Di Folklora Kurdî de çîroka “QESRA JI QOQÊN XORTAN”

Di çîrokên Folklora Kurdî de qesrek heye ku dîwarên wê ji hestiyên qoqên xortan hatiye çêkirin û derî û pencereyên wê jî, ji hestiyên çîp û pîlên wan çêbûye.
Kesê ku hewqas xort kuştine û wê qesrê bi hestiyên wan avakiriye, ne dijminê xortan bûye, lê ji ber ku ew xort bûne evîndarê keça Qirêl û şertên wî bi cih neanîne, serê wan hatiye jêkirin

Çîroka Qiralê ku qesreka xwe ji qoqên xortan avakiriye, bi kurtî weha ye: Kîjan xort çûye ku qîza Qirêl bixwaze, wî ewil çend şert dane pêşiyê û gotiye:
Eger tu şertê min bi cih bînî, ez ê keça xwe bidim te. Na, eger tu şertê min bi cih neynî, ez ê serê te jê bikim.

Ew şert ji kîjan xortî re hatiye gotin, bê ku xort bisêwire qebûl kiriye.
Lê berî ku xort dest bi cihanîna şertan bike, Qiralî ew qesra ku ji qoqê xortan ava kiriye, pê daye nîşanda. Dîsa jî xort razî bûye û çûye riya Çûn û nehatinê.

GELO ÇI HUNER DI VÊ ÇÎROKÊ DE HEYE?

Zeynel Abidin Zinar

08/ 02/ 2022

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply