Her kesê ku rêya wî bi edebiyata modern ya cîhanî ketiye, bi awayekî navê şairê modern yê Alman “Rainer Maria Rilke” (1875-1926) bihîstiye. Bi vê taybetiya xwe, wî ne tenê di kanona edebiyata Almanî de cihê xwe girtiye, ew her weha di nava kanona şê’ra cîhanê de jî xwediyê roleke bilind û bala ye.
Di vê kitêba hanê de Rilke di deh namyan de fikr û ramanên xwe yên di heqê mijarên wek edebiyat û nivîskarî, jiyan û mirin, bûn û xwedîbûn, tenêtî û civakê de tîne ziman. Ne tenê muhtewayê nameyan, her wiha awayê xweîfadekirna şaîr jî rêyekê ji xwendevanê wî re vedike. Her nameyek ceribandineke felsefîk e.
Belê, wekî amadekarê kitêbê Franz Xaver Kappus gotiye: “û gava li cihekî, yekî mezin û tekane qise dike, divê yên biçûn bê deng bin.”
AGAHIYÊN KITÊBÊ:
Nav: Ji Şa’irekî Ciwan re Name
Nivîskar: Rainer Maria Rilke
Wergera ji Almanî: Abdullah İncekan
Weşanxane:Nûbihar
Rûpel: 64
Cûre: Edebiyat
Ziman: Kurdiya Kurmancî
Ebat: 13,5 x 21
Tîp: Latînî
Çapa Yekem: 2016