Ji Nûbiharê Kitêba Dîrokî:Tarîxa Meyafarqînê

Ev kitêba bi navê Tarîxa Meyafarqînê, derheqê Dewleta Merwaniyan de çavkaniya sereke ye. Ji hêla Îbnu’l-Ezreq ve (1116-1181) hatiye nivîsîn, ku ew bi xwe jî ji Farqînê ye; lewma nîsbeta wî bi awayê el-Fariqî ye.
Ev kitêb, yek ji wan berheman e ku mîna Ansîklopediyekê li ser bûyerên serdema navîn gelek agahiyên berfireh î girîng pêşkêşî me dike. Belkî ji navê kitêbê yê Tarîxa Meyafarqînê tê gumankirin ku Îbnu’l-Ezreq, hew li ser bajarê Farqînê û bûyerên wê nivîsiye; lê ya rastî ew çawa li ser avakirina Farqînê ya kevnar ku di serdema Bizansî û Sasaniyan de pêk hatibû, agahiyên dûr û dirêj dide; herweha ew gelek agahiyên berfireh î girîng ên tarîxî, kultirî û siyasî derbarê serdemên berê de jî dide, xasma jî yên sedsala şeşan/dozdeyan, ku Îbnu’l-Ezreq bi xwe jî tê de jiyaye.

Ew, ji bilî agahiyên giştî li ser xelîfeyên Emewî û Ebasiyan digel desthilatdarî û xanedaniyên serdest û bindest ên hawirdorên xelîfeyan -mîna Buweyhî, Selçûqî û yên din-, ew li ser xanedanî û desthilatên tabi‘ên wan jî rawestiyaye. Ji nav wan jî ew bi taybetî li ser mîrnişînî û xanedaniyên ku li Meyafarqîn û Amedê digel navçe û herêmên ser wan hikûm kirine, disekine. Lê herî bêhtir jî ew agahiyên berfireh li ser desthilatdariya Hemdanî, Merwanî, Artuqî û Sekmanên Xelatê dide.

Herweha ew bi kurtî be jî li ser navçe û deverên ser Diyarê Bekir û hinek jî Diyarê Muder (Tor) rawestiyaye. Û carna jî şaxa xwe avêtiye heya Welatê Jorîn û Qafqasan; mîna Abxaz, Gurc û yên din jî. Çawa ku kêm-zêde tibabek agahî li ser dewleta Zengî û ya Eyyûbiyan jî daye.
Wî li ser dema Nûreddîn Zengî, rêwingiya ber bi Misrê ve ya Şêrkoh îbn Şadî û biraziyê wî Selaheddînê Eyûbî û rêwîtiya Necmeddîn Eyyûb ya dûvre jî agahiyên kurt dane.

Weşanxaneya Nûbiharê, sala 2014an pêşîn çapa vê kitêbê ya Erebî -bi amadekariya Dr. Kerîm Farûq el-Xûlî & Yusuf Baluken- weşandibû, vêga jî çapa wê ya Kurdî/Kurmancî -bi wergera Emîn Narozî- diweşîne.

Emîn Narozî Kî Ye?

Emîn Narozî di sala 1951ê de li gundekî Batmanê bi navê Gundikê Qêre hatiye dinyayê û destpêka xwendina xwe ya medresê li gundê xwe û li navçeyên Batman, Sêrt, Mêrdîn û Diyarbekirê xwendiye û pê re jî ji der ve lîse qedandiye.

Ew piştî cunta 12 îlonê ji ber sedemên siyasî hatiye girtin, 5-6 mehan di hepsê de maye lê dû re derketiye û çûye Ewropa. Ew li Swêdê bûye penaber û li Unîversîteya Stockholmê beşa zimanê Erebî xwendiye. Pişt re jî li Swêdê hem kar kiriye, hem jî ji kovar û rojnameyên Kurdî re nivîsiye û demekê jî di redaksiyona rojnameya Armancê ya ku li Stockholmê derdiçû de xebitiye.

Xebatên wî ev in: Transikrîbe: Dîwana Melayê Cizîrî ¦ Dîwana Rûhî (bi hevbeşî) ¦ Terkîb û Zirûf ¦ Beşeke kovara Hawarê. Werger: Selaheddînê Eyyûbî, Corcî Zeydan ¦ Ji Wefeyat ul-E‘yana Îbn Xelikan, beşa li ser Sultan Selahedînê Eyûbî ¦ Pêşdîroka Selahedînê Eyûbî, W. Mînorsky ¦ Tarîxa Dewleta Şeddadiyan, W. Mînorsky ¦ Ji Cami‘u’d-Duwela Muneccimbaşî, beşa li ser Şeddadiyan ¦ Gerdeniya Gewherî Şerha Dîwana Melayê Cizîrî, Mele Ehmedê Zivingî ¦ Tarîxa Dewleta Kurdan, Muhemmedê Xezrecî ¦ Ji el-Kamil fît-Tarîxa Îbn Esîr, beşên li ser Kurdan ¦ ji Tarîxa Ebû Cafer Îbn Cerîrê Teberî beşên li ser Kurdan ¦ ji Tecaribu’l-Umema Miskeweyhî, beşên li ser Kurdan ¦ Kurd di kitêbên çar Cografînasan de (hilbijartî ji Îbn Xurdabih, Îbn Feqîh, Mesûdî û Istexrî) ¦ ji Sûretu’l-Erda Îbn Hewqel, beşên li ser Kurdan ¦ Li Dû Şopa Êzîdiyan, Magnus Bärtås & Fredrik Ekman.

Derbar ziman

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply