Nirxandina du romana ‘Goşeyên Tarî / Asingerê Kor’

Min du romanên birêz Kovan Sindî li du hev bi dor xwend û derbarê herdu romanan de vê kurtegotara danasîn û nirxandinê nivîsî. Ez vê nivîsa xwe pêşkêşê xwendevanên kurd dikim.

Asingerê Kor

Belê, Min du romanên romannivîserê kurd ê ji başurê Kurdistanê li pey hevûdu xwend. Yek jê ”Goşeya Tarî” bû û a din ”Asingerê Kor” bû. Min di demên berê de jî sê romanên romannivîser  Kovan Sindî xwendibû. Ji van herdu romanên ku min li pey hevûdu xwend ya baş ”Asingerê Kor” e. Ya din ”Goşeya Tarî” bi qasê ”Asingerê Kor” serketî nîn e. A rastî min ew roman neeciband, lê ”Asingerê Kor” eciband.

Di destpêkê de vebêj ji asingerê kor re dibêje ”çîroka xwe bibêje” yanî ew çawa kor bûye, çi hatiye serî, serborî û serpêhatiyên wî çibûne? Asingerê kor ji vebêj re dibêje : ”Çi kesê, çîroka xwe jê re bibêjim, dê bimre.” Ev gotin gelek bala mirov dikşîne û mirov çîroka asingerê kor meraq dike û herweha xwendina xwe didomîne. Asingerê kor dest bi qalkirina jiyan, serborî û serpêhatiyên xwe dike.

Di hinek herêm û deverên Kurdistanê de ji asin re hesîn û ji asinger re hesînger dibêjin. Di esasê xwe de peyva hesîn koka wê asin e û ev peyv ji asinê tê. Lewre jî ha bibêjî asinger û ha bibêjî hesînger qet ferq nake. Asingerê kor hêj 9 salî bûye, diya wî miriye, çûye rahmetê. Jinbava wî ango dêmarî wî difroşe dide serbazirganekî. Piştî demeke serbazirgan jî dixwaze wî bifroşe yekî din. Çîroka jiyan û serpêhatiyên asingerê kor weke çîrokên Mîrze Mihemed balkêş in, bi xweşî têne qalkirin , gohdarî kirin û xwendin.

Asinger hêj kor nîn e. Bi serbazirgan re diçe rêwîtiya bazirganiyê û di rê de çi dibe, çi dibîne qal dike. Di rê de li ber kerwansarayek serbazirgan vî zarokê neh salî difroşe yekî din.

Hespê xwediyê wî pên diavêje yekî û ew dikuje. Xwediyê hespê ji ber xwîna yê kuştî vî kurikê neh salî dide birayê wî. Zilamê ku wî ji ber xwîna birayê xwe kiriye, karê hedadiyê, asingeriyê dike. Kurik jî di dikanê asingeriyê de li cem xwediyê xwe dixebite û pêşeya/hunera asingeriyê fêr dibe.

Piştî demeke xwediyê wî î nû dimire. Debara male, xwedîkirina jina xwediyê wî dikeve stuyê wî. Ew asingerî, paletî, karkerî, êzingvanî, barkêşî û cure karên taybet dike û xwe û jina xwediyê wî ê ku nave wê Bihar e xwedî dike.

Çawa ku mirov bi xweşî gohdariya çîrokên folklorik ên gelêrî dike, weha mirov bi xweşî vê romana ku çîrokeke folklorik bûye mijara naveroka wê, xwendina wê li xweşa mirov diçe.

Rêwîtî û bazirganiya berê bi karwanan dibû. Lehengê romanê bi karwanek re dice rêwîtiyê û di rê de çi tiştê ku tê sere wî tam li gore xebroşkên kurdî, ango li gor çîrçîrok û çîrvanokên gelêrî ye. Romannivîser Kovan Sindî (û hinek romannivîserên din jî) kirasê romanê li xebroşkên gelêrî dikin û li gor hunera romanê bi şêweyeke nûjen, bi metodên modern dinivîsin, diafirînin. Hinek lêkolînvan romanên weha bi vî rengî weke romanên modern/klasîk bi nav dikin.

Ez ji rêwîtiyê, ji seyahatê, ji çûyin û gera cure welatan gelek hez dikim û pirtûkên gerê, gernasiyê dixwînim. Helbet gerokên, gernasiyên niha û yên berê ne wekhev in. Niha mirov bi arebe, otobus û balafiran dere cihên dûr, dere welatên din. Berê bi karwanan diçûne derên din. Bazirganiya berê ya dema dîrokî bi karwanan dihatin kirin. Niha mirov ji welatek di du satean de diçe welatekî din, lê di dema berê de bi karwanan bi rojan, bi mehan diçûn. Di riya karwaniyê de gelek bûyer pêk dihat.

Di romana Kovan Sindî ”Asingerê Kor” de rêwîtiya lehengê romanê bi karwana bazirganan re heye û di rêwîtiyê de gelek tişt pêk tê, bûyerên çîrvanokî/xebroşkî tê rave kirin. Xwendevanê ku ji xwendina pirtûkên çîrokên gelêrî, folklorîk û ji xebroşkan/çîrçîrok û çîrvanokan hez dike ev romana ku naveroka wê weke xebroşkên gelêrî, folklorîk hatiye afirandin, dê xwendina wê gelek li xweşa xwendevan/xwîner biçe ango dê bi dilxweşî bixwînin.

Goşeyên Tarî

Romana bi nave ”Goşeyên Tarî” romana Kovan Sîndî ye. Kovan Sindî romannivîserekî berhemkar e, berhemdar e. Ji başurê Kurdistanê ye. Wî heta niha (hetanî sala 2023) heşt romanên kurdî nivîsiye. Tevahiya romanên wî li bakurê Kurdistanê hatine weşandin. Ew di afirandina berhemên xwe de alfabeya latînî/kurdî bikar tîne. Ev helwesta wî ya nivîsîna bi alfabeya latînî/kurdî hêjayê pesnê ye.

Ji bo peyva goşe li navçeya me peyva kuncik bikar tînin. Kuncika malê yanê goşeyê malê ye. Dibe ku li başurê Kurdistanê yan jî li herêma Bahdînan peyva goşe bikar bînin. Goşe û kuncik wek du peyvên hevmane ne.

Romannivîser Kovan Sindî romanê bi forma ”Ez” nivîsiye. Vebêjê romanê ew ”Ez”a lehengê romanê ye. Ew qala hertiştî dike û cîhana romanê raberê xwendevanan dike. Her romannivîs stîla wî/wê cuda ye. Heryek bi şêweyên curbecur romana xwe diinivîse, diafrîne. Di hinek romanan de diyalog, axaftin hindik in, taswîr, şîrove kirin pir in. Di romana Kovan Sindî ya bi navê ”Goşeya Tarî” de jî diyalog, axaftin gelek in.

Di romanê de gelek bêwejên gelêrî, folklorîk, pêşgotinên bav û kalan, gotinên nav xelkê ku her yek bi mane ne, xwedî wateyên girîng in, di nav rûpelên romanê de cih girtine û ew gotinana naveroka romanê xurtir kiriye.

Lehengê romanê bi gelek kesan re diaxife, ji wan gelek tişt dipirse. Weke ku romannivîser neynika xwe bide ser civakê û diyalogên di nav cure kesên civakê û lehengê romanê de rave dike. Di romanê de du peyvên ez nû dibîhîsim ango li herêma me qet bi kar neanîne û naynin hene. Yek jê; ”mendehos” e û ya din ”solbend” e.

Di çavên evîndaran de evîndarê/a wî/wê wek hingiv şêrîn e. Heta li gor lehengê romanê ”ji hingvînî jî şîrîntir e.” Ji bo evînê vebêj dibêje : ”…evîn jêdera qencî û bedkariyan e.”

Araqxwir ji araqê re dibêjin;”ava pîroz.” li gor araqxwiran ”jiyan bê ava pîroz nameş e.” Sîsoyê di romanê de jî heman gotin dibêje. Dema araqxwir eraqê vedixwin, ji xwe re sohbetên baş û xweş dikin. Sîso û hevalên xwe jî li ser helbestvanekî diaxifin. Dibêjin : ” Ew kesek hestnazîk û mirowperwer e.” Bi min jî piraniya helbestvanan/şaîran weha ne.

Romannivîser di romanê de behsa taxên/mehleyên navçeya Zaxo û pira delal dike. Dema min xwend, xortaniya min ku dema ez xort bum apê min ji min re her cara ku bi qaçaxî diçûn navçeya Zaxo û dihatin qala pira Delal, behsa gundê Rebeka û navçeya Zaxo dikir. Wî carek jî çîroka du evîndarên ku xwe ji ser pira Delal avêtibû nav çem qal kiribû. Wek tê zanîn di salên 1960 heta 1980yî Lîceyî bi qaçaxî diçûna başurê Kurdistanê û dihatin. Lîceyiyan bi xwe re çek, fişek, tifîng û demançe dibirin wir û ji wir kaxizê cixarê, cixara Baxdat, xurme û tiştên din ji wir dikiriyan û dianiyan.

Ez zêde dirêj nekim, herdu pirtûkên Kovan Sindî jî hêjayê xwendinê ne û divê xwendevanên kurd wan bikirin û bixwînin. Herdu pirtûk jî di nav weşanên ”Peywend” û weşanên ”Ronya” de li bajarê Wanê hatine weşandin.

Lokman Polat 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply