Pêgeha rêbaza romantîk di helbesta Kurdî de

Ev nameyeke doktorayê ya Heval Ebûbekir e, bi serperiştiya Prof. Dr. Dilşad Elî sala 2010 pêşkêşî koleja ziman a Zanîngeha Silêmaniyê kir û ji pênc beşan pêk tê.

 

Armanca nameyê destnîşankirina pêgeha romantîzma Kurdî di edebiyata cîhanî de ye. Herwiha mijara bandora vê edebiyatê li ser geşbûna hizira neteweyî, wekî din nûser bandora azadiya takekes û rojnamevaniya Kurdî di vê rêbazê de berçav kiriye.

 

Hevdem behsa babeta guhastina bandora edebiyata Kurdî li ser edebiyata Erebî û Farsî û heta Tirkî û Ewropî jî kiriye. Xaleke din di tezê de awirdan e li mîrata rojnamevaniya Kurdî di navbera salên 1898 – 1970 de ku lêkolînvan kiriye madeya lêkolîna xwe.

 

Têgiha romantîk vedigere nîveka duyem a sedala 17an. Hinek jî wê vedigerînin demeke dûrtir. Schlegelê Alman yekem kes e di 1797 de ev têgih anî nav edebiyatê û dijayetiya klasîk pê kir û hevwateya hevçaxîtiyê dayê. Bawer jî dike her karekî afirîner û dahêner romantîk e.

 

Girêdayî hîmê felsefî yê romantîzmê, bîr û baweriyên cuda cuda hene ka gelo Rousseau yan Kant hîmdarê wê ye? Pênasekirina romantîzmê fena karekî dijwar tê dîtin. Çimkî gelek tiştan li xwe digire ku wiha kirine wateya wê winda bibe. Paul Valéry dibêje, kesê bixwaze romantîzmê tarîf û pênase bike, aqilê xwe ji dest daye!

 

Tevî vê jî, di jêder û serkaniyan de pênaseyên cihêreng ji kesê romantîk re hatine kirin: Mirovekî xewnbîn ku mezacekî wî yê şiîrî heye, tenêperist, îzole, xwediyê hesteke agirpêketî, rahejana derûnî, takekesîtî û xweyîtî. Kesê Romantîk dîtina reha bi rêya tiştên rêjeyî xeyal dike. Dixwaze di navbera wehm û rastiyê de guncanekê çêbike. Paşê behsa rêbaza romantîk û dibistanên Almanî, Fransî û Ingilîzî û sedemên derketina wan dike, ku li vir awirê li romantîzmê di dîrokê de û niha jî dide.

 

Romantîzm di edebiyata Rojhilat de

Beşa duyem, behsa romantîzmê di edebiyata Rojhilat de dike, ku şiîrên lîrîkî, folklorî, sirûdên olî û lorandin û hwd wek hîm û bingehên romantîzmê di edebiyata Rojhilat de hebûn. Tevî vê jî, romantîzma Erebî berhema aliyê xweyî û babetî yê edebiyata Rojava ye.

 

Ereb ji bo veqetîna ji berhemên berê ku şiîrên lîrîkî bûn, navê klasîk lê kirin ta mewda bi edebiyata nû re deyne, lê romantîzm bi gewdeyê edebiyata Erebî ne xerîb bû. Hatina Napoleon bo navçeyê û dagirkirina Misrê destpêka hatina hizirên nû û pêrgî hev hatina herdu şaristaniyan bû.

 

Di edebiyata Erebî de Xelîl Metran û Emîn Rîhanî wek rêberên pêşî yên romantîzma Erebî tên zanîn. Lêkolînvan 9 qonaxên edebiyata romantîk a Erebî diyar dike. Paşê behsa romantîzmê di edebiyata Tirkî de bi sê qonaxên berî Îslamê, piştî Îslamê û bandora edebiyata Ewropî li ser edebiyata Tirkî ya nû dike.

 

Di edebiyata Farsî de jî behsa romantîzmê di qonaxên berî Îslamê û piştî Îslamê û serdema zêrîn de dike û amaje dide 10 serdemên cuda û bawer dike ku ruhê romantîk di hemû qonaxan de heye, herwiha amaje dide wan şoreşên cuda di navbera çep û Îslamê de yên girêdayî edebiyata romantîk.

 

Beşa sêyem, behsa hîmên edebiyata romantîk di naverok û şêweyê de dike. Di naverokê de behsa kesêtî, soz, hest, xeyal, xewn, siyaset, takekes û civak, ol, siruşt û hezkirina romantîk dike. Di teşeyê de jî amaje dide ziman, kêş û qafiye û wêneya şiîrî di romantîzmê de.

 

Paşê behsa corên edebî di edebiyata romantîk de wek şiîr, şiîrên lîrîkî, şano, çîrok û roman û hwd dike. Di hemûyan de jî tekeziyê li ser sozeke himbiz, xeyal û derbirîna hundirê mirov dike. Paşê behsa corên romantîk li gor nerînên cuda dike, wek mînak Balzac (romantîkê rasteqîne) ku berhema taqîkirina hest û soz û xeyala nûser e (romantîkê derewîn) ku berhema vehûnandî û nerasteqîne yê nûser e, ji hev cuda dike.

 

Rûs jî li ser hîmê îdeolojiya çepger romantîkên kevneperist û şoreşgêr ji hev cuda dikin. Isaiah Berlin jî (romantîkê nerm) ku pabendî exlaq û zanist e û (romantîkê tundrew) ji hev cuda dike. Di dawî de jî behsa romantîkên sade, reş û ne xweş, geşbîn û reşbîn dike.

 

Romantîzm di edebiyata Kurdî de

Beşa çaran, pêngav avêtin e ji bo nav naveroka nameyê û behsa hîmê romantîk di edebiyata Kurdî de dike. Têgiha romantîk di edebiyata Kurdî de nû ye û dikeve paş qonaxa helbesta Kurdî ya romantîk.

 

Berevajî wan bîr û baweriyên ku têgihê bi (nûkirinê) ve girê didin, lêkolînvan wê bi (wehşetê =tenêperestiyê) ve girê dide ku di 1909an de Seîdê Kurdî bikar aniye. Ji bo diyarkirina reh û koka têgihê û famkirina romantîzma Kurdî, lêkolînvan geşteke hûrbîn di nav destpêkên rojnamegeriya Kurdî de dike û paşê jî behsa pêşîneya şiîra romantîk di şiîra lîrîk de dike ku dîroka helbesta Kurdî tijî ye bi vê cora helbestê.

 

Lewma bîr û baweriyên helbestvanên Kurd tîne ku cudakirina romantîk û klasîk giran e û nabe em berhemên helbestvanên bi nav klasîk ji binemayên romantîk derxin, çimkî ji bilî aliyê xweyî û sozdarî, helbestên sofîgerî û olî jî pêgeheke bihêz a romantîk dagir dikin ku beşa zêde ya helbesta klasîk digire, hevdem nabe jî tenê bikaranîna kêşa irûza Erebî bibe binemaya klasîk.

 

Lewra pêkan e em beşek ji berhemên helbestvanên mîna Bêsaranî, Mewlewî, Nalî, Salim û Hacî Qadir û hwd wek berhemên romantîk ên berî qonaxa romantîk bibînin. Paşê behsa bingeha derketina romantîkî di edebiyata Kurdî de dike û hokarên (cografî, civakî û kultûrî) berçav dike.

 

Lêkolînvan behsa bandora derketina rojnamevanî û hatina janrên nû ji bo nav edebiyata Kurdî dike ku terzê berheman ê romantîkî hebû, wek çîroka (Le Xewma- Di Xew de) ya Cemîl Saib. Herwiha di vê qonaxê de veger û gav avêtina ber bi zimanê neteweyî ve, kêşên xwecihî, berhemên folklorî û wergerandinê, perwerde û fêrkirina hevçax, hokarên siyasî û damezrandina rêxistinan û hwd bingeha sazbûna romantîzma Kurdî bûn.

 

Di beşa pêncan de tekeziyê li ser hîmên romantîkî di helbesta Kurdî de dike ku bîrên navxwe û xweyî dikin babet; ev herdu binema jî teşe û naverok in. Di aliyê teşeyê de ku qalibek e û made tê de tê danîn, aliyê peyvsazî û frez û hevok, ziman û diyalekt, kêş û serwa û hwd digire.

 

Helbest amraza derbirîna derûnê ye, di helbesta nû de wêneyê qalibê dramatic heye, bêtir jî kêşên xwecihî, vegera ji bo folklorê sûd jê hatiye wergirtin. Berevajî bîr û baweriya helbestvan û nivîskarên Kurd, bi baweriya lêkolînvan pêşî guherîn ne di teşeya metinê, lê di naverokê de hat kirin. Bi nerîna Pîremêrd, Goranê helbestvan ji bo edebiyata romantîk a Kurdî hatiye afirandin, Pîremêrd bi xwe jî wek teorîzanê romantîzma Kurdî ye.

 

Di aliyê naverokê de jî ku pêk tê ji wan hemû hêma, bîr û hest, hizir û wate, helwest û binemayên manewî û wêneyên hunerî û şiîrî ku formek ew hilgirtine yan pêk anîne. Lêkolînvan di nîşandana bîr û baweriyên helbestvan û nûseran de ku bawer dikin di romantîzmê de pesn nedana mîr û hukmdaran, behs nekirina mey û helbestên bedexlaqî, wesf nekirina jin wek milyaket û bedewiya çav û xet û xalan û hwd heye, di wê baweriyê de ye nûser çewt in.

 

Çend mînak ji romantîzma Kurdî

Di romantîzmê de ev hemû hene, lê yan serwextî edebiyata romantîk a Ewropî nebûn an xwestine bi navê romantîzmê rê ji bo edebiyateke realîst û sosyalîst xweş bikin.

 

Li ba nûseran naveroka romantîk ji bilî ku edebiyateke navxweyî ye û girîngiyê dide eşkerekirin û nîşandana tiştên veşartî yên derûn û siruştê, hevdem xemên civakî jî hembêz dike. Li ba romantîkan wijdaneke zindî, vegera li dîroka neteweyê, sivikkirina barê giran ê ser milê mirovatiyê, bîrkirina li welat û jê hezkirin, axaftin bi zimanê neteweyê û dûrketina ji nivîsandina bi zimanên biyanî, hevdem çûna nav ruh û livandin, vegera li siruştê, behskirina çînên hejar û bindest, sadeyî di derbirînê de û xewndîtina bi jiyaneke din heye.

 

Paşê lêkolînvan mînaka helbestvanên Kurd li gor wê têgihîştina standard ku ji bo romantîzma Ewropî heye, tîne. Derbarê ezmûna xweyî helbesta Şêx Nûrî tîne:

 

Xot biparêze le ahî dilbirîndaranî şew

Nek Xuda nekerde gîrabê, dûay nalanî şew…

Nûrî lem pêç û xemî zulfe necatit zehmet e

Lay sexî tebhen mehal e, ruxsetî mîwanî şew

Girêdana xwe bi şew (şevê) ve, reşbînî û diltengî sîmayeke diyar a romantîkê ne yan xwe û nîvcomayî:

Le tenyayî şewî jîna, enêm hengawî kwêrane!

Niye destê, derimbênê le naw em gore wêrane…

Yan vegera ji bo folklor, edebiyata gelêrî û stranan xisleteke diyar a vê edebiyatê ye. Pîremêrd dinivîse:

 

Ke xot xudbîn û box elk bedbîn bî

Nabê le dwayî rojit emîn bî

Herwiha di vê edebiyatê de kesên piştguhkirî û perçiqandî û hejar dertên pêş:

 

Êware ye wa! Derkewe sa ciwane kiçî dê

Ey wêrdî qise û besteyî gişt kurrgelî ser rê

Ji aliyekî din ve helbestvanên qonaxa romantîzma Kurdî, şiîr li ser hest, xeyal, xewn, xem, xem û buhar û payîz, xem û netewe, welatperwerî, azadî, mirin, Newroz û şehîdan nivîsandine yan têgih û kereseyên olî bikar anîne û nerîneke wan a cihêreng li ser jinê hebû, siruşt û siruşta Kurdistanê bi hemû rehendên wê yên cuda ve tê nav helbestên wan.

 

Paşê lêkolînvan behsa romantîzmê di serdema niha û mînaka helbestvanên wek Şêrko Bêkes, Ferîdûn Ebdul Berzencî, Hesîb Qeredaxî û Dilsoz Heme û hwd tîne.

 

Di dawî de jî encama nameyê nîşan dide ku xwe di pêwendiya romantîk bi şoreşê, ji bo Kurdan jî xema damezrandina dewleta neteweyî, nêzîkiya romantîzma Kurdî ji dibistana siyasetger a Almanî û netewegeriya Amerîkayî de dibîne.

 

Derbarê jinê jî pêşî nerîneke çewt hebû, lê paşê girîngîdana bi jinê heta asta peristinê çû. Romantîzma Kurdî kêmtir janra şiîrî derbas kiriye. Herwiha reformxwazên Kurd helbestvan bûn. Helbest jî zimanê derbirîna xwe û netewe û welat bû.

 

Qonaxa romantîzma Kurdî di maweya herdu cengên cîhanê de nayê danîn, lê belê heta niha jî amadebûna wê ya diyar heye. Romantîzma Ewropî bêtir bi grûpan kar kiriye, lê di romantîzma Kurdî de ev diyarde nayê dîtin. Ev beşek ji encama tezê bûn ku lêkolînvan nîşan dane.

 

Herêm Osman-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Gotinên Tiryakî- Cenap Şehabettîn

Fîkrên xweş, kal nabin. Ê ku ji pêz vediqetin, pez jê hez nake. Fîkrên xweş, …

Leave a Reply