Ferhenga Kurdî – Tirkî

Ev ferheng ked û xebata salane ku niha li ber destê me ye. Piştî ku Zana Farqînî di sala 2000î de ferhenga Tirkî û Kurdî amadeyî çapê dike, dest bi xebata ferhenga Kurdî û Tirkî dike. Çar sal şûnde amadeyî çapê dibe. Wekî ferhenga Tirkî û Kurdî, ev ferhenga Kurdî û Tirkî jî, ji weşanên Enstituya Kurdî ya Stenbolê derdikeve.

Di vê berhemê de 131 hezar û 266 peyvên kurdî hene. 35 hezar jî berdewamiya wan peyvan têde cîh digirin. Ev 35 hezarê hanê jî dewama serê madeyê ne, ku ji lêkerên alîkar, biwêj û hwd. pêk tên. Ferhenga Kurdî û tirkî di sala 2004an de derketiye, gelek caran çap bûye û ji 2132 rûpelan pêk tê.
Amadekarê vê berhemê, Zimanzan, Lêkolîner, Nivîskar û wergêr Zana Farqînî di sala 1967 an de li Farqîna Amedê bakurê Kurdistanê tê dinê. Gotar û nivîsên Farqînî di di serî de, Welat, Azadiya welat, Rewşen, Zend û gelek rojname, kovar û malperên kurdî de hatine weşandin.

About Çand Name

Edîtorê malperê - 1 (Nivîsa bar dike, sererast dike û diweşîne)

Check Also

PDF | Çend Pirtûkên Zarokan | Daxînin an jî Bixwînin

Em ê li vir Pirtûkên Zarokan ên pdf yî bi du şeklan biweşînin: 1. Wekî …

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *