Ya Rebbî… * Dia

Ya Rebbî!
Ya Xwedayê erd û esmanan!
Ji bo vê meha pîroz, ji bo xatirê van rojên bixêr, ji hurmeta nod û neh navê xwe yên ezîm tu mazlum û belengazan ji zilma zalim û zordestan xelas bike.
Ya kesê bêkesan!
Zilma vî qewmê zalim û xwînxar ji te re eyan e. Tu me ji zilma wan xelas bike. Tu qesr û qonaxên wan di ser wan de bihedimîne. Eskerên wan ên wek eskerên Xulagu helaq bike.
Ya Rebb!
Tu yekîtî û tifaqa me pêk bîne. Kîn û edaweta ku di nava me de ye rabike. Dilê me li ser hev xweş bike. Bajarê me, war û welatê me bike cîyê emîn û abad. Ji zûrîyeta me nifşekî Salih ku di rîya te de û di xizmeta gelê xwe de derbixîne.
Xwedayê me! Aşîtî û edaletê bixîne dilê ummeta Muhammed. Wan li ser rêya rast şaş neke. Wan islah bike. Tu rehma xwe ji ser wan kêm neke

Ya Xwedayê Qehhar û Cebbar!
Ya Munteqîm!
Tu zilma vî qewmê zalim dibînî! Çiqas kesên ku heqê me dixwin û bi heddên xwe nizanin hene em teva hewaleyî te dikin.Tu ji heqên wan derkeve.
Rebbê me! Em zeîf ketine, yekîtî û tifaqa me xerab buye. Ji her alî de zalim êrîşî me dikin. Warê me, welatê me. Nifşê me, bawerî û dîne me û evd û eyalê me ketîye bin destê dijmin. Ji ber vê yekê li hemberî van zalim û taxutan hêz û quwwetê bide me û pîyê me li erdê qewîn bike.
ji bo xatirê van rojên pîroz tu alîkarîya me bike
AMİN!… AMİN, AMİN…
Fikri Amedi

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 27

Ayeta Rojê وَاِذَا ق۪يلَ لَهُمُ اسْجُدُوا لِلرَّحْمٰنِ قَالُوا وَمَا الرَّحْمٰنُۗ اَنَسْجُدُ لِمَا تَأْمُرُنَا وَزَادَهُمْ نُفُورًا۟  …

Leave a Reply