Rêzehevpeyvînê Jina (12) – Gulistan Awaz

Hezkirina zimanê kurdî di dilê min de bi temenê min re mezin dibû

BUXÇIKA BIYANIYÊ-HELBEST-GULISTAN AWAZ - Yekîtiya Nivîskarên Kurdistana Sûrîya

HEVPEYVÎN BI GULISTAN AWAZ RE

Lokman Polat – 1.Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn? 

Bersîv -1- Ez Gulistan Awaz ji gundê Ebo Ke’bê- navçeya Cindirêsê- herêma Efrînê me.

*Li sala 1982an li Helebê- Sûriyê ji dayîk bûme û min xwendina xwe li wir qedandiye.

*Li sala 2008an, di hundirê  malan de li Helebê di bin siya Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî de  dest  bi fêrbûna zimanê kurdî kir.

*Li sala 2013an, min yekemcar dest bi fêrkirina zimanê kurdî di mala /Zanîn/de li gundê Celemê- Cindirêsê kir.

*Li sala 2016an, li gel çend xwendekaran di rêya êntêrnêtê re fêrî beşê wêjeya kurdî di warê helbesta kilasîk di riya peymangeha Bedirxan li bajarê Dêrka Hemko bûm û bawernameya serkeftinê wergirt.

*Ji sala (2017)an, li gel malbata xwe li Almanyayê li bajarê Bremen, bi cih dibim.

*Carina pêşkêşvaniya aheng û cejnan jî dikim wek(Cejna Newrozê ).

*Carina lêvegerên vekîtî û zimanî ji pirtûkên kurdî re dikim.

*Niha di warê ragihandinê de kar û xebat dikim û bernameyek bi navê VEJÎNA RAMANAN ku bixwe hevdîtin in li gel nivîskarên Kurd e, pêşkêş dikim.

*Li bajarê ku ez lê dimînim di Komela Civaka Kurdî ji bo Hînkarî û Perwerdeyê-Hînkarî Bremen- de cîgera serokê komelê me.

*Li sala 2019an, li gel hin mamosteyên Saziya Fêrkirin û Parastina Zimanê Kurdî yên li Almanya bi cih dibin, şaxek ji saziyê re damezirandin.

*Ez niha waneyên fêrkirina zimanê kurdî li hin komele û (online) didim.

 

Lokman Polat – 2 – Te kengê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? 

Bersîv -2- Hezkirina zimanê kurdî di dilê min de bi temenê min re mezin dibû, tevî ku destpêkirina min di nivîsandina pexşan û helbestan di temenê 14 saliyê de bi zimanê erebî bû lê piştî min derfeta ez xwe hînî zimanê kurdî bikim bi dest xwe xist, min fîstanê erebî ji ser bejna pênûsa xwe avêt û bi fîstanê Kurmancî bejna wê xemiland ji ber ku zimanê kurdî ji bo min xewnek bû û bû rastiyek û ji sala 2012an,  dest bi nivîsandina  Kurdî kir.

* Pirtûkeke min e helbestan bi navê BUXÇIKA BIYANIYÊ ye hatiye çapkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî , arebî, farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi ttirkî , arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?

Bersîv -3- Her nivîskarek bi zimanê ku berhemên xwe dinivîsîne tê nasîn.

Eger em bêjin nivîskarekî/e Kurd bi zimanê tirkî berhemeke xwe nivîsandiye, xwendevanên Kurd ên bi zimanê tirkî nizanin bixwînin, nikarin wê berhemê bixwînin û sûdê jê bibînin.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Bersîv -4- Ez rêz û hurmetê didim hemû pênûsên nivîskarên Kurd, lê divê em vê rastiyê piştguh nekin, nivîskarên Kurd ên bi zimanê kurdî nanivisînin ti caran berhemên wan nakevin pirtûkxaneya kurdî.

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Bersîv -5- Di destpêka nivîsandina min bi zimanê kurdî min hin pexşan, gotar, çîrokine gelêrî nivîsandin, lê niha helbestan dinivîsînim.

Nivîsandina romanê bala min dikşîne, lê hîn pir gav ji bo min gerek in hetanî ku ez dest bi nivîsandina wê bikim.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Bersîv -6- Edebiyata kurdî ya nivîskî wek ku tê xwestin mafê xwe nebiriye.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Bersîv -7- Eger em bala xwe bidin berhemên li van çend salên dawî tên çapkirin emê bigihin wê encamê ku helbest bi piranî bala nifşê nû dikşîne, lê ev nayê wê wateyê ku şaxên din ji edebiyata kurdî ne dewlemend in.

Şaxên edebiyata kurdî pir zengîn û dewlemend in lê ji ber pir sedeman wek tê xwestin lê xwedî derneketine.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Bersîv -8- Hetanî em Kurd nebin xwedî dewleteke serbixwe helbet wê edebiyata kurdî jî wek divê bi pêş nekeve, lê tevî zor û zehmetiyan jî em dikarin bêjin ku edebiyata kurdî xwe parastiye.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 Li gorê te helbest çiye? Helbest ji bo te çi wateyê dide ? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye? Heman pirs ji bo şano, çîrok û romana kurdî ye jî…

Bersîv -9- Helbest, deng û wergerandina hestên mirov e. Dema hest û nest li serûbinî hev dibin û li peravên vehesê digerin, dibin sîwarê peyvan û bi wêneyên pirreng pêlên xwe vedihesînin

Helbest ji bo min asoya azadiya hestên min e, geh ji xemgîniya xwe porê wê hene dikim û geh jî perperîkên evînê berve bejna wî bi serbestî difrînim.

Bixwe pêşketin ketiye cîhana nivîsandina helbesta kurdî û şêwazine nû bala nifşê niha dikşîne wek nivîsandina Helbestên Hayko û Helbestên Yazdehok.

Lê ev nayê wê wateyê ku nivîsandina helbestên Klasîk jê bêpar maye, li gor şopandina min, pênûsên hin helbestvanan di nivîsandina vê cureyê de berhemdar in û helbestên Klasîk ên şikestî û yên li ser pêlewazên dirust jî hene lê li ser mijarine nûjen.

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Mijarên berhemên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Bersîv -10-Mijarên berhemên min cûrbecûr in û pênûsa min bêhtir di êş û xemgîniyê de zîrek dibe.

Hin caran hestên min keziyên hezkirinê dihûnin û li ser bejna helbestê rê dixin.

Helbet kesên ku di deryaya evînê de noq nebûbin û dêmên wan ji rondikên şor nemêtibin, ew bê haydarî ji ferhenga jiyanê dişimitin.

Û eger hestên mirov li ber hêrsbûna lehiyên evînê li serûbinî hev nebin, eger li ber birûsk û gurmîna ewrên evînê necirifin û li bin tavên wê şil nebin, ma hebûna hestan ji bo çi ye!?

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Bersîv -11- Rexnegiriya edebî mîna tê xwestin bi rola xwe ranebûye.

 

Lokman Polat – 12 – Gelo di nav enîya edebiyata kurdî de valahîya rexnegiriya edebî dê çawa bê  tijekirin? Gelo dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? 

Bersîv -12- Rexnegiriya edebî li bendê ye ku lê xwedî derkevin û baskên wê bi hêz bikin daku berve astên cîhanî bilind bibe.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Bersîv -13- Helbet weşandina kovarekê gelek girîng e, ji ber ku hetanî pirtûkên kurdî netên rexnekirin wê her likumandin di berheman de hebin.

Eger em bala xwe bidin pirtûkên kurdî yên li van çend salên dawî tên çapkirin û bi taybetî pirtûkên helbestan emê bigihin wê encamê ku hin ji wan berheman cilên li bejna xwe kirine ji navê xwe dûr û dûr in, yanê berhemên helbestî pir in lê helbest kêm in.

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herweha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî.

Bersîv -14- Nivîskarên ku li gor derfetê min berhemên wan xwendine û bala min kişandine, hin ji wan ev in:

Cibran Xelîl Cibran- Nîzar Qebanî- Kafka- Elif Shafak- Victor Hugo-Yannis Ritsos…

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Bersîv -15- Hemû  nivîskarên Kurd cihê rêzgirtinê ne û berhemên wan bala min dikşîne, hin ji wan:

Melayê Cizîrî- Cîgerxwîn- Arjen Arî- Mihemed Uzun…

 Cano Şakir-Brahîm Mele Qasim- Vejîna Kurd- Merwan Berekat- Heyder Omer

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye kîjan pirtûk?

Bersîv -16- Min ”Çîrokên Rengîn” xwendiye.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Bersîv -17- Niha carina helbestan dinivîsînim 

 

Lokman Polat – Gotina te a dawî.

Bersîv – Pirs li gor dilê min bûn

Ji dil de spasiya te dikim mamosteyê rêzdar.

Buxçika Biyaniyê derket – ZOZAN PRESS

 

Spasxweş

 

 

 

 

 

PÊŞKÊŞÎ

Min bi hinek nivîskarên jin ên kurd re hevpeyvîn çêkiribû, min ê wek pirtûk biweşandana, lê weşanxane pir pere dixwazin loma jî ez nikarim biweşînim. Lê heger di pêşerojê de îmkanên aborî pêk bên ez ê van hevpeyvînan wek pirtûk jî biweşînim.

Ez fikirîm weke rêzehevpeyvîn bi jinên nivîskarên kurd re di malpera Çandname de biweşînim. Di derbarê gelek nivîskarên jin ên kurd de agahdarî zêde tune. Ew kê ne, jikur in, çi berhem afirandine û weşandine ez jî û gelek xwendevanên kurd jî, em nizanin. Ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna wan û danasîna berhemên wan pêwîst e. Wek mînak Rojbîn Ozkan Xanim di malpera Çandnamê de dinivîse lê ez nizanibûm ji kure, çi pirtûk nivîsîye. Di bersîvan de jin behsa xwe û pirtûkên ku nivîsîne û weşandine qal dikin. Lewre jî ev rêzehevpeyvîn ji bo nasîna van jinên nivîskar jî baş e.

Gelek nivîskarên jin ên kurd hene, ez nikaribûm xwe bigişînim hemûyan. Yên ku min bi wan re hevpeyvîn çênekiriye, dema vê rêzehevpeyvînan bixwînin dikarin li gor van pirsan bersîv binivîsin û ji min re bişînin. Ez ê wan jî bi dor di malpera Çandname de biweşînim.

Ez ê du hefteyan carê hevpeyvîna bi jineka nivîskar a kurd re biweşînim û pêşkêşê we xwendevanên ezîz bikim.

Bi hêviya xwendinek baş û xweş.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply