Li Tirkiyeyê Çapemeniya Kurd-IV

GAZÎ

Di sala 1919an de li Amedê dest bi weşanê kir. Rasterast dema ku hatiye girtin nayê zanîn. Di vê rojnameyê de nivîsên parêzer Şehîd Hecî Mihemed Efendî, Şehîd Cemîl Paşazade Cewdet, Pertew Begê Lîcî, Mîrîkatîbîzade Cemîl Beg, Henîzade Reşat, hatine weşandin.[1]

MARÎFET Û ÎTTÎHAD-I EKRAD ( PERWERDEHÎ Û YEKITIYA KURDAN)

Sala 1909an ji aliyê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî ve ji bona damezrandina vê rojnameyê daxwazname hate dayîn lê mixabin bi encam nebû. Ustad dixwest ku vê rojnamyê bi Tirkî û Kurdî biweşîne. Ev rojname ku derketa wê di pêşiyêda hefte carekê, paşê jî wê rojane derketa, lê mixabin ev daxwaza ustad nehate cih.

DÎCLE KAYNAĞI

Di sala 1948an de dest bi weşanê kir (ji aliyê xwendekarên zaningehê ve dihate derxistin). Xwediyê vê rojnameyê Şeymûs Elmas (Mûsa Enter) û Huseyîn Dîkîcî bûn. Li bin logoya vê rojnameyê “Rojnameya serbixwe û siyasî ya hefteyî ye” hatibû nivîsandin. Di sala 1959an de  weşanê wê bi dawî bû. Di vê rojnameyê de nivîsên kurdî derneketine.[2]

ŞARK POSTASI

7 tebax 1952an de li Amedê dest bi weşanê kir. Pirr caran xwediyê wê hate guherîn. Hetanî sala 1962an weşana xwe berdewam kir.[3] 

ÎLERÎ YURD

Li Amedê ji berî sala 1958an ev rojnameya ji aliyê Ebdurrehman Efem Dolak ve dihate derxistin. Di sala 1958an de Mûsa Enter hate ser kar. Pêy ku Mûsa Enter hate ser kar xeta rojnameyê temamî bû siyasî. Nivîsên bi kurdî hatin çapkirin. Ewilî tu kes ji vê rojnameyê ne agahdar bûn. Dema ku Mûsa Enter hate ser kar, çend rojên ewil ev rojnameya bê dirav belav kir. Paşê bala gel kişand û tîraja rojnameyê zêde bû. Ji ber pêkutiyên siyasî vê rojnameyê jî weşana xwe bi dawî kir.[4]

SÎLWAN SESÎ (1962)

Li Sîlwanê (Meyafarqîn-Silîva) ji aliyê Îsa Şans ve di sala 1962an de hate çapkirin. Weşana xwe bi Tirkî dikir carcaran nivîsên bi kurdî jî dihate weşandin.[5]

ROJNAMEYA DÎCLE Û FERAT (DÎCLE-FIRAT GAZETESÎ)

Li Stenbolê di sala 1962an dest bi weşanê kir. Bi Kurdî û Tirkî dihate weşandin. Di rûpela pêşiyê de “ rojnameya siyasî ya mehane” dihate nivîsandin.

Biha: 50 Quriş

Derhênerê weşana giştî: Edîp Qaraxan

Ebad: 48*28,5 cm

8 hejmarên wê hate weşandin. Hejmara 9an jî hate amadekirin lê mixabin nehate weşandin û rojname hate girtin. 06 Pûşper 1966an de Edîp Qaraxan hate binçavkirin û rojname hate girtin.[6]

Edîp Qeraxan, Dr. Saîd Kirmizitoprak (Dr. Şivan), Mûsa Enter, Halît Nazmi Balkaş, Ahmet Botanli, Yaşar Kaya, Îsa Şans di vê rojnameyê de nivîsandine.[7]

ROJA NÛ (YENİ GÜN)

Li Stenbolê 15.05.1963an de bi Tirkî û Kurdî dest bi weşana xwe kir. Li ser berga peşiyê di bin navê rojanameyê de bi Tirkî ev tişt hatibû nivîsandin: “ Aylık Türkçe ve Kürtçe olarak yayınlanır; Aylık siyasi, edebi ve düşünce gazetesidir.”

Xwedî: Doğan Kılıç

Rêvebirê berpirsiyarê karên nivîsan: Halil Kılıçkaya

Derhênerê weşana gelemperî: Hasan Buluş

Nûnertiyên rojnameyê: Li Diyarbekirê Abdurrahman Doluk, Enqere: Selim Hangül, Swêreg: Zülküf Karahan

Hejmarek derket şûnda ev rojnameya hate girtin (06.06.1963). Piştî ku ev rojnameya hate girtin, berpirsiyarê karên nivîsan Halîl Kılıçkaya hate girtin û şandin girtîgeha Siltanehmed ê.[8]

ROJA WELAT

Îlona sala 1977an li Enqerê bi zimanê Kurdî û Tirkî dest bi weşanê kir. Panzdeh rojan carekê derdiket û rojnameyeke siyasî û çandî bû. Bi tevahî 12 hejmar derketin. Ji ber pêkutiyan ji welêt derket û weşana xwe hatanî 1986an li Ewropayê berdewa kir. Carna 12 carna jî 16 pel derdiketin.[9]

HAWAR

Di tebax-îlona 1980yî ji aliyê Mazlum Doğan dest bi weşanê kir. Bi Tirkî û Kurdî weşana xwe berdewam kir. Di bin navê rojnameyê de wisa hatibû nivîsnadin: “Kürtlerin Bağımsızlık Mücadelesi İçin” Di sala 1980 yî de berê li Tirkiyeyê hate weşandin, paşê ji ber pêkutiyan weşana xwe li Elmanyayê berdewam kir.[10]

 

[1] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 288.

[2] Yücel, b.n., r. 67.

[3] Mehmet Mercan, Anadolu’da Gazetecilik ve Diyarbakır Basını, Diyarbakır, 1998, r. 48.

[4] Musa Anter, ‘Yekbûn 1914’te Çıkan Dergi’, Doğu Dergisi, İstanbul,1969,  j.1,  r.141. (Vgz.: Fetullah Kaya)

[5] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 129.

[6] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 135.

[7] Kaya, b.n., r. 175.

[8] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 159-161.

[9] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 236-240.

[10] Malmisanij û Levendi, b.n., r. 308-312.

Derbar Çand Name

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply