Di sedsala 19an de rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsya û Kurdistanê

-Awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya serdema Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî-

Destpêk

Bêguman ji bo berawirdkirina du kesayetên dîrokî naskirina dem û dewranên wan karekî pêwist e; me jî di çarçoveya rêzegotarekê de hewl daye ku awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya serdema Lev Tolstoy û Mele Mehmûdê Bazîdî bigerînin.

Gerçekçi edebiyatın en büyük temsilci: Lev Nikolayeviç Tolstoy

1. Di sedsala 19an de Rûsya: Kurtnêrînek li bûyerên sereke yên serdemê

Di destpêka sedsala 19an de Rûsya di qada cîhanî de hêzeke xurt bû; lê di gel vê yekê jî, welat di pêşkeftina teknolojîk, siyasî û civakî de gelekî ji welatên pêşeng ên Ewrûpayê bi paş ve mabû. Di vê sedsalê de çendek bûyerên girîng ên dîroka Rûsyayê qewimîne: Şerê Niştimanî yê sala 1812an, Serhildana Şoreşgerên Çileyê (14 Çileyê Pêşîn 1825), Şerê Kirimê (1853-1856), betalkirina serfkariyê (19ê Sibatê 1861) û gelek bûyerên din ên bi heman rengî girîng.

Di destpêka sedsala 19an de Çarîtiya Rûsyayê bi pêşengiya Aleksandrê Yekem gihîşte gelek biryarên jêhatî; bi sayeya wan biryaran pêşketinek di saziyên dewletê de durist bû, Rûsya ket ser rêya çaksazî û serbestiyê. Her çiqas çarê nû yê rûs bi Fransayê re zimanekî hevpar dîtibû jî, Împaratoriya Fransayê ya bi pêşengiya Napolyonî çav berdabû dagirkirina Rûsyayê; li ser vê yekê di navbera Rûsya û Fransayê de Şerê Niştimanî yê sala 1812an qewimî û hevsengiya hêzan hema hema wekhev bû. Hêjayî gotinê ye ku fermandarên rûs ên wekî Kûtûzov, Bagratiyon û Rayevskî stratejiyên çalak danîn; her wiha -wekî Napolyon hêvî dikir- civaka welatparêz a rûs jî piştgirî neda destwerdana Fransayê. Artêşa fransî ya ku dixwest bi leza birûskê êrişî ser dewleta Rûsyayê bike û wê dîl bigire, heta Moskovayê bi pêş ve hat; bajar ji ezmûna talan, wêran û şewatê re derbas kir. Şerê Niştimanî yê sala 1812an tenê 6 meh û 2 rojan berdewam kir; lê kutabûna şerî di roja 25.01.1812an de bi serkeftina Rûsyayê hate ragihandin û artêşa Fransayê bi awayekî basikşkestî ji xaka Rûsyayê derket.

Piştî mirina Aleksanderê Yekem (19.11.1825), birayê wî yê biçûk Nîkolay derkete ser text; lê belê alozî û bêîstîqrariyekê welat hingaft û hinek komên nerazî yên şoreşger di roja 14.12.1825an de bingehê lidarxistina şoreşekê danî. Armanca serhildanê sererastkirina kar û barên desthilatdariyê û derxistina makeqanûnekê bû; lê belê serhildana ku roja 26.12.1825an dest pê kir, ji aliyê Nîkolay ve bi hovane hate tepisandin, pêşengên şoreşê hatin darvekirin an jî ber bi sirgûnê hatin şandin.

Bê guman vê serhildanê baweriya Nîkolayî ya bi esilzadeyan têk bir; lewre siyaseta xurtkirina xweseriyê berdewam kir, bi kirdarî çalakiyên çaksaziyê paşguh kirin û di encama vê bêbaweriyê de rêxistineke nû ya bi navê “Şêwirmendiya Qeyserê Gewre” damezirand. Peywira vê saziyê şopandina pêbendbûna bi biryarên çarê rûs bû; wekî encameke vê saziyê hejmara burokratên li welêt bi qasî 6 qatan zêde bû, karbidestên dewletê vegeriyane çîna serdest û sereke ya welêt. Lê belê di nîveka sedsala 19an de çarê rûs rastî gelek têkçûnên leşkerî hat; yek ji wan têkçûnan Şerê Kirimê (1853-1856) bû ku di navbera Çarîtiya Rûsyayê û koalîsyona împaratoriyên osmanî, brîtanî, fransî û Keyaniya Sardînyayê de pêk hatibû.

Piştî mirina Nîkolayî (18.02.1855), Aleksanderê Duyem roja 19.02.1855an de derkete ser text; piştî şeş salan (1861) biryara çaksaziyê da û li Rûsyayê serfkarî betal kir ku di nava gel de wekî “Rizgarker” hate binavkirin. Ji bilî vê çaksaziya girîng a dîroka Rûsyayê, Aleksanderê Duyem gelek çaksaziyên din jî di sazûmana dewletê de pêk anîn; bi çaksaziya leşkerî xizmetkariya artêşê ji 20 salî daxiste 6 salan, her wiha çaksaziya milkiyeta erdê û çaksaziya dadweriyê jî li Rûsyayê dan destpêkirin. Lê belê Aleksanderê Duyem ji ber van çaksaziyên çalak û girîng di sala 1881ê de tûşî komployekê hat û di encamê de hate kuştin.

Piştî wî Aleksanderê Sêyem hate ser text; çaksaziyên bavê xwe bi rijdî berdewam kirin û di serdema wî ya bê şer û qirên de (1881-1894) pêşketina pîşesaziyê ya çalak dest pê kir ku ji ber vê karakterê xwe di nava gel de wekî Çarê Aşitiyê” hate naskirin.1

2. Awireke giştî li rewşa wêjeyî-hunerî ya Rûsyaya sedsala 19an

2.1. Wêje

Di çaryeka yekem a sedsala 19an de helbesta romantîk li ser wêjeya rûsî serdest bû. Piştî ku Vasîlî Jûkovskî di sala 1802an de helbesta Thomas Gray a bi sernavê “An Elegy Written in a Country Church Yard” (Zêmara Nivîsandî li Hewşa Dêra Welatekî) wergerande ser zimanê rûsî modayeke zêmaran hanzûka kete nava wêjeya rûsî; Konstantîn Batûşkov, Mîr Pyotr Vyazemskî û Aleksandr Pûşkînê ciwan ev cureyê nivîsandinê bi pêş ve bir û pijand.

Her çend di dawiya salên 1810an û destpêka 20an de bangewaziyek ji bo helbesta civakî hebû jî, piraniya helbestvanên herî xurt rêça lîrîkî ya Jûkovskî şopand. Lê belê sala 1820an Pûşkînê tezegihîştî rêya xwe vekir û rêzeyek şahkarên xwe afirandin ku bi vê yekê wekî helbestvanê neteweyî yê Rûsyayê hate naskirin; her wiha derkete asta W. Şekspîrê ingilîz û Danteyê îtalî. Vê heyamê Pûşkînî helbesteke dirêj a bi sernavê “Girtiyê Kafkasyayê (“Kavkazskîy Plennîk”, 1820-21)”, “Qecer” (“Tsîgane”, 1824), romaneke helbestî ya bi sernavê “Yevgenî Onegîn” (1833), û trajediyeke bi şêwaza Şekspîrî “Borîs Godûnov” (1831) nivîsandin; her çiqas şarezayê zimanê wêjeyî yê rûsî di van xebatên xwe de hestyariyeke berbiçav û hevsenga xwe ya kevneşopî parastibe jî, zimanekî teyîsok î bi naverokeke felsefî û qerfî jî afirand.

Di salên 1830î de gav bi gav stêrka helbestê xuricî û pexşanê şûna wê girt; bi vî awayî saziyên wêjeyî rûgeha xwe guherand û eywanên torinan bûn mêrg û zeviyeke wêjeya rûsî. Di vê maweyê de hêdî hêdî “kovarên mehane yên qalind” hatin weşandin; edîtor û rexnegirên pispor aşxaneya wêjeya rûsî bi çêjên nû zengîn dikir. Pûşkînî di xebatên xwe yên wekî “Çîrokên Birêz Îvan Petrovîç Belkîn” (“Skazkî o Pokoynom Îvane Petrovîçe Belkîne”, 1831), “Şahbanûya Maçayan” (“Pikovaya dama”, 1834), û “Keça Kapîtan” (“Kapîtanskaya Doçka” de pexşana rûsî derxiste bazarê. Dîsa di heman pêvajoyê de berhemên nivîskarê qerfî yê ukraynînijad Nîkolay Gogolî jî derketin pêş xwendevanan; çîroka wî ya bi sernavê “Bêfil” (“Noc”, 1836), şanonameya “Mifetişê Dewletê” (“Gasûdarstvênnîy Înspektor”, 1836) û romana destanî ya “Giyanên Mirî” (“Mêrtvîye dûşî” 1842) çêj û şêwazên cuda anîn nava pexşana rûsî. Her çend Gogol wê hingê wekî nivîskarekî qerfî dihate naskirin jî, lê niha bi awayekî din tê nirxandin; êdî ew sêrbazekî zimanê devkî ye ku xebatên wî dişibihin absurdîstên sedsala 20an. Divê bê gotin ku di dawiya salên 1830î de Mîxayîl Lermontovî berhemeke bi navê “Lehengekî Hevçaxê Me” (“Gêroy Naşeva Vremenî”, 1840) nivîsand û ev xebata wî wekî romana psîkolojîk a yekem hate tomarkirin ku wêjeya rûsî derbasî asteke din kir.

Di salên 1840î de rûgeha wêjeya rûsî bi biryardarî zivîrî ser asteke cuda; êdî wêjeya kesane û romantîk bi pêşengiya rexnegirê mezin ê wêjeya rûsî Vîssarîyon Bêlînskî veguherî ser şêwazê civakî û realîstî. Bêlînskîyî di destpêkê de pirsgirêkên civakî yên heyî anîn rojeva wêjeyê û ne li bendê bû ku rojek ji rojan dev ji fonksiyona estetîkê berde; lê di dawiya salên 1840î de ramanên Bêlînskîyî bi ser ketin û êdî xebatên destpêkî yên realîzma rûsî derketin pêşberî xwendevanan. Îvan Gonçarov romana xwe ya li dijî romantîzmê “Çîrokeke Hevpar” (“Obşaya Îstorîya”, 1847) û Fyodor Dostoyevskî jî “Mirovên Hejar” (“Bêdnîye Lyûdî”, 1846) li ser vê rêça nû nivîsandin.

Ji salên 1840î heta destpêka sedsala 20an romana realîst serdestê wêjeya rûsî bû; lê belê bi tu awayî ne tevgereke yekpareyî bû. Di destpêkê de li ser “bingeha fîzyolojîk” rêbazeke bijare hebû ku pir caran endamekî çînên bindest dibû lehengê berhemê; mînakên wê yên berbiçav di berhevokeke çîrokan a Îvan Tûrgênev de tên dîtin. Tûrgenevî di berhema xwe ya bi sernavê “Rahênanên Werzişkarekî” (“Zarîsovkî Sportsmena”, 1852) de çîrokên pir xweşik hûnandine; jiyana xizmetkar û berdestiyên rûs li gorî dîtin û ramanên xwe veguhastiye wêjeyê, bi vê xwepêşandana hunerî ya xurt Çarê Rûsyayê Aleksanderê Duyem qanî kiriye ku xizmetkar û berdestiyan azad bike. Tûrgênevî piştî Rahênanan rêzeke romanan jî nivîsandiye ku hevçaxên wî her romaneke wî binyad û binaçeya civaka rûs hesibandiye. Romana wî ya hera serkeftî “Bav û Kur” (“Attsî î Dêtî”, 1862) e ku nakokiyên nifş û çînan vedibêje; lehengê romanê ciwanekî hîçperest (nîhîlîst) ê bi navê Bazarov e ku di serdema reformên Aleksanderê Duyem de dijiya û bi malbata Kîrsanov (bav, kur û ap) re hinek peywendî girêdabûn.

Bêguman di sedsala 19an de du nivîskarên realîst morên xwe li wêjeya rûsî xistine ku yek Fyodor Dostoyevsky e û yê din jî Lev Tolstoy e. Dostoyevskî bi giştî li ser derûnînasiya jin û mêrên derkenarî û hejar radiweste; lê Tolstoy di berhemên xwe de pirsgirêkên rojane yên çîna navîn derman dike; wekî mînak di “Şer û Aşitî” (“Voyna î Mîr”, 1865-69) û “Anna Karenîna”yê (1875-77) de nirxandinên xwe yên derûnînasiyane û civaknasiyane bi kar tîne, bi dîmenên kûr portreyên xweşik û nuwaze şayese dike.2

2.2. Muzîk

Berî sedsala 18an, muzîka gelêrî û dêrî li Rûsyayê serdest bû û muzîka laîk a rojavayî di 1730î de dest bi geşedanê kir; di serdema Çarîçe Anna Îvanovnayê de komeke operaya îtalî hatibû vexwendin ku li dîwana çarîtiyê şahiyan li dar bixe. Di dawiya sedsala 18an de li ser bingeha libretoyên rûsî hinek bestekarên xwecihî derketin holê; her wiha hinek komên biçûk jî bi pêşengiya şefên îtalî operayên qerfî li dar xistin. Bestekerê rûs ê yekem Mîxayîl Glînka ye ku arîstokratekî naskirî ye; pîşeyê xwe li Mîlano û Berlînê fêr bûye û di asta navneteweyî de navdariyek bi dest xistiye. Glînkayî du operayên rûsî yên herî kevn afirandine; di operaya bi navê “Jiyanek ji bo Çar” (“Jîzn za Tsarya”, 1836) de welatparêziya xwe pêşkêş kiriye û di “Rûslan û Lyudmîla”yê (1842) de jî îlhama xwe ji Pûşkînî wergirtiye.

Di nîvê duyemîn ê sedsala 19an de jiyaneke mûzîkî ya çalak derketiye holê; bi hewildanên bestekar û piyanîst Anton Rubinstein cara pêşîn Konservatûara Çarîtiyê li St. Petersbûrgê hatiye avakirin (1862) û Piyotr Îlîç Çaykoskî jî wekî bestekarekî pispor ev konservatûar berfireh kiriye. Operayên wî yên navdar ên wekî “Gola Qulingan” (Lebedînoye Ozero)“Findiqşikên” (Şelkunçîk) û “Rindiya Nivistî” (Spyaşaya Krasavitsa) îlham daye nifşa serdema xwe; çendek bestekarên nifşa wî bi xwe fêrî muzîkê bûne û debara xwe bi karên derveyî muzîkê pêk aniye. Wekî mînak Mussorgskî di kar û barên sivîl de dixebitî, Aleksandr Borodîn kîmyagerekî navdar î heyama xwe bû, Nîkolay Rîmsky-Korsakov jî dev ji karê deryavaniyê berdabû û wekî profesorê muzîkê yê Konservatûara Çarîtiyê ya li St. Petersbûrgê dixebitî. Ev bestekarên xwe bi xwe fêrbûyî xwedî li mîrateya neteweperwer a Çaykovskîyî derketin; hinek operayên girîng ên wekî “Borîs Godûnov” (Mussorgskî, 1874) “Mîr Îgor” (Borodîn, 1890), “Şehrazad” (Rimsky-Korsakov, 1888) afirandin.3

2.3. Hunerên dîtbarî

Her wekî muzîkê, li Rûsyayê hunerên dîtbarî hêdî hêdî bi pêş ve çûne û li gorî çarçoveyên ewropî ji wêjeyê derengtir ketiye. Ji sedsala 18an heta destpêka sedsala 19an ji bilî Dmîtrî Levîtskîyî tu nîgarkêşekî rûs î mezin derneketiye. Di sala 1830î de Akademiya Hunerê ya Rûsyayê (damezrandin: 1757) ji bo perwerdehiyê dest bi şandina nîgarkêşên rûsî kiriye. Di nava nîgarkêşên şandî de Aleksandr Îvanov û Karl Bryullov kesên herî jêhatî bûne; her du jî bi kevalên dîrokî yên romantîk dihatin naskirin û kevneşopiyeke nîgarkêşiyê ya xasneteweyî dest pê nekiriye. Di salên 1870î de “Nîgarkêşên Gerok” (Peredvîjnîkov) derketin ser dika nîgarkêşîya neteweyî; lê belê xebatên wan li derveyî Rûsyayê baş nayê zanîn. Bêguman dîmenên arambexş ên Isaak Levîtan, portreyên balkêş ên Îvan Kramskoy û Îlya Repîn, her wiha nîgareyên civakparêz ên wekî Vladîmîr Makovskî, Vasîlî Perov û Repîn hêjayî navdariyeke navneteweyî ne.

Bale cara yekem di destpêka sedsala 18an de li Rûsyayê hate pêşandan û dibistana yekem a welêt di sala 1734an de hate vekirin; lê belê heta destpêka sedsala 19an reqs û semaya rûsî bi gelemperî di bin bandora dansa ewropî de bû, serdestiyeke şêwazên frensî û îtalî hebû. Piştre rûsan kevneşopiyên xwe yên gelerî bi dansa ewropî re kelijand û baleya xwe ya serbixwe afirand. Şanoyên dramatîk û baleyê heta dawiya sedsala 19an bi tevahî di bin kontrola dewletê de bûn; lîstikvan û semajen (reqas) karmendên fermî bûn û pir caran rastî miameleyeke nepak dihatin. Lê belê di tevahiya sedsalê de çalakiyên şanoyê pir xurt bûn; di destpêka sedsalê de navên hin lîstikvan û semajenên rûs derketibû, balerîna Îstomîna û lîstikvan Mîxayîl Şepkîn pir navdar bûn. Heke ji çarçoveyeke navneteweyî ve bê nirxandin, serketina herî mezin a şanoya rûsî di warê baleya klasîk de pêk hatibû. Ji salên 1820î û pê ve semajenên rûs serwerî li dika baleyê dikir; gelek nimayişkerên mezin ji bo şanoyên Çarîtiya Rûsyayê dixebitîn û heta hin kesên mîna Marîyûs Petîpa -ku bi eslê xwe ne rûs bû jî- karmendekî şanoya rûsî bû. Her du berhemên Çaykovskîyî “Gola Qulingan” (Lebedînoye Ozero) û “Rindiya Nivistî” (Spyaşaya Krasavitsa) bi destî Petîpayî hatin nimayişkirin.4

Mele mehmude bazidi.jpg

3. Di sedsala 19an de Kurdistan: Kurtnêrînek li bûyerên sereke yên serdemê

Di destpêka sedsala 19an de siltanê osmanî û şahê îranî desthilatdariya xwe ya siyasî û aborî li ser kurdan bihêztir kir; her wiha ber bi dawiya sedsalê artêşa çarê rûsan jî dakete nava axa Kurdistanê, beşeke wê ji destê siltan û şahî derxist û bi ser Rûsyayê ve berda.

Di destpêka sedsalê de siltanê osmanî Mehmûdê Duyem (1808-1839) hewl dida ku parêzgehan bi navenda paytextê ve girêde û bi bihaneya vê girêdanê dest dayne ser sermiyana rêveberiyên xwecihî. Di serdema Siltan Mehmûdê Duyem de osmaniyan peymana xwe ya bi kurdan re bi awayekî yekalî betal kir, rêveberiya xweser a Kurdistanê bi hukumeta merkezî ve girêda û piştre çend wilayetên berfirehtir li Kurdistanê damezirandin. Ji ber vê hewldana osmaniyan di destpêkê de Mîr Evdirehman Paşayê Babanî li devera Soranê bertek nîşan da (1806-1808) û piştî wî biraziyê wî Mîr Ehmed Paşayê Babanî li Silêmaniyê serhildanek meşand (1812); lê ev serhildan hanzûka hate tepeserkirin. Di vê maweyê de kurdên dimilî di navbera salên 1818-1820an de li deverên Xarpêt, Erzingan, Dêrsim, Çewlik û Amedê serhildanek li dar xist; piştre êzidiyên Colemêrg, Rewanduz û Şengalê serhildanek li dijî peymanşikandin û destdirêjiya osmaniyan li dar xist (1830-1833). Di navbera salên 1830-1833an de du serhildan li devera Soranê pêk hatin: Serhildana Mîr Mihemed û Serhildana Mîr Mihemed Paşayê Kor. Piştî vê bûyerê osmaniyan biryar da ku Kurdistanê serdanpê dagir bike û dest dayne ser; bi vê mebestê di sala 1834an de bi êrişeke gelemperî desthilatdariya xwe bi ser Kurdistanê de sepand û kurdên Xerzanê di sala 1839an de li Amedê serhildanek li dar xist. Ji ber van êriş û çavsoriyên neheq Bedirxan Paşayî di sala 1843-1846an de tevgereke neteweyî li dar xist; lê şoreşa wî têk çû û ber bi girava Girîdê ve hate sirgûnkirin. Di sala 1855an de jî li devera Hekarî û Botanê Mîr Yezdanşêr li dijî desthilatdariya osmanî rabû; hem Bedlîs û Mûsil bi dest xistin hem jî hemû deverên di navbera Wan û Bexdayê de bi ser mîrîtiya xwe ve berdan. Her çiqas hinek niştecihên Kurdistanê yên wekî ermenî û ûriman (grekî/yûnanî) piştgirî dabin Mîr Yezdanşêrî û di bin alaya wî de dest bi şer kiribin jî, tevgerê serê xwe negirt û têk çû. Bêguman serhildanên kurdan ên li dijî zilm û neheqiyan ranewestiyan Osman Paşayê Bedirxanî di navbera salên 1877-1878an de li devera Cizîrê û Emîn Elî Bedirxan jî piştî serhildana Şêx Ubeydullah a sala 1880an li devera Erzinganê şoreşek meşand (1839). Bi kurtasî li Kurdistanê tam 12 serhildan li dijî peymanşikandin û destdirêjiya osmaniyan hatin lidarxistin û hemû jî bi ziyanên mezin têk çûn.

Bêguman ji ber vê rewşa awarte ya li ser bakur, rojava û başûrê Kurdistanê gelek berhemên hunerî-wêjeyî yên Kurdistana sedsala 19an ji holê rabûn, windabûn an jî hatin talan û îmha kirin. Lewre derxistina wêneyekî vê serdemê hem pir dijwar e hem jî gelekî girîng e; lê dîsa jî em ê hewl bidin ku hinek zanyariyên heyî berhev bikin û çarçoveyeke giştî ya serdemê raxînin ber çavan. Hêjayî gotinê ye ku sedsala 19an destpêka şikandin û wêrankirina nasnameya neteweyî ya tevahiya Kurdistanê ye. Dewleta osmanî ya ku piştî Şoreşa Pîşesaziyê ya li Ingilistanê vegeriyabû bazareke azad a ingilîzan fatûreya têkçûn û paşvemayîna xwe li kurdan birî. Çarîtiya Rûsyayê ya ku di Şerê Kirimê de li hemberî koalîsyona piralî ya osmano-rojavayiyan têk çûbû, tola xwe ji gel û xaka Kurdistanê derxist. Şahîtiya Qecerî ya ku beşeke xaka kurdan bi peymanên Gulistan û Axalê ji rûsan re hiştibû, bi çavsorî berê xwe dabû rojhilatê Kurdistanê û Xoresana kurdan. Ingilistana ku bi Şoreşa Pîşesaziyê re muhtacî materyalên xav bû jî, berê xwe dabû welatên paşvemayî; carinan bi ser ereban re, carinan bi ser qeceran re û carinan jî bi ser ûris û osmaniyan re hewl dida ku Kurdistanê bike mêtingeheke mîna Hindistanê.

3.1. Wêje

Di nîvê yekem ê sedsala 19an de hucreyên mizgeftan dezgehên cemawerî yên perwerdehiyê bûn; her çiqas di van dezgehan de zimanê zanistî erebî bû jî, piştî qedandina asta perwerdehiyê hinek materyalên edebî yên kurdî jî derdiketin holê. Ji ber ku piraniya şair û nivîskarên vê serdemê ji van dezgehên zanistî bawername (icazet) û zanyarî wergirtine; wan kesayetan mîrateya edebî ya bakurê Kurdistanê ya sedsala 19an derxistiye ber ronahiyê û xebatên wan ji bo rewşenbîriya vê serdemê çavkaniyên pir girîng in. Helbestvanên vê serdemê yên herî girîng Bekir Begê Erzî, Mela Mensûrê Girgaşî, Şêx Nûredînê Birîfkanî, Mîhreban Xatûn û çendek kesên din in. Bêguman nivîskar û berhevkarê herî girîng û navdar ê vê serdemê Mele Mehmûdê Bazîdî ye ku em ê di şîrovekirina jînenîgariya wî de li ser xebat û lêkolînên wî biaxivin; lê belê em bi kurtî dikarin bibêjin ku pexşana kurmancî bi destî vê camêrî hatiye vejandin, berhemên dîrokî hatine nivîsandin û çendîn berhemên gelêrî û klasîk hatine tomarkirin, li ser mirovnasî, civaknasî û etnografyaya kurdan xebatên destpêkî yên girîng hatine amadekirin, li ser rêziman û ferhenga kurdî xebatên giranbiha hatine peydakirin.

Ji ber ku başûrê Kurdistanê ji osmaniyan dûr bû, di sedsala 19an de perwerdehiya neteweyî ya kurd xurt bû û li deverê ji bakurê welêt zêdetir derfetên berxwedanê hebûn. Li gorî deverên erdnîgariyê û dîroka mîrnişîniyên kurd, başûrê Kurdistanê ji çar deverên sereke pêk dihat: Baban-Germîyan, Erdelan, Mukriyan û Soran.

Têgiha Germiyanê li başûrê Kurdistanê ji erdekî pehn û fireh re tê gotin ku bajarê Kerkûkê navenda wê ye; ji aliyê dîrokî ve hemû hoz û tîreyên goranîaxêv li vê deverê belav bûne, zimanê wêjeyî yê klasîk jî zaravayê goranî bûye. Navendên Erdelana kevn bajarên Sine, Seqiz û Bêcanê bûne. Ji ber ku zimanê fermî yê mîrnişîniyê kurdî bûye, gelek helbestvan û nivîskar ji vê deverê derketine ku kesayeta hera navdar a vê deverê Mahşefref Xanima Kurdistanî ye. Navendên wêjeyî-hunerî yên devera Mukriyanê li Mehava, Meraxe, Bokan, Serdeşt û Urmiye bûne; her çend devera Mukriyanê beriya sedsala 19an navendeke girîng a siyaset, fermanrewatî û çanda neteweyî ya kurdî nebûye jî, di sedsala 19an de ji bo pêşxistina wêjeya kurdî roleke berbiçav lîstiye. Erdê Sorana kevin niha piranîya wê dikeve devera Hewlêrê ya li başûrê Kurdistanê; ev erd xwediyê sînorekî suriştî yê wekî nîvgiraveke asayî ye ku ji aliyê rûbarê Zêyê Gewre (Zêyê Behdînanê) û Zêyê Biçûk (Zêyê Koyeyê) ve hatiye pêçan. Dewra zêrîn a vê mîrnişîniyê di nîvê yekem ê sedsala 19an de ye ku Mihemed Paşayê Kor desthilatdarê wê bûye.

Di nîvê duyem ê sedsala 19an de ekola Nalîyî li bajarê Silêmanîyê û dorhêla wê, ango li Mîrnişîniya Baban a kevin peyda bû. Ekola Nalîyî ya xurt bandoreke wisan xurt li ser deverê kir ku wêjenasekî goranîaxêv ê mîna Şêx Rizayê Talebanî jî bi soranî binivîse. Ji aliyekî din ve gelek helbestvanên devera Mukriyanê yên wekî Wefayî jî dest bi teqlîda soranî kir. Divê bê gotin ku heta sedsala 19an zaravayê goranî û soranî li Erdelanê serdest bûn; lê di nav xelqê, binemala desthilatdar û dorhêla waliyên Erdelanê de zimanê helbestê kurdiya goranî bû, wekî mînak Xusrew Xanê walî û maliya wî Mahşeref Xanima Erdelanî (1804-1847) bi kurdiya goranî helbest dinivîsandin. Lê belê di nîvê duyem ê sedsala 19an de li van deveran wêjeya zaravayê goranî li ser hesabê belavbûna tevgera ekola Nalîyî hinekî jar bûye; dîsa jî li Kirmaşan û Loristanê bi kurmanciya xwarê û goranî helbest hatine nivîsandin ku Salimê Sineyî yek ji wan e.

Li Xoresanê jî dengê kurmanciyê ji sedsala 17an ve dihate bihîstin ku Ibn Xerîb pêşengê wê ekolê bû û di sedsala 19an de dengê Ceferquliyê Zengilî jî olan dida.

3.2. Muzîk: dengê dengbêjan, newaya bilûrvanan, komên sazbend û dîlanan

Ehmedê Xanî di şahkara xwe ya bi navê “Mem û Zînê” de hem qala hinek alav û meqamên muzîkê yên serayên kurdan dike hem jî newayên kurdî, komên sazbendan û dîlanên kurdî radixîne ber çavan. Ji van zanyariyên wî xuya ye ku hê di wê çaxê de nasnameyeke muzîka kurdî hebûye. Li gorî zanyariyên wî, wê heyamê kurdan alavên muzîkê yên wekî “ney”, “qanûn”, “çeng”, “rebab”, “def”, “kûs”, “ûd”, “tenbûr”, “ceres”, “zebaneyê ceres”, “muxnî”, “sentûr”, “kerena”, “naqûr” û “saz” bi kar dianîn. Her wiha kurdan meqamên wekî “iraqî”, “ewc”, “rast”, “hisênî”, “gerdan”, “rehawî”, “uşaq”, “şu’be”, “geweşt”, “hicaz”, “şehnaz”, “zengûle”, “bozorg”, “kûçek” û “newa” nas dikirin. Dîsa li gel dengên “zîr” û “bem”ê, komên sazbendan û dîlanên kurdî yên wekî “mehter”, “govend”, “berîte”, “sema”, “reqs” û “çerx”ê di nava civakê de çalak bûn.5

Li gorî vegotina Mele Mehmûdê Bazîdî, di sedsala 19an de “gava nexweş pak dibûn, şahiyek dihate lidarxistin û ji bo vê yekê xaniyek dihate valakirin; çira, dengbêj û saz dihatin amadekirin; şêniyên taxê yan jî gundî kom dibûn, li ber dengê saz û dengbêjan govend digirtin û heta sibehê direqisîn.” Dîsa di heman serdemê de “gava kesek dimir, xizmên mirîyî komî cihekî dibûn, jinên dengbêj lawêjok û suwarok digotin û feryad û fîxanan dikirin.” Ji gotinên Bazîdîyî diyar e ku jiyana kurdan tijî muzîk û şahî bûye: “Zivistanan keç-bûk û lawên kurdan her şev li malekê kom dibûn, heke saz hebûna li ber dengê wê direqisîn, lê heke saz tunebûna jî lawên stranbêj, keç û bûkan bi tevayî bêrîte digotin, distran, govend digirtin û heta nêzîkî berbangê direqisîn.”6

Bêguman di wê serdemê de li tevahiya Kurdistanê muzîka kurdî zindî û çalak bû; em ê nikaribin di vê nivîsa kurt de wêneyekî giştî yê muzîka kurdî nîşan bidin, lê em ê bi nimûneyeke devera Bazîdê çarçoveya wêneyê mezin texmîn bikin. Li gorî lêkolînerê bazîdî Mihemedê Xwedêdayî (Mehmet Gultekin) devera Bazîdê di heyamên berê de ji aliyê dengbêj û muzîkjenan ve gelekî zengîn bûye; cureyên alavên nefesî yên wekî bilûr, mey, dûdik, meşk, fîq, sipsî, zirne dihatin bikaranîn, her wiha alavên wekî def, dahol û erbane jî hebûn. Ji qesr û serayan bigre hetanî gund û eşîrên koçer dengbêj û muzîkjenên gelekî navdar û xwedî repertûarên berfireh hebûn ku wan bûyerên dîrokî û evînî bi awayê kilam, miqam û destanên epîk pêşkêş dikirin. Piraniya dengbêjên navdar ên devera Bazîdê di dawiya sedsala 18an û nîvê yekemîn ê sedsala 19an de ji malbata Çingo derketine. Di heyama Îshaq Paşa û kurê wî Mehmûd Paşa de dengbêjê qesra Bazîdê Çingo bûye. Kurê wî Şerîfê Çingo jî di nîvê pêşin ê sedsala 19an de dengbêjê Behlûl Paşa bûye ku niha hê hê jî li herêmê serpêhatiyên Şerîfê Çingo tên vegotin û destana wî ya herî navdar “Xelîl Bego” ye.

Gultekin qala berhemeke Dr. Oskar Blau dike ku sala 1858an bi sernavê “Eşîrên li Bakurê Kurdistanê” hatiye weşandin û van zanyariyên wî vediguhêze: “Kurd xwediyê kevneşopiyeke dewlemend a kilam û destanên bi mijarên şer, evîn û mijarên mayîn in. Ew li herêma Bazîdê guhdariya du dengbêjên bi navên Çetoyê Heyderî û Emer Axayê Hesen ji Giyadînê dike; her wiha kilameke wan jî bi wergera almanî jî diweşîne.”

Bi veguhastina Gultekinî, hê di sala 1830î de F. Dubois De Montpereux ê ku ji bo lêkolînan diçe başûrê Kafkasyayê, berhevokekê li ser muzîk û kilamên gelên wê herêmê amade dike. Piştî ku ew li Qulpê guhdariya kilamên kurdî jî dike, van tespîtên xwe ên jêrîn dinivîse: “Ya rastî di mûzîkên faris, tirk û gurciyan de ahenga hewcedar tuneye. Stranbêj ji nişkê va ji qewareyekê (pîvanekê) banz dide yeke din; ji ber vê û ji ber newayên bi nalîn dengê xwezayî rîtma xwe winda dike. Lê kilameka farsî ya bi melodiyeke giran û cidî ku bi awazeke bengî dihat pêşkêşkirin, zêdetir bi me xweş hat. Ji aliyê karakterê xwe ve ferqek di navbera kilamên tirkî û farsî de nîn e. Yên gurciyan jî wisan in; jixwe wekî ku diyar e, ew jî bi piranî teqlîda cîranên xwe dikin. Lê belê dema ku kilamên kurdî û yên kafkasî hatin stran, me xwe di asteke din de hîs kir. Ez ê wê bandora ku kilamên kurdî di dilê min de peyda kirin, heta dawiya emrê xwe tu carê ji bîr nekim. Di kilamên kurdî de serdestiya rîtim û ahengê hebû, pê re jî awazê wan hinekî cidî û bi bengî bû. Ya rastî min qet bawer nekiribû ku ji dilê kurdekî ev cureyên dengan derkevin. Melodiyên kafkasî -bi piranî jî yên lezgiyan- ji aliyê sadebûn û ahengên xwe ve dişibihin newayên kurdî.”

Lêkolînerê bazîdî Mihemedê Xwedêda diyar dike ku Moritz Wagnerê alman di sala 1844an de demekê li derdorên Araratê lêkolîn kirine, wî bi alîkariya serokê dibistana herêmî ya Rewanê Xaçatûr Aboviyan û keşeyê ermenî Gaspar Ter-Gewandjan hin kilamên kurdî berhev kirine; hinek ji wan wergerandine almanî û di pirtûka xwe ya bi sernavê “Rêwîtiya Min a li Îran û Welatê Kurdan” de weşandine. Wagner tesbîtên xwe yên di vê bareyê de jî bi kurtasî wiha tîne zimên: “Kevneşopiya dengbêjiyê di welatên rojhilatî de tenê li bal gelê ku li Şengalê, çiyayên Kardûkan û Kafkasyayê dijî heye; ev gel di destan de çek û sîleh azadiya xwe diparêzin. Kevneşopiya destanên epîk li cem civatên wekî tirk, ermenî, gurcî û yên din ji zû ve ye ku di avzêma rewşa wan a siyasî de winda bûye. Li bal gelên kazak û ûkraynayî yên ku hatine bindestkirin jî tu şopek nemaye ku qabiliyeta wan a afirandina destanan nîşan bide. Di wergerên destanên epîk ên kurdên êzdî de wekî ya li ser serketina êzdiyan bi rêberiya Keşîş Polo li Radowanê û ya li ser serfiraziya Silêman Axa di tekoşîna li dijî Celaliyan li Araratê de hestên rehmdarî, hesret, xemgînî û şayîşkişandinê bi hev re tên zimên.”

Gultekîn balê dikêşe ser destana navdar a Evdalê Zeynikê û Surmelî Memed Paşayê kurê Behlûl Paşayî ku heta sala 1865an serwerê devera Elaşgirê bûye û Evdal jî dengbêjê seraya wî bûye. Her wiha di dema Evdal de dengbêjên navdar ên wekî Gula Watê li Xamûrê û Şêx Silê li Qelenîya rojhilatê Kurdistanê hebûne ku Evdal li gel wan straye û ev kilam hê hê jî li nava civakê zindî ne. Hêjayî gotinê ye ku di wê heyamê da osmaniyan ji zû ve dest bi hilweşandina mîrektiyên kurdan kiribû. Wekî Evdalî, gelek dengbêjên mayîn ên li Serhedê êdî alîkarên hunera xwe winda kiribûn. Bi vî awayî heyama serdestiya hunera dengbêjiyê jî qediyabû, dengbêjên wekî Evdal êdî tenê mabûn û kesên xwedîderfet ên ku ew diparastin jî nemabûn. Evdalê ku ji her du çavan kor bû, bi qulingekî baskşkestî yê ku zarokan ew li bestê dîtibûn mijûl dibû û rojên xwe derbas dikirin. Wî di kilamên xwe yên nû de bangî kurê xwe yê bi navê Temo dikir ku ji bo qenckirina çavên wî û cebirandina basikên qulingî wan bibe û li ser hekîman bigerîne.7

3.3. Hunerên dîtbarî

Di serdema Eyûbiyan de serdestiyeke kurdan li ser beşeke girîng a Kurdistanê û alema îslamê hebû; li gorî Destana Memê Alan a gelêrî -ya ku di wê serdemê de qewimiye-, hemû hêmayên dîtbarî yên bajarên kurdan nasnameya wan a neteweyî nîşan dida ku ji yên gelên cîran cudatir bû. Di vê destanê de ihtişam û heybeta bajarên Mixrib û Cizîra Botan, bi taybetî jî şayesekirina avahîsaziya kurdî pir girîng e; hema hema tevahiya guhartoyên destanê qala temtêla şaristaniya kurdan dikin ku di yekê wiha tê gotin:

Bajarê Mixribê bajarekî ezîm î pir giran e,

Li ser heft çiyan e,

Li ser sêsed û şêst û şeş deriyan e,

Her deriyek li ser sêsed û şêst û şeş wilayetan e,

Her wilayetek li ser sêsed ù şest û şeş midiriyetan e,

Temam di destê Elî Begê, Emer Begê, Elmas Begê de ye, sê bira ne.

Xwediyê tewlê nijdan, boşê deveyan, xarê miyan e,

Miftê devê sindoqê zêran barê çil û pênbergîran e,

Xwediyê xezîne û defînê giran e,

Xwediyê sûk û çarşiyan e.”8

Her wiha di serdema mîrgehên kurdan de (sedsala 19an) bi awayekî eşkere nasnameyeke hêmayên dîtbarî li nava civaka kurd hebû; ji bo hilberandina van hêmayên xaskurdî çîneke pîşekar dixebitî ku piraniya wan ne kurd bûn û berhemên xwe li nava civakê belav dikirin. Bi gotineke din, hunerên dîtbarî yên kurdan resen û ji gelên cîran gelekî cuda bûn. Lê belê wekî ku berê jî hate gotin, heta dawiya sedsala 19an tevahiya mîrekiyên kurdan ji sê aliyan ve (osmanî, ûris û qecerî) hatin hilweşandin. Bi vî awayî Mîrgeha Gêlê (1049-1864, Amed), Mîrgeha Bedlîsê (1187-1847), Mîrgeha Erdelanê (sedsala 14an-1868), Mîrgeha Mukriyanê (sedsalên 14-19), Mîrgeha Xanên Tewrêzê (1747-1802), Mîrgeha Soranê (beriya sala 1514an- 1836), Mîrgeha Silêmaniyê (sedsala 15an-1838), Mîrgeha Çewlikê (1231-1864), Mîrgeha Şîrvanê (?-1840), Mîrgeha Hekariyê (?-1845), Mîrgeha Behdînanê (1339-1843), Mîrgeha Botanê (?-1833), Mîrgeha Mehmûdiyê (1406-1839), Mîrgeha Pinyanişî (1548-1823), Mîrgeha Paloyê (1495-1845), Mîrgeha Xanên Xoyê (sedsala 16an-1805), Mîrgeha Baban (sedsala 16an-1850), Mîrgeha Hesenxanî ya Piştkuhê (1795-1820), mîrgehên Xoresan û Belûçistanê ji bin desthilatdariya kurdan derketin; her çiqas piştre waliyên kurd ji bo van eyaletan hatibin şandin jî, kar û barên wan bi hukûmetên navendî ve hatine girêdan.9 Bêguman di pêvajoya hilweşandina mîrgehan de gelek avahiyên serweriyê yên kurdan jî rûxiyan, ziyan û talan bûn; lê dîsa jî gelek hêmayên kurdan li rojhilat û başûrê Kurdistanê li ser piyan in an jî derbarê endazyariya wan de zanyarî hene. Wekî mînak: Mala Kurdî ya Asaf Wezîrî ku heyama sefewiyan li Sineyê hatiye jenîn, ji bo endazyariya kurdan a resen modela herî berbiçav e; her wiha beşek ji avahiyên dîrokî yên Silêmaniyê kêf-zewq û endazyariya kurdan nîşan dide.

Lêkolîneke hevpar a Namsub Choi û Bong-Hee Jeon (ji Zanîngeha Seûlê ya Koreyê), diyar dike ku di sedsala 19an de taybetmendiyên mîmarî û herêmî yên konên serokeşîrên kurdan heye ku wekî “dîwanxane” tên naskirin. Lêkolîn li ser bingeha belgeyên rêwîtiyê yên gerokên brîtanî hatiye amadekirin ku dîroka wan belgeyan vedigere sedsala 19an û destpêka sedsala 20an. Li gorî zanyariyan “konê reş ê kurdî” ne tenê konekî reş ê malbateke koçer a li Rojhilata Navîn e, lê di heman demê de modeleke etnografîk a nasnameya kurdî jî dide nasandin. Eşîrên kurd, komên hiyerarşîk ên hêzdar ên serbixwe bûn û heta avabûna netewedewletên deverê serokeşîrên kurdan cureyekî konê gelemperî bi kar dianîn. Konên serokan wekî avahiyeke piralî dihate bikaranîn; hem wekî xaniyekî hem jî wekî dezgehekê pêşwaziya mêvan û rêwiyan kar dikir, erkên kevneşopî yên serokeşîran pêk dianî. Her wiha mîmariya sembolîk a her eşîrê di asteke bilind de ji eşîreke din cudatir bû.10

Divê bê gotin ku “Adetên Kurdistanê” ya Mele Mehmûdê Bazîdîyî ji bo jiyan û moçikên kurdî berhema hera hêja û girîng e. Bazîdî di vê berhema xwe de çanda kurdan wekî bajarî û gundî vediqetîne; her wiha ferqekê datîne navbera heman çanda li başûr û bakur, her yekê cuda dihesibîne. Bi kurtasî derbarê jiyana kurdan a rojane, jiyana aran û zozanan, jiyana bajarvanî û gundiyan, hêmayên neteweyî, muzîk, çand, govend, tîrendazî, hespsiwarî, urf-edetên cemawerî, baweriyên batil, hêmayên taybet ên civakî-derûnînasî, pîşeyên kurdan û welatiyên Kurdistanê yên nekurd, destpêka pêkvejiyana kurdan di gel tirkan û xerabûna exlaqê wan bi sedema vê pêwendiyê, şêwazên dizî û talangeriya kurdan, şêwazên şer û aşitiyê li nava civaka kurd, rêjeya sûcên urfî, zewaca fermî ya civaka gundî û bajarî û gelek mijarên din radixe ber çavan.11

Encam:

Beriya ku em jînenîgariya Mele Mehmûdê Bazîdî û Lev Tolstoyî berawird bikin, pêwistî bi naskirina serdema her du kesayetan hebû; me di gotara yekem de welatên her du camêran bajarên Bazîd û Tûlayê dabûn naskirin. Her çiqas hinekî dijwar be jî, me di vê gotarê de jî rewşa hunerî-wêjeyî ya sedsala 19an şîrove kir ku çarçoveyeke giştî ya sedsala her du nivîskaran raxine ber çavan. Em ê di gotarên pêştir de hinek aliyên din ên heman serdemê pêşkêş bikin.

 

Omitê Mistefê-umiddemirhan.wordpress.com

Çavkanî:

Ansîklopediya Britannicayê ya înternetî.

Dr. Merûf Xeznedar, Mêjûy Edebî Kurd, c. 3-4, Aras: Hewlêr, 2003.

L. V. Mîlov & N. Î. Tsîmbaêv, Îstoriya Rossîî XVIII-XIX vekov, Moskova: Eksmo, 2006.

Mehmet Gültekin, Herêmek Qedîm li Serhedan: Ararat-Agirî-Bazîd, çavkaniya taybet. Namsub Choi û Bong-Hee Jeon, A Study on Dīwānkhāna of Kurdish Tribal Chief in the 19th and Early 20th Centuries, Journal of the Architectural Institute of Korea, c. 36, hejmar 7, 2020.

Mele Mehmûdê Bazîdî, Adetên Kurdistanê, tîpguhêziya Delîlo Îzolî, Den Haag, 1979.

Prof. Dr. Qedrî Yildirim, Ehmedê Xanî’nin Fikir Dunyasi, weşana Komeleya Agiriyê ya ji bo Çand, Hevkarî û Alîkariyê, Agirî, 2011.

Roger Lescot, Textes Kurdes II Mame Alan, weşana Enstîtuya Frensî ya li Şamê, Beyrût, 1942.

1Vîktor Ştaynberg, Rocciya v 19 veke: kratko o glavnîx sobitiyax îstorî; https://www.all-theories.com/post/россия-в-19-веке; dema gihiştinê: 09.07.2021; 00:03.

2Andrew B. Wachtel, Olga L. Medvedkov & Yuri V. Medvedkov, Daily life and social customs in Russia; https://www.britannica.com/place/Russia/Daily-life-and-social-customs#ref422491; dema gihiştinê 09.07.2021; 00:54.

3Andrew B. Wachtel, Richard Taruskin & The Editors of Encyclopaedia Britannica, Music of Russia: The 19th century; https://www.britannica.com/place/Russia/Music; dema gihiştinê: 09.07.2021; 01:02.

4Andrew B. Wachtel, Olga L. Medvedkov & Yuri V. Medvedkov, The visual arts of Russia; https://www.britannica.com/place/Russia/The-visual-arts; dema gihiştinê: 09.07.2021; 01:08.

5Prof. Dr. Qedrî Yildirim, Ehmedê Xanî’nin Fikir Dunyasi, weşana Komeleya Agiriyê ya ji bo Çand, Hevkarî û Alîkariyê, Agirî, 2011, r. 151-174.

6Mele Mehmûdê Bazîdî, Adetên Kurdistanê, tîpguhêziya Delîlo Îzolî, Den Haag, 1979, r. 21, 36, 38.

7Mehmet Gültekin, Herêmek Qedîm li Serhedan: Ararat-Agirî-Bazîd, ev gotara lêkolînerî berê hatibû weşandin, sipas ji bo cenabê wî ku li ser daxwaza min ji min re jî şand.

8Roger Lescot, Textes Kurdes II Mame Alan, weşana Enstîtuya Frensî ya li Şamê, Beyrût, 1942, r. 2.; her wiha binêre strana Memê Alan bi dengê Zahiro: https://www.youtube.com/watch?v=0USw2UJZocQ; 09.07.2021; 19:37. Me teksta Lescotê frensî li ber guhertoya dengbêj Cemîl Horoyî guhert û peyvên kurdî bi cih kirin: https://www.youtube.com/watch?v=zOfRGy7Zp84; 09.07.2021; 21:41.

9https://en.wikipedia.org/wiki/List_of_Kurdish_dynasties_and_countries; dema gihiştinê: 09.07.2021; 06:23.

10Namsub Choi û Bong-Hee Jeon, A Study on Dīwānkhāna of Kurdish Tribal Chief in the 19th and Early 20th Centuries, Journal of the Architectural Institute of Korea, c. 36, hejmar 7, r. 89-98, 2020 , 2733-6239(pISSN), 2733-6247(eISSN). https://doi.org/10.5659/JAIK.2020.36.7.89; dema gihiştinê: 09.07.2021; 06:42.

11Mele Mehmûdê Bazîdî, Adetên Kurdistanê, tîpguhêziya Delîlo Îzolî, Den Haag, 1979.

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply