MİROV, ESALET, NEZANÎ, ÎXANET, ÎFTİRA

Xweda mirovan bi heman taybetmendiyan ve afirandiye û bi hebûna pîrek û zilam terîfa mirovan hatiye terîf kirinê û navê herdu cinsiyetan kefşa wan bûye MİROV.

Şekil, mêjî û hêst, vîn û biryar, dest û nig, çav û goh,

  • MİROV

Şeklê mirovan her çendî pîvana qilafet ne bi qasê hevbin jî, bes tevahî lebat bi heman mirovêre wekî hev bi parin û mirov li gora hunerê xwe sekna jiyana xwe kifşe dikin.

  • ESALET

Mêjî û hêstên mirovan bi şane ên difikire ve û ji bona sekna şeklê mirovan re dibe neynika xweşbûna mirovan.

Lewra mêjiyê mirov çiqasa enerjî a fikirandinê bigre, ewqasa balê dikşîne ser mijara heyînan û bûyeran.

Wê demê hêst û şane bihevre dikevin nava tevgeran, li gora mijaran fikir dibe raman berhevî dibe û ji xwere çerçoveya seknê kifşe dike û ew sekna ji bo mirovan dibe xalê xeta sor û rêzikê jiyanê, ango zagona ESALET dibe rê û rêzikê kesayetiya mirovan.

Lewra kesên ku esalet ji bo xwe dike neynika jiyan a xwe, tim û daîm sekna wî kifşeye, mêjiyê wî ji bo fikrû raman tevgera berhevan deye û dikare jiyana xwe re rêvebertiyê bike.

3-NEZAN

Xweda cc di gelek ayetan de bala mirovan dikşîne ser mêjî, ey mirov hûn çima mêjiyê xwe bikar naynin û her waha ew kesên ku mêjiyê xwe bikar neyne û xwe neguherîne bi ser wîde tim qirêjî û pîsî dibare.

Wateya pîsî bi ser mirovan de dibare, mirov dibe nezan û nikare ji bona tu pirsgirêkên xwe re çareseriyan berhevî bike û her wextê bi gilî gazine, ango pirî bê feme şane ê mêjî ji hişmendiya berhev kirinê bê par dimîne û her wextê dikeve nava gazinan giliyê jiyanê dike û dibe kesayetiya bê hişmendî û NEZAN.

4- ÎXANET

Peyva îxanetê ji helwesta hesûdîtiyê tê, di jiyana mirovahî de helwesta birîna bê dermane. Lewra di qada jiyana mirovan de( kesayetî, malbatî, bajartî, hemwelatî û dewlet ) armanc nebe doza rûmetê û nasîna tevahî heyînên sembolîk, hîngê helwesta çavnebartî dibe hesûdîtî li fikrû ramanan serdestî dike û hîngê îxanetî li mirovên bi esaletin pêktên.

Du kes, pîrek û zilam biryara bihevre jiyana zewacê didin dibin heval û rêhevala jiyanê, û dibin şirîg, piştkûrî, hêza bi qûwet û malbat.

Dema ji zewaca pîrek û zilam zarok çêbûn wî demê rewşa wan diguhere bi malbatî binav dibin û dibin malbat.

Di malbatê de dema zanistî nebe xala rêzikê jiyanê û berjewendî nebe armanc û doza xizmeta malbatê, hîngê deriyê rêya têkçûyîna rêzikê jiyana hevpar re vedibe û dawiya wî malbatê dibe aqûbeta ji hev qetandinê.

Lewra di wî malbatê de hêstên hesûdîtî serdestî li dadê û hevpartiyê dike û îxanet pêktê, bihevre dikevin nava helwesta îxanetê bendê baweriya bi hev diqede, bendê baweriyê dema qetiya ew malbat xwe di hemêza îxanetçiyan de divînin û bihvre dikevin nava îxanetê.

Ger ku bi kesayetî re, malbatî re, bajarê lê jiyan dikere, hemwelatî û dewletê re, îxanet hate bikar anîn, wî demê kevir li ser keviran namînin û serî li ser laşan namîne, mablatû bajar, rêveberî  û dewlet hildişin.

Sîstema rêveberiyê de dadmendî nebe hempar, hîngê ji wetaya hekemtiya jiyana hevpar bê wate dibe û wekî mînak împaratoriyên bi temenê hezar salan hilşiyan têkçûn û tenê navê wan di rûpelên dîrokê de manin.

5-ÎFTIRA

Peyva îftira ji koka direwan tê.

Mirov dema di pêkhatina bûyerekî de xwe ji zeraran azad bike ango ji  mijarê, bûyerê, çîrokê û hebûna bûyerê xelas bike ji tirsan serî li derewan dixînin û wî demê dikevin nava helwesta îxanetê pêktînin.

Dema heyîneke mirovan tunebe û mirov bêje heyîna min heye, wekî mînak, mala min, xanima min, zarokê min, wesayîta min, hespê bavê min, erdê min, gundê min, bajarê min, welatê min, dewlemendiya min, diplomeya min, karê min, nasnama min, û her waha di xalê jiyana mirovahîde her ku çi henin, ji van xalana yekjî tunebe mirov bêjin heye wî demê mirov îftira lixwe dikin.

Dermanê îftrirayê tune û dibe peyvekî xençer di binbîra mêjiyê mirovan de çik dibe û heta jiyan hebe û îftira her tim zindiye û sanciyek pir bijane.

Ji ber ku civaka bindest nezanin û bi gelemperî jiyaneke eware û ededên çanda ezber dijîn, rêzikê armanc û doza wan bê parin feqîrê mêjiyê xwenin û lewra ji bona yek cixarekîjî dikarin hevalê xwe bifroşin û lihev îftirayan bikin.

Gotinê bavkalanin çiqas di ciyê rastde gotine, dibêjin mirov îftira li miriyan dikin, ji ber ku mirî ne li jiyanê ne û ku ew îftira lê tesîrbike.

Mexabin kesên ku lê îftira lê dibin heta li jiyanê bin,  îftira dibe kurmê bê derman binbîra wî de tim zindî ye û heta jiyana wî zindîbe sanciya wîjî bijane.

1-Bixûnên xwe zana bikin û ji pirsgirêkê jiyanê re çareseriyan berhevî bikin hîngê jiyan xweş dibe.

2-Bi keda xwe re dirûst tevgerin û di kar û keda xwe de dadê bikar bînin û karan bikin dest dirêjiyan ji keda hevre nekin, lewra keda mirovan bi berekete dawî heta jiyana mirovan zindîbe hertim bi rûmetî dibe şeklê sekna rêzikên jiyana mirovan û mirov tim bi serfirazî pê dijîn.

3-Bi aqûbet bin, lewra peyv û rêzika aqûbetê ji dirûstiyê, dadê, hevpariyê tê, bihevre dirûstbin ku aqûbeta we netewa xwere bi destê hev bigrin.

Dad û hevpartî di jiyana du kesan de wekhevî pêkwere, ew du kesana dibin dewlemendê dewletan.

Bes dewleta ku di rêveberiyê de dad û wekhevî wekî par pêk neyêt anîn, ew dewleta aqûbeta wî dibe hilşandin têk dere.

4- Xwe bi bahayê erzan nefroşin, lewra xwe firotin qedexe ye, rêya xeraviyan di xwe firotinê de veşartiye û lewra di ayetê Quranê de terîfa mêjî ye xwe bikar bînin û ger ku hûn mêjiyê xwe pêk neynin bi ser we de pîsî dibare.

5-Rûmet a jiyana mirovan bi hebûna mirovan dibe rêzikê qedir girtina jiyana mirovahî û serfiraziya bi bextewarî û vîna azad dibe ezmûna serkeftinê.

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply