Goftûgo û Gotûbêj

Ziman ne bi tena serê xwe amûrê axivtinê ye. Belku gelek caran raman û felsefeyeka kûr dihewîne di nav dil û hinavên xwe da.

Bo peyv, biwêj û gotinên çêdibin di nav zimanan da, dem û tecrube pê divêt. Gava mirov li reha peyvekê an jî li biwêj/têgeh û gotineka mezinan dinêre, mirov dibîne ku ew peyv çawa çêbûye an jî jêderka wê ji kîjan zimanî derketiye. Û herwiha biwêj û gotinên pêşîyan li ser kîj bûyerê hatiye gotin, bi tecrubeyeka çawa çêbûye di demeka dirêj da.

Du (2) rehên lêkeran (fiil) hene di kurdîya kurmancîyê da. Yek reha dema borî ye, yek jî ya dema niha ye. Reha dema bê û ya raweyên merc û daxwazê jî wekî ya dema niha ye.

Hindek lêker ji layê dengsazîyê ve gelek nêzîkî êkudu ne, hindek jî jêk dûr in. Lewanî, ji bilî kurdên ji dayîk û babên xwe fêrî kurdîyê dibin, kesekî bîyanî û kurdên ku piştî temenekî mezin fêrî kurdîyê dibin, ji bo rayekên lêkeran serêşîyê dibînin.

Lêkera “gotin”ê yek ji wan lêkeran e ku, koka wê jêk cuda dibe li gorî kêşana deman. Di dema borî da reh “got” û di dema niha da “bêj” e.

Bo nimûne:
Min got. (dema borî)
Ez di-bêj-im. (dema niha)
Ez ê bi-bêj-im. (dema bê)
Tu bi-bêj-e. (raweya fermanî)

Bi gelek lêkeran peyvên nû hatine dariştin û çêkirin. Ev peyv, hindek caran bi rehên dema borî û hindek caran jî bi rehên dema niha pêk tên. Ev peyv ji bilî rehan bi harîkarîya paşpirtikan (wekî; -er, -ar, -î, -van, -geh, -ok, -kar, -ger…) jî çêdibin.

Ji lêkera “xwendin”ê peyva “xwîner”(kok “xwîn”e gorî dema niha, -er paşpirtik e), xwendevan (kok “xwend” e gorî dema borî, -e navgir, -van paşpirtik e), xwendegeh (kok “xwend”, -e navgir, -geh paşpirtik e) pêk hatine û hindek peyvên dî jî bi vê lêkerê pêk hatine. Wekî; xwende, xwendekar.

Peyva “goftûgo” û “gotûbêj” di eynî menayê da ne. Tête menaya mizakere, dîyalog, gengeşe û hwd. Ya ewil bi farisî ya duyem jî bi kurdî (kurmancî) ye. Herdu jî ji lêkerên “gotin”ê pêk hatine. Pêkhatina vê peyvê ji peyvên dî cudatir e. Li gorî herdu zimanan (farisî û kurdî) jî bi yek lêkerê hatiye çêkirin. Hem bi koka dema borî û hem jî bi koka dema niha pêk hatiye û gihaneka “û” jî ketiye navberê.

Di farisî da koka “goften”ê bo dema borî “goft”, bo dema niha “go” ye.
Goft-û-go= Goftûgo (di farisî da wek goftogû dihê gotin)
Di kurdî da jî koka lêkera “gotin”ê bo dema borî “got”, bo dema niha jî “bêj” e.
Got-û-bêj= Gotûbêj
Wekî di menaya xwe da jî dîyar e, kurd û faris bo “mizakere”ya erebî û bo “dîyalog”a îngilîzî ev peyvan dibêjin, ku menayeka berfireh digire.

Di dema gotûbêjê da fikr û hizrên cuda derdikevin, têne nîqaşkirin, peywendî çêdibe di nav hizran da, nakokî çêdibe, qanihkirin çêdibe, agahî û zanînên nû bi dest dikevin. Anko tiştê tê “gotûbêj”kirin, ihtimal e ku rûdaneka duhî be, bes tesîrê li ser îro û sibe bike. An jî tiştê li ser tê axivtin, hêj neqewimîbe jî dîsa bi awayekî tête gengeşekirin. Hem babet û hem jî kesên li ser babetê/bûyerê diaxivin bi şiklekî berûn (berfireh) lê dinêrin.

Her çend gotûbêj/goftûgo bo wê hindê be ku encamek lê der bihê, gelek caran bê encam jî dûmahîk lê dihê.

28ê Pûşperê 2021 Şemzînan

Miradxan Şemzînî

Derbar Çand Name

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply