Kurd û Dîrok

Kurd hîn nebûnin pesnê rêber û dîroka gelê xwe bidin û dewsa pesnan de dijûnîtiya bûyerên ku dîrokêde pêk hatinin dikin, tu feydeya xwe nîne dijûntiya rêberên ku bi gora şertû mercên demê de li dîrokê navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsandine were kirinê.

Kesên ku îro dijûnîtiya Selhedîn Eyûbî dikin, pir mexabin dîrokê û demê naynin bal hev û bi nêrîna
şertû mercên demê dîrokê naxûnin.

Tevahî dewletên cihanê Selhedîn Eyûbî wekî serleşker û mîrê di wî demê de herî bi dad û mêrxas zanist dinirxînin û bi gora fikrû dîtinê minjî Selhedîn Eyûbî di dema xwe de kesek bê pîvan xweyê payeke mezin û bê hempaye.

Lazime mirov her bûyeran li gora mijara wî û li gora dema bûyer pêkhatiye binirxînin.
Bi nêrîneke dîrokî bûyer werin nirxandin feyda xwe ji dijûntiyê pirtire, bi kêmanî mirov dibin zanistê netewî û xweyî nêrînên dîroknas jê sûdwar dibin.

Naxwe wateya armanca zanebûyîna dîrokêjî ji pêşerojêre bibe neynik û heman xeletî dûbare nebin, û ji bona parastina milet û mafê xwe bi parêzin feyda xwe heye.
Makezagona dadê bi awayek sîstematîk girêdey bûyerên qewimînin û ji dîrokê seydê bigrin dibe mînak ji bona ku îro dadmendî were damezirandin.

Mexabin em bi qasê dujminê miletê kurd nebûnin mamostey jiyana pîskolojîk, lewra dujminê
miletê kurd wekî morîstanê binaxêde dijîn li ser exlaq û bawerî, dîrok û şîveyên cûda di zimanê civakê de henin xebatan dikin û pir mexabib serkeftînin.
Kurd bixwe dema ji hevre rêzdar nebin, ji tu kesan rûmetê nabînin û hebûna kurdan tenê dibe mesrefa fantaziyên dagirkerdan, bila tu kes xwe nexapînin qisûrê kesî mêyze nekin, mirov dema
qîmetê nedin xwe ji tû kesî rûmet nagrin û hêvî kirin mafê mirovan jî nîne.

Dewletê dagirkerd ji bona ku temenê sîstema dagirkerdiya xwe dirêj bikin, bi zimaneke pir nermok û xweşgot bûyerên di dîroka miletê bindestin de pêkhatinin rengê wî girê didin dagirkerdiya xwe.

Heman demê de bi awayek pîskolojîk rêber û bûyerên dîroka miletê bindest, bi civakê didin xûkirin û civak bixwe dijûnîtiya dîrok û rêberên xwe dikin.

Wekî mînak Bedîûzeman Seîdê kurdî ( Seîd nûrsî) dema xwe de li dijê tevahî hêzên xaçperest û dagirkerên ku di dû hilşandina împaratoriya osmaniyan tevahî dewletê rojhelata navîn dagirker kiribûn kar û xebat kiriye û di jiyana piratîkde her çendî bi serneketibejî bes sîstema ku nivisiye ji bo îro û pêşerojêre neynikeke fîlozofiye.

Mexabin kurdan dewsa ji îlmê Bedîûzeman Seîdê Kurdî sûdwarbin, bi destê xwe teslîmê
dagirkerdê welatê kurdan kirine û dagirkerdanjî ji zanebûyîna Seîdê kurdî pir bi hostatî feyde dîtine.

Dewleta tirka û dewletên ereban pirî pesnê Selhedîn Eyûbî didin û di heman demêde Tirk dibêjin
Selhedîn Eyûbî eslê wî tirke û erebjî dibêjin Selhedîn Eyûbî erebe.

Tirk ji bona ku xwe xweyî mîrasa osmaniyan divînin û tevahî bûyerên di dema împaratoriya
osmaniyan de pêkhatinin gora berjewendiyên dewleta xwe wergerandine zimanê tirkî.
Lewra di dilê civaka Lazan, Çerkezan, Gurciyan, Abhazan, Albanan, Azeriyan, Boşnakan, Tirkmenan, û herwaha gelek civakê dinande osmaniyan wekî hêza ku di xizmeta îslamî de bûnin divînin û pir hedîsên nerast weke ku Hz Muhamed Pêximber asw behsa hinekî siltanên osmaniyan kirîbe bi civakê danin qebûl kirin û hezkirin.

Lazime dîroknas destê xwe bikin binê barê dîrokê û ji bona ku ji dîrokê feyde bivînin dîrok bikeve
xizmeta civaka kurdan bûyerên dîrokî û rêberan li gora şert û mercên demê de pêkhatine bidin qebûl kirin û hezkirin.

Dijûnîtiya kesên di dîrokê de bi bandor bûnin tu feyda xwe nîne ji bina miletê kurd.

Behçet Ateş

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply