Rojîname – 5

Ayeta Rojê

“Kurê min!
Tu nimêj bike, qenciyê emir bike û xerabiyê meniʻ bike;
li ber tiştê ku bê serê te, sebir bike!
Bêguman ev karên hêja û girîng in!”

(Loqman, 17)

Hedîsa Rojê

“Tu li kûderê bî ji Xwedê bitirse,
di pey guneh de xêrekê bike
da ku ew xêr wî gunehî bibe,
digel însanan bi exlaqê xweş muamele bike.”

(Hedîs)

Duaya Rojê

Ya Rebbî şikur ji te re,
ji bo nîmetên ku te dane me û
ji bo te em gihandine vê meha pîroz…
Ya Rebbî
Em bi saya te rojiya xwe digirin û
Em bi saya te bigihijin roja cejnê
Ya Rebî
Me ji mirovên salih, ji mirovên ehlê cinnetê bike (binivîse)
Gunehê me efû bike û me ji xerabiyê biparêze.
Ya Rebbî
Kesên di riya te de rojiya xwe digirin û
Vê meha Remezanê xêr û xêratên xwe dikin ji xerabiyê dûr bigire.
Ya Rebbî
Gunehên me efû bike û
Mirovan bixe riya Qur’anê

Duaya Remzî Reşanî

Gotina Rojê

Bextiyartirîn ew e ku:
Ji bo dunyayê, axreta xwe jibîra neke.
Axreta xwe ji dunyayê re feda neke.
Heyata xwe ya ebedî, ji bo jiyana dunyayî xera neke.
Bi tiştên beredayî û li haşê, imrê xwe telef neke.
Xwe mêvan bizanibe û li gor emr û fermanên wî xwediyê mêvanxaneyê tevbigere û hereket bike.
Bi selametî deriyê gorê veke û bikeve seadeta ebedî.

(Bedîûzzeman)

Derbar Rêvebir

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply