Romana Nivîskarê Swêdî ” KULÎLKVEDANA GEZGEZIKÊ”

Lokman Polat

Ev bû 40 salin ku kurdên siyasî, rewşenbîr, nivîskar, wergêr, edebiyatzan û lêkolîner li Swêdê dijîn, lêbelê hêj jî ji wêjeya swêdî wek ku tê xwestin berhemên edebî li kurdî wernegarandine û xwendevanên kurd ji wêjeya swêdê agahdar nekirine. Heta niha pir hindik pirtûkên swêdî li kurdî hatine wergerandin.

Tevahiya romanên swêdî ku li kurdî hatine wergerandin ji du tiliyên destan nabure. Bi dehan weşanxaneyên kurdan li Stenbol, Îzmîr, Ankara û li bakurê Kurdistanê li bajarên Amed û Wanê hene lêbelê van weşanxaneyan yek, du romanên swêdî wergerandine kurdî û weşandine û hew. Li Swêdê, di demên berê de weşanxaneya ”Nûdem” û ”Helwest”ê hinek pirtûkên nivîskarên Swêdî li kurdî wergerandin û weşandin, lê çi heyf ku ev herdu weşanxaneyan jiyana xwe a weşanê niha dane rawestandin.

Weşanên ”Apec”ê berê jî û niha jî car caran pirtûkên nivîskarên swêdî diweşîne, lê ew jî bi piranî pirtûkên perwerdeyê û çîrokên zarokan in. Wek nivîskar û wergêr çend nivîskar û wergêrên kurd di vê hêlê de pêngavên baş avêjin. Ez dixwazim bi kurtahî bi çend gotinan behsa wan bikim.

Nivîskar û kedkarê wêjeya kurdî Firat Cewerî bi navê ”Edebiyata Swêdê” pirtûkek bi kurdî û tirkî di nav weşanên ”Avesta” de li Stenbolê weşand. Min (Lokman Polat) di sala 1997an de bi navê ”Ji Nav edebiyata Swêdê” pirtûkek di nav weşanên ”Helwest”ê de li Stockholmê weşand.  Romannivîser Mehmed Dehsiwar çend pirtûkên romannivîserê swêdî Hennînk  Mankell li kurdî wergerand û di nav weşanên ”Nûdem”ê de li Stockholmê weşand. Salih Agir Qoserî romana Karîn Boye a bi navê ” Kallocain”wergerand kurdî û di nav weşanên ”..Lîs”ê de liAmedê weşand.  Wî digel vê romanê du romanên din jî ji swêdî wergerandiye kurdî. Herdu roman ev in : Muzîka populer ji Vîttulayê (Mikail Niemi), Hunden/Kuçik (Kerstin Ekman). Romannivîser û wergêr Serkan Birûsk pirtûka nivîskarê swêdî Hary Martînson a bi navê ”Kulîlkvedana Gezgezikê” bi Swêdî navê wê ”Nässlorna blomma” ye, wergeran kurdî û di nav weşanên ”Lîs” de li Amedê weşand.

Niha ez dixwazim vê romana ku S. Birûsk wergerandiye kurdî bi xwendevanên kurd bi kurtahî bidime nasîn.

Dilê her însanî bi zarokên sêwî û êtîm dişewite. Bê dayikî û bêbavî gelek zor e, zahmet e. Zarokekî ku bibêje ”Bavê min mir û dayika min jî çû Calîforniyayê.” dê dil û kezeba mirov bi wî zarokî bişewite. Ev zarok nivîskarê swêdî Harry Martînson e ku paşê dibe navdar û xelatgirê Nobelê, ango xelata Nobelê werdigre.

Navê lehengê romanê Olov Tomason e. Jê re mîras dimîne û ew jî bi wê pereyî fîrmayek/şirketek dadimezrîne. Martîn jî navê lehengek din a romanê ye. Vebêjê romanê behsa biçûkiya wî dike. Dema mirov rêzên ku biçûkiya  Martîn rave tê kirin dixwîne, biçûkatiya mirov tê bîra mirov. Hinek bîranînên temenê biçûkatiya mirov ji bîra mirov naçin.

Dema Martîn qala biçûkatiye xwe dike girîna mirov tê, dilê mirov pê dişewite. Diya wî ew hêştiye û çûye. Rojeke ”Martîn di nîvê şevê de giriya. Biqîreqîr giriya, ber bi hewşa paş a herî nêzîk ve reviya. Dayê! Dayê! Wê hingê seyek bi ewtînî ji xaneyekî koxtik derket, xwe avête ser wî. Gundîyekî derket, ew hilgirt bire hundir. Leymûnata da wî.

”Navê min Berg e.” Gundî got.

”Ma mala te tune?”

Kurik gazin kir. ”Dayê li Californiyayê ye. Naxwaze were malê, malê.!” (Binêr rûpel – 57/58.)

Mijara romanê, bûyerên ku tê de têne rave kirin, di jiyana rasteqîn de jî pêk hatine û pêk tên. Dema mirov romanê dixwîne, ji xwe re difikire; gelo çawa û çima dayikek ewladê xwe dihêle û dere ciheke din? Helbet sedem hene ku weha dibe.

Martinê biçûk bi dilşewatî, li ber rehma şaredarî û dem û dezgehên Swêdê yên wê demê, yên ku ji zarokên sêwî û bêkes berpirsiyar in, ji malekê dice maleke din, ji qesreke ji ber zilm û zordarî direve qesreke din, li dilovaniyê, li dilnermiyê û li gelek hestên mirovane yên din digere, van yekan li tu ciyekî peyda nake. Bi tenê giyanê Ineza xwîşka wî ya ji ber nexweşiyê û xizaniyê mirî caran bi hewara wî ve tê û yek jî, di dawiyê de, Xatûn Tyraya dilovan a yek ji berpirsên mala xizanan, ku ew jî li jêr wan şert û mercên dijwar, ji ber nexweşiyê ji nişkê ve dimire, Martin tenê dihêle.

Pirtûka Martinson  hîn jî ezmûnek xwendinê ya bêhempaye. Ji sala 1935an virve bû nêzîkê nod salan ku ji alî xwendevanan ve tê xwendin.  Di pirtûkê de ji aliyekî ve, çîroka kurê paristgehê Martin Tomasson û çarenûsa wî ya li zeviyên ku tê de tenêtiyek ku hema hema bêkêmasî xuya dike tê pejirandin. Ew hema hema her kesî winda dike …

Martin di jiyanê de dest pê dike gava ku dêûbavên wî, wî dihêlin. Bav dimire dema ku dayika wî koçî Amerîkayê dike. Martin paşê di bin parastina şaredariyê de ye. Ji bo ku şert û mercên xerab tehemûl bike, xwe spartiye .

PÊVEKA NIVÎSÊ

Hary Martînson helbestkar u romannuse Swedî ye ku bi riya helbest, roman u nivîsen xwe bandoreke berbiçav li ser zimane Swedî hiştiye. 6’e gulana sala 1904’an, li Jämshöga Blekingee ya herema li başure Swede, wekî zaroke malbateke peregende u xizan ji dayîk buye. Hê di şeş saliya wî de bave wî mir, dayîkê jî terka wan da, bere xwe da Emerîkaye. Zarokatiya wî li malen zaroken bêkes, di nava şert u mercen dijwar de derbas bu. Di gelek karen cihereng de xebitî, di şanzdeh saliya xwe de ji zarokxaneya ku le dima reviya, di keştiyeke de ji xwe re kar peyda kir, çend salan heta welatên mîna Brezîlya u Hindistanê geriya.

 Piştî çend salen din, ji ber nexweşiya xwe ya di pişikên xwe de vegeriya Swêdê, caran li ser karekî, pirrî caran jî bê kar, da ser rê u dirbên Swêdê, geriya. Di bîst u yek saliya xwe de, li bajare Malmoye, ji ber serserîtiye, tolaziyê  hate girtin.

Sala 1929’an, Martinson wekî helbestkarekî derkete pêş, tevî helbestkarên bi nave Artur Lundkvist, Gustav Sandgren, Erik Asklund u Josef Kjellgren antolojiya bi nave Fem unga (Penc Xort) amade kir, ku ve antolojiyê nuxwaziya Swedî peşkeş kir. Helbesta wî bi awirekî xurt berê xwe dide evînê u hezkirina li ser xwezayê, van her duyan bi humanîzmeke hêzdar digihîne hev.

Li gel helbestkariya xwe, wî di warê romanê de nav u dengê xwe bi romana xwe ya bi navê Nässlorna blomma (Kulîlkvedana Gezgezke) bi dest ve anî, ku di sala 1935’an de çap bu û paşê jî bi Kurdî hate çapkirin û niha di deste xwendevanên kurd  de ye. Ev roman ji wê hingê ve ye wergeriyaye bêtirî sî zimanen biyanî. Van salen ku bi Moa Martinsona nivîskara Swedî re zewicî bu, li bere bere tegihiştina xwe ya psîkolojîk a ku xwe dispere welatê bîranînên zarokatiyê, Martinson çendek dîwanên din nivîsandin, di pey van re jî pexşanên têrtijî, ku tê de çavderî û peyv têkelî hev dibin, wêneyekî ji peyvan hatî afirandin derdixin, Martinson bi xwe ji vê yekê re gotiye, “hizirkirina li nava mêrg û kaniyan.”

Martinson, di sala 1949’an de, wekî endame Akademiya Swede hate hilbijartin. Yek ji navdartirîn berhemên Harry Martinson jî, rêzehelbesta wî ya bi nave Aniara (çap, 1956) e, ku helbesteke bi çeşne tevna zanistî ya epîk e u ev dîwana wî wekî operaya fezayê ya peşîn ji aliye Karl-Birger Blomdahl ve di sala 1959’an de hatiye bestekirin, behsa rêwîtiyeke li fezayê ya sergerdanî dike. Ev dîwan dengekî berz e li ser behişî û şikestina mirov e. Harry Martinsone yek ji girîngtirîn helbestkar u romannûsên zimane Swedî di jiyana xwe ya nivîskariyê ya têrberhem de gelek dîwan u romanên girîng nivîsandin, di sala 1974’an de, sala ku Graham Greene, Saul Bellow u Vladimir Nabokov berendam bun, tevî Eyvind Johnson hejayî Xelata Nobele ya Wejeyê hate dîtin. Desteya Nobelê ji ber ”hostetiya wî ya di zeftkirina wateya biçuktirîn çilka xunavê jî de û ji ber serkeftina wî ya vebeyankirina rastiyên gerdûnê” ew hêjayî xelate dît. Harry Martinsonê diltenik, di 11’e reşemiya 1978’an de, ji ber rexneyen piştî wergirtina xelata mezin a Nobelê, di Nexweşxaneya Karolinskaye ya li Stockholme de, bi meqeseke xwe kuşt.

Çend berhemen Harry Martinson ev in:

Spökskepp, 1929

Nomad (Koçer), 1931

Kap Farväl (Kepuya Xatirxwestine), 1933

Nässlorna Blomma (Kulîlkvedana Gezgezke), 1935

Passad (Alîze), 1945

Vägen Till Klockrike (Re), 1948

Cicada (Sîsirk), 1953

Aniara (Aniara), 1956

Utsikt Fran En Grästuva (Dîmenine Ji Gurzek Gîha), 1963

Hevalno, We Çîçkek Tarî Vexwar: Se Helbestkaren Swedî, 1975

Destegula Beyanî, Helbesten Xwezaye, 1985

Binêrin, agahdariya weşanxaneyê ya derbarê Harry Martinson de.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply