Nûbihar: Jimara 153yan derket!

Nûbihar bi jimara xwe ya 153yan derket pêşberî xwendevanên xwe. Di vê jimarê de jî nivîs û helbestên cûrbecûr hene.
Gerînendeyê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik beriya behsa naveroka kovarê bike behsa şewba koronayê kiriye û gotin aniye ser pênc kesên vê dawiyê wefat kirine.
Rohat Alakom Konferansa Kurdnasiyê ya ku di sala 1934an de li Erîvanê çêbûye nivîsiye.
Roşan Lezgîn bi Dimilî/Kirmanckî li ser kilama Ehmedê Huseynî nivîsiye. Ehmedê Huseynî navê wî gelek belav bûye; dema di sala 1933yan de hatiye kuştin, li ser wî kilam çêbûye.
Malbata Fanîzedeyan ji Silêmaniyê ye; ji ber îskana mecbûrî koçê herêma Edenê kiriye. Seîd Veroj ji vê malbatê Elî Îlmî Fanî ku di dema xwe de gelek navdar bûye ji quncikên dîwaran derdixîne meydanê.
Murad Celalî di romana James Justinian Morier ya bi navê Macerayên Hecî Babayê Îsfehanî de Kurd û Kurdistan kiriye mijara nivîsa xwe.
Perwîz Cîhanî di vê jimarê de helbesteke Axaokê Bêdarî ku di jimara 151an de weşiyabû şirove dike û tîpguheziya wê jî rexne kiriye.
Abdullah Can di pêkenokên Nasreddîn Xoce yên aîdê sala 1926an de rastî navê Kurdan hatiye û ev tişt kiriye mijara nivîsa xwe.
Metin Yüksel danasîna bernameya Qelenderxanê ya li ser helbestê ku 3 salan di televîzyona Kurdistan24ê de hatibû ser ekranê kiriye.
Rahmetullah Karakaya bîranînên Mela Husnî Hezîn “Hêliya Heqîqetê, Xatireyên Heyatê” bi xwendevana daye nasandin.
Di vê jimarê de du hevpeyvîn hene: Nihat Gültekin bi Cemîla Celîl re, Kamil Basirgan jî bi Abdullah İncekan re peviviye.
Wekî din di vê jimarê de berhemên van kesan weşiyane: Rojen Barnas, Berken Bereh, Qedrî Sipranî, Se’diyê Şîrazî, Kevok Mizgîn, Melayê Cizîrî, ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî), Tengezar Marînî, Rûbar Elî, Evdilxaliqê Îsa, Mela Muhemmed Gulnar, Bamed Serdar, Talat İnanç, Occo Mahabad, Molla Surûrî Efendî, Hanifi Taşkın, Yusif Hêşetî, Nasır Kemaloğlu, Fuzûlî, Yılmaz Budancamanak, Frazê Xoytî û Receb Dildar.
Bimînin di xweşiyê de.
Süleyman Çevik
Naveroka vê jimarê:
Süleyman Çevik/Ji Edîtor
Rohat Alakom/Konferansa Kurdnasiyê (Rewan -1934)
Rojen Barnas/Sorgula Dilgez
Ahmet Aras/Kurdperwerekî bê hesab: Dewrêşê Sado
Roşan Lezgîn/Kilama Ehmedê Huseynî
Berken Bereh Axa Sar
Seîd Veroj/Sirgûnekî Peymana Lozanê ji Lîsteya 150an: Elî Îlmî Fanî
Qedrî Sipranî/Qurixê li Bostên xistiye, şev li Şivên geriyaye
Murad Celalî/Wêneyekî Kurd û Kurdistanê yê bi destê James Morier hatiye kişandin
Se’diyê Şîrazî/Findê û Perwane (ji Farisî Werger: Hayrullah Acar)
Perwîz Cîhanî/Şiroveya helbesteke Axayokê Bêdarî û rexne li ser tîpguhêzîya wê
Kevok Mizgîn/Aheng
Abdullah Can/Di pêkenokên Mela Nesredîn de behsa Kurdan
Melayê Cizîrî/Şewdirê To’b Xeyr Xana Mi (Kurmancî ra Açarnayiş: Ömer Faruk Çetinkaplan)
‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî)/Şa’îrên Navwenda yên Kurd -2- (Ji Soranî û Ferhengok: Hêmin Omar Ahmad)
Abdullah İncekan: Divê em Kurd jî zêdetir bala xwe bidin wergerê (Hevpeyvîn: Kamil Basirgan)
Tengezar Marînî/Kêliyên lixwevegerê
Rûbar Elî/Raperîn
Evdilxaliqê Îsa/Şerê Sivik
Mela Muhemmed Gulnar/Mersiya Mela Nizameddînê Tetwanî (Veguhêztina ji tîpên ‘Erebî: Sîpanî)
Metin Yüksel/Qelenderxane: Mektebek li ser Şairên Kurd
Bamed Serdar/Li te diğerim
Talat İnanç/Ebbasê Xwenenas
Occo Mahabad/Xwekuştineke Qedîfeyî: Îran Xanim
Molla Surûrî Efendî/Nameyeke Menzûm (Amadekar: Ahmet Gemî)
Hanifi Taşkın/Seyîd Ebdullah Arvasî/Dilbirîn û Dîwana Wî
Yusif Hêşetî/Ku bikem ez?
Nasır Kemaloğlu/Ziman giyanê nasnameyê ye
Fuzûlî/Qesîda der Ne’tê Hazretê Nebewî: Qesîda Avê (Wergera ji Tirkî: Halil İbrahim Sofuoğlu)
Cemîla Celîl: Derê bavê min timî vekirî ye heta roja îro jî! (Hevpeyvîn: Nihat Gültekin)
Yılmaz Budancamanak/Defê Sîneyî
Frazê Xoytî/Berdin bila bê
Rahmetullah Karakaya/Hêliya Heqîqetê, Xatireyên Heyatê
Receb Dildar/Romana ku hesaran dirûxîne
Nivîsa Edîtor:
Ji jimara 153yan merheba
Mixabin ji bela ku nexweşiya şewba koronayê zêde bûye û hinek nas û dostên me li pey hev wefat kirine ezê di vê jimarê de jî behsa wê bikim.
Me di dawiya vê jimarê de taziya pênc kesan daye.
Prof. Dr. Abdulbaki Turan nivîskarê kitêba Melayê Cizîrî Divanı ve Şerhi; Mela Husameddîn jî (Pîrê Kal), nivîskarê Tûrikê Pîrê Kal bû.
Ev herdu nivîskarên me hevalên hev yê salan bûn; eynî rojê, li eynî nexweşxanê wefat kirin û li eynî goristanê hatin definkirin.
Zemanekî hinek melayên welat saetçêker bûn. Pîrê Kal di tamîra saetan de “pîrê” hinek kesan bû; ewî ew hîn kiribûn.
Prof. Dr. Abdulbaki Turan heyranê Melayê Cizîrî bû. Çend sal berê li fuara Diyarbekirê, li ser Melayê Cizîrî û Dîwana wî xeberdanek mukemel kiribû; dema mijar vedibe, ez daîmî behsa wê xeberdanê dikim.
Mela Ebdurrehmanê Gundikê Melê, jixwe ji navê wî diyar e ji Gundikê Melê bû. Gundikê Melê gundekî li ser Şirnexê ye; Seyda xwedîmedrese bû, gelek kesan li ber destê wî xwendibû; bi salan dersa feqiyan da, ilim belav kir.
Seydayê Mela Nureddîn bi navê xwe yê dengbêjiyê “Nuroyê Meter”, ji maleke malmela bû; di warê dengbêjiyê de gelek nav dabû, şan û şohreta wî zêde bûbû; lê wî dengbêjî berda, medrese vekir, bi salan dersa feqiyan da.
Derwêşê Sado, nifşên îro navê “Bişar” çiqas dizanin nizanim, neviyê Bişarê Çeto bû. Ahmet Aras di vê jimarê de li ser wî nivîsiye. Bi uslûba xwe ya rewan kek Ahmet behsa wî û hin mijarên din dike.
Çi bibêjim, mirin heqîqetek jiyanê ye, lê tehl e. Xweda rehma xwe li miriyên me tevan bike.
***
Ev jimara me jî bi gelek nivîs û helbestên hêja derketiye.
Rohat Alakom Konferansa Kurdnasiyê ya ku di sala 1934an de li Erîvanê çêbûye nivîsiye.
Roşan Lezgîn bi Dimilî/Kirmanckî li ser kilama Ehmedê Huseynî nivîsiye. Ehmedê Huseynî navê wî gelek belav dibe, lê di sala 1933yan de tê kuştin. Li ser wî kilam çêdibe. Roşan Lezgîn behsa demê kiriye, metnê kilamê daye û ferheng û not li nivîsa xwe zêde kirine.
Malbata Fanîzedeyan ji Silêmaniyê ye; ji ber îskana mecbûrî koçê herêma Edenê kiriye. Ji vê malbatê Elî Îlmî Fanî di sazî û komelên Kurdan de gelek çalak bûye; li Edenê rojnameya Ferdayê derxistiye. Seîd Veroj vî kesê veşartî ji quncikên dîwaran derdixîne meydanê.
Murad Celalî di romana James Justinian Morier ya bi navê Macerayên Hecî Babayê Îsfehanî de Kurd û Kurdistan kiriye mijara nivîsa xwe.
Perwîz Cîhanî di vê jimarê de helbesteke Axaokê Bêdarî ku di jimara 151an de weşiyabû şirove dike û tîpguheziya wê jî rexne kiriye.
Abdullah Can di pêkenokên Nasreddîn Xoce yên aîdê sala 1926an de rastî navê Kurdan hatiye û ev tişt kiriye mijara nivîsa xwe.
Metin Yüksel danasîna bernameya Qelenderxanê kiriye. Ev bername li ser helbestê bû û 3 salan di televîzyona Kurdistan24ê de hatibû ser ekranê.
Demek berê bi navê “Hêliya Heqîqetê, Xatireyên Heyatê” bîranînên Mela Husnî Hezîn derketin. Rahmetullah Karakaya ev kitêba hêja daye nasandin.
Di vê jimarê de du hevpeyvîn hene: Nihat Gültekin bi Cemîla Celîl re, Kamil Basirgan jî bi Abdullah İncekan re peviviye.
Wekî din di vê jimarê de berhemên van kesan weşiyane: Rojen Barnas, Berken Bereh, Qedrî Sipranî, Se’diyê Şîrazî, Kevok Mizgîn, Melayê Cizîrî, ‘Elî Kemal Bapîr (Kemalî), Tengezar Marînî, Rûbar Elî, Evdilxaliqê Îsa, Mela Muhemmed Gulnar, Bamed Serdar, Talat İnanç, Occo Mahabad, Molla Surûrî Efendî, Hanifi Taşkın, Yusif Hêşetî, Nasır Kemaloğlu, Fuzûlî, Yılmaz Budancamanak, Frazê Xoytî û Receb Dildar.
Bimînin di xweşiyê de.
Süleyman Çevik

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply