‘Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd’ Ji Weşanxaneya Nûbiharê derket

Bi navê ‘Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd’ pirtûkek hat derxistin. Pirtûka ku ji 200 rûpelî pêktê ji aliyê Nevîn Reşan Gungor ve hatiye amadekirin. Pirtûk ji weşanxaneya Nûbiharê derket.

Ji bo vê xebatê gelek arşîv, muzexane û berhem hatine vekolandin û digel çavdêriyên sal an ên Nevîn Reşan Gungor ev pirtûka rengîn ji xwîner û meraqdaran re hatiye pêşkêşkirin.

Cilûberg û xişrên di vê berhemê de bi giştî bi qelem û xêza Nevîn Reşan Gungor, ji nû ve hatine xêzkirin. Her wiha ev berhem dê bibe çavkaniyek ku deriyê wê ji bo modelîst û stîlîstan vebe.

Di bergên pirtûkê de ev tişt hatiye gotin: “… ev kevneşopiya ku nifş bi nifş hatiye veguhastin, piştî demekê êdî bûye malê civakê û berfirehtir bûye ta ku bûye temsîliyeta nasnameya neteweyî. Çimkî cilûberg û xişrên ku mirovan li xwe kirine yan bi xwe ve kirine, êdî ji îhtiyacekê bêtir bûne sembolên estetîk, kodên manewî, nêrîna li dinyayê ya miletekî û jê muhîmtir jî bûne sembolên avakar ên nasnameyeke neteweyî. Berhema Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd a ku tam li ser vî esasî ava bûyî, encama xebateke nêzîkî bîst salan a jiyana Nevîn Reşan Gungor e.”

Xwebûn

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply