Meta Min

Dor di behrên min de rû didin,

her pelek evînekê têkçû ye,

her pelek xezelekê belavbûyî ye.

Gemiyên min li ber çavên min noqî bin avê dibin.

Nikarim tiştekî bikim, naxwazim tiştekî bikim.

 

Reh dikêşin tilî bi tilî stêrk dibarin di ser min de.

Kêla gora meta min a Aş li ku ye?

Kê nivişta wê şewitand di ser dilê min de?

Ji bo çi eninivîsa meta min zû jêbir bû, jibîr bû?

Û sireke min a bi we ve hebû?

Ji bona ditîna gora we çûbûm,

lê min destpêka jiyana xwe jibîr kiribû,

dawiya jiyana xwe com kiribû.

 

Xeletî li ku derê bû?

Ne rûyê meta Aş tê jibîra min ne jî şîna we.

Lê ew miribû di çavên bavê min de.

Min terma we bi hêsirên bavê xwe girtibû û defn kiribû.

Pêl û pelên jiyana meta min çi dibêjin?

Tu çima neaxivî bavo?

Tu li benda çi yî?

Di hundirê nameyeke şîntarî de me.

Bavo were û min bi rê ke ji meta min re.

Ti dizanî adresa meta min çi ye?

Niha ew li ku ye bi hemû xatire û bîranînên xwe ve.

 

Hîn genca meta min di çavên min de.

Ji bo wê hêsirên xeder, hêsirên tehl,

hêsirên biqehir diherikin ji çavên min.

Bavo, ez bi lingên te ketim rê,

min bi çavên te li gora meta xwe geriya,

lê min ew nedît.

Piştre bi çongên te ketim erdê.

Niha dilê min nameyeke adrese;

ne tê şandin ne jî te hilgirtin,

ne tê lêhûrbûn ne jî tê xwendin,

ne tê avêtin ne jî tê girtin.

Nikarim ji hepsa hundirê xwe derkevim,

nikarim azad bijîm û azad bimirim.

 

Ba tim şora xwe tîne ser meta min.

Ez dest bi kilamên Emê Xecê dikim.

Evîndarek tê kuştin di dilê min de tim bi eynî kilamê.

Kela behrên çavên min radibe.

Em digîre ez bi zimanekî din şîna meta Aş digirim.

Yanî dîsa girtiyê ûmrê xwe bûm,

mirîyên min pir û jîyana min biçûk bû.

Ez, yanî biçûkê jiyana xwe, mezinê mirîyên xwe.

Ji bo wê tim şîntarî me,

tim kilamên xemgîn derdikevin ji çavkaniyên min.

Dilê meta min bêkêl hatibû, bêşop çûbû, eynî mîna min.

Belkî sir ew bû, kes pê nizane xencî Xwedê.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply