Rêzehevpeyvînê Jina (9) – Narîn Omer Seyfedîn

1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Narîn Omer Seyfedîn, di rojeke nasîn û nenas de malzaroka dayika min ez sipartî beheşta sing û berê wê kirim, li bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistan. Min ji şîrava dilovanî û pakmendiya wê çîçekên evînî û bawermendiyê afirandin heta îro jî ez wan di dilê derdorên xwe û jiyan û mayîna xwe û gelê xwe de diçînim û belav dikim.

Min Pêvajoyên xwendina serete û navîn û bekelorya li Dêrikê bi dawî kirin, paştre min xwendina bilind li bajarê şamê (Dîmeşq) ê paytexta Sûriyê bi dawî kir, di zanîngeha Wêje “Adab” de, beşê zimanê erebî di sala 1995 an de. 

Li welat min 30 salan karê mamostetiyê kiriye û di mala me de min rolên zimanê kurdî jî vekirine û dane. Ez dayika sisê firîşteyên gerdûnî me “Dastan, Sazîn, Şêrîn” û du neviyên min jî hene “Şanya, Aryam”.

Mixabin ji encama şerê li welêt çêbûyî ez û malbata xwe li pêlên koçberiyê siwarbûne û niha em li welatê Elmanya dijîn, lê ez karê xwe yê wêjeyî û çandî berdewam dikim.

Narîn Omer : di 10 salên dawî de Pirtûkxaneya Kurdî dewlemend bûye - Kovara Rêname

2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? 

Narîn Omer Seyfedîn Ez di malbateke rewşenbîr û netewperwer de mezin bûme. Birayê min yê mezin û kurxal û kumetê min helbestvan û nivîskar bûn û ew ji wan xortên xwendevan û rewşenbîr  bûn, ji lewma mala bavê min ji mêvanên xwendevan û konevan û rewşenbîr vala ne dibû, û ji piçûkaniyê ve ez tevlî civatên wan dibûm û min guh dida guftogo û gotinên wan, û hezkirina welat û wêje û nivîsînê roj bi roj di dil û ramanên min de mezintir dibû.

Ji destpêka derbasbûna min warê wêje û nivîsînê min bi dest nivîsîna kurdî kiriye tevî ku xwendina me ya fermî bi zimanê erebî bû ji ber ku xwendin bi zimanê me qedexe bû, lê min karibû û bi alîkariya malbatê fêrî zimanê kurdî bibim û pê binivîsim, nemaze bi alîkariya xwîşka min Perîxan, û birayê min yê mezin Adil Omer Seyfedîn ew jî helbestvan e, û sitrana “Azada şêrîn” ya nemir Mihemed Şêxo helbesta wî ye.

Dema ez fêrî zimanê xwe yê kurdî bûm, min ji çand û huner û wêjeya kurdî hezkir, ango di zaroktiya xwe de min ji wan hez dikir, belê ez bi bawerim evîniya wan bi şîrê dayika min re derbasî dil û raman û bîroka min bûye, çimkî bi sitranên kurdî re em mezin bûne, û çîrok û çîvanokên, serpêhatî û filiklor em bi zar û ziman kirine.

   

3 – Rola jinê di çand u wejeya kurdî de çiye?

Narîn Omer Seyfedîn Berî çend salan rola jinê kêm û pir qels bû lê di van salên dawî de û li her çar parçên Kurdistanê û li welatê Sovyêta berê û Kurdistana sor em dibînin hijmara jinên me pir dibe, û dikare cihê xwe di warê wêje û çanda me de bibîne. 

 

4 – Naveroka roman, cirok u helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Narîn Omer Seyfedîn Naveroka berhemên min corbicor in, ez li ser mijarên bi jiyana me ve girêdayî dinivîsim, nemaze yên civakî ku bi jiyana me ya rojane û doza jinê û cîhana zarokan ve girêdayî bin, tevî mijarên netewî û konevanî, lê ez ji hemî celebên wêjeyî hezdikim, çimkî hezkirina çand û wêje di demar û rayên min de dijîn û bi xwîna min re digerin.

Ez helbest û çîrok û romanê bi zimanê kurdî û erebî dinivîsim, û tevî ku ez gotaran jî dinivîsim bi taybet.

   

5 – Wek jineke niviskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Narîn Omer Seyfedîn Di dema niha de û ji sedema van bûyer û guhertinên li welêt û cîhan ê çêdibi rewşa jinên nivîskar pir baş e, û çi jina ku bixwaze ew dikare derbasî hola nivîsînê bibe, lê berî çend salan ev rewş ne wisa bû.

Min berî sih salan bi dest nivîsînê kiriye, heta berî 10 salan jî rewşa me pir zor bû, û jin û mêrên derbasî hola nivîsîn û tore dibûn li ser tiliyê destan dihatin hijmartin ji sedema astengiyên civakî û konevanî “Siyasî” û tundî û zordariya hêzên ewlehî yên ku li pey me bûn bi şev û bi roj. Di wê demê rewş zor bû û jina kurd xwe dûrî warê nivîsînê dikir lê dema rewş zelal bû û ew tund û zordarî sivik bû jinê bi xortahî xwe berda hemî hêlên jiyanê.

Min wek kes û weku jin pir astengî ji aliyê hêzên ewlekarî dîtin, û heta piraniya xelkên civaka me bixwe bi min re ne alîkar bûn û didîtin xebat û karê jinê di warê nivîsîn û çalakiyên civakî û konevanî de serêşiyê ji wê û malbata wê re peyda dike, lê min guh nedida wan û min kar û çalakiyên xwe bi bawerî berdewam dikirin bê tirs û bi saw ta weke îro jî. Ez ne poşman im ji ber ku min soz û peyman daye ez xizmeta gel û civaka xwe bikin heta xuleka dawî ji jiyana min.

 

6 – Edebîyata/wêjeya kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî? 

Narîn Omer Seyfedîn Di salên borî de wêjeya kurdî ya nivîskî pir qels û kêm bû û nivîskar û wêjevan û dîroknas li ser tiliyên destan dihatin hijmartin, ew jî ji sedema hêzên ewlekarî û rejêma welatên ku Kurdistana me bindestî xwe kirine, û fêrbûn û axaftin bi zimanê me jî qedexe kiribûn, lê di van pazde, bîst salên dawî û ji encama şoreşa teknîkî û elekitronî ya cîhanî û dreketina beşeke mezin ji gelê me dervê welêt û bicihbûna wan li welatên biyaniyê “”Ewropa, Emerîka û deverên din” wêjeya me ya nivîskî jî pêşket û nivîskar û wêjevanên me pir bûn, ji ber ku ew bi serbest û azadî li van welatan dijîn, û heta gelê me yên li welat jî dijîn karîbûn sûd û mifayê ji vê şoreşê û guhertinên mezin wergirin.

Lê ez dikarim erê bikim ne hemî kesên derbasî warê wêje û nivîsandinê dibin ew wêjevan û nivîskar in, û ne hemî pîvanên nivîsînê pêk tînin, lewma divê haya me ji van tiştan hebe.

Min berî niha gotiye: “Rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî baş e li gor pirsgirêk û astengiyên me yên netewî û civakî û abûrî ji ber kû heta vê gavê jî axaftina me bi zimanê me yê kurdî qedexe ye, û fêregeh û dibistanên me yên fermî kêmin, û her wiha pirtûk û rêzimanên me yên yekbûyî û yekser jî nînin, û her yek ji me ji xwe û ji mala xwe destpê dike û xwe fêrî ziman dike, lewra ez sipasiyên ji dil û can ji hemî nivîskar û hezkiriyê zimanê kurdî re dişînim, û serkeftinê ji hemiyan re dixwazim.

 

7 – Tu roman, cirok u helbesta kurdî bi giştî çawa dinirxînî?

Narîn Omer Seyfedîn Tişta herî baş ku di salên dawî de roman û çîrok di pirtûkxaniyên kurdî de peyda dibin tevî qelsbûna hijmara wan, ji ber ku bêhtirîn berhemên me kurdan pirtûkên helbestê bûn.

Helbet asta van berheman ji hevdû cudaye, lê em dikarin erê bikin ku pirtûkxaneya me bi berhemên zengîn û nirxdar xemilandiye, û me nivîskar û wêjevanên jîr û jêhatî hene.

Hêjayî gotinê ye ku nifşên nû ji xortên me pir jîr û zîrekin û ew dikarin wêja û çanda me pêş bêxin û bigihînin astên bilind.

 

8 – Di dema niha de, tu roman, cirok u helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, cirok u helbesta nûjen di çi warî de ye?

Narîn Omer Seyfedîn Mixabin bêhtirîn berhemên me kurdan helbestî ne ji sedema rewşa me ya konevanî û tundiya rijêmên dagîrker li dijî me û welatê me, ji ber ku hûnandina helbestê siviktire ji ya roman û çîrokê, ji aliyel dî ve bêhtirîn berhemên giheştine destê me ji dîroka me ya kevin ta demeke nêzîk helbest bûn, û kurdan bi dest nivîsîna çîrokê kirine di destpêka sedsaliya bîstan de lê çîrok li gor şert û mercên wêjeyî ji çil sal û virde hatiye nivîsandin, û Roman jî bi van qûnaxan re derbas bûye, û gelê me dest bi nivîsîna helbesta nûjen kirine, jilewma hîna helbest di asta bilind de ye. Lê hêjayî gotinê ye ku roman û çîroka kurdî jî cihê xwe di dîroka wêjeya kurdî de çandiye û gava yekemîn avêjtiye.

 

9 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Narîn Omer Seyfedîn Dîsa ez diyar dikim helbest di asta bilind de ye, lê roman û çîrok jî gavên lezgîn û dirust davêjin.

 

10 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Narîn Omer Seyfedîn Di nêrîna min de çend merc û pîvan hene eger nivîskar berhemên xwe li ser wan bipîve ew dikare wêjeya kurdî pêş bêxe, tişta serke û herî giring ku ew xwe ji qalikê berhemên wêjevanên pêşî dûr bike û hewil bide ku ew hizir û raman û hestên nû biafirîne, û qalik û naveroka nivîsîna xwe herdem nûjen bike, eger ew bikaribe mijaran nûjen bike û bi pîvanên hest û ramanan bişopîne helbet ew ê bikaribe wêjeya me biafirîne.

Ez nabêjim pêwîste ew xwe ji bandora nivîskarên kevnar û xwedî berhem û dîrok yekcarî dûr bike, belê bila berhemên wan bixwîne, û li ser naveroka wan raweste û piştre bi dest bi afrandina xwe ya wêjeyî bike. Ango bila ew bi demê û guhertin û mijarên demê re be, û rewşa civakê li ser xaka zemînê vajî bike û li çareyan bigere.

Bila em bizanibin ku hola çand û tore û nivîsê pîroz e û herî zor û dirêj e, û ne her kesê derbasî vî warê bibe dikare rêk û pêkên wî bişopîne, çimkî şert û mercên wan hene û divê mirov bikaribe wan bikar û bicih bîne. Weku nivîsîn neynika gel û civakê ye, nivîskar afrênerê wan e, belê em dikarin erê bikin ew serwer û rêberê gelê xwe ye, û divê ew ji xwe ewle be ku ew ê bikaribe bi vî barê giran rabe.

Çi kesê ne jîr û jêhatî be û ne dilsoz be helbet ew dibe bela serê wêje û çand û zanebûna gelê me.

Etiket: helbest Narîn Umer | Bernamegeh

11 – Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Narîn Omer Seyfedîn Destpêkê de ez dixwazim bêjim ku em kurd çil milyon kes in û bêhtir, lê mixabin heta îro jî me rexnevanên pispor tune ne, û ji her milyon kesan tenê me rexnevaneke pispor û dilsoz heye. Ez dibînim sedemên dûrbûna mirov ji warê rexneyî ew saw û tirs in ,çimkî barê rexneyan barek giran û dijwar e ,ji ber ku dema ew li ser berhemên nivîskar disekine û vekolîna wêjeyî û rexneyî li ser dike pêwîst e ew hiş û cinav û hestên xwe bihevre bi karbîne û bi riya wan re nêrînên xwe eşkere bike, rexneya rast ew e ji hişmendiyê û ji zelabûna can û dilan derkeve -Xal û xwarzîtî jêre nave,nêrîn û têbîniyên kesayetî û gemar jêre navin.

 

12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Narîn Omer Seyfedîn Rexne weku şaxeke resen ji dara zanînê û celebeke giring ji wêje û hunerê helbet li ser bingeh û binyada corbicor tête avakirin ,tevî şert û mercên wê:

1-Pêwîste kesê bibe rexnevan hêman û mercên rexneyî liba wî hebin û bi awayeke zanistî û şêna wî ya rexneyî pak û mezin be.

2-Divê li hilbijartina babet û mijaran 

 guhdar be, û baş bizanibe ku ew dikare dermafê mijarê derkeve.

3-Ya baş ew e ku hiş û hastên wî bihevre alîkar bin di karê wî yê rexneyî de,çimkî rexneyên rast û dirust ew in yên ku ji kaniya hiş û hestan derdikevin bi pakmendî da bikaribe riya rastiyê li pêş nivîskar  û  xwenfevan bi zelalî veke.

Rexne neynika ramanên rast û dirust e.

Divê rexnevan armancên rexne û nirxandinê pêk bîne:

1-Ji erkê rexnevan e şaştî û nerastiyên berhemên nivîskar jêre zelal û diyar bike û tevî xalên baş û rast jî di berhemên wî de.

2- Ya baş ewe ku rexnevan hêlên veşarti di mijara nivîskar de ji xwendevana re diyar û ronî bike da ew binhgeha armanc û hest û ramanên nivîskar bi awayeke rast bigihîne xwendevan.

3- Astengî û kelemên dijwar di riya pêvajoka nivîskar de bimale û rake.

Ez dibînim ku Rexnevan weke hostayê jîr û zana ye, mamoste ye, nûjdar û indizyar e.

Çi kesê bixwaze keleka xwe di pêlên rexne de bi şopîne bi awayeke rast û rêwaz divê ew melevaneke jîr û têgehiştî be, û bi hestên zelel û bi mejiyeke ramyar derbasî hola berheman bibe, da ew Mixabin pir kes hene xwe didin nasîn weku rexnevan lê dema em berhemên wan dixwînin em asta wan qels û lawaz dibînin, belê heta zimanê ku pê dinivîsînin jî asta wî ne bilind e ji ber ku ew bi zaravên herêma xwe berheman diweşnin, û hin jî hene ne tenê li ser naveroka berheman diaxivin belê ew  temtêla nivîskar û malbata wî jî rexne dikin. 

Di baweriya min de ev ne rexnevan in belê ew qelaş û bela serê xwe û wêjeya me ne, û ji bilî leqam û pêkenokan nakin, û ev tişt ne ji hêmanên rexne ne.

Hêjayî  gotinê ye ku ez erê bikim:

Min ram dikir ku ala pêşveçûn û serkeftina tor û wêjeya me di destê rexnevanê ekadîmî û pispor de ye, lê ev ram jî şaş derket, çiko carina ev rexnevan bixwe rexne napijirîne û bi serê pozê xwe diaxive.

Henasên Jiyanê | Rojevakurd

13 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî û xwe nêzîkê kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Narîn Omer Seyfedîn Pirtûxaneya mala bavê ez ji piçûkanî ve ez himbêz kirim bi hemî texlîtên pirtûkan yên wêjeyî û çandî  û zanistî  û civakî û heta yên konevanî û abûrî diyarî min kirin, û dema ez fêrî xwendinê bi zimanê kurdî û erebî bûm min bidest xwendina wan pirtûkan kir, û bandora wan û nivîskarên wan li min pir bû, û min xwest ku ez vi saya wan derbasî warê wêje û çandê bibim, û ji ber ku ew pir bûn ez nikarim navan bijmêrim, lê ez dikarim erê bikim ku ez xwe nêzîkî nivîskarên şepêla riyalîzmê dibînim, yên derbasî hizr û bîroka gel û civakê dibin û hest û ramanên wan li ser xaka riyalîzmê vajî û diyar dikin û bivî karî alîkariya wan dikin û barê wan yê giran sivik dikin.

 

14 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd, tirk, faris û arab hez dikî?

Narîn Omer Seyfedîn Hemî nivîskar û rewşenbîr û rojnemevanên kurd yên dilsoz û zîrek li ba min rêzdar in û ez xwe nêzîkêî wan dibînim û ew nêzîkî min in ji ber kû jana me hemiyan yeke, doza me yeke, û armancên me yên netewî û civakî û abûrî û rêzanî weke hevin û jihev cuda nabin.

Min berhemên pir nivîskarên kurd û ereb xwendine, û di riya wergirandinê min yên tirk û faris jî xwendine, û bandora wan li ser min heye.

 

15  – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Narîn Omer Seyfedîn Ez herdem dibêjim: xwezî ez fêrî hemî zimanên cîhanî û yên hemî netew û miletan bibim da ez êş û janên miletê xwe û doza gelê xwe bigihînim wan bi awayeke rast û dirust, û wan bi çand û huner û ramanên kurdî bidim nasîn û ji wan re şîrove bikim.

Ez nivîskarê kurd nabînim gunehbar dema ew bi zimanê biyanî dinivîsîne û berheman di weşîne, lê belê ew gunehkar e dema tenê bi zimanê biyanî dinivîse û xwe fêrî zimanê xwe yê dayikî nake, ji ber ko ziman nasnameya mirov û gela ne. Em kurd weke mileteke bindest zimanê me yê kurdî em ji windabûnê  parastine û heta niha jî me ji belavbûnê di parêze.

Em bihêvîne ku nivîskarên me li zimanê xwe vegerin û li ser zimên rewş û cinav û hestên xwe û civaka xwe birêsin. 

 

16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Narîn Omer Seyfedîn Bê guman peydakirina vê kovarê pêwîst e, û pidivî di nema niha de xurttire, da her nivîskareke kurd asta berhemên xwe û nivîsên xwe bizanibe û nas bike.

Sedemên kêmbîna van kovar û pirtûkan pirin, çi abûrî be, çi konavanî û ramyarî be. Pêwîste ew bi asteke bilind derkeve, û gelek şên û ravaştin jêre dive. Helbet nirxevan û rexnevanên jîr û bawermend jî jêre divin ji ber ku em bi van tiştan bi bawerin, û hêviya me mezin e ku di demeke nêz de em wan amade bikin li ser xaka cîwar û rastiyê nemaze di encama pirbûna koçberên ne yên kurd û belavbûna li Welatên Ewrooa û Emerîkayê û deverên din û ew dikarin bi azad û serbestî bilivin û karê wêjeyî û çandî bişopînin.

 

17 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye, kîjan?

Narîn Omer Seyfedîn Belê min berhemên te yên li ser malperan belevkirî  xwendine û ez wan herdem dixwînim, ji ber kû tu nivîsar û romannivîseke jîr û serkeftiyî.

Tu di warê hevpeyvînê de serkeftiyî, û ev celeb bi tenha xwe bawernameya jîrbûn û rêzgirtinê diyarî te dike, çimkî barê hevpeyvînê pir zor e û ne her kes dikare pê rabe. Berî demeke kin min pirtûka te ya bi navê “Çîrokên rengîn” xwend, û va ez xwendina pirtûkê dubare dikim çikû ew çîrokên zengîn in bi mijar û bûyer û naveroka xwe ve.

Ji dil ez serkeftin û pêşveçûnê ji te re û ji karê te re dixwazim û dana te gulgulî bimîne di gulîstana tor û wêjeya kurdî de. 

 

18 – Di pêşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Narîn Omer Seyfedîn Min heta niha neh 9 pirtûk çap û belav kirine, û  du pirtûkên min di bin çapê dene, ez bihêve me nêzîk belav bibin, û du pirtûkên din jî bero çapê ne, ji ber ku bêhtir ji 20 berhemên min yên destnivîs hene, û ez bihêvîme di dema bê de bên çapkirin.

Berhemên min yên çapkirî:

1- Prîxana min” helbest bi zimanê kurdî 

 “2-Hinga bêdengî can dikêşe” Helbest bi zimanê Erebî ji weşanên çapxaneya dar azzeman,  û “Perîxana min” bi weşanên saziya Semakurd hatiye çapkirin. 

3- Romana “Çaxê derbideriya ber bi rojava ” bi zimanê Erebî ji weşanên çapxaneya “Elxelîc” li welatê Urdinê. 

4-Romana “Axoşkirina Pênûsê û demsalên giyan ” ji çapxaneya Elsukeriye li welatê Misrê 

5- Pirtûka “Kenê Şanya” helbestên zarokan bi zimanê kurdî ji weşanên Yekîtiya nivîskarên Kurdistana Sûriya ye

6- Romana “Henasên Jiyanê, Koçberiya bê henas” ji weşanên Çapxaneya Sersera li Berlînê, welatê Elmaniya bi zimanê kurdî bi alîkariya Dr. Beşar Mistefa

7- Romana “pistpistên bîrokê” bi zimanê Erebî ji weşanên Dar Elkelîmat li welatê El cezayir û vê Romanê xelata yekemîn wergirtiye di pêşbaziya romana erebî de ji layê weşanxaneya “Dar elkelîmat”.

8- Pirtûka “Tîrêjên vejînê” li ser hunermend û dengbêjên kurd yên jin

9- Berhevoka “Çavên Dil” helbest, ji weşanên çapxaneya Sersera ne.

Berhemên destnivîs:

Roman, çîrok, helbest, çîrok û helbestên zaroka, pirtûkek li ser jinên kurd yên hunermend û dengbêj, û yek li ser jinên navdar di hemî waran de, pirtûkek li ser strananên pûk û zava, du pirtûk li ser doz û rewşa jinên kurd, du pirtûk li ser hunermend û dengbêjên mêr.

 

19- Te wek nivîskar û torevan xelat û bawername wergirtine?

Narîn Omer SeyfedînBelê, xelatên min:

1- Bawernameya helbestvan Seydayê Tîrêj

2- Xelata rêxistina jinê di partiya “partî dîmoqratî kurdistanî- Sûriya.

3- Xelata rêxistina jinê di partiya”Yekîtî dîmoqratî kurdî sûriyê

4-Xelata helbestvan û zimanzan Mela Ehmedê Palo ji aliyê Yekîtiya nivîskar û rojnamevanên kurd li Sûriyê. 

5-Xelata rêxistina jinên Kurdistana sûriyê

6-Bawernameya tîpa muzîkê bi rêveberiya hunermend Ciwan Sebrî

7-Bawernameya baştirîn nivîser di sala 2009 ji malpera “diljan”

8-Xelata Seydayê Cegerxwîn ji rêxistina Hesekê ya partiya Yekîtî

9-Xelata vestîvala “mihrecana” helbesta kurdî ya 19 de mîn li bajarê Qamişlo sala 2014

10-Navê wê di nav baştirîn nivîserên cîhanê de hatiye nîşankirin di sala 2009.

11-Xelata Seydayê Cegerxwîn ji aliyê komîteya çandî ya partiya Pêşvero ve di sala 2017

12-Bawernameya Dezgeha Aştî û Hevaltiyê, şaxê Elmanya

13-Bawernameya Rêxistina 21ê Newrozê ya rahênan û fêrkirinê li Herêma Kurdistanê

 

Xelatên min ji wêjeya erebî wergirtine:

14-Xelata sêyemîn ya çîroka erebî ji aliyê Dr. Xeldiya Al Xelîfe ve li welatê Elbehrên. 

15-Xelata yekemîn di hevpişk û pêşbaziya Romana erebî li welatê Alcezayir ji layê weşanxaneya “Dar elkelîmat” li welatê Elcezayir

16-Xelata dîdargeha “Ibin Elnîl” li ser çîroka “Çarêk” 

17-Xelata çîrokê di pêşbaziya nivîskar Rûla husênat ji layê malpera “Elkeyan Eledebî”.

18-Xelata Elkeyan Eledebî li ser çîroka “Bîroka diya min dema diaxive”

 

Pirsên min ev bûn. Tiştek ku tu bixwazî  bibêjî  heye gelo?

Narîn Omer Seyfedîn Bila mûmên dana rengîn û kar û xebatê di hest û ramanên te de ronîdar bimînin, û tu hrdem serkeftî bimînî nivîskar û mamosteyê hêja û rêzdar Lokman Polat.

Spas ji bo bersîvên te.

 

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê her hefteyê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply