Gulsînemê

Dema ku serê xwe danî ser balîfê û xwest razê nîvê şevê bû. Ji stêrkên asîmana pêve kesekî şiyar nemabû. Gulsînemê du sê cara xwe qulipand vî alî û wî alî bêfede bû xewa wê dîsa wekî gelek cara herimî bû,zivêr bibû. Herdû milê xwe avêt bin serê xwe pişta xwe da balîfa xwe û ziq li asîmanê çiksayî temaşe kir. Şewqa stêrka û bêhempa bûna wan ya bi efsûn hindik be jî bêhna wê fireh kiribû, ew aram kiribû. Xeyal kir ku ew jî stêrkeke û li banê asîman strana dibêje her şev. Gulsînemê ji xeyalekî xwe davêt xeyaleke din. Dayika sê zaroka û temenê xwe yê vê jînê bi nêvî kiribû lê te jêre bigota te çi dît û çi jiya dê bersivek wê ya têr û tije tuneba. Lewre nejiya bû! Pir dîtibû lê nedixwest bi bîr bîne dehatûya xwe.

Fikirî ku wê sibe biçe dibistana kurê xwe ji bo qeydkirina wî, vê fikrê ew ji nav cîhana xeyala deranî û wechê wê nexweş kir.

”Çi dibe bila bibe divê ez vê çarenûsa ku li eniya min nivîsî ne biguherîni”

Jixwe zarokên wê jî piştgiriya wê dikirin û di her fersendê digotin  ”dayê tu dikare biser keve, divê tu xwendina xwe ji derve biqedîne”

Gulsînemê heta pola pêncan xwendibû û dixwest dibistana xwe li derve biqedîne, her çiqasî hevserê wê Rifhet ev daxwaza wê qebûl nekira jî bi piştgiriya zarokên xwe ew jî neçar hiştibûn ku dengê xwe dernexe. Rifhet nedixwest lê ji aliyê din jî digot ”bila bixwîne, jixwe biser nakeve wê polîpoşman bibe û devjê berde, Gulsînem û xwendin” û di bin simbêla re dikeniya.

 Jîyan diherikî dem dibihorî  Gulsînemê wekî her roj rabû ji nav nivînan çû ser çavên xwe şûşt hate ber eynîkê lî xwe nêrî û di dilê xwe de got va dem derbas dîbe êdî ewê ser çav û rûyên mîn jî qermuçekî bibin. û keserek kur ji nava kezebê hilda  rabû ser xwe wisa li bejn û bala xwe nêrî liber eynikê û derket çû metbexê   taştîyek ji bo zarokan amade kir, Serhed 12 salî  demhat 10 salî  û keça wê ya delalî arya 8 salîbû gulsînemê çû  zarok şîyar kirin. Taştîya xwe xwarin dawîyê  lawê xwe yê mezin amadekir û bi hevre çûn dîbîstanê ku qeydîya wî li dibistana navîn çêbike. Zarokêndin li malê mabûn. Gulsînemê û serhed  li ser rêya dibistanê dimeşîyan wisa ket fikra jinikê got gelo jîyan çiye mirov ji bo çi dijî, jin çiye ji bo çi heye ji bo çi dijî. Wisa li derdora xwe nêrî jin tev di heman rewşêde ne. Bi van fikaran gihîşt dibistanê. Karê xwe yê dibistanê qedand vegerîya malê lê fikrê di serê wê de gur dibûn çîma jin jî ne wekî mêr e çima bîndest e rebene, belengaze çîma nîkare jîyanek bi dilê xwe bidomîne çîma çîma çîma Gulsînemê dî nav van pîrs û gotinan de di çû û dihat tîstek jî xwe fêm nekir rahişt pirtûkekê got ezê bixwînim pelê pirtûkê li hev qulapt lê kir û nekir xwe di nav xwendinê de nedît û pirtûk danî cihê wê. Xwe bi xwe di ber xwede diaxivî ma jîyana jinê zewac zarok û karê malê  bitenê bû û bersiva xwe jî wê da, na na ne ev tenê ye jîyana jinê, lê dîsa jî got ka ez hinekî herim mala cîranê xwe bê. Ka çi dikin. Çu li derîyê malê da cîrana wê derî vekir û xêratin di hev dan derbasî odeyê bûn jinek din jî hat cem wan xwedîya malê çay amadekir û bî hevre vexdiwarîn  û dest bi hev peyvînê  kirin yekê behsa cîranê xwe kir ya din behsa xesu û malbata xwe kir lê Gulsînemê qet kêfa wê ji tiştên wisa re nedihat, tiştê kû Gulsînemê lê digerîya ne tîstek wîsa bû, hinekî aciz bû û got ezê herim malê çiqas jinika cîranê wê got runê hê zûye, Gulsînemê  got dem bû dereng ezê herim şîvê çêbikim, mêrik were malê xwarin ne amade be tu zanî bî xûy û tewrê wî bêhna wî tenge ez nikarîm li dijûn û sixefê wî guhdar bikim. Û  Xatir xwest û derket çû malê şîva xwe amade kir û runişt ser kompîturê. Kû  hinek bersiv jî pîrsên serê xwe bibîne.Lê nizanibû ewê li kû bipirse li kû lêkolînê bike. Gulsînemê biryar da kû bîbe sibe û here qeydîya xwe yî dîbîstana navîn çêbike û ji devre xwendekarîya xwe bidomîne.  Û da ser şopa lêgerîna xwe . Li ser torên civakî lêkolîn dikir nivîsên zanista dixwend. Çend meha wisa berdewam kir. Bi vî awayî mirovên qenc û zana jî naskirin. Wan hevalên wê pirtûkên kû ji wê re bibin wek rêyekê û pêşîya wê rohnî bikin pêşnîyarî wê dikirin. Gulsînemê  pirtûk dixwendin nivîs dixwendin dema wê bi vî awayî derbas dibû  dibistana ji derve ya navîn qedant, û xwe li lîseya kû jî derve bixwîne qeydkir  lê ev lêgerîna wê û ev xwendîna wê yî kû xwe bi pêşxe bu kêşe di jîyana wê de. Mêr ê Gulsînemê Rifhet  her roj hencetek didît û pevçûn û şer derdixist.car caran lêxistîn jî li Gulsînemê dikir. Digote keçê  Ev çi tiştên vala û beradayîne tu dema xwe pê derbasdikî, tu jinî dema xwe bi zarokên xwe bi mala xwe bi karê mêrê xwe derbasbike, sera pîra tu yê bibî bijîşk an tu bibî parezêr an tu bibî hakim, ji xwe wa zimanê te du metro ye wekî parezer a ne hewce tu bibî parezer, aha binêre aqilê te wekî ê çiwîkê ye por dirêje aqil tune ye.

Gulsînemê  ji ser yeka xwe daneket di dilê xwe de digot tu çi dibêjî bibêje lê ezê xwe bipêş xim û rojekê tu yê ji ber van peyvên xwe fedî bikî. Gulsinemê êdî kû mêrê wê li mal bûna zêde dem li ser pirtûk û kompîtûre derbasnedikir. Lê wekîdin lêkolîn û lêgerîna xwe berdewam kir. Dem derbasbûn zarokên wê mezin dibûn Gulsînemê hem jina malê bû hem dayik bû û xwendekarîya xwe jî berdewam dikir. Lawê wê  serhed zanîngeh bi dest xistibû û çû welatê xerîbîyê, ev pir bi Gulsînemê  zor hat cara yekem  bû kû serhedê  wê ji malê dur çûbû, ji xwe mêrê wê êdî zêde zêde zilm û tadeyî lê dikir bi çuyîna lawê xwe jî  bêhtir kul û kederên nav dîlê wê zêde bûn. Xwendîn ji bo Gulsînemê bibû derman ji êşa nav dilê wê re. lê mêr çiqas bend dida ber wê jî, wê  bend li ber xwe xeradikir.rojekê mêrê Gulsînemê zû hat malê gulsînemê hê şîv çênekiribû mêrê wê çavên wî fîreh bu û gote Gulsînemê ka heta êvarî tu gu dixwî di malê de tu çi karî dikî çîma şîva te ne amadeye, Gulsînemê çiqasî got hê dem heye ezê çêbikim lê ma ji ku demg diçû Rifhet birbira wî di ezmanan derdiket Lawê wê demhat  lîse dixwend sala duwayîn bû keça wê sala yekemîn lîse dixwend. Her sê zarokên wê jî hay ji zilm û zora bavên wan hebû ji ber vêyekê qedrê dîya xwe pir digirtin û jê hezdikirin. Lawê wê serhed  roja kû wê biçûna zanîngehê berîya ku bi rê keve gotibû  dayê ji bo xatirê min tu yê demeke din biqedînî hema heta ez karê xwe bidestxim, ezê te ji vî agirî xelaskim. Gulsînemê hinek xemgînî hinek kêfxweşî çavên wê tijî rondikên mîna sitêrkan bûn lê nexwest kû li cem serhedê  xwe bidegirî. Got lawo tu bi silametî here û were, bila hişête ne li ser me be ma de dinya wisa ye emê derbasbikin ma em namirin û lawê xwe bi rêkir. Lê jina malê ji ser fikra xwe neçûbû li malê dema karê wê diqedîya rudinişt ser pirtûk û kompîtûrê li ser dersên xwe dişixulî. Lawê wê zanibû dîya wî dev ji fikrên xwe bernade, û peyamek ji dîya xwe re şand got dayê wa ezmûnên ji bo kar û şixul dest pê kirine ji xwe re serî lê bide, dîya wî ne ewqas bi hêvî bû ji ber ku temenê wê mezin bû wê ji xwe re got ma ji kû ezê ezmûnê derbasbikim lê dîsa jî dil kir kû tevlî ezmûnê bibe. Bu êvar Gulsînemê ji mêrê xwe re got ezê tevlî ezmûna memûrtîyê bibim, mêrê wê kenîya got de here lêê ma aqlê te ev aqile tu yê çawa bi serkevî de runê li mala xwe çi tê herî xwe bihetikênî di nava xelk û alemê de. Gulsînemê pir qeherî. Dilê wê pê şewitî çavên wê tijî hêsir bûn û xwîzîya xwe daqurtand rabu çû odeya dinê hinekî dagirî keça wê hat cem wê got dayê ma çima xwe aciz dikî tu here serî lê bide bu bu nebu jî bila canê te sax be hema vê daxwazîya xwe di dilê xwe de nehêle. Dîya wê hinekî bêhna wê derket û biryar da kû bibe sibê here serî li ezmûnê bide.bu sibe rabû taştîya xwe amade kir mêrê wê taştê xwar û çû ser karê xwe. Gulsînrmê jî li dû mêrê  xwe. Derket çû serî lê da û veîgerîya malê  bi rê de li çend hevalên xwe rast hat xêratin di hev dan, hevalên wê gotin tu ji kû tê. Wê jî bersiv da got hal û mesela min eve min ji bo kar serî li ezmûnê daye, hevalên wê pir kêfxweş bûn û gotin rastî jî tu jêhatîyî em bawer dikin tu yê bi serkevî, em zanin ku tu çiqas li ber xwe didî qet hêvîyên xwe neşkîne em bi te bawerin tu jî bi xwe bawer be sohpeta wan qedîya gulsînemê hate malê. Çend roj derbasbûn heftîyek ji ezmûnê mabû Gulsînemê şevekê ji mêrê xwe re got min qeydîya xwe ji bo ezmûnê çêkirîye bila hayê te jê hebe, mêrê wê disa xwe acizkir peyv û gotinên ne xweş ji gulsînemê re kir. Gulsînemê  got wa min wisa kirîye û ez dev ji vê doza xwe bernadim tu dixeyidî tu aş î tu zanî. Roja ezmûnê hat Gulsînemê çû cihê kû wê beşdarî ezmûnê bibe. Ji xwe bawer bû lê dîsa jî di dilê xwe de digot kû ez vê ezmûnê derbasnebim heta ku ez sax bim ewê mêrê min bipeyive û bike qehr û bide min hinekî ji ber vê jî kelecanî bû di derenceka re hilkişîya odeya ezmûnê runişt ber maseya ku reqema wê li ser bû. Dem hat û ezmûn dest pê kir dema ewilî Gulsînemê  matmayî ma wekî tiştên di serê wê de tev firîyan çûn. Demek kurt wisa bê lebikandin ma, duwayîkê wekî kû dengên keç û her du lawên wê ketin guhê wê ku dibêjin dayê de rabe ser xwe û hunerê xwe bikar bîne wê demê hişê Gulsînemê  hate serê wê û dest bi ezmûnê kir. Dem qedîya derket ji derve wisa li derdora xwe nêrî lê nêrînek bê wate nêrînek vala bu, ji ber kû hişê wê geh li ser zarokên wê bu ku alîkarîya wê dikirin, geh li ser mêrê wê bû ku encam û netîceyê ezmûnê ne baş be ewê xwe çawa ji ber peyv û gotinên mêrê xwe biparêze. Hêdî hêdî di derenceka re daket jêr, berê xwe da malê di rê de nizanibû çawa dimeşe. Nêzîkî li malê kir nêrî mêrê wê li ber derîyê malê ye. Di dilê xwe de got aha wa li malê ye dîsa ewê bipeyive û min biqeherîne bibecîne lê disa jî wechê xwe xeranekir  derbasî malê bû gihîşt  ber derî hemberî mêrê xwe. Mêrê wê got te çû kela feteh kir tu buyî reîsî cumhur ka ez ji te re li çepîya xim, gulsînemê qet neaxivî çû şîva xwe çêkir wekî ku deng neçûbûyê. Hefteyek derbasbû rojekê lawê wê serhed telefonî dîya xwe kir dîya wî telefon vekir li rewş û halên hev pirsîn duwayîkê lawê wê got dayê encama ezmûnê dîyar bûye gelo te nenêrîye ka tu derbasbuyî an na. Dîya wî gote lawo min nenêrîye ka netîce çi ye, ezê îro lê binêrim. Kû hevpeyvîn û gotina herduyan qedîya gulsînemê  çû ber kompîtûrê û rûpela ezmûnê vekir û li navê xwe gerîya çend rupel derbaskirin û navê xwe di rûpelê de dît û pir kêfxweş bû ji kêfa girîyê wê hat keça wê arya  û  lawê wê demhat bi dengê dîya xwe ve hatin gotin dayê ma çi bû çima didî girî.  gulsînemê gotê na demhatê min xezala min  netirsin ev girîyê min ji kêfa ye min ezmûn derbaskirîye. aryayê xwe avêt ser sînga dîya xwe û got dayê m amin j ite re ne gotibu ma mîn jî te re negotîbu wa tu bî ser ketî. Wê rojê heta êvarî telefona gulsînemê her ji du xulekan lê dida ê ku zanibûn gulsînemê  tevlî ezmûnê buye lê digerîyan û netîca ezmûmê jê dipirsîn kû ev bersiva xweş dida wan heval û dostên xwe ew jî pir kêfxweş dibûn. Bu êvar mêrê wê hate malê şîva xwe xwarin gulsînemê çay amade kiribû û bi hevre çay vedixwarin gulsînemê  ji mêrê xwe re got hela Rifhet  ewqas tu dixeyidî tu bi min ne bawer bûy  te her roj pirsgirêkek derdixist ji bona ku ez dev ji xwendekarîyê bedrim  lê wa min ezmûn derbaskir de ka îja bipeyive te ji min bawer nedikir va ezê jî dest bi kar bikim.Rifhet ji  wê re got îja karê malê û zarok ewê çawa bibe jin çîma herîn kar ê kû jina xwe dişîne kar sirf bênamûse. Gulsînemê got wa zarok mezin bûne û her kesek bila karê xwe bike, ha ha  van jinên ku tev derîn kar û şixul mêrê wan bênamusin hema tu tenê bi namusî. Heta niha min karê malê  kir ji îro şunde hûn karê xwe bikin êdî ez ê jî herim kar û wekî hefîyekê şer û pevçûn dî malê de berdewam kir serhed bihîst kû bavê wî nahêle dîya wî here ser karê xwe telefonî bavê xwe kir hinekî bî bavê xwe re peyivî demhat û arya jî piştigirîya dîya xwe kirin. Rifhet xelasîya xwe ji destê wan nekir qeherî û ji Gulsînemê re got serê te serê kerê ye tu peyvê fêm nakî here biceheme tu dimrî tu dimênî tu i guyî beladikî bike ez nema dibim eleqedar. çend roj derbasbûn Gulsînemê nivîstekên ji bo kar xwestibûn amade kir û li hêvîya sibê ma ku bive teslîmî sazîya ku ewê lê dest bi kar bike. Lê ji kelecanîya kû wê dest bi kar bike  ma bê xew bi kuve çûbû rabû çû odeya zarokên xwe pêşî çû ber serê kar xezala xwe aryayê li wechê wê nêrî û maçîkir ser wê nixwimand û çû ber serê demhat ew jî maçîkir û ser wî jî nixwîmand û hêdîka di ber xwe de got hûn hebûna min in bî piştgirîya we û daxwazîya we ez serkeftî bûm  û çû dîsa ket nav cîhê xwe.Bu sibe dem hê zû bû gulsînemê  rabû xwe amade kir ewraqên xwe xist hindirê çenteyê xwe û berê xwe da sazîyê. Lê di rê de gup gupa ser dilê wê ye dîsa kelecanî bûye dilê wê di qefesa sînga wê de hilnayê û di dilê xwe de dibê  va îja ez xelasbûm ji ber peyva rifheto êdî ez wekî parseka destê xwe li ber venakim û doza pereya lê nakim. Ji xwe heta qiruşek dida çavên min derdixist. Bi vî awayî gihşt ber sazîyê hilkişîya cihê ku ewraqên ku xwestine teslîm bike.

Çu ber derîyê odeya birêvebir û li derî da. Birêvebir bankir gote derbasbe were odeyê. gulsînemê derî vekir derbasî odeyê bû, silav da birêvebir. Birêvebir gote runê ser kursîyê gulsînemê runişt ser kursîyê û ewraqên ku xwestibûn ji çenteyên xwe derxist û danî ser maseyê birêvebir rahişt ewraqên Gulsînemê  çend pel li hev qulapt û got temam ev jî temam êdî tu karî sibê werî dest bi kar bikî. gulsînemê  rabu çu malê di rê de di dilê xwe de got anha serhedê min jî li vir bûna bê çiqas wê kêf bikira. Û bu yadin rojê gulsînemê  bi kêfxweşîkê bi kelecanîyekê  rabû taştîya xwe çêkir xwar û çû dest bi karê xwe kir. Roj li rojê dibuhurî, gulsînemê  diçû karê xwe û dihat, rojekê ji kar vegerîya malê li derî da mêrê wê derî lê vekir Gulsînemê hinekî şaş ma lê nepirsî ku çima vê seetê hatîye malê. Çend rojan wisa derbasbu, Gulsînemê hew debarkir û ji mêrê xwe re pirsî. Gelo ev çend rojin ez têm malê tu li pêşîya min li malê yîçîma wisa tu zû tê malê? Rifhet ji wê re got rastîyê bixwazî min ji kar derxistine û ev çend rojin ez li kar digerim lê ez peyde nakim. Mehek dû meh sê meh wisa derbasbûn. dema  zanîngehê hat kû çend rojan betlane yanî navber bidin dibistan û zanîngehê wî jî bilêta xwe kirîbû û ji kesekî re negotibû ezê werim malê.gulsînemê  sibehî zû  rabu ser xwe wekî hergav taştîyek amade kir û ku runê bixwe deng ji derî hat, gulsînemê di dilê xwe de got Xwedê bi xêr bike vê şeveqa tarî ev kî ye li derîyê me dide. Rabû çû derî vekir, nêrî serhedê wê bi xwe ye  ji zanîngehê hatîye malê Gulsînemê pir kêfxweş ruyên wê vebişirî û kenî bû  û wî xist himbêza xwe û dest û pîyên xwe lê pêça. Demek wisa bihurî Gulsînemê wî derbasî malê kir û hinekî vekşîya û li bejn û bala serhedê xwe nêrî serhed jî jî kêfa dîtina dayika xwe nema zanibû wê çi bibêje wîsa bê deng mabû û bi rukî bişirandî û bi ken ew jî lî dîya xwe dinêrî gulsînemê got serhedê min  bê nezera çavên min tu pir bedew buyî  beranê min  û dîsa lawê xwe himbêzkir û herdu rûyên wî maçîkir got serhedê min waye taştê amadeye bixwe û ji xwere hinekî razê tu jî rê de hatîyî tu westîyayî  ezê jî  herim kar dema êvarî ez hatim emê biaxivin. Êdî debara malê li ser piyê gulsînemê bû . Rifheto jî dema xwe geh  li qehwê derbasdîkîr geh jî jî xwe re li kar digerîya û pere jî bi wî re nema bû ku cixareyekê ji xwe re bikire çavên wî mabû li destê Gulsînemê.

Gulsînemê her sibe berîya ku biçe kar pere ji bo çixara wî datanî malê. Bu êvar û malbat tev li hev civîyan çaya xwe vedixwarin hevpeyvîn dikirin dikenîyan, Gulsînemê wîsa li derdora xwe nêrî zarokên wê li dora wê runîştîne dîsa çavên wê tijî bûn bala serhed kişand got dayê çibû çima xwe acîz dîkî va ez demhat aryayê em lî cem te ne divê tu kêfxweş bî gulsînemê gote ji xwe ji kêfxweşîya we kû hûn lî cem min in ez hînekî dilzîz bûm serhed dîya xwe hîmbêz kir aryayê jî xwe avet ser dîya xwe demhato jî got ma qey cihê min tune û her sê zarokên wê xwe li hev pêçan. lê dema ku bavê wan semyanê malê bû û kar dikir ev aramî ev hizûr di mala wan de tunebû.

 

Nûjîn Çîya

Derbar Çand Name

Check Also

Sê Qewmandinên Ecêb Ji Jîyana Ronakbîrên Me

Elîyê Ebdilrehman û êlêktrîka havîngeha wî Nivîskarê kurd Elîyê Ebdilrehman, ku di şerê dijî faşîstan …

Leave a Reply