Mezintirîn fûara pirtûkan a Tirkiyê dest pê kir

Mezintirîn fûara pirtûkan a Tirkiye TUYAP 35emîn car bi beşdariyeke mezin dest pê kir. Fûara ku dê 10 rojan berdewam bike bi merasîma ku wezîra Almanî ya dewletê û cîgirê wezîrê Perwerdehiyê yê Tirkiye jî beşdarî lê kir deriyên xwe li nivîsar, wergêr û xwînêran re vekirin.

Fûara TUYAPê ya ku di nava mezintirîn fûarên cîhanê de tê hejmartin bi beşdariya sedan wêşanxane, bi sedan nivîskar, wergêr û bi deh hezaran xwîneran destpê kir. Fûara ku ji sala 1982an vir ve bê navber berdewam bike wê mazûvaniya zêdetirî 300 panel, konferans, gotûbêj û çalakiyên cihê jî bike.

Îsal hejmareke kêm ji wêşanxaneyên kurdan jî cihê xwe girtin.

Edîtorê Wêşanên Pêywend û Govara Kûrt Tarîhî Dawût Rêbiwar ji Rûdawê re wiha got: “Li stenbolê nêzikî sed zanîngeh hene û xwendekarên kurd lê dixwînin û nifûseke ciddî ya entellektûelên kurd jî li vir in. Ji ber vê yekê ew fûar bi qîmete ku em werin li vir xwe bigihînin xwendikarên xwe.”

Wêşanger Erdinç Şamoglû jî got: “Li gorî ku roja yekê ye em gelekî memnûn in hatina xelkê. Bes em nizanin ku dê rojên pêş çi nîşanî me bidin.”

Fûar îsal bi temaya “Felsefe û Însan” tê lidarxistin û weke nivîskara rûmetê jî mamosteya felsefeyê Îonna Kûçûradî hate hilbijartin. Fûar bi hevkariya Tûyap û Yekîtiya Wêşangerên Tirkiye tê organîzekirin. Herwiha ji Almanyayê jî 28 wêşanxane bi dirûşma “Bandora Pêyvan” bêşdariyê li fûarê dikin.

Edîtorê Wêşanxaneya Nûbiharê Sûleyman Çevîk jî wiha axivî: “Em jî nêzikî deh salane ku beşdarî vê fûarê dibin. Ew fûar tabê ji aliyê me ve gelek girîng e. Her  sal em di nava xwe de dibên eger em qet firotinê nekin jî divê em beşdariyê lê bikin. Her sal em cîh digirin û eleqe jî heye. firotin jî dibe û reklam jî dibe.”

Nivîskar Orhan Karavelî jî anî ziman: “Berê jî ji bo pirtûkan xebateke baş hebû lê bi TUYAPê re li tevahiya Tirkiye hewlek hate destpêbûn. Bi ya mine w tiştekî pir pir girîng e. Meriv dikarê hemû wêşanxaneyan li vir li ba hev bibîne.”

Di çarçoveya fûarê de 26mîn Fûara Hunerê ya Stenbolê jî hate vekirin. Nivîskarên cîhanî yên weke Den Hancox, Wilhelm Schmîd, Thomas Schmîdînger, Edûardo Sphr, Paûl Cleave, Wûlf Dorn û Shaman Dûrek jî wê bi xwînerên xwe re bêne ba hev.

Di roja yekem de ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî jî çalakiyek hate lidarxistin. Çaverê ye ku zêdeyî 500 hezar kes serdana fûarê bike.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply