Ji Kaniyê Çend Qurt Av

– Carna tiştin têne sere însan, însan bi wan tişta dikevê rêyen nebaş û rêyên şaş. Sebir daneyeke Xwedê ye ji mirovên hişmend re. Di xuyanîyede tişten tên serê mirov dibê ku xerabbin lê di paşîya wan de dibê ku xweşî hebê. Dîtina mirov bi sinor e. Ji ber vênaye ku pêşeroja xwe rind nabînê. 19.10.2004

***

– Ketim rêyeke dûvdirej. Di ser rêya min de gelek pirsgirêk hene. Ji xwe jiyaneke bê pirsgirêk tûneye.

Armanc êwe ku mirov karibê van pirsgirêka ji meydane rakê. Ez ketim pey razê jiyanê. Çiqas ez pêde çûm rê û şaxê rê liber min zêdebûn. Min xwe avête derya zanistê. Çiqas çûm kûrahîya deryaya zanist wulqasî li ber min ferehbû. Biqasî bêhna xwe ketim bin avê. Derya kûr, rê dirêj, temen kin, xwestek û daxwaz pir, jiyan bi derd û jan, wext pir dereng û nizanim çibikim. Ji bo razên jiyanên ferbibim min berê xwe da xwendinê û gerê.

Piştî ku gelek sal derbasbûn, min fam kir ku hînbûna jiyanê li ser xwendin û gerêye. Xwendin alîyê insan ê manewî, ger rexê maddî geşdikê.

Di xwendinê de rêya min le şopan;

Pêşî pirtûka diket deste min de min dixwend. Ku ez ferî xwendinebûm min bere xwe da qlasîk e Tirkî. Pişt re qlasîk e dinye xwendin. Min cûdayî nexist nav pirtûka de. Min xwend heta ji xwendine têrbûm. Le çiqasî min dixwend hê behtir eşqa xwendinê li min zêdedibû. Hatim dereceyekê ku pirtûkên min dixwendin ti fêda wan ji min re çênedibû. Wê demê ez pirtûkên cûda geram. Pirtûkên ê roman, ê helbest, ê çirok, ê ramani, ê hunerî, ê çandî, ê diroki, ê mîtolojî ez hêw têr kirim. Le ez ji gera xwe nevegeram. Gerîyam heta ez gihiştim armanca xwe. Pirtûke min dîtin ê zanistî û ê tesawufîbûn. Dema min xwendin, min famkir ku ji bo xwendina wan ez gelekî dereng mame. Lê yek ji kudera xisarê vegerê kar e. Ez jî vegerîyam. Û min bere xwe da wan pirtûkên bêhempa. Ew pirtûk ji min re bûn derya, bûn rê, bûn kanî. 24.10.2004

***

– Her dem; xwedî jiyaneke xwe, xwedî zimanekî xwe, xwedî zanîyeke xwe, xwedî toreyeke xweye… 24.10.2004

***

– Hemû tişt hatîye gotin. Ya ez dikim li gor dema xwe cilên dema xwe li heman ramana dikim. 24.10.2004

***

– Ji bo ferbûna ziman dibê mirov hîni hevokan bibê. Bi hînbûna bêjeyan ziman naye ferkirin. 31.05.2005

***

– Jiyana mirov dibê roj bi roj pêşde herê. Hişê mirov gav bi gav dibe fereh û kûr bibê. Zanîn û têgihiştina jiyanê bi nerîneke kûr û fereh çêdibê. Rastîyek heye ku naye windakirin. Bi bihurandina temen re mirov têdigihijê ku di jiyanê de gelek derû hene. 09.05.2005

***

– Heta niha min gelek çewtî û xeletî kirine. Îsal bi awayekî vala derbasbû. Min tiştek ji jiyana xwe femnekir. Li gor bawerîya min dem zû derbasbû. Sedemeke wê çêdibe ku ji serdema ragihandinebê. Biqasî pêşketinîya teknîkî û ragihandînî jiyana mirov jî zû diherikê. Lê heya mirov jê nîne.

– Piştî ku mirov hate afirandin roj bi roj şaristanî pêşket. Ku şaristanî gihaşte asta herî bilind ê dî roj bi roj paşde diçê. Ev bûyer heta roja qiyametê yê bidomê. 31.05.2005

***

– Aramî ne di bêdengîyê û di tenetîyêde ye. Aramî; dema ku dile mirov rehetbê çêdibê. 06.06.2005

***

– Ji bo tenduristîyê; hindik razan, hindik xwarin, bi ava cemidî serşuştin, tevgerandina bedenê. 18.07.2005

***

– Pêşî mirovan perwerdeyî xwendinê bikin. Duvre pirtûkan bi wana bidine xwendin. 26.08.2005

***

– Zewac destpêkek e nû û zayîneke nûye. 26.08.2005

***

– Zilm û zordarî ji kudere û ji kê ve wêrê ez li hemberê wê me. Lê ez dixwazim hemû kes ji gele xwe hezbikê û ji bo gele xwe bixebitê. Lê dibê di vê xebata xwe de gelên dî piçûk nebînê û ti gel a bindestnekê û wana ji xwe re kole nebînê. 31.05.2005

***

– Can tu car namirê, ya ku dimirê laş e. Gihiştina can bi gihiştina laş ve giredaye. Ya ku çêdibê, digihejê û dimirê beden e. Can girêdayê bedenêye. Heta beden jîndarbê can di bedenêdê tevgerdikê. 12.06.2005

***

– Ev çend rojin ku li mirovan û li dinyê temaşa dikim. Min dît mirovên ku xwe pêşdixin her roj xwe nûjendikin. Ez di cihê xwe de dijmêrim. Min dît mirovên ku xwe li ber bayê beradayîyê/sefahatê berdane roj bi roj paşdikevin. Ji rûmeta mirovahîyê dûrdikevin.

Min çiqas li mirovan temaşekir wulqasî têgihiştim ku ez gelekî li paş mame. Gellek kêmasîyen min hene. Lê belê ji teralîye û ji bixwernedîtîye ez ti karî û ti xebatê nakim. Temenê min hê di dema xwe avakirinêdeye. Lê ez bi çavekî gihaştî li xwe meyzedikim. Ev çewtiyeke mezine. Îro min biryara ferbûna zimanê Îngîlîzî daye. Bi destura Xwedê ezê vê biryara xwe bi dawî bênim. Hem dibê ez xwe li hemberî astengên jiyanê bi alavên hunerê jî xwe xemilênim. 05.06.2005

***

– Ji nû ve têgihiştim ku hemû kes çi bikê ji bo xwe dikê. Ji bo rûmeta xwe dikê, ji bo ku rastiya xwe derxê meydanê tekoşînê didomenê. 06.06.2005

***

–  Heta îsal min hemû nivîsên xwe bi Tirkî dinivîsîn. Ji bo wena nivîsandina min a bi Tirkî pêşketîbû. Hem ramanên min jî qulibubû ser Tirkî. Lê ana bi zimanê xwe dinivîsim. 21.05.2005

***

– Heta niha gelek zaroken dewlemend bi navê hişmendtir (deha/dahî) bi me dane naskirin. Birastî hişmendîya va ne ji wan tê. Ji derfeten wan tê. Di nav civakên xîzan de gellek zarokên hişmend hene lê ji bo ku derfet di destê wan de tûnene zanînê wa dernakevê meydanê. 21.05.2005

***

– Li gundekî ku rêya wî ji bo ragihandinê hesanbê, av û kehrîbara wî hebê, û iklîma wî başbê, li cihekî xweş xanîkî avabike. Dinav hewşa wî de hawizekî avake, dora hawiz bi dara şînbike. Û bi keve xêra Xwedê de. 09.07.2005

***

– Ji bo aborîyê li welatekî ku xanî lê erzanbê xanîyekî bikre. Dibê ku rojekê rewş werê guhartin û ew dever pêşde herê. Bi vî awayî bi hindik diravî gellek tişt bi destdikevin.

 

Dilazad ART

www.candname.com

Derbar Dilazad ART

Berpirsyarê Giştî ê Zanîngeh Akademî Li ser çand û hûner, weje û sînemayê dixebitê. Nivîs û helbest û lêkolînen nivîskar di kovarên Kurdî û Tirkî de hatine weşandin. Wek dî lêkolînên nivîskar di gelek malperên înternetê te hatine weşandin. Bi zimanê zikmakî re (Kurdî) zimanê Tirkî û hinekî Îngilîzî jî dizanê.

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply