Rêzehevpeyvînê Jina (23) – Yildiz Çakar

Lokman Polat – Pirs : 1 – Dema mirov li masmedia kurdî û li pirtûkxana kurdî dinêre, di nav kedkarên edebiyata kurdî de rastê navê helbestvana jin Yildiz Çakarê tê. Di kovarên kurdî de gelek nivîsên bi kurdî û di pirtûkxana kurdî de pirtûka helbestan ”Goristana Stêran” heye. Lê, di derbarê jîyan û xebata nivîskar ya edebî de tu agahdarî tune. Gelo Yildiz Çakar kêye? Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Yildiz Çakar : Ez di sala 1978’an de li Amedê hatime dinê. Piştî 90’î wek gelek malbatên kurd malbata min jî koçî Mêrsînê kir. Piştî lîsê di rojnameyên wek Ulkede Gundem, 2000 de Yenî Gündem, Azadiya Welat û Ajansa Nuçeyan ya Dicleyê de karê rojnemevantî û edîtorî kirim. Niha li ser ziman û çîroka kurdî dixebitim. Piştî deh sal şûnde niha li Amedê dijîm.

2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Yildiz Çakar : ‘Çima’ ya vê pirsê beriya vê 17 sal berê hatibû dayîn. Ji ber ku di malbata min de dayika min helbestan dinivîsand. Ew çax ez hîn zarokbûm. Û tenê dayika min helbestên xwe ji min re dixwend. Ew helbestên ku dayika min dinivîsand, min ewan radekte dikir. Hin tiştên wan min digûherand.  Hîn wê çaxê helbest û wêneçêkirin di jiyana min de cihek girîng girtibû. Mixabin bavê min nehişt ku ez bi wêne re alaqadar bibim. Ewan dixwestin ku ez bibim ‘mîrovek mezin ku dîplomek bistînim’. Mixabin min dîplomek jî nestend û piştî 17 sal şûnde li koçberiyê di nava tekoşîna kurdîtî û rojnamegeriyê de min dest bi nivîsandina kurdî kir. Ji ber ku ez kurdim û divê ez karibim bi zimanê xwe hestên xwe binivîsim. Bi vê yekê hestên xwe, xeyalên xwe niha bi zimanê xwe yê dayîk û bi xêra dayika min, min dest bi helbest û çîrokan kir.

Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?

Yildiz Çakar : Dibe ku kurd bin lê mixabin ewan hestên xwe ramanên xwe bi tirkî tînin ziman. Kesên bi vî rengî helbet dewlemendiyek nadin zimanê kurdî û edebiyata kurdî. Ji ber ku hestek di kurdî de tişteke di tirkî de tişteke. Lê ew kesên ku tirkî dinivîsê ez wan xirab nabînim, dibe ku hestên afirandinê bi vî rengî be. Niha navê hinek nivîskarên ku tirkî dinivîsin di edebiyata kurdî de cih giritiye bi ya min çewtiyek pir mezine. Ji ber ku ne ziman kurdiye û ne jî hest. Çiqas qala kurdan û kurdîtiyê jî bike bi zimanekî din ew nabe edebiyata kurdî û afirandina kurdî. Ev yek divê neye pejirandin. 

Pirs : 4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Yildiz Çakar : Dibe ku eslê xwe kurd be, ew ne girînge. A herî girîng ew kes bi kîjan zimanê kare xwe îfade bike û biafirîne. Ne tenê ev xal. Dibe ku zimanê kurdî têra nîvîskar neke. Hin cihan ziman jî nikare bersivê bide. Ji ber ku zimanê afirandinê tiştekî din e. Dema ku zimanê kurdî têr neke kare bi zimanekî din xwe îfade bike. Evana tiştekî dine. Lê belê bi taybet kesek rabe him bi zimanê kurdî binivîse û him jî bibe nivîskarê zimanekî din di vir de xal dibe du parçe. Divê em karibin vana ji hev cihê bikin. 

Pirs : 5 – Tu digel nivîsîna helbestan, kurteçîrok jî dinivîsî. Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Yildiz Çakar : Ez bi xwe ne helbestvan im. Ji xwe pirtûka min a ‘Goristana Stêrkan’ li ber çavê min kurteçîroke. Ji xwe niha jî ez li ser çîrokan dixebitim û çîrokan dinivîsim. Meseleya romanê dûr dirêje. Ji ber ku hîn di nivîsîna çîrokê de me. Divê riyek diyar be, tarzek diyar be. Hin nivîskarên me yê hêja hene ku çîrokên wan ber çavê min giranbûhane. Ez dikarim li ser xwe bibêjim riya min pir dirêje. Roman nafikirim ji bo niha. Karê min ê niha gelek girane. Divê berê ez karibim vê yekê hilbigrim.

Pirs : 6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Yildiz Çakar : Ji xwe bingeha edebiyata kurdî kilam û stranên dengbêjan de xwe baş dide der. Li aliyê din gotar, meselok û çîrokên ku bi sed salan xwe parastine û heta îro hatine îroj bingeha edebiyata kurdî ava kiriye. Li gor edebiyata kurdî ya nivîskî ji a devkî gelek dûre. Ji ber ku bingehek gelek xwirt heye, lê belê hîn ew asta ku tê xwestin ne hatiye bi dest xistin.

Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

 

Yildiz Çakar : Ev pirseke zehmete. Niha çi bibêjim wê cihê xwe negre. Lê tenê tiştek baş dizanim kesên ku dest bi edebiyatê kirine piraniya wan bi helbestê dest pê kirine. Hejmara kesên ku helbestê re tekîldarin ber bi çave. Lê hejmara romanên ku bi kurdî hatine nivîsandin an jî zimanê romana kurdî ji bo pêşe rojê kiym nake û gelek kême. Çîrok jî hama wisa ye. Şano; Tê zanîn ku di dîroka kurdan de folklor, dengbêjî û lîstîkên karekterîstî bi piştî sedan salan gihaştîye îro. Lê ji ber qedexe û bê derfetbûyinê şano ji zimanê xwe dûr ketibû. Niha ev salnê dawîne pêşketinek di vî warî de heye. Lê bila were zanîn ku ez ne rexnedarim. Li gor çavderiya min ger derfet di destê kurdan de heba di her dilekî de afirandinek pîroz heye.

Pirs : 8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Yildiz Çakar : Helbet biafirandinê. Ger gencîniya sedan salan baş were fêm kirin wê edebiyatek dewlemend derkeve holê. Lê ji bo kurdên bakûr ezê vê yekê bibêjim; Ger dostkî te ku (destê wî/wê) dirêj hebe an jî ew saziyên kurdan ku êdî bûne malê (şexisan!) îro çîroknûsan, romannûsan û nizanim çi nûsan hildibijêrin. Hîn di dîrokê de nehatiyê dîtin ku an ‘tuyê bibê kolê min ezê jî te têxim nivîskar’. Ev tişt li holê ye. Lê wê kengî zarokek derkeve û bibêje ‘kral tazîye’ Wê kengî ev rastî bibe dirûşme. Edebiyat tişteke siyaset tişteke. Me niha her du tişt kiriye nava hev. Sîyaseta edebiyatê heye lê ew jî tiştekî dine. Ger rewşa sîyasî ya şexisan ku li ser edebiyatê hatiye afirandin rabe û her kes karibe li gor dilê xwe afirandinek pêk bine û nîqaşek di vî warî de dest pê bike hin tişt wê bigûhere. Ne tenê ev, gelek mînak henin.

Gelek kesên jêhatî hene ku ew aliyê wanê afirandinê pir pêşe, divê ji bo van kesana saziyek serbixwe hebe. Mesela ziman jî astengiyek dide ber edebiyatê. Em gelek ku ji xwendinê heznakin. Ji ber ku niha li vî welatî hama hama sed- dusud kes em bibêjin (ewqas jî tuneyî) dinîvîse û pirtûkên wan hatinin çapkirin, gelo çend kes dixwîne, distîne an jî rexne dike?

Heta xwendevanê vê zimanê çênebe edebiyat jî pêş nakeve.

Pirs : 9 – Pirtûka te ya yekem pirtûka helbestane. Li gorê te helbest çiye?

Yildiz Çakar : Dibêjin pirtûka te pirtûka helbestane. Bi ya min çîrokin. Ji ber ku her mijarekî de jiyanek weşartîye. Û bi zimanê helbestê hatiye hûnandin. Ji ber vê yekê ezê bibêjim çîrokên helbestî. Ji bo min jî ev tê wateya siya navê min. Her ku ez destê xwe davêjim ewqas ji min dûr dikeve. Her ku gavên min ber bi wî ve diçe ewqas xwe ji min didize, fedîdike. Carinan dibe xewek razdar carinan jî dibe navnîşanek bê nav. Çîrok û helbest ji bo min riyek bê rawestgehe.    

Pirs : 10 – Dibêjin helbestvan diltenik in, nazik in, narîn in, gelek baş û qenc in. Tu bi xwe jî wehayî. Gelo ev ji çi tê?

Yildiz Çakar : Rastî nizanim hemû helbestvan bi vî rengîne? Ne bawerim! Ji ber ku li vî welatî nazîkî, narînî û diltenîkî her hal perenekiriye ku kesên ku ez nas dikim (ne giş) bi du kerekteran derdikevin hemberî me. Yek ya di jiyana derve ya din jî di jiyana mala xwe de derdikevin pêşberî me. Ew nazîkbûna derve heta tê mal diqede, dimire û têk diçe. Wek cinawerek ku diranê xwe veşartîbin. Dema dikenin ew çax dixûyî. Lê bi awayek teorîk ez tiştek baş dizanim divê helbestvan diltenikbe, nazik be û narîn be. Ji ber ku karê wî/wê kesî bi zimanek hunerî, bi zimanek nazîk û bi zimanek diltenik re ye. Hestên helbestvan dema tê ser kaxiz dibe helbest. Ji ber vê yekê helbest bi xwe helbestvane. Ez aniha nikarim qala xwe bikim ya jî pesnê xwe bidim. Tenê tiştek baş dizanim ez pir zû dişkêm di şaxa jiyanê de. Her du çavên min jî gola xwîne ye.

Pirs : 11 – Mijarên helbestên te curbecur in. Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî heye. Ji xwe sernavê helbesteke te “Ez, Tu û Evîn” e. Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Yildiz Çakar : Evîn ne tenê ji bo jin û mêrê ye. Di ‘Ez, Tu û Evîn’ de ez qala mêrek nakim û qala jinek jî nakim. Ez qala jiyanekî dikim. Di vê mijarê de tiştên ku pêşerojê kare bibin çîrok hatine serê min. Welat carinan dibe yarek ku ez li ser lêva wî stûxarim. Dibe ku tenetiyek bijîm ku di nava qerebalixekî de. Dibe ku ji dê kî dûrbim, bêhna wê di paxila min de. Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim evînên min pir in. Ji ber vê yekê jî êşên min jî pir in. Ev pirsa ku tu ji min dikî rastîya jiyana min e, razdariya jiyana min e. Û ez naxawazim kes destê xwe bavêje vê mijarê. Hîn wateya evînê nehatiye zeftkirin.

Pirs : 12 – Helbestvanê navdar Aragon dibêje : ”Evîna bextewar tune. Evîndar şad û bextiyar nabin.” Dibêjin miradê evîndaran naçe serî. Ji xwe yê ku evînê dike evîna nemir jî nemiradiya evîndaran e. Evîndar bi hevre nacewicin û nagîşin miradê xwe. Lewre jî evîna wan pîroz e, nemir e. Tu li ser evîna nemir çi difikirî?

Yildiz Çakar : Mem û Zîn felsefa evîna kurda ye û ev minak tenê bese.

Pirs : 13 – Di gel helbestên evînê tu çîrokên evînê jî dinivîsî. Hinek kurteçîrokên te di kovaran de derketin. Tuyê kîngê kurteçîrokên xwe weke pirtûk biweşînî?

Yildiz Çakar : Niha nizanim.

Pirs : 14 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Yildiz Çakar : Rexnegiriya edebî ya kurdan hîn çênebiye. Ji ber ku kesên rexneyan dike, nizanim şer dikin an jî ji kesên ku heznakin êrîş li hemberî wan pêk tînin. Divê beriya her tiştî ev mesele were çareserkirin. Carinan jî ji devla rexneyan nivîskarên ku hevalê hevin ji devla rexneyê karin bi rupel rupel pesnê hev bidin. Li alikî din jî şûrê tûj dibe navê rexneyê û tu tiştek baş nahêle. Ev jî tu car pêşketinek pêk nayne. 

Pirs : 15 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Yildiz Çakar : Ji xwe heta rexnegiriya edebî li vî welatî pêk ney, edebiyat wê tu car asta xwe zeft neke. Ji bo rexneyê jî zanîstî pêwîste. Niha kesek çîrokek dinîvîse kare navê rexnegiriyê li xwe bike. Ji bo vê meselê jî divê kesên pispor yê vî karî hebe û bi awayek zanîstî rexnê xwe karibin bike. Rexnegirî bi tena serê xwe karek zehmete û ji bo vê jî sazî û dezge divê were avakirin.

Pirs : 16 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

 Yildiz Çakar : Ev mesele meseleyek dil bi kul e. Pêwistiyek bi vî rengî helbet heye. Lê niha gelek kovar û rojnameyên me hene ku mirov dikare li ser wan nîqaşan bike. Ji ber ku hin kes li ser danasînên pirtûkan bi pêkanînên xwe yên şexsî astengiyan derdixin di pêşerojê de van kesan û pêkanînên wan wê bê darizandin. Niha hin nivîskar hene ku dest bi weşandina kovaran kirine, heviyê dide mirov. Niha li cihanê danasîn bûye bazarek. Êdî li ser sîparîşan pirtûk tên nivîsandin û firotin. Ji ber vê yekê ewropa û amerîka di vî warî de gelek pêş ketiye. Lê ji bo kurdan tenê edebiyat û raste rast danasîna edebiyatê divê were kirin. Ji bo vê jî kovarên serbixwe yên danasînê pêwîste.

Pirs : 17 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî?

Yildiz Çakar : Umerto Eco, Dostoyevski, Amîn Maalouf û Kafka.

Pirs : 18 – Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî?

Yildiz Çakar : Umberto Eco ‘Gulun Adı’, Çehov’un öyküleri.

Pirs : 19 – Tu ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?
Yildiz Çakar :
Ez ji hemû nivîskarên kurd hez dikim ji ber ku kurdî dinivîsîn.

Pirs : 20 – Te qet pirtûkên min xwendiye?

Yildiz Çakar : Belê.

Pirs : 21 – Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Yildiz Çakar : Çîrok.

Pirs : 22 – Naveroka wê li ser çiye?

Yildiz Çakar : Jin, xizaniya kurdan, îşkence.

Ji bo bersîvên pirsan gelek spas.

Tebini: Ev hevpeyvin beriya ku Yildiz Xanim roman binivise hatibu çekirin. Sala wê nayê bîra min. Paşê wê dest bi romannivîseriyê kir û 3 romanen wê derketin, Ew xebata xwe a nivîsînê didomîne û berhemên edebî/wêjeyî diafirîne.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply