Helkîna Bayê Xerbî ya Mehmet Oncu

Helkîna Bayê Xerbî ya ji sêbarên romanên rêzdar Mehmet Oncu de romana yekemîn e.
Romana duyemîn Pêşkê Baranê, ya seyemîn jî Prîskên Berfê ye. Helkîna Bayê Xerbî di sala 2022an de ji weşanên Sîtavê derket. Roman 213 rûpel in. Di dawîya romanê de ferhengokek jî heye.

Em dixwazîn di vê nivîsê de romana yekemîn Xelkîna Bayê Xerbî binasînin. Roman ji yanzde beşan pêktê.

Di beşa yekemîn de romannûs malbata Kework û Wartûhî dinasîne. Em xwîner bi çîroka Kework û Warthûhî ve jiyan û rastiya Xristîyanên Ermenî dinasînin. Xristîyanên Ermenî bawermendên çawa bûn û çawa dijîyabûn? Di wî zemanî de di bajara Adiyemanê de rewşa wan çawa bû, debara wan bi çi dibû? Mehmet Oncu bi karekterên bihêz, bi zimanekî herîkbar û sivik me xwîneran tevlî rastî û jiyana Ermaniyan dike.

Di beşa duyemîn de peywîrdarê Teşkîlat-i Maxsûsa Ehsan Efendî, ji aliyê Hilmî Efendî (Noyan) de tê kuştin. Yanî împeratoriya osmaniyan diçe, şûna wê cumhuriyet tê. Peyayên dewleta kûr çawa cî diguherînin, em di vê beşê de dibînin. Nav tên guherîn lê peywîr û rola ew peyayên dewleta kûr eynî ye. Lê belê di vir de ne nav tê guherîn ne jî navnîşan.

Romannûs li ser tayekê biratiyê cihê peywîrdarên dewleta kûr diguherîne. Roman, bi karekterên nû (wek Bejno, Guhar, Cindî hwd) geş û balkêş dibe.

Di beşa seyemîn de em malbata Mistefa Begê Reşî bi her alî ve dinasîn. Romannûs Mehmet Oncu reh û kok reşiyan a li deverê Bêsnî û Keysûnê bi berfirehî rave dike û bi bajara Adiyemanê ve girê dide. Lehengê me Kework, bi binemala xwe ve bi malbata Reşiyan ve têkildar in. Di vê beşê de roman bi her alî ve bi cî û war dibe. Karekterên me li ser rastiya dîroka Adiyemanê tên afirandin. Rastî û fiction baş bi hev re tên honandin. Rastî dîroka Adiyemanê ye, fiction (xeyal) bûyerên karekteran in.

Di beşa çaremîn de roman bi karekterên xwe li hawîrdora çend avahiyan (wek xwaringeha Gûlî Hosta, qehwexaneya Xido û Mizgeftê Mezin hwd.) dimeşe. Ewil, em çîroka Gûlî Hosta û Xido dizanin, paşê çîroka karekterên wek Dixtor Reşîd, Parêzer Selîm Beg. Ev beş bingeha romanê ye. Romannûs di vê beşê de karekterên xwe bi hev ve gire dide, bi hev re dinasîne. Di bingeha romanê de zeman û mekan û karekter bi hostatî di hev re tên girêdan, têkiliyên biarmanc pêk tên.

Di beşa pêncemîn de ‘Ewo Paşa wek karekterekî gelekî bihêz derdikeve li hember me û têkiliyên ‘Ewo Paşa û Hilmî Efendî tên vekolîn. Di vê beşê de karekterên balkêş hene.

Wek hevsera ‘Ewo Paşa, Zelê; dost û yarê Zelê, Cino. Romannûs Mehmet Oncu analîza karekteran dike. Em xwîner psîkolojîya Zelê û karekterê Cinoyî baş dinasin. Peyam zelal e: Di bin siya peyayên dewleta kûr de merivên ji rêzê dernekevin.

Di beşa şeşemîn de em dikevin taxa Marayê û têkiliya sê cîranan dinasin. Malbata Warteresê Safar û Kexanîyê, malbata ‘Ewo Paşa û Zelêyê, malbata Kework û Wartûhîyê. Di vê beşê de hemû bûyer bi kuştina Warteres ve tên girêdan. Kujerê Warteres jî Biro ye. Romannûs ne kujeran bi tesadufî hildibijêre ne jî meqtulan. Wateya her kujerî û maqtulî heye.

Di beşa heftemîn de dewleta kûr pêşka maqtulan diavêje. Li Xumarxaneya Al Ninik can û mala Ermaniyên parve dikin. Kework para Mihê Tolê ye, Dîkran para Hopayê Qereçî ye, Xaço para Eloyê Diz e, Bêdros para Ûsê Kerro ye. Ji vê şûnde bûyer di rêzekê de dor bi dor pêk tên. Di beşa heştemîn de Kework pêrgî rêwiyê Pîr tê. Em xwîner bi hevdîtina Mistefa Begê Reşî û Hilmî Efendî re gelek tiştan hîn dibin. Bi axavtina Dixtor Reşîd û bavê wî Mistefa Begê Reşî re, romannûs “sê rêya” ji me re rave dike. Em xwîner dîroka destpêka sedsala bîstemîn dîsa dijîn. Kurd dîsa li ber sê riyan li ser hev belawela dibin. Her kes di rêyekê de diçe û di rêyekê de têk diçe, di rêyekê de kom dibe.

Kujerê yekemîn Mihoyê Tolî tê mala Kework ku Kework bikuje û zêrên wî bidize. Lê jina Kework Wartûhî Mihoyê Tolî dikuje. Mehmet Oncu li vir girêkekê balkêş û nehênî diavêje, ancax xwînerên baldar dikarin vê girêkê bibînin û bişopînin.

Di beşa nehemîn de serpehatiya Dîkranê baxçevan û hevsera wî Axavnî tê vegotin. Em ewil Dîkran û Axavnî dinasin, Kar û barê wan çi ye, çi dikin, mirovên çawa nin? Paşê Dîkran mal û milkê xwe difiroşe ku biçe lê Hopoyê Qereçî, Dîkran birîndar dike. Dîkran paşê dimire.

Axavnî bi du zarokên xwe ve bî dimîne. Em xwîner bi van bûyerên trajîk gelekî diêşin. Rû û dilê kujeran tim eynî ye: Reş û tarî.

Di beşa dehemîn de romannûs ewil rewşa Xaço û Makrûhî rave dike. Ew korocax in, yanî duser mirov in, zarokên wan nînin. Paşê Eloyê Diz, Xaçoya Solçêker û jina wî Makrûhî bi namerdî dikuje, du hezar du sed zêran wan jî didize. Yanî Eloyê Diz bi hemû rê û rêbazên xwe yên kirêt dawiya du mirovên belengaz tîne.

Di beşa yanzdemîn de romannûs ewil rewş û halê Bedoyê Nalbend û û kulfeta wî Loryayê ji me re rave dike. Pênc zarokên wan hene. Sê kurên wan li Stembolê, du kurên wan jî li Helebê zêrfiroşiyê dikin. Bedo û Lorya dixwazin xwe bigehijînin zarokên xwe lê mirazê wan pêk nayê; Ûsê Kerro, bi bêbextî Bêdros li ser avê dikuje. Paşê Ûsê Kerro hemû sir û razên Cinoyî hîn dibe, Cino dikuje û rûyê xwe ber bi bakur ve dike û lê dixe û diçe.

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply