Îrfan Babaoglu: “Hest û maneviyata netewên Kurd di gotinên dengbêjan de veşartiye”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Babaoglû ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Îrfan Babaoglu – Belê, Ez îrfan Babaoglu. Di sala 1958ê de li navçeya Sêwrekê ji dayik bûme. Dema damezirandina komarê kalê min mala xwe aniye Sêwregê û li wir wek malbatî  bi cî bûne. Em, yeka xwuşk heft biranin. Dibistana seretayî û navînê li bajarê me, Sêwregê kûta kir. Piştre ketim azmûnê, li dibistana mamostetiyê ya çar salan qezenç kir. Dibistan li Dersimê bû. Wê salê ji bajarê me 5 kes, tevahî Rihayê nêzî 50 kes heman dibistanê qezenç kiribûn. Wexta em çûn Dersimê me dît ku ewqas xwendevan jî ji Amedê, Xerpûtê, Mêrdînê, Mûşê hatibûn Dersimê. Navê fermî ya Dersimê bala me dikişand. Kêsên ku pola 3 û 4 an dixwendin piranî rojavayê Tirkiyeyê hatibûn. Pola yekemîn, yên ku ew sal azmûnê qezenç kirine piranî ji bajarên Kurd bûn. Ev jî polîtîkayek bû herhal. Lê her çi mebestê vê polîtîkayê ûsa pêk anîn em bidin aliyekê. Aliyê din de atmosfera polîtîka û ideolojiyê ya wê demê, li ser cîwanên ên ku ji Amedê, Mêrdinê, Riha û Mûşê hatinin bandoreke cûda ava kir. Ji be ku ew cîwanan ji gûndên Kurdistanê, ji nava cîvat û eşîrên Kurdistanê hatibûn. Zarokên gûndî û kedkar bûn. Piranî dibistana bişaftinê ya di Dibistana Razanê de xwendibûn. Yan jî bi xizaniyê ve di navçeyên xwe de xwendibûn. Sala dûyemîn pergala Dibistanên Mamostetî hat guherandin. Dibistanê me bû Lîseya Mamosteyî. Heman sal li her derî Enstîtûya Pewerdehiyê hatin damezirandin. Kesên ku Lîseya Mamostetî diqedan bi hêsanî derbasî Enstîtûya Perwerdehiyê dibûn. Min jî ûsa kir. Di sala 1979an de derbasî Ensîtûya Perwerdehiyê ya Rihayê bûm. Wê çaxê xebata şoreşgerî û xwesteka azadiya Kurdistanê jî bilind bûbû. Gelê Kurd êdî xwe nas kiribû. Lê belê, neyarên Kurd û Kurdistanê nehişt ku feraseta ’xwe nasîn’ û ’xwe bûnê’ bi felsefe û ramanê azadiyê ve bigîhin hev. Bi darbeyeke leşkerî, xwestin pêşî vê yekê bigirin. Wek min bi hezaran cîwanên şoreşger û welatparêz avêtin zindanan. Wêjeya Kurdistanê ya nû bi van gelemşeyan ji xwe re zemînek nûjen û bingehek xurt dît.                              

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Îrfan Babaoglu – -Di girtîgehê de gelek salan mam. Di despêka zindanê, zindana Amedê bû. Ev despêk bi temamî işkence, lêdan û kuştin bû. Bi vê zilmê, tebî armancê îşkencekaran hebû. Dixwesin ku, Kurdê mirî kî sax kiriye, kî wan xwedî nav û nasname kiriye û wan ji bo azadî û serxwebûnê rakiriye ser piyan, bi van îşkenceyan ve pozê wan daxînin erdê, bê rûmet bikin û bi vê halî berdin derva, da ku nikaribin derkevin li hemberê mirovan. Çi partî, çi kom xema wan nibû.

Ev armancê îşkencekaran, ji aliyê şoreşgerên Kurd û Kurdistanî ve dihat şirove kirin. Li hemberê kirinên wan berxwedan jî destpêkir. Biçûk an mezin, demkurt an bêdem, berxwedana fiîlî an demdirêjî û bi rojiya mirinê curbecur çalakiyên fedekarî wek bircên Amedê li hemberê van mebestê îşkencekaran sekini. Bedel hat dayîn, lê daviya sê salên xedar berxwedana zindanê bi ser ket, rûyê gelê Kurd spî kir û armancê îşkencekaran vala derxist.

Pêşiya wêjeyê li ser vê bingehê vebû. Pêşî helbest, çîrok û serpehatiyan hate nivîsandin. Belê di destpêkê de nivîs piranî bi Tirkî bûn. Lê Kurdî nivisandin jî kêm nedibû. Kovarên çand û Hûnerê derdiket li girtîgehê. Nivîsên tê de piranî bi Kurdî bû. Naverokên wêjeya destpêkê balkêş bûn. Hemû li ser kirinê îşkencekaran bû. Bi helbestê, bi bîranînê û nivîsên belge kirine ve armancê îşkencekaran ên qirêj eşkere kirin. Ji ber ku îşkencekaran bi sala nedihiştin ku kirinên wan ji aliye gel ve bê bihîstin. Vedişartin, bi dizî kar dikirin. Leşkerên îşkencekar newêribûn navê xwe ya li nasname wan bêjin. Her yek ji xwe re qodek peyda kiribûn. Vê yekî nîşan dida ku ew li wir sucê dij mirivahiyê dikin.

Nivîs ango wêjeyên wê demê perçeyek tekoşîna xwebûna gel û kesayetê Kurd bû.

Nivîsen min ên li girtîgehê nivîsandime Evrên Baranê(Helbest), Rojê Avêt(Çîrok) û Li ser serpêhatîyên Rojnameger Nazım Babaoglû, wek Belgeya rojnamevanekî wenda ye. Van her sê kitêba min piştî ji Girtîgehê derketim, li Weşanxana Aramê, sala 2004 de hatin çap kirin. Naveroka her dû kitêbên helbest û çîrokê li ser zilma zindanê, berxwedanê û bûyerên sê salî yê zindana Amedê pêk tên. Çapa wan pêşî tirkî bûn. Piştre Kurdiya wan jî hat çap kirin.         

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Îrfan Babaoglu – -Weke qategorîk em vê bibersivînin, em kanin bejin ku Nivîskarên Kurd divê bi zimanê netewe yê xwe binivîsine. Wêje raste rast wê zimanê ava dike, dewlemed dike, derbirînê welatiyan ber fireh dike. Mêjiyê netewekê vedike, cihana fikirandinê berfireh dike, maneviyatê netewê û rihê netewetiyê ango aîdiyetê şên û bi bereket dike. Bi vê rêyê netewek xwe li ser piya dihêle, wê zindî dike. Polîtîkaya bişaftinê bi vê helwestê tên şikandin û tên bê bandor kirin.

Nivîsina bi zimanê netewe ewqas pir girînge. Lê rastiya me yê Kurdan heye. Ev sed sale dewletên serdest Kurd dikşînin aliye xwe, dixwazin Kurd di nava netewetiya xwe de bihelînin û tune bikin. Heta niha bi vê mebestê xwe serkeftî nebûn lê dev ji vê polîtîkayê kî bernedanin. Rewaşa gelê Kurd ji salên 70yî cuda ye, salên duhezarî cuda ye. Nirxandin jî gere li gor wê be. Pencî sal berê, nivîskarên Kurd piranî bi Tirkî, erebî û Farisî dinivisandin. Dema Ehmedê Xanê vî warî de gelek watedar e. Ehmedê Xanî nivîskarên ku bixwazin  berhemên wan bête xwendin rêya hêsan tercîh dikirin. Di tercîha wan de netewê fikirîn yan tune bu yan jî kêm bû. Lê Ehmedê Xanê bi înad, bi zanîna pêşerojê, bi avakirina neteweke Kurd tercîha xwe ji aliye Kurdî nivisandênê kir. Belê zor bû, belê zehmet bû, Ehmedê Xanî, zimanê Kurdî weke xwezineyê netewe dît û nivîsand.

Ev mînakên dîrokî tercîha me jî diyar dike. Lê ev tercih girêdayê zanîna neteweyê ye, tekoşîna azadiya neteweyê xwe ne.

Nivîkarên Kurd di nava pêncî salên tekoşîna azadiyê de berê xwe dan Kurdî nivisîne. Li girtîgehê, li welatê Xeribiyê û li her perçên Kurdistanê, deşt û çiyê bi sedan, bi hezaran berhemên bi Kurdî derçûn. Dibe ku pencî sal berê nivîskarek bi hestê Kurdî û Kurdewar rewşa Kurdî bi berhemên xwe de nivîsandibin. Lê piştî van tekoşîna pencî salê gellek nivîskarên Kurd, vê rastiyê dîtin û giraniye xwe dan nivisîna zimanê netewe, Kurdî û her cureyên zaravayên wê. Bi kêfxweşî temaşe dikim ku di nava ev bist salan de gelek nivîskarên Kurd ên navdar û nûgihêştî, berê xwe dane nivisîna bi Kurdî. Ez kanim wek şanaziyê navê wan jî bêjim. Lê ew tên zanîn, hewce nake. Piştî ewqas pêşveçûnê, ewqas bedel dayinê dê, mafê me tuneye ku wek qategorîk, ên ku Kurd, bêyî ku tekoşîneke şexsî û îradî û zanînê bide, û tirkî, erebî û farisî berheman bide, wan Nivîskarên Kurd divê neye hesibandin.

Ha ev yek jî heye ku rastiya cîvakê me ye û rastiya cîhane me ye jî, Nivîskarên Kurd kanin li tenişta zimanê neteweyê xwe, bi zimanekî din jî binivîsinin. Vê yeka zenginiya nivîkarên me ne.

     

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Îrfan Babaoglu – -Raste edebiyata Kurdî dewlemend e. Lê hê bi têra xwe di nava miletê Kurd de, bi taybet Cîvanên Kurd ve nehatiye zedê kirin. Hest û maneviyata netewên Kurd di gotinên dengbêjan de veşartiye. Belê dewlemende. Rihê netewê me, ziman û forma derbirîna me yê netewe di wir de ne. Edebiyata devkî ya gelê Kurd hê li benda berfireh kirinê, fêm kirinê ye. Edebîyata nivîskî jî em ji klasîkan bidin aliyekê hê pir lawaz in. Belê hewldana Kurdî nivîsîn hene. Ev 20 salên dawiyê wêjeya Kurdî gelek bi pêş ket. Nivîskarên Kurdînûs zêde bûn. Lê em azadîxwaziya gelê Kurd, rewşa gelê Kurd û nifûsa wê bînin ber çava û beramberî hev bikin ev lawaz bûn ango ne têr bûn dertê ortê. Nîşaneya vê yekê ya herî mezin jî bi têra xwe Pirtûkên Kurdî nayên xwedin. Xwende yên Kurdî hê girseyeke mezin nînin.

Lê tiştê baş eve ku, Wêjeya Kurdî ber bi serkewtinê ên ku layikê wê ye ve diçe. Ev rê vebû ye. Ji bo vê jî dem divê.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Îrfan Babaoglu – -Hemû nivîskarên me, wek qaîdeyê cîhanê, bi helbestê dest bi wêjeyê dikin. Ev şaş nîne, asayî ye. A dudo, piştre çîrok, kurteçîrok, mesel, rojknivîsk û nivîsên biyorgrafik û otobiyarfîk tên. Bîranîn nivisnadin jî tê ne. Romannûsî herî dawî tê. Bi ya min, xala duyemîn di nava kurdînûsên me de pir zêde ye. Heke aliyê wêjeyê Kurd tu bipirsî, çîrok û kurteçîrok xurtin dibêjim. Lê ev xurt bûn li gor rewşa heyî ye. Dibe ku di pêşerojê de roman derkeve pêş û xurt be.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Îrfan Babaoglu – -Rêzdarê hêja, fikrên ku we derbarê di rexnegirî de rawe kirinin di cî de ne. Rastin. Heke hewceya bi hevokek li ser zêde kirin lê hebe, kanim ûsa bibersivim: Divê rexnegir dûrbîn be. Her wiha divê bandora wêjeyê ya li ser civakê jî binirxîne. Di vî warî de divê rexnegir xwedî nêrîneke pêşverû û cîvakî be.

  

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

 

Îrfan Babaoglu – -Xebatên min a wêjeyî ên bi Kurdî hatine nivisîn kêm in. Bi navê “Pahniya Aşîlê” kitêba min ên bi du zaravên Kurdî hatine nivîsin, gotarên ku di Rojnameya Azadiya Welat de derçû nin, pêk tên. Kitabê min a bi navê “Dara jiyanê kesk e” jî çîrok e. A rast Kurdiya min jî ewqas pêşketî nîne. Ez xwe hê feqiyek zimanê Kurdî dibînim. Hê negihiştîme asta ku rexnegiran berhemên min re elaqayeke nîşan bidin. Lê hedefa  a min ev e. Wek hemû dildarên zimanê Kurdî… Heke dem û teqet hebe, dibe ku pêşerojê de…  

   

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye? 

 

Îrfan Babaoglu – -Ji bo bersiva vê pirsê, xeynî fikrên ku min li jor rawe kir, tune ne.

 

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çinê?

 

Îrfan Babaoglu – -Mijarên berhemên min bi giştî di nava jiyanê der tên. Di girtîgehê, kolanên bajêr û sûkan, serê çiyê û xeribiyê de însanê me çi difikirin, çi dijîn, hêvî û xwestekên wan, êş û îşkenceyê ku dikşînin, hezkirina wan, berxwedanê wan, nêzikbûna wan a li ser azadiya kesayetiyê wan û welatê Kurdan, rewşa wan a dîrokî û heyî… van hemû mijarin, her tim li ba min in û mêvanê pênûsa min in.     

 

Lokman Polat – Pirs : 10Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

 

Îrfan Babaoglu – -Wek Mêrdiniyan ez bêjim: Weh, çawa! Kesek nivîskarên Kurd nexwîne nikarin nivîsê xwe jî, zimanê xwe pêşve bibin û li ser rewşa wêjeya Kurdî şirove bikin. Bi giştî, nivîskarên Kurd, li gor çavdêriya min a welêt, li fuara Pirtûkan, Pirtûjxane û weşanxaneyan min nêzde dişopand û em bi van sazî, dezge û bi çalakiyan nava hev de bûn. Hem ji aliye PENa Kurd, hem jî komeleya Nivîskarên Kurd ê li welêt. Pirtûkek wexta ku derdiket, serî de nivîskaran elaqa nişan didan. Mala her nivîskarên me de ez bawer dikim kolleksiyona pirtûkên Kurdî henin, bê guman.    

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî?

Îrfan Babaoglu – -Rexneyê wêjeya Kurdî hê pêşneketiye. Kêm in. Bi demê re wê pêş bikeve. A rast min zêde rexneya wêjeya Kurdî rast nehatim. Vê yekê kêmasiya min e. Lê tenê pirtûka Remazan Alanî ya li ser rexneya romanê xwendime û carek jî wî gûdar kirime. Rêxneyê wêjeyê ji bo pêşketina wêjeyê gelek girîng dibînim. Salên dawiyê li ser Youtubê gelek bername bala min dikşîne. Li ser pirtûke, çîrok an roman bi giştî dinirxîn. Lê nirxandinan wek nivîskî bibe hê bêtir mayinde dibe. Helbest zêde tên nivîsin. Li gor vê zêde bûnê rexneyên wê gelek kêm in. Cardin jî li ser rexneya helbestê dîtinên min têr nînin.      

Lokman Polat – Pirs : 12Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Îrfan Babaoglu – -Li vir du pirs hene. A yekemîn, ez nikarim bersiv bidim. Pirsa dûyemîn jî, li jor pirsa 7 an de min heman bersiv dame, bila dûbare nebe.

Lokman Polat – Pirs : 13Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be? 

Îrfan Babaoglu – -Nivîskar, bêgûman nikare bêje, min nivîsan û hew. Rexne  û nirxandinê paş guh bike, şaş e. Lê di esasê xwe de nivîskar wexta ku berhemên xwe rawe mirovan dike, jixwe rawe nirxaninê wan tevahî dike. Helbet her xwende li gor qîma xwe rexnegir in jî. Lê rexnegir bi ya min vî karî hinek profesyonelî dike. Ji her alî ve berhemên wêjeyî dinirxîne. Heke rexnegir karê xwe bi nêrîneke wêjeyî bike, wê çaxê navbera nivîskar û rexnegir de pirsgirek der naye. Wan her du hevdu temam dikin. Di dawiyê de nêrînê rexnegir jî berhemeke wêjeyî ye. Termên wêje, rexnegirî jî dihewîne, bi ya min.  

Lokman Polat – Pirs : 14Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Îrfan Babaoglu – -Çêbûna atmosfera rexneyî xurtbûna wejeya Kurd ve girêdayiye. Ji bo vê jî dem dive. Nivîskar heke ji xwe bawer be, gere rexneyê bi dilxweşî pêşwazî bike. Wêje bi rexneyê pêş dikeve û van her dû diyare girêdayî hev in. 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, perşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jê hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

 

Îrfan Babaoglu – -Di roman û çîrokên ku min dixwendin de ez rastî erotîzmeke tund nehatim. Bi awayekî xwezayî, edebiyat gelek cih dide cîhana hundirê mirovan. Di cîhana hundurîn de, têkiliyên cinsî, zayendî jixwe heye. Di edebiyatê de her tişt li gorî bijartina nivîskar e. Lê nivîskar jî ji nêz ve bi mijarê ve, herikîna mijarê ve girêdayî ye. Ji ber vê di wêjeyê de erotika hebe normal e. Divê, bi herikîna mijarê re rasterast têkildar be.

 

Lokman Polat – Pirs : 16Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Îrfan Babaoglu – -Dibînim ku romannûsên Kurdî her ku diçe zêde dibin. Vê yekê kêfxweşiya min e. Lê mixabin romannusên ku hun navê wan rêz kirinin,  kêm xwendime. Bi giştî ez karim bêjim, di edebiyata cîhanê de mijarên ku we behs kiriye henin û normale. Ji xwe edebiyat wexta ku qarekterên xwe disêwirîne, ew qarekter temsîliyeta kesên di nava jiyanê de dike. Ne pêkane ku qarekterên wêjeyî an go hêmayên afirandi dûrê jiyanê bin.          

Lokman Polat – Pirs : 17Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

 

Îrfan Babaoglu – -Bandorek heye û asayîye. Bersiva pirsên çawa, hinek lêkolîn dive. Bi giştî, wêjeya Kurdî hê qanalê ku tê de biherike digere. Ez nikarim bêjim ku bigiranî felan ekolan hene. Lê, serî de bandorê klasîkên wêjeya cîhanê ya realîzma Frensî, İnglizî û Rûsî hene. Ji ber ku nîvîskar û rewşenbîrên Kurd piranî ji fikrê sosyalîzmê tên, Şoreşgerin, humanîst û welatparêz in.      

 

Lokman Polat – Pirs : 18Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

 

Îrfan Babaoglu – -Belê realîzm pêşde ye. Normal e. Ji rewşa gelê Kurd diqewime. Gelê Kurd di çar perçeyên welatê xwe de, bê nav û nasnameye, gelê Kurd ber koçberiyê ye. Li zindanêde ye. Tekoşina wê ya azadî û demokrasiyê hê dewam e. Çavkaniya wêjeya Kurd, Welatê Kurdistan e. Kurdistan wek çiyê agirîn e, hê sar nebûye. Gelê Kurd hê rûneniştiye. Hê di nava liv û tevgerên xwe ya azadî û serbixwebixwebunê ye. Di vê rewşa heyî de pêşiya wejeya Kurd vekiriye. Nêz an dûr bi demeke şûnde (di vir de dîrok texmîn kirin zor e ango hewce jî nake.) Wêjeya Kurd ekola xwe biafirine û hemû cîhanê re îlhamek bide û bibe nimûneyekê. Ji ber ku çavkaniya wêjeyê, pevçûn û ser û bin bûyina cîvakê pêk tê. Wexta ku wêjeya Frensî, Înglizî an Rûsî bi pêş ket, nivîskarên wan berhemên roman, helbest, çîrok û ceribînan derxistin, wê demê welatên wan, gelên wan çi halê de bûn? Îro rewşa Kurdistan, di Orte Rojhilata Navîn  de pevçûnek an go serûbin bûyinê mirovahiyê dijî. Ev pevçûn û nakokiyan wêjeya xwe bi berhemên ciherêngî dê biafirîne.         

Lokman Polat – Pirs : 19Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye? 

 

Îrfan Babaoglu – -Van demên dawiyê de min pirtûka Osman Ozcelîk, a bi navê ”Sêvdîn, Mîrê Kela Rebetê” xwend. Nivîskar behsa şerê Selahaddîn Eyyubî dike. Romanek realîst e, dîrokî ye û dokûmanter e. Lê tê de xeyal jî hene. Li vir ez dixwazim peyvê xeyal wek pevbestîn(Ferhenga Zana Farqînî, Îngilizî Fiktion, Tirkî Kurgu) qebûl bikim, ûsa şirove bikim. Bi kurtasî xeyal divê hebe. Lê hê negihiştiye qîma xwe.       

Lokman Polat – Pirs : 20Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çînê? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Îrfan Babaoglu – -Ez bawerim, dîtinên ku wek bersivên di xalên li jor de anîm zimên, bersivê vê pirsê ye jî.

Lokman Polat – Pirs : 21Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike.  Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Îrfan Babaoglu – -Ji xwe cenabê we jî bersiv daye. Ez jî şaş dibînim ku kesê ûsa bêjin romana Kurdî tune ne. Qesta wan çi ye nediyar e. Bila ev gotin yê wan be. Em romanê xwe binivîsin û guh bidin xwîner û rexnegiran. 

 

Lokman Polat – Pirs : 22Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Îrfan Babaoglu – -Nivîskarên Kurd bi kêvxweşî dixwînim. Kurdî nivîsandin tenê hêjayê pesnê ye. Kê/kî çi nivisandiye, çawa nivisandiye meraqa min e.    

Lokman Polat – Pirs : 23Te qet pirtûkên min xwendiye?

Îrfan Babaoglu – -Nexêr, mixabin min nexwendiye. Li welêt pirtûxaneya min tije pirtûkên Kurdî bûn. Min digot rojek ez ê wext veqetînim û bixwînim. Lê ew wext, ji ber kar û barê xebatê saziyên ziman û wêjeyê, xebatên siyasî yên ku me li Amedê dimeşand,  tu car neket destê min. Heta ku hatim Ewropayê. Li vir, mîna ku masiyê ji ava xwe derket, bê pirtûk mam. Hêdî hêdî pirtûkên xwe,  bi poste dişînin min û wext heye ku wan bixwînim. Ya we jî, heke derekê rast werim ezê bikirim û bi kêfxweşî bixwînim. Lê nivîs û nirxandinên we ya li malper û medyaya cîvakî de diwxînim. Nirxandina we ya romanên Kurdî girînge bo min. Di vê xebata we ya girîng de ji we re serkeftin dixwazim.        

Lokman Polat – Pirs : 24Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojê de dê kîjan berhema te bê weşandin?

Îrfan Babaoglu – -Du salin li ser Pirtûkek çîrokê dixebitim. Ez bawer dikim heta meha Gulana 2023 dê çap bibe. 2-3 xebatên min nîvcomayî henin. Dem bibînim wan jî weke berhemên wêjeyî amade bikim.   

Lokman Polat – Pirs : 25Gotina te ya dawî…

Îrfan Babaoglu – -Gotin dawî nabe Kekê Lokman. Van pirsan te ji min re du meh berê şand. Min jî du meh berê dest bi nivîsinê bersivan kir. Dema ber qedandinê, erdhêjek li Welatê me rûda. Heta nika pêncî hezar însanên me jiyana xwe ji dest dan. Trajediyeke mezin derket holê. Pêncî milyon İnsane me yên Kurd di ciyê xwe de êşand. Dilê me şevitî. Neyarê gelê me vê yekê ji xwe re kir hincetek, kir fersendek ûsa dij mirivahî nêz bû. Piştî van qewmînan, ez bawer dikim gelê Kurd zêdetir çand û zimanê xwe re, nav û nasnameyê xwe re, daw û doza xwe ya netewî re zêdetir xwedî derkeve. Nivîskarên me jî ji her wextî zêdetir ji bo azadiya vî gelê bindest û belengaz, bi fikr û ramanê wêjeyî pênûsa xwe ve rêya azadiyê ronîtir bike. Hêviyên min ev in.          

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

-Spas bo keda we jî.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply