Celadet Alî Bedirxan (1893-1951)

Celadet Alî Bedirxan di sala 1893an de li Stenbolê hatiye dinyayê. Ew di salên bîstî de ji bo doktorayê diçe Almanyayê. Doktoraya xwe ya huqûqê dike û di salên sihî de vedigere Şamê. Şam hingî di destê fransizan de ye. Celadet li wir dest bi têkoşîna kurdayetiyê dike û dibe yek ji pêşengên tevgera Xoybûnê yê girîng. Piştî ku serîhildana Agiriyê têk diçe, Celadet Bedirxan destê xwe ji siyasetê dikişîne û xwe bi hemû hêza xwe dide kultur û edebiyatê. Ew di sala 1932an de dest bi weşandina kovara Hawarê dike.

Ji sala 1932an heta 1934an 57 hejmarên Hawarê derdikevin. Ji bilî kovara Hawarê jî wî ji nîsana 1942an heta adara 1945an bi navê Ro-nahiyê kovareke din derxistiye. Ev kovara ha jî xwerû bi kurdî bû û li ser hev 28 hejmar derketine. Ji bilî kovarên Hawar û Ronahiyê Celadet Bedirxan ev pirtûkên ha jî nivîsandine:

  • Elîfba Kurdî,
  • Rêzimana Kurdî,
  • Ferhenga Kurdî,
  • Rêzana Elfabeya kurdî,
  • Rûpelnine Elfabê,
  • Dibaca Mewlûdê,
  • Dibaca nivêjên Êzdiyan,
  • Nameyek ji Mustafa Kemal paşa re,
  • Ji Mesela Kurdistanê,
  • wergera çîroka Conî û Cimêma
  • û bi dehan nivîs û gotarên çapkirî û neçapkirî…

Herweha Celadet Bedirxan digel birayê xwe Kamiran bi riya weşanên Hawarê bi dehan pirtûk pêşkêşî pirtûkaxaneya kurdî kirine.

Celadat Bedirxanê ku ji bilî navê xwe li dor deh navên din jî bi kar anîne, di 15.07.1951ê de mîna gelek pêşeng û rewşenbîrên kurdan, ji welatê xwe dûr, li Sûriyê wefat kir. Ew niha li goristaneke Şamê veşartî ye.

Derbar Rêvebir

Check Also

Folklor û Helbesta Modern

Dr. Roger ACUN Di edebîyata modern da sûdwergirtina ji folklorê her tim bûye sedemên nîqaşan. …

Leave a Reply