Qehwe vexwarinek e ku ji tovên dara qehweyê tê çêkirin. Dara qehweyê li başûrê rojhilatê Afrîkayê mezin dibe. Qehwe yek ji vexwarinên herî zêde li cîhanê tê vexwarin e. Di nav qehweyê de kafeîn heye û ji ber vê yekê hişyariyên zêde dike. Di heman demê de qehweyê de antîoksîdan jî heye û ji ber vê yekê bi hin feydeyên tenduristiyê re têkildar e.
Qehweya Kurdan
Qehweya kurdan cureyekî qehweyê ye ku ji fêkiyên dara Kezwanê tê çêkirin. Dara Kezwanê bi berfirehî li hêla botan şîn dibe. Qehweya kurdî bi gelemperî bi şekir tê vexwarin û ji bo ku kef bide bi awayekî taybet tê amadekirin. Qehweya Kurdan li Herêma Kurdan taybetî jî li Amed û Cizîrê gelekî populer e û ji mêvanan re tê pêşkêşkirin.
Çandname
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…