wisa sitembar li min nenihêre
ey zarok!
tu ku wisa mêze dikî?
ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
ku tu dişewitî
ku tu dimrî ji birçîna
bê hêlîn dimînî
ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
dema ku tu hembêza diya xwe de koç dikî
bê wext
gava bedena te ya biçûk bi ser avê dikeve
gava derya laşê te daf dide perava xwe
ez şerm dikim ji mirovahiya xwe
wisa sitembar li min nenihêre
ey zarok!
tu dibêjî qey ez te nas nakim
çawa ez te nas nakim
navê te Mizgîn e
navê te Azad e,
Hîvda ye,
Alan e,
Cîhan e navên te
û
dema ku hûn dişkên mirovahî dişkê
dema ku hûn kêm dibin mirovahî ji xwe kêm dibe
Muqades Agirî