Jin û tore, wêje û dîrok

Dîbaçe

Bi rastî ev mijar tevlihev, dirêj, girîng û balkêş e. Ez nizanim çawa û ji ku dest pê bikim. A darîçav ew e ku jin û jiyan girêdayî hev in. Li gorî min, rastiyeke bêguman e ku jin bi rola hestûyê piştê di malbatê de radibe yan jî ew bi xwe stûna kon a sereke ye di civakê de, ew bi xwe di serdemên berê de wekî xwedawend hatiye nasîn û hîn jî pût û latên wê li nik gelek miletan û herwisa li pir deveran peyda dibin.

Jixwe hin dibêjin ku jin ji jiyanê hatiye, wisa jî jin dayik, ziman, perwerde, afirandin, efsane, binyad, kok û hem dibistan e. Erê hatiye gotin ku jin nîvê civakê ye lê ez dibêjim ku nîvê din jî girêdayî jinê bixwe ye.

Bi her hawî, ez vê gavê dikarim bibêjim ku jinê di helbestê de jî roleke mezin gerandiye ku ew û xweza pê ve hatine girêdan û pirê caran ew bi kaniya ava heyatê yan jî heyva çardehan an jî roj û stêrkan û hemî tiştên naz û xweşiyên xwezayê ve hatiye daneberhevkirin û saloxdan.

Hewce nake ez navê helbestvanan bibêjim ên ku jinê roleke mezin di jiyan wisa jî di helbesta wan de lîstiye, ango li ser cihekî berz û bilind di helbesta wan de rûniştiye ji Cizîrî bigire û ta Cegerxwîn, di nav re jî Ehmedê Xanî, Nalî, Baba Tahirê Hemedanî, Feqiyê  Teyran û helbesta Ey Dilberê; Şêrgo Bêkes, Tîrêj û … hwd…

Dayitî ji serdemên kevin de ya jinê bû, wekî niha ku em dibêjin mêr xwedanê yan malxweyê malê ye, berê ev rol û dewr a jinê bû, deriyê mala wê ji mêvanan re vekirîbû, wisa jî destekî wê bi landikê ve bû û yê din mijûlî şaristanî, çandinî, tenduristî, navtêdan û hemî cûreyên dn ên civakê bû ku ew bi xwe xeleka herî mezin bû di hemî cûreyên folklor û mîtolojiyê de.

Ez dixwazim bibêjim ku ta roja îro pir malbat hene di nav me Kurdan de ku bi navê jinê tên bilêvkirin nola malbata Fatimê, malbata Xezalê, malbata Pero, li tara me jî li Qamişlokê firna Hesîneyê hebû, jixwe lehengê navdar Emê Gozê bi navê dêya xwe hatiye naskirin.

Têbîniyeke mezin di vî milî de tê bîra min ku jina Kurd radestî evqas tiştan bû lê ji evînê mehrûm bû, qedexe bû ku pirê wan bi zor û heft kotekan nedigihiştin miradên xwe, evîna wan nediçû serî, jixwe mînak pir in: Siyamend û Xecê, Ferhad û Şêrîn, Mem û Zîn, Cîm û Gulperî …

Wêje û jin

Wekî min got jin biqasî ku di hemî milên jiyanê de alîkar bû wisa jî di milê wêje û nivîs û edebiyatê de jî alîkar bû; çi helbest çi roman û çi celebên hunerê yên din wekî muzîk, wênegirî û ta dawî. Heke çiqasî hindik bin wekî jimar di vî warî de lê bi rola zengînkirina pêmayên çanda Kurdî rabûne û ew dilsozî û hestên mirovatiyê yên kûr didan çandin û li ber ava wan hestên nazik evîn, azadî, wekhevî û nasnameya Kurdî şîn dihat.

Îcar helbestavana me Mizgîn Hesko ku niha em xwe li ber agirê laleşa wê germ dikin yek ji van gulçîçekan e ku helbesta Kurdî di nêv pelên xwe de parastiye, herwiha bi roleke xuya û balkêş li biyaniyê, li penaberiyê, li diyasporayê rabûye û hîn jî radibe û berdewam e.

Ew bixwe wekî jineke Kurd xwedî kedek e cuda ye di vî warî de ku bêtirî 12 pirtûkên wê yên çapkirî hene, ku ew jî ev in: Tîpên Evînê – Asoyek Tijî Endeko – Di Nav Henaseyên Kovanan de – Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm – Ristek Lal e – Ber bi Werzê Hezkirinê ve – Rêgehên Keskîn – Ji Bexçika Jiyanê – Nexşeya Rewanê Bêdengiyê – Surperiya Zîvê Sihirdar – Ji Ferhenga Lêgeriyanê û Bişkojên bi Roniyê Mest.

Niza çima ku navê dîwanên helbestvana me Mizgîn Heskoyê dixwînim, stranên hunermendê Xweda jê xweş Aramê Tîkran tên bîra min, yeqîn tayekî veşartî helbesta Mizgînê û awazên Aram bi hev ve girê dide, ew jî qêrîna ku ji binê bîra wan a kurdewarî difûre yan jî rastiya ku ji dilê wan ê nazik dertê ku dibe ewr û baran ta ku tovê jiyana mirovatiyê li ber wan avahiyên bilind ên Amedê yan li wan şikartên Deşta Dihokê yan jî li ser qelaçê Hilêlîkê, herwisa li pêşiya benderên Şelûmiyê kesk û sor û zer û şîn dibin .

Jixwe navê dîwana 4an “Li Ber Pala Welatekî Birîndar Diherikîm” ev nav bixwe helbesteke bi serê xwe ye ji wan helbestên kevin û resen ku berê bi tîpên zêrîn bi kabê ve dihatin daliqandin.

Çilo Yilmaz Guney di filma xwe Rê (Yol) de Kurdistan tavilê di wê arma xwe ya ku di nêv berfê de çikandî nîşanî temeşavanên xwe disa, wisa jî helbestvana me Mizgîn Hesko xwênerê xwe bi rengekî xweber bi welêt ve girê dide.

Dixwazim bibêjim ku Mizgînê jî wekî me tevan xwe hînî zimanê Kurdî kiriye ku jixwe di heyama me de beriya 30 salî hînkirina zimanê Kurdî qedexe bû û dewletê cezayekî mezin dida yê bi zimên mijûl dibû û ji xwe dibistanên me jî nebûn û ta niha jî em pirê caran di rêzimanê de şaş dibin, gelek caran ez bixwe şaş dimînim li hemberî nivîsandina peyvekê yan hevokekê wisa jî di veqatandina nivîsandina tîpan de, jixwe ta niha jî em tekez nizanin bê ka jimara tîpên me çend e, gelo 31 an 33 ne!

Zimanê helbestî li nik Mizgîn Heskoyê

Helbest çi ye? Helbest mijareke hunerî ye bi rêkupêk tê nivîsandin, ji malik û ji kîtan ava dibe û xwedî kêş, muzîk û rêzbend e. Helbest wêneyên hestyar in, xewn in, hêvî ne, kul in, derd in, şahî ne û govend in. Li gorî kat û demê û li gorî derfetê û li gorî kûrahiya dîrokê diguhere ku pir rengên wê çêbûne ..Jixwe hewce nake ez vê gavê wan bijimêrim.

Helbestvan wan derbirînên xwe bi zimanê xwe yê taybet pêk tîne ku jê re dibêjin zimanê helbestê ku ew bixwe ji zimanê normal vedikişe û dibe zimanekî çavdêrî yê sembolîk yan jî zimanekî pêşenyar û mecazî…

Hêjayî gotinê ye ku Mizgîn Hesko ew jî derbirîn û hestên xwe bi zimanê xwe pêşkêş dike, bi zimanekî wêjeyî, liserhev, himbiz û şêrîn radestî xwînerê xwe dike ku bi teşeyeke resen, kevnar dengê xwe û yê gulê û yê bexçevan li ser tiliya xwe ya nazik dirêse û li ber paleyên xwe dideyne, diveçire, dihûne û xweş dike..

Helbest li bal Mizgîn Heskoyê pêpelûka herî himbiz ji daneheva peyvê de û afirandineke bêhempa ye, wisa jî jêderxistineke balkêş e, dide xuyakirin ku her kes û her mirov dikare afirandinê bi rengekî ji rengan pêk bîne lê helbestvan afirandina wî taybet e,  balkêş e, berz e, bilind e, şêrîn û levhatî ye.

Hin rexnegir li ser zimanê helbesta Mizgîn Heskoyê dibêjin ku helbestvana me dixwaze rêçikeke taybet bo xwe biqelêşe di avakirina ferhengeke taybetî kesayetî de ku peyvê wekî hosteyeke şareza dineqîne û li dorê dizîvire, şayik û xweşkok dike, paşê jî wê bi rewan û giyan dike, mîna dilê xwe dike stêr û berdide çerx û felekan.

merwan mistefa-Rudaw

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply