Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê bi hevkariya Weşanxaneya Şilêr pirtûka nivîskar Diyar Bohtî “Bi Çavekî Cuda Ehmedê Xanî” çap kir. Ji bo danasîn û îmzekirina pirtûkê çalakiyek li dar ket.
Çalakî li Parka Xwendinê ya Qamişloyê li dar ket. Gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. Li gor nûçeya Rojnewsê Bohtî di çalakiyê de got ku ev 2 sal in li ser vê dixebite, sipasiya kesên piştgiriya wî kiriye û wiha dom kir, “Kêfxweşiya min nayê wesifkirin, ne tenê ji bo derxistina pirtûka min a nû, lê belê li ser naveroka pirtûk ku felsefeya fîlozofê kurd û helbestvan Ehmedê Xanî, şîrove û fikrên wî ye.”
Bohtî li ser naveroka pirtûkê jî sekinî û got, “Mixabin, piranî ji me tenê dizanin Xanî helbestvan e, yek ji stûnên helbesta kurdî û xwediyê destana Mem û Zîn e. Lê aliyên din di felsefeya wî û nêrînên wî de hene û hîna winda ne. Wî bi rêya Mem û Zînê têgeh û cewhera jiyan, xwedawendî, rewşa civaka kurd a wê demê, rexnekirina desthilatê şîrove kirin. Di vê pirtûkê de ne şîrovekirina giştî ya destana Mem û Zînê ye, lê belê tenê derxistina 22 beşên ji wê ye. Di her beşekê de şîroveyeke fireh a nêrînên Xanî heye; danasîna xwedawendî, mirov, gerdûn û çêbûn, nîqaş, têkiliya jin û mêr, işq û hezkirin.”
DIYAR BOHTÎ KÎ YE?
Nivîskar Diyar Bohtî di 1958′an de li navçeya Dihê ya Sêrtê hatiye dinê. Zêdeyî 20 salan wekî rojnameger kar kiriye. Niha di beşa Wêjeya Kurdî ya Zanîngeha Rojava de mamostetî dike.
Heta niha hin pirtûkên wî yên ku derketine ev in:
– Gul Bişkuvîn, roman
– Soryaz 1, roman
– Soryaz 2, roman
– Gustîla Pîroz, roman
– Mexmûr, roman
– Sehîdname, helbest
– Ferhenga Biwêjan, ferheng
– Rehbera Radyoyê, lêkolîn-rojnamegerî
– Şengê û Pengê ji bo Zarokan, çîrok
Diyarname