Paytexta Rewşenbîrî yê: Silêmanî

Silêmanî bajarekî rewşenbîr û kurdewar e. Bajarê Hecî Qadirê Koyî, Nalî , Pîremêrd, Bextiyar Elî, Kejal Ahmed û gelekên din.

Sibê em ji Hewlêrê bi bus ê bi rêketin. Li başûr ‘otobûsan ‘ re ‘bus’ tê gotin. Ji garajî bexda bus a me hêdî hêdî ji nava bajêr derket. Min temaşe ya bajêr û derdorê dikir. Dengê kurdî di bus ê de bilind bû. Dewr û berê rêyan de alên Kurdistanê hebûn. Tabela bi kurdî û îngilîzî bûn lê erebî jî hebû. Heta derekê rê gelek baş bûn lê piştre rê xwaro maro bûn heta nêzî Silêmanî yê. Di rê de çend cîyên asayîşê hebûn. Îqame dipirsîya. Îqame: nasnameye. Bo geştîyaran jî îqame pasport e. Li ser rê gelek gund hebûn. Erdê Hewlêrê bêtir deşte her der zevî bûn bo çandinîyê zor ciwanin. Di rê de me li Kurdistani Azad Restoranê çay û av vexwar. Piştê bêhnvedanê em dîsan bi rê ketin. Min ji xwe re sêyra rê dikir. Û carna jî stran guhdarî dikirin Canê , Şivan Perwer, hozan dino … dibêje : welat çiqas xweş û rind e kêçikê lê lê , mirov tê de serbilindî delalê lê lê …” bi rastî jî wisaye. Dema mirov nêzî bajarê Silêmanî yê dibe bêtir wêneyên Mam Celal û ala partîya YNKê hene. Ev jî mixabinîyeke me ye ! Îtifaqeke me ya mayînde tune hê jî metirsî hene. Axir em nêzî Silêmanî ye bûn û ketin nava bajêr. Bajarê nû an yê modern bi rastî jî ne kêmî matrepolên Ewropayê ne. Avahîyên mezin û cihê danûstandinên mezin hene. Helbet ev nayê wê maneyê ku bajar pêşketî ye. Bus ê em li cihekî jê re dibêjin garaj lê ne garaje. Cihê taksîyan e. Dibê em li wir bi taksî biçin nava bajêr ew jî 5 hezar dînar e. Em li taksî bûn ajokar got hûn ji kûderê ne ? Me got em bakurîne. Got “serok Apo” em kenîyan. Em çûn nava bajêr li hinda parka baxê geştê peya bûn. Li hember me wêneyê pêşewa Qazî Mihemed hebû hema min wêneyê wî kişand û parve kir. Dibê wêne û sembolên kurdî -kurdistanî bên nîşandayîn. Yekser me çû hotela xwe eyar kir û em bi cî bûn. Hotela me nêzî qada mizgefta mezin bû navê wê Amed hotel bû. Li Silêmanî yê têgihiştina Soranî û Kurmancî ne weke Hewlêrê hêsane. Li Hewlêrê axir me li hev dikir lê li Silêmanî yê pir zehmet bû. Dîsan jî me hewld da bi kurdî biaxivin. Ji ber ku esnafên başûr hinekî tirkî jî dizanin û dipirsin tirkî , erebî , farisî , me digot kurdî. Dibê em li hev nekin jî dîsan bi kurdî biaxivin. Em li bajarê kevin derdora mizgefta mezin gerîyan. Jixwe yên ku tên ger û geştê jî wê li wir bigerin. Çûyîna bajarê nû ne ji bo geştêye jixwe maneyeka wê jî tune. Ewil em çûn mizgewtî gewre Silêmanî. Li hewşa wê gerîyan bi çend kesan re axivîn. Min vîdyo kişand. Ez ê vîdyoyan jî li ser kanala xwe belav bikim. Bazareke pir mezin li qada mizgefta mezin heye. Her tişt lê tê firotan. Em bi nav bazarê ketin çûn hin kolanan gerîyan rastî kolanekî hatin li wir ajal dihatin firotan. Weke. Kêrgûh /kîvroşk , pisîk , tûtî, mirîşk, melekê tawiz felan min hema vîdyoyekê kurt jî li wir kişand û me berdewam kir. Me rê tevlîhevkirin ji çend kesan pirsî qaşo ji me re terîf kirin em herin mizgefta mezin lê em çûn cihekî din. Hin wêneyên dîrokî hebûn. Wêneyê Pîremêrd, Şêx Mehmûd Berzencî. Çend peyker jî hebûn lê me nizanî yê kê bûn. Me ji derdorê pirsî wan jî nizanî. Em dîsan ketin nava bazarê û me xwarin xwar. Rojekê berîya em biçin başûr li medya kîtabevîyê min û hevalê Serhat hevdû dît. Wî ji me re got hûn çûn Silêmanî yê teqez Felafelê bixwin. Çend cara konser hev dubare kir. Me jî got em biceribînin. Bi Xwedê kêm gotiye😊 FELAFEL pir xweş bû. Helbet xwarinên din jî xweş bûn. Min vîdyoya xwarinê nekişand , hez nakim vîdyoyên xwarinê bikşînim. Piştre em çûn baxê geştê taybetî ya wê ew e ku peykerên gelek şexsîyetên Kurdistanî hene. Ji Şerefxanê Bedlîsî dest pê dike heta Nalî û Yilmaz Guney diçe. mirov rêwîtîyeke dîrokî dike. Helbet min gelek vîdyo û wêne jî kişandin.

Em vê rojê jî pir westîyan. Ji ber ku em di germa nîvroyê de digerîyan. Herî zêde av vedixwar car na jî şerbet ava hinarê , porteqal , lîmon û tiştekî din hebû lê niha navê wê nehat bîra min. Tama wê jî xweşe.

Hotela me ne xirab bû ava germ û kilîma wê hebû. Jixwe tiştên giring jî ev in. Dema me hotel eyar dikim me ewil mêze odê dikir piştre digot temam. Me li Hewlêrê wisa nekir klozeta odeyê xerab bû. Her çiqas cihê erzan be jî bila dirust be.

Me çend av û şerbeteke girt û em çûn hotela xwe. Telefonê re mijûl dibûn. Bi mal re qise dikir. Wêne -vîdyoyên wê rojê di medya civakî de parve dikirin. Birayê min roja xwe li defterê dinivîsand min jî di bloga xwe de dinivîsand taslak tomar dikir. Min di înstagramê de wêşana zindî çêdikir piştre serê xwe dişûşt û radiketim.

Nivîskar: Zerama Bakur

Çavkanî: https://zaremabakur.wordpress.com/

Derbar Çand Name

Check Also

Ji bo Gewrîyê Dermanên Malê

Ji bo dermankirina êşa gewriyê û ji bo kuştina mîkroban, xulxule rê û rêbazeke rehet …

Leave a Reply