Rêzehevpeyvînê Jina (13) – Mizgîn Hesko

Ji bo gulvedana wêjeya Kurdî bi nivîskarên Jinên Kurd re hevpeyvîn.

1- Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Navê min Mizgîn Hesko ye, helbestvan û nivîskar im, ji Cezîra rojavayê Kurdistanê me.

 

2-Te kengî û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Ji mijê ve, ji qunaxa zaroktiyê yekem ve, ez weku zarokeke xwedan behrî ji dayik bûm. Wê serdemê ketim bin bandora çanda devkî û rengê muzîka kilasîk a kurdî mîna Mihemed Arif ê Cezrawî, Şakiro, Miradê Kinê û pirr in din ku bavê min guhdariya wan dikir, herwiha siruştê bandor li min kir û zerê bênderan, xirecira demsalên çinînê, şînê asîmên û ewrên berfînî di himêza asîmên de ez berbi xwe ve dibirin û hwd.

Wan salan herî zêde Kalik û bavên me şorş a bavê mezin ( Barzanî ) guftûgo dikirin û wiha bi kurdiyeke zelal û şêrîn şevbuhêrkên xwe didomandin.Dêmek û weku keçeke hîn biçûk û behremend ev ê rewşê ez bi xwe ve girêdam. Tekez û ji ber nebûna tîpên kurdî, yan nezaniya pirraniya kurdan bi wan, ez di destpêkê de ketim bin bandora zimanê serdestan ( Erebî) lê di sala 1988- an de û piştî komkujiya Halapça yê min biryara da ku dest ji Erebî berdin.

 

3- Rola Jinê di çand û wêjeya kurdî de çiyê?

Bê guman û da ku mirov pirseke wiha bibersivîne, pêdivî pê heye ku em yek rastiyê bizanibin ku hîna jî mêj ve Jina kurd Xwedan ciyekî taybet û pîroz bû. Ji ber ku ew beşdarî hemû beşên kar û debara jiyana rojane dibû. Jina ku duh bi rext û tifingê berevanî di ber axa welatê xwe de dikir, Jina ku duh kelpîç dibirîn û dest bi dest li rexê mêr xanî ava dikir, jina ku duh bêrîvan bû, tembûrvan bû û jîr û zana bû , tekez dikarîbû dest bavêje Pênûsê û xweştirîn rist û beyt jî binivîsîne.

Bi dîtina min jî ku jina kurd dahênera piraniya lawik û heyranokan e, lew ew lawik û heyranok li ser zarê mêran hatibin gotin jî.

 

4- Naveroka Roman,çîrok û helbestên te zêdetir li ser çi ye?

Herî zêde ez helbesta nûjen dinivîsînim, min 8 berhemên çapkirî hene û ji wan 7- berhem helbest in û ya dinê ( Ji Bexçika Jiyanê, hin nerîn û dîtin û hin ji ezmûn û çîrokên satteqîn ên jiyana min in).

Mijarên helbestên min bêhtir welatperwerî, siruşt û evîn in, hin mijarên ku girêdayî derûn û nîgaşa mirovan in û hwd.

Herwiha ez Gotara jî dinivîsim û ew jî girêdayî rewşa me kurdan in( Ew bêhtir di malpera welatê me û di Kovara Pênûsa nû de tên belav kirin) welateme.com, pênûsanû.com.

 

5- Wek jineke nivîskara kurd, astengiyên ku di warên nivîs û nivîskariyê de derdikevin pêşiya te, çi ne?

Bê guman, astengiyê Jinên kurd î nivîskar hema heman astengî ne û ji wan nebûna demeke guncav û atmusfêreke fereh ji bo nivîsînê. Tekez mêr û jinên kurd kedeke bê beramber ji hêla ( Darayî, Aborî ) ve dikin û ev ta radeyeke mezin dibe arîşe û nemaza ku me ti dezgeh û çapxaneyên bê beramber nîn in.

Herwiha hîn civak û bigiştî xwediyê wê nerînê ye ku  deqê mêr baştir ji deqê jinê y. Ev jî sedemên xwe hene û min navê ku bersivdanê zêde bikim.

 

6- Edebiyata / wêjeya kurdî a devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Wêjeya nivîskî jî pirr dewlemend û zengîn e. Lê ew dereng hatiye nivîsîn ( sebaret bi wêjeya devkî ku temenê wê ne diyar e û bi min ew vedgere 5000 sal, dema tovanê û geştiya Nûh û çiyayê Zagrosê).Li gor ku ez pê dizanim ku bêhtir helbest beşdar e û hin dibînin ku ev yek vedgere ji ber ku helbest hesan e û hûnandina ristên helbestîk zanebûna zêde naxawaze, ez bixwe ne li gel vê nerîna qels û lawaz im. Belê eger em ji ristikirina çend hevokan re bibêjin helbest ev tiştekî din ê!

 

7- Tu roman, çîrok û helbesta kurdî bi giştî çawa dinirixîne?

Bi dîtina min ew di pileyeke baş de ye. Bi tenê niha pêdivî pê heye ku ew bête wergerandin da ku cîhan jî û hino, hino me û bi dûrbîna wêjeya bilind û çanda toleranz nas bike.

Bi wateyeke herî zelal ez pirr geşbîn im.

 

8- Di dema niha de, tu roman, çîrok û helbesta kurdî di çi astê de dibînî, roman, çîrok û helbesta nûjen di çi warî de ye?

Belê û weku ku min li jor gotibû, ew di pileyeke başde ne û hino, hino bilindtir dibin. Tekez da ku ew bêhtir zelaltir bibin pêdivî bi nirxandineke wêjeyî avaker heye.

Heyanî vê gavê û li ser asta Kurdistanê , hîn Rexne û Nirxandina hunerî kêm têne dîtin û ev ciyê mixabiniyê ye. Bi her halî em niha û baştir ji berê hewil didin ku xwe paktir bikin û metodên xwe ên afarndinê xurtir bikin û ev jî xaleke girîng e.

 

9- Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî ( helbest, çîrok, roman û şano ) li pêşe û hrî dewlemend e.

Li vir û tekez mebesta we wêjeya niviskî ye, ji lewra jî û bi dîtina min helbest herî li pêş e . Ev ji ber ku helbest xwedan paşxaneyeke herî dewlemend e, ew ji koka xwe ji kehniyeke herikbar diherike.

Çanda me a devkî bi cîrok û çîvanokan pirr dagirtî ye, lê di warê nivîskî de hîna ew xwe dide  avakirin. Belê romana herî xurt û niha di cîhanê de navdar ji incama jiyana şaristanî û medenî bêhtir tête der, hinekî em dûrî wê yekê ne, lê û tevlî wilo jî niha me pirr romanên baş hene.

 

10- Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Dê vê bersivê di çend xalên de bînim zimên:

  • Bi avakirina dibistanên bi zimanê kurdî ku mirov û hîn zaro bi awayekî systematîk waneyan werbigire ji 0- û ta qunaxê herî bilind.
  • Bi vakirina zanko û peymangehên wêje û edebiyatê ku zarokên xwedan behrî xwe li wir bibînin û behriyê wan bête xurt kirin û hwd.
  • Bi hebûna beşên Nirxandin û rexneyê weku beşên sereke di zanîngehên pispor de.
  • Bi misogerkirina çapê û peydakirina çapxana û weşanên bê beramber û nemaze ji bo wan kesên afrêner.
  • Pêdivî pê heye ku em Nivîskarên kurd êdî bikaribin hinekî ji keda xwe qezenc bikin û hinekî rewşa xwe a adarayê xweş bikin, ew afrênerê ku bi debara pêdiviyên jiyana rojane her mijûl be, tekez dê ev bandoreke mezin û ziyanê bigihîne asta afrandinê wî.
  • Bi peydakirina Medyayeke ku birastî serbixwe be, pispor be û xwedî li keda me derkeve, berhemên me bide naskirin û wan bîne meydana guftûgoyê û hwd.
  • Bi geşkirina qada kirîn û firotina pirtûkê.
  • Bi li darxistina Semînarên wêjeyî û hwd.
  • Rêzgirtina edebiyatê û divê deqên bilind çi yên mêr yan jin li ser asta regezan neyêt dabeşkirin!.

Belê pirr xalên din hene , lê ez bixwe naxwazim wiha dirêjtir pirsê bibersivînim.

 

11- Di edebiyata kurdî de rexnegirî heye, tune? Heger heye di çi radeyê de ye? Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Bi dîtina min û eger ew van salên dawî peyda bûbe jî, ew hîn pirr qels e.

 

12- Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanistî rexnegiriya edebî bê pêkanîn?

Ew valahiya heyî dikare bi rêya zankoyan bête dagirtin?!.

Mebesta min û bi wateyeke din, me pêdivî bi xwendina rexnegiriyê heye, bi awayekî zanistî û bi naskirin dibistan û hunerê wê ji destpêka edebiyata cîhanê û ta bi kilasîkên me kurdan û herwiha. Pêdiviya rexnegiran bi behriyê heye, ango divê ew kesê rexnegir xwedan sîsika yekem be û divê xwedan talenteke taybet be.

Bi dîtina min rexnegirî huner e û beşekî sereke ji wêje û edebiyatê ye.

 

13- Di nav nivîskarên cîhanê de bandora kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkî xwe dibînî û xwe nêzîkî kîjan ekola wêjeyî dibînî?

Ne hesan e, ku ez bersiva vê yekê bizanibim, min baş berhemên kurdî û cîhanî xwendine, pirr berhemên watedar û dagirtî afrandin hene û pirr nivîskarên navdar û xwedan xelatên Nobelê hene.

Bêhtir ez xwe nêzîkî zerê bênderan, giyanê kulîlkan û rewanê av, axê, ba û agir dibînim. Bi wateyeke hesantir dikarim wiha bibêjim ku pirr ji xweza û siruştê ve nêzîk im û li wir li dengan guhdarî dikim û di himêza bêdengiyê de li kûrahiya hiş, nîgaş û bîreweriya xwe vedgerim û dema pênûs ew ê dozê li min dike ( doza rewa a nivîsînê ) têm û xwe dinivîsim, welatê xwe, evîna xwe û rengan dinivîsim, hela li helbesta min Payîz guhdarî bikin û hûn ê baş ev ê rastiyê têdrxînin!

 

14- Tu ji berhemên kîjan Nivîskarên Kurd, Tirk, Faris û Ereb hez dike?

Tevî ku ez bixwe helbesta nûjen dinivîsim, lê rastî pirr ji Stayla klasîkên me kurdan hez dikim, car carna li wan vedgerim û li wê kehniya zelal bi fireke av giyanê xwe rehet dikim. Bê guman metodên wan û rehên sofînizima li ba wan belî û hişkere pirr ji bo min balkêş tê.

 

15- Tu ji bo nivîskarên ku bi eslên xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanê neteweyên serdest ( Tirk, Ereb, Faris ) dinivîsînin çi difikirî?

Tekez û eger em li gor metin, raman, nerîn û erdenîgarî û hwd biçin, em ê bibêjin ku bibqasî ku wan nivîskaran xwestine ku xizmeta doza welatê xwe bikin, ewan tiştekî bêhtir nexwestine û weku mînak ( Yaşar Kemal û Selîm Berekat ) lê careke din û ji ber egerên zimên ew û mixabin dikevin Xana pirtûkxaneya wan zimanên ku ew pê hatine nivîsîn.

Dema ku em dibêjin wêjeya Elmanî û weku mînak wêjeya welatên ku Elmanî zimanê wan ê sereke ye weku Nêmsayê û Siwîsrayê. Dêmek ji wêjeya wan welatan re tê gotin wêjeya Elmanî, naxwe li vir ziman dibe nasnameya metin û nivîskar.

Li vir dixwazim xaleke girîng bînim zimên: Belê û beriya 40/ 50 salî rewş û bi giştî cuda bû, lê îro derfetên fêrbûna zimên pirr in, mirov û niha di dema Medya Digital û alavên berfereh ku mamoste tê û ji rexê din ê goka zemînê û bi rêya YouTube, yan jî Zoom ê waneyê kurdî raberî xwîneran dikin. Dêmek ew behneyên berê nemane û kesê ku bi rastî bixwaze û hez bike dikare û wiha paldayî li mala xwe hînî zimên bibe.

 

16- Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Lê pirtûkên kurdî pir Hindik nivîsên danasînê î nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîze pirtûkên têne weşandin hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina kovareke xwerû bi kurdî y’a li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Karekî wiha hêjaye ku bi rastî ew kesên pispor û wêjevan, Xwedan ezmûn û şiyan li ser bixebitin û kovareke wiha jî bo danasîn, nirxandin û analîzekirinê birêve bibin û biweşînin.

 

17- Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye kîjan?

Mixabin Heyanî vê gavê ti pirtûkên we li ber destên min nebûn.

 

18- Di paşerojê de, dê kîjan berhema te bê weşandin?

Bê guman, berhema min hejmara 9- ku ew jî helbest in ( Nexşeya rewanê bêdengiyê) niha li ber destên Çapxana Serserayê ye, lê ew ne bê beramber tête çapkirin, min bixwe barê wê yê aborî li ser milên xwe hilgirtiye.

Hîn jî bi hêvî me ku ew van rojan ,bi wateya vê meha pîroz ( Avdar ) ronahiyê bibîne.

 

Gotina dawî:

Ji dil û can ez spasiya we dikim, bi hêviya xebatên hîn beferehtir û hêjatir.

Ciwantirîn Rêz û silavên min.

Mizgîn Hesko

Avdar 2021

 

 

PÊVEK

Mizgîn Hesko.

( Helbestvan û Nivîskar )

*Di 20 ê mijdara 1973-an de, li gundê Şelhûmiyê..ku ji gundên herêma Cizîrê ye’ û girêdayî bajarê navdar Qamişlo ye, ji dayik bûye.

 

  • Xwendina seretayî , ya navendî û ta bi ya amadeyî ( Lîse )li bajarê Tirbespiyê qedandiye.

 

  • Di destpêka xwe de, helbestvan Mizgîn Hesko bi zimanê dibistanê yê Erebî helbest dinvîsîn, û piştî bombebarandina Helebçayê ew êdî bêhtir li kurdî vedgere, hezkirina zimanê kurdî wê bêhtir ber bi xwe ve dibe û weha biryar dide ku hew bi Erebî binvîsîne.
  • Yekemîn helbesta wê ya bi kurdî di kovara Gelawêjê de hatiye belavkirin.
  • Li derveyî welat di kovara Dugir, malpera Welatê me, Avesta , Gemiya kurdan, Amûde û Pênûsa nû beşek ji gotar û helbestên wê hatine belavkirin, herweha rojnameya Avru li Duhok.
  • Ji sala 1996- an de li Elmaniya dijî.
  • Ii Elamiya Florîstîk xwendiye û Diblom wergirtiye.
  • Ji endamên yekîtiya giştî a Nivîskar û rojnamavanên kurd li Sûriyê ye.
  • Ji sala 2015 – an de, ji endamên Desteya birêvebir ya rojnama Pênûsa nû ye.
  • Ji bilî helbestê carcarna gotaran dinvîse û hin lêkolînên wê hene ku di hin rojname û govaran de hatine belavkirin.
  • Ta niha ev xelat wergirtine.
  • Xelata rêzgirtinê a seydayê Cigerxwîn ku ji aliyê partiya dimuqrata kurd li Sûriyê ( Pêşverû ) tête dabeşkirin , sala 2012.
  • Xelata Mihrecana helbesta kurdî li derveyî welat ,ji aliyê Hevbenda Nivîskar û Rojnamevanên kurd ve sala 2013.
  • Xelata Serxwebûnê Ji aliyê Hevgirtina Jinên Kurd li Sûriyê( Rûdoz)

* Di roja 20 Mijdara 2020 – de û di pêşbaziya ( Pêşbirka ) deqên nûjen de ku ji alyê desteya birêvebir a pirtûkxaneya Frankfurtê tête birêvebirin, helbesta Yekemîn helbesta Mizgîn Hesko bi Elmanî ( Corona und die Engel unter uns) hate pejirandin weko yeke ji baştirîn lyrikên nûjen.

Ji berhemên wê yên çapkirî:

  1. Tîpên evînê…Adara 2007….Çapxana Befet.
  2. Asoyekî tijî Endeko…Tîrmeh 2008…Weşanên Han.
  3. Di nav henasên kovanan de….Adar 2010…Weşanên. Han.
  4. Li ber pala welatekî birîndar diherikîm, Çapa yekem..Adar 2012…Weşanên Han.Çapa duyem           Avdar 2020 Weşanên Sersera.
  5. Ristek lal e…Îlon 2013…Weşanên Han.
  6. Ber bi werzê hezkirinê ve….mijdar 2015…Weşanên Soran.Çapa duyem , Avdar 2020 Weşanên Sersera
  7. Rêgehên keskîn….Gulan 2019 Weşanên Sersera.
  8. Ji Bexçika jiyanê…Mijdar 2020 weşanên Sersera.

 

Ji berhemên Mizgîn Hesko ên hîn ne çapkirî.

  1. Hirçê berfê yê Piçûk ber bi kû ve…? ( çîroka zarokan, wergerandin ji Almanî)
  2. Sebeta Şekir ( helbestên zarokan )
  3. Gotarên min ( pirojeya gotarên Mizgîn Hesko)
  4. Berhema 8. ( Helbestên nuh )

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply