Bêjin Amîn – Xwedayê min…

Bi navê Xweda yê Rehman ê Rehîm
Hindî pesn û stayiş ên şîrin ji Zatê bala yê wala, xwedawendê erd û sema ra ne
ji boy perwerdîgarê hûr û gira, piçûk û mezina, îns û cin û ferîşteha ra ne.
Hindî aferîn û xêr û xweşî li qasidê Xweda, dermanê derda, roniya çava, birca şerefê ji boy hemî cîhaniya, Cenabê Pêxember Mûhemmed Mûstefa bin, him li mal û malbata wî û li heval û hogirê wî teva bin.
*
Ev daxwaznameyeke ji Yezdan ê dilovan ê dilovîn boy dawiya Meha Pîroz, Meha Remezanê.
Xwedaya! 
Di paşîva dawîn a vê meha Pîroz, meha Qur’anê, meha Şeva Qedrê, meha Rehmeta te ya xisûsî da, 
ji te lava dikin biweku me û dê û bavê me, 
zar û zêçê me, 
xwûşk û bira û eqreba û dost û yarê me, 
herçi yê ji me duayê xêrê xwastiye, 
herçi yê aliyê me kiriye, 
herçi yê qencî li me kiriye, 
li me û li wan were rehmê, 
me tevan bigerîne ji wan ên ku dawiya meha lutf û kerema xwe da te ew gerandine ji gerden azadên ji agirê cehenemê, 
herçi yê ku nexweş in, wan şîfadar bike, 
herçi yê tengasiyê da ne, wan derxîne firehiyê, herçi yê deyndar in, deynê wan bide edakirin, herçi yê bi neheqî di hebs û zîndanan da ne, wan bide berdanê Xwedaya! 
Xwedaya! 
Him li vê dunê, him li wê dunê, rindiyê bide me, me ji agirê cehenemê azad bike, 
jê dûrxîne, biparêze, Xwedaya! 
Xwedaya! 
Herçi yê xêra Islamê û xêra misilmana bixwaze, 
tu bi destê wan bigre, wan serfirazke; herçi yê xirawiya Islamê û ya misilmana bixwaze, 
tu wan sernişûvke, 
alê wan sernixûnke, 
dewleta wan wêranke, 
artêş û leşkerê wan, 
hêz û quweta wan bike agir berde canê wan, bela wan ji me veke! 
Xwedaya!
Tu besîreta me ronî û rewşen bike, me ji vê xewa xefleta hişyar bike, 
Navbera me îttifaqê bide çêkirin,
Me bi hev bide şêrînkirin, 
Hurmet û qedirşinasiyê ji me ra bigerîne xûy û exlaq,
me ji rêya rast averê meke, 
her timî heqnas bin, heqparêz bin, heqhebîn bin; timî ji nerastiyê ra neyarbin, jê dûr bin! 
Xwedaya!
Rizqê me helal û zelal û delal û fireh bike, 
me muhtac û laylac meke! 
Ji mineta mixenesan azadbike!
İlmê bixêr bide me, 
’emelê me qebûl bike, îcabetî dua û lava û daxwaziyê me bike, 
nefsa me çahvtêr bike, qinaetkariyê bike pişk û para me! 
Ji xirawiya xirabkaran, ji çahvnebariya çahvnebaran, ji weswese û qurdêşana şeytanê însî û cinî, 
xwe dispêrên te, lewra her tu yi qudretmend ê zordest, 
tu yi herçi ya bivê dibe, herçi ya nevê (îrade neke) nabe!
Xwedaya! 
Ji xanimê me,ji zuriyeta me, yê salihên, yên çak bi dûw me bixîne û mi bigerîne serwer û salarê çakan, pêşewayê qenc û rindan!
Xwedaya! 
Bi stûxwarî, bi lava û bi zarî, ji lutf û kerema te daxwazdikin, biweku daxwazî û duayê me, li dergahê îzeta xwe, bi qebûlek xweşqebûl qebûl bikî, 
tu keremdar î, tu xefar î, tu bexşende yî, 
tu mezin î, 
tu gewre yi, 
tu qudretmendî, 
her tişta tu bivê zora te lê dibe, 
liyaqê kerema te ye îcabetke, 
Ji şanê te ye keremke, 
Xwedaya!
Dawiya daxwaziya me, ew e ku hemî pesnên şêrîn û spasiyên zêrrîn, tev ji Xweda ra ne ku perwerdîgarê cîhaniyan e, Xwedawend û xwedanê wan e!
*
Amîn Amîn Amîn Elfû Elfî Amîn
Nîşe:
-Herçi şûna ku têda hatiye gotin:”me”, serî da, mebest jê Kurdên misilman û herçî mezlûm û bindestên mayi ne. 
-Şûna ku têda qala Islamê û misilmana hatîkirin, mebest jê, misilmanên rast ên durist ên heqnas û heqparêz in; mebest jê ne tirk û ereb û faris û hwd in.
Ji xameya Mela ‘Ebduselamê Şadî, Seydayê Medresa Hafizê ‘Iraqî, Eleşgir/Agri

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply