Mîhrîcana Feqiyê Teyran di sala 2022yan de li Diyarbekirê tê lidarxistin

Ji aliyê 7 saziyên civakî, çandî û hunerî, Mîhrîcana Feqiyê Teyran ku wê di sala 2022yan de li Diyarbekirê bê lidarxistin, hat ragihandin.

Li avahiya Navenda Hunerê ya Mordem a li navçeya Peyasê, Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Diyarbekirê (DTO), Weqfa Alîkariya Mirovî û Koçberiyê, Wêphotos, Navenda Hunerê ya Mordem, Atolye A4, Wêjegeh Amed û Kolektîfa Hunerê ya Merkezkaçê do bi daxuyaniyekê diyar kirin, wê di Nîsana 2022yan de li Diyarbekirê Mîhrîcana Feqiyê Teyran a Çand, Huner û Xwezayê ya Navnetewî li dar bixin.

Endamên sazî û dezgehên sivîl ên civakî, pêkhateyên mîhrîcanê û welatî beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de Berpirsyarê Wêjegeh Amedê nivîskar Lal Laleş û Serokê DTO’yê Mehmet Kaya axivîn.

Peyama Kurd

Etîket: Agahî, Danasin, dto, Lal Laleş, Mîhrîcana Feqiyê Teyran, Odeya Bazirganî û Senayiyê ya Diyarbekirê (DTO), Polylang KMR

Gotara berê:

Gotara piştî:

Gotarên Têkildar

Tîrêjên Ronahîya Pirtûka Pîroz

Fîlmên Sînemayê

Derî jî westiyayî ne

Çend Pirtûkên Nû

Pirtûka “Rênimaya Zimannasiyê” ya Omitê Mistefê ji Weşanxaneya Hîvdayê Derket

ziman

Edîtorê malperê – 2 (Nivîs sererastkirin û weşandinê dike)

Hemû nivîskar →

Şîroveyekê bihêle