Pêlavên Dirîyayî

Lokman Polat

Hinek pirtûk hene mirov dike nake nikare bi tevahî bixwîne, xwendina xwe nivî de dihêle. Heta hinek nivîskar hene mirov hinek pirtûkên wan bi tevahî dixwîne û diecibîne, lê hinek pirtûkên wî/wê jî nîvco dihêle, naecibîne. Ez bi rastî û duristî bibêjim ku; min pirtûkên bi taybetî jî romanên kurdên Kafkasyayê bi tevahî ecibandiye, hetanî dawî xwendiye û min hêj yek romaneke wan di nîvî de ji destê xwe bernedaye, anku hetanî dawiyê xwendiye.

Ev bû çar romanên romannivîserê kurd î hêja Ezîzê Gerdenzêrî ez bi dilxweşî dixwînim. Xwendina romanên wî li xweşa min diçin û naveroka romanên wî gelek baş in, dewlemend in. Dema mirov romanên wî dixwîne tehm û lezeta xwendinê, xwendineke edebî dide mirov. Zimanê wî jî herîkbar e, pak e, zelal e, zimanekî wêjeyî ye. Ez wekî xwendevanekî wî jê re temeneke dirêj daxwaz dikim û ez hêvîdarim ez û xwendevanên kurd em dê hêj gelek berhemên wî ên edebî, helbest û romanên wî ên hêja bixwînin.

Dema min nave romana rêzdar Kek Ezîzê Gerdenzêrî a bi nave ”Pêlavên Diriyayî” dît, rojnamevanê ermenî Hrant Dînk ku bi eslê xwe ermeniyê Kurdistanê, ji bajarê Malatyayê bû ku li Stenbolê ji alî kujerekî faşîst ê Ergenekonê hatibû kuştin û di rojnameyan de wêneya pêlava wî a qetandî/diriyayê hatibû weşandin kete bîra min. Hrant Dînk gerînendeyê rojnameya ”Agos” bû û ew ermeniyekî dostê kurdan bû, ew û xanima wî Rakel Xanim bi kurdî baş zanibûn û bi gelek kurdên welatparêz re dostaniya wan hebû. Neteweperestên tirk ên nîjadperest, faşîst û paşverû li dijî kurd, ermenî û cihûyan in. Nîjadperestî û neteweperestiya wan li hemberê kurdan û ermeniyan nîjadperestiyeke şoven, faşîst û kîndarî ye.

Piştî van çend gotinên gelemperî, niha em binêrin mijara romana ”Pêlavên Diriyayî” li ser çiye? Di naveroka wê de  çi heye? Ez bi kurtahî rave bikim. Romana Ezîz Gerdenzêrî ”Pêlavên Diriyayî” di nav weşanên ”Lîs” de li Amedê hatiye weşandin. Roman 137 rûpel e.

Destpêka romanê bi hest û ruhê kurdayetiyê hatiye xemlandin. Di salên 1960î de rewşa Kurdistanê bi şêweyeke objektîv hatiye rave kirin. ”…agirê azadiyê û li herçar perçeyên Kurdistanê, lawên Kawayê Hesînkar ên leheng û mêrxas, General Mistefa Barzanî û hevalên wî gur kiribûn. Tevgera azadîxwaziyê a Îlonê ax û gelê Kurdistanê hişyar kiribû.” (Binêrin rûpel 9. Ev rûpela destpêka romanê ye.)

Lehenga romanê Leylê û lehengê romanê Elîpaşa xwendekar in. Bi riya axaftina telefone di navbera wan de dostanî pêk tê. Dostanî û hevaltiya wan di nav rûpelên romanê de tê pêşkêşkirin. Têkiliyên xort û keçek ciwan, nakokiyên ku derdikevin pêşiya wan di nav cîhana romanê de baş û xweş tê qal kirin.

Xort anku Elîpaşa yekî feqîr e, ji hêla aborî ve rewşa wî nebaş e. Pere/diraf tune ku ew ji xwe re pêlavên nû bikire. Lewre jî pêlavên qetandî, diriyayî dike lingê xwe. Lê, keçik ango Leylê keça generalekî ye, dewlemend in. Di hêla fikrî, ramanî de jî di navbera keçik û xort de fikrên cuda hene. Lêbelê hezkirin, evîn li fikir û raman nanêre. Carna dilê keç û xortên soreşger, çep, rast, îslamî heta faşîst jî dikevine hevûdu.

Di dema hevûdudîtina xort û keçikê ango Leylê û Elîpaşa de, Elîpaşa dibêje; ”navê min ê rastîn Elîpaşa ye, bavê min gundî ye.” Dema Leylê jî dibêje; ”bavê min general e.” Elîpaşa dimîne şaş û ecêb.

Belê, bavê Leylê general e. Ew bi eslê xwe kurd e. Di malê de bi malbata xwe re bi kurdî diaxife. Diya wî çîrokên kurdî ji zarokên wî re dibêje. General jî bi dil û can li kurdîbûna xwe xwedî derdikeve. Dema ew li Parîsê bûye, derbarê kurdan de gelek pirtûk û belge, dokument xwendiye.

Ev rewşa general di jiyana rasteqîn de, fermandarekî artêşa tirk î esilkurd xist bîra min. Dema ez li Stenbolê bûm min ew fermandar nas kir. Ew ji Amedê bû. Rûtbeya wî bînbaşî bû, ango fermandarê hezar leşkeran bû. Wî di dibîstana leşkerî a harbê de xwendibû. Dema ew diçe Amerîkayê ji bo perwerdeya profesyonelî a leşkerî li wir derbarê kurdan de gelek tişt fêr dibe. Di navbera min û wî de dostaniyek baş pêk hatibû. Me bi hevre sohbet dikir. Paşê ew bi nexweşiya qanserê/penceşêrê çû ser heqiya xwe. Min vê mînakê ji bo payebilindiya naveroka romana birêz Ezîzê Gerdenzêrî da ku ev roman romaneke realîst e û hinek tiştên ku tê de hene û têne qal kirin di jiyana rojane de mirov dibîne. Helbet di romanê de digel realîzma civakî xeyal jî hene û rastî û xeyal li hevûdu hatine hunandin. Romannivîser tiştên rastîn û xeyalî bi zimanekî edebî û hunerî di berhema xwe de rave dike.

Leylê poşmane ku ji bo pêlavên qetandî, diriyayî dilê Elîpaşa hêştiye, dilê wî şikandiye. Loma jî li pey wî digere ku wî bibîne û doza lêborînê lê bike. Lê, di esasê xwe de Leylê jê hez dike û li pey evîna xwe digere. Lêylê û hevala wê Hinar diçine pirsa Elîpaşa ji hevalê wî Reşîd dikin, lê Reşîd nizane ku Elîpaşa kuve çûye…

Di naveroka romana rêzdarê hêja Ezîzê Gerdenzêrî de hest û ruhê kurdayetiyê, fikir û ramanên kurd û Kurdîstanî bi giranî hene û ew di nav rûpelên romanê de têr û tije cih digrin. Naveroka romanê bi wan hatiye tije kirin û ev jî hêjayê pesnê ye.

Di romanê de pîrozkirina cejna Newrozê û êrişa li dijȋ gel tê qal kirin. Di pîrozkirina cejna Newrozê de êrişa hêzên faşîst û nîjadperest û berxwedana gel baş hatiye qal kirin û raveyê xwendevanan hatiye kirin, ji xwendevanan re hatiye pêşkêş kirin. Di xwepêşandana gel de hêzên kûr ên dewleta dagirker xelkê/gel gulebaran dikin. Leylê jî di nav xwepêşandana gel de ye û ew birîndar dibe.

Birayê Leylê, navê wî Îskender e, ew hêj 16 salî ye û di xwepêşandana gel de bi zarokên hevalên xwe re keviran diavêje cemseyên polîs û leşkeran û paşê ji alî polîsên sivîl/ajanên dewletê ve tê girtin. Di xwepêşandanê de ji xelkê gelek kes têne kuştin û birîndar dibin. Hevalê Elîpaşa ku navê wȋ Reşîd e, ew jî tê kuştin. Leylê ji hevalekî din ê Elîpaşa fêr dibe ku Elîpaşa li bajarek din dixwîne û dixebite.

Roman ji du beşan pêk tê. Her beş bi çend dabeşan hatiye dabeş kirin. Beşa yekem ji neh dabeşan pêk hatiye. Beşa duyem jî sêzdeh (13) dabeş e. Leylê li pey Elîpaşa digere lê wî nabîne. Di beşa duyem de diyar dibe ku Elîpaşa li bajareke mezin ê li ber devê deryayê dixebite û xwendina xwe didomîne.

Di romanê de romannivîser/vebêj girîngiya yekîtiya kurdan, yekîtî û tîfaqa partî û rêxistinên kurdan tine zimên. Ew daxwaz dike ku serokekî wek Mistefa Barzanî, bi hest û ramanên kurdewariyê, bi ruh û giyanên kurd û Kurdistanê di qada siyasî û rêxistinî de derkeve holê. Ew weha dibêje : ”Ew di wê baweriyê de bû, ku li vir jî, wê serekekî kurdan ê wekî Mistefa Barzanî, zû an dereng derkeve hole.” (Rûpel 66.)

Di romanê de gelek mijarên civakî herweha mijarên girîng ku bala mirov dikşîne hene. Wek mînak; digel gelek mijarên girîng ên curbecur mijara zewaca kurdan bi keç û xortên neteweyên din re,…min bi xwe jî dîtiye ku gelek xort bi keçên tirkan re zewicîne, diya wan bi tirkî nizane û jina wan bi kurdî nizane û herdu yanê bûk û xwesû naxine serên hev.  Di romanê de di rûpela 58 de weha tê gotin : ”Bûk li bajarekî ji Kurdistanê dûr mezin bûbû; nikaribû bi kurdî bipeyive. Xwesû jî ji bilî kurdî bi zimanekî din nizanibû. Her duyan ji hev du fêm nedikirin û ji hev du fêmnekirin dibû sebebê xeyd û dilmayinê. ” (Binêr rûpel 58.)

Di vê hêlê de di mijara zewacê de ên ku wek kurdên xas, resen û pak mane Êzîdiyê kurd in. Ew hinek îstisna netêde bi gel û neteweyên din re nazewicin, kurd bi kurd re dizewice. Ez rewşa zewaca kurdên başur û rojhilat baş nizanim, lê kurdên li bakurê Kurdistanê bi keç û xortên miletên/neteweyên din re pir zewicîne û dizewicin.

Psîkolojiya/derûniya bindestiyê di mejiyê wan de zihniyeteke nû pêk aniye û li gel wan giyayê hewşê tehl e. Ew qîmet û rûmet didine xerîban, didine kesên ji miletê serdest. Lewre jî dema tirkek keça wan dixwaze yan kurê wan dixwaze bi keçek tirk re bizewice di cîde wan qebûl dikin, wan dizewicînin.

Ev tiştên ku min heta niha bahs kir, naveroka beşa yekem e. Naveroka beşa duyem hîn xurtir e, berferehtire û dewlemendtir e. Heger ez behsa wan jî bikim dê nivîsa min gelek dirêj bibe. Ji bo ez xwendevanan newestînim (ji xwe hinek xwendevan ji nivîsên dirêj hez nakin) loma jî ez behsa naveroka beşa duyem nakim. Lê, ez vê bibêjim, di beşa duyem de jî gelek tiştên balkêş, bûyerên girîng, mijarên curbecur hene. Dema xwendevan pirtûkê/romanê bixwînin dê fêr bibin ku çi tiştên girîng û mijarên giranbiha tê de hene.

Ez vê jî bibêjim; birêz romannivîser û helbestvanê hêja, nivîskarê qedirbilind ê kurdê Sovyeta berê rêzdar Ezîzê Gerdenzêrî nivîskarekî serketî ye, berhemên wî, roman û helbestên wî hêjayê xwendinê ne û dive xwendevanên kurd ên wêjehez berhemên wî bixwînin.

Belê wek gotina dawî ez vê bibêjim; romanên Ezîzê Gerdenzêrî û herweha romana ”Pêlavên Diriyayî” romanek e ku kevn nabe û bi refleksa xwe ya hevseng wê tazebûna xwe biparêze. Romanên wî sedsal paşê jî dê bi dilxweşî werine xwendin.

Romanên wî yên din jî û ”Pêlavên Diriyayî” jî romanek e ku tu carî kevn nabe û bi zindîbûna karakterên xwe, bi hostatiya xwe di bikaranîna detayan de, bi kamilbûna xwe ya di xêzkirinê de, di danasîna rengên netewî û herêmî de bi serfiraziya xwe ya berbiçav, û bi rengvedana xwe ya hevseng a rastiya civakî û mirovî re dê nûbûna xwe biparêze. Mirov di romanên Ezîzê Gerdenzêrî de, bi zimanê civaknasiyê hunera wêjeya romanê dibîne.. Lewre jî ew di romannivîseriyê de serketî ye. Hemû romanên wî hêjayê xwendinê ne. Bi hêviya ku xwendevanên kurd vê romana hêja bikirin û bixwînin.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply