civîna Nemiran û ya duyem jî daniye Civata Nemiran û Şoreşên Kurdî. Di cîlda ewil de Palo dike ku lehengên Kurd ên dîrokî bi teknîkên monolog ên navxweyî, bi heman rengî kesayetên bi navên sembolîk bide axaftin.

Di cilda duyem de jî şairên Kurd ên serdema klasîk li dor çarçoveya mantiq û honandineke şanoyî dide axaftin û rêça dîrokî ya têkoşîna Kurd bi awayekî serkeftî tîne zimên. Palo di vê berhemê de Kurd û Kurdistanê datîne navendê û li dor van, li ser mijarên wek despotîzm, çînên civakî, koletî, kolonyalîzm, nezanî, bêdewletbûn û hwd. hin pêşniyazên bingehîn kirine ku ev pêşniyaz hê jî rastiya xwe wenda nekirine.

Şair doza Kurd û Kurdistanê ji xwe re kiriye bingeh; herwiha jiyan, ax, welat û gelek baweriyên din ên mîtolojîk, hizr û ramana dîrokî û jiyana rasteqîn, wekî hêmanên bingehîn ên pêkhatina vê zanava etnîkî tesewur kiriye. Ji vî alî ve ev berhem bêhn û teşeya Şahnameya Fîrdewsî dide.

Navê Kitêbê Şahnameya Kurdan CIVÎNA NEMIRAN (Cild: I-II)
Navê Orîjînal
Nivîskar Mela Ahmedê Palo
Wergêr / Lêkolîner Amadekar: Mehmet Yıldırımçakar, Veysel Başçı, Yakup Aykaç, Rêzan Palo
ISBN 978-625-7383-50-9
Cûre Helbest
Rûpel 768
Ebat 16.50 x 21.00 (cm)
Ziman Kurdî
Alfabe Latînî
Sala Weşanê 2022
Weşanxane  Nûbihar

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply