Ez û Navenda HRRKê û Sala Melayê Cizîrî

Serê sala nû 2023an de Navenda HRRKê li Qamişlo, ev daxuyanî belavkiriye: (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê(HRRK) sala 2023ê wekû sala Melayê Cizîrî bi nav dike û ji boyî qad û cîhana rewşenbîriya Kurd û Kurdistanî radigihîne.

Di vê salê de, dê HRRK’ê hewl bide ku piraniya xebat û çalakiyên xwe der barê helbestvanî, jînenîgarî, rol û bandor, felsefe û raman, dîwan û şiroveyên dîwanê, bawermendî û sofîtiya Melayê Cizîrî li dar xîne û bi alîkariya panel û simînar û konferansan dê HRRKê hewldanên xwe yên berfireh bike ku helbestvaniya Melayê Cizîrî ya bê hempa zeft bike û Melayê Cizîrî wekû şahê helbesta Kurdî ya klasîk biçesipîne. Her wisa bi vê helkeftê dê HRRKê (XELATA MELAYÊ CIZÎRÎ YA HELBESTÊ) damezirîne û salê carekê dê xelatê diyarî helbestvanekî Kurd ê behremend û dahêner bike.

Em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin hemû sazî û dezgehên ragihandinê, yekîtî û hevgirtinên nivîskar û rewşenbîran, komele û weqfeyên ziman û çand û hunera Kurdî, peymangeh, enstîtût, zanîngeh û zankoyên Kurdistanê, hemû xemxur û dilêşên helbest, ziman û wêjeya Kurdî (çi li hundir û çi li derve) ku, destekê bidin banga me da em Melayê Cizîrî ji nav destên dijminên ziman û dîroka kurdan rizgar bikin û ji dunyayê re bibêjin ku Meleyê Cizîrî ne bi tenê Sofî û older û bawermendekî islamî ye lê helbestvanekî pir mezin ji helbestvanên Kurdan ên klasîk e. Dîsa em bi vê daxuyaniyê dengê xwe digihînin Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Rêvebiriya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyayê ku, di sala 2023ê de hewldanên xwe yên berdewam û dilsojane bikin da ku konferanseke navnetewî bi navê Melayê Cizîrî li darxînin û hemû Kurdolog, bispor û lêkolîneran li bin sîwaneya Melayê Cizîrî li hev bicivînin.

Komîteya Kargêr a Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK). Rojava.Qamişlo, 01.01.2023).

Min jî, li gor vê daxuyaniya (Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê: HRRK) li Qamişlo, ev gotina kurt di pesin û jinnameya (Melayê Cizîrî: 1407 – 1481) de nivîsandiye û spasiya Ehmed Huseynî serokê Navenda HRRKê li Qamişlo û tev endamên wê dikim:

Sebaretî me kurdan û zimanê kurdî, dîwana helbestên Melayê Cizîrî ji me re mîna dîwana helbestên (Hafizê Şîrazî) û dîwana (Fazilê Camî) ye di zimanê farisî de û dîwana (Kurê Farid) di zimanê erebî de û herwiha dîwana (Fidûlî) di zimanê tirkî de.. Ji ber huner, pîş û saziya herî bilind ku wî di helbestên xwe de bi kar aniye û bêjeyên ji çend zimanan di nav helbestên xwe de, bi rengekî profîsyonale hunandine û bi qubebilindî hestê xwe yê giyanî ji evîna Selmayê, ku evîna Xwedayî û sofîtiyê ye deraniye.

Helbestên Şêx Ehmed (Melayê Cizîrî), ji me kurdan re  mîna ayetên Quranê ne, di kûrbûn û firehbûna wateyên xwe de. Hezkirin û evîndariyeke bilind ji nav gotinên helbestên wî difûre, hevgirêdana gotinan di helbestên wî de, mîna libên tizbiyê, bi dûv hev de rêz dibin û wek ava çemê Dicle diherikin. Belê mixabin, ji ber ku dîwana wî zû nehatiye çapkirin, gelek destan pê lîztiye û her yekî li gor kêfa xwe gotin û hevokên wê guhertine, di ser 650 salî re ye, ku dîwana helbestên wî, toşî pêlîstin, guhertin û talanê bûye, ta ku di sala 1958 an de Mele Ehmedê Zivingî (Miftiyê Qamişlo yê berê), bi alîkariya Mele Abdulselam Nacî, ji nû ve, dîwana wî bi şirovekirineke bedew berhevkiriye û daye capê bi navê (Gerdeniya Gewherî), an (Ristika Cewheran di Şirovekirina Dîwana Melayê Cizîrî de).

Navê wî Şêx Ehmed e, hem jî bi naznavê (Nîşanî) di hin helbestên xwe de, xwe diyar kiriye, bi wateya (Nîşan) anku ew wek mertal bû ji tîrên evîn û hezkirinê re. Navê bavê wî Şex Mihemed e bi koka xwe ji hoza Bextiyan bû di herêma Botan de. Gelek dîrokzanan jiyana wî û heyamê ku têde jiyaye ne wek hev nivîsandine, belê Mele Ehmedê Zivingî yê ku dîwana wî çap kiriye, vê yekê zelal dike ku, ew di sala 1407an de li bajarê Cizîra Botan ji dayik bûye, di destpêkê de li ber destê bavê xwe Şêx Mihemed xwendina seretayî di Qurana pîroz de xwendiye, di pey re xwendina bilind li Amedê, Hekarê û Amadiyê xwendiye û wiha ta ku teza xwe di warê zanîna olî de, li ser destê Mele Taha, li gundê (Strabas) nêzîkî Diyarbekirê wergirtiye.

Di pey re, di eynê herêmê de bûye Melyê gundê (Serba).. Paşê li bajarê Eskîfê (Hesenkêfê) akincî  bûye û gelek Mela ji ber destê wî derketine.. Hin dibêjin li Eskîfê evînek Xwedawendî pêre çêbûye û dûrî mijûbûna zanîna beyan (Zahirî) bûye û tev mêla wî ketiye ser zanîna nebeyan de anku (Batinî) û di encam de, di rengê dînekî de vegeriya ye bajarê Cizîra Botan û bi texmîn di sala 1481ê de lê çûye ber dilovaniya Xwedê.. û niha gora wî di bin qebokê de ye, rex medeseya Sor hatiye veşartin. Roja îro gora wî cihê serdana keç û xortên bajarê Cizîrê ye û bi navê ziyareta Şêx Ehmed tê naskirin.

Hin dibêjin ku, ew hevçerxê Mîr Şeref Xan kurê Mîr Evdalê Azîzî mîrê Cizîra Botan bû, li gor ku Şeref Xan Bedîsî di Şerefnameya xwe de sala 1596an, behis dike û Mîr Şeref Xan e yê ku Medreseya Sor di rex sûra Cizîrê de, ji baxerb ve avakiriye.. Mîr Şeref Xan bû yê ku ji bo xerciya mamostayên û şagirtên Medreseya Sor, gelek gund û zevî terxan kiribûn. Çiko xwendin, razan, xwarin û vexwarina wan ji kîsê medreseyê bû. Bê guman piştî ku Melayê Cizîrî ji Eskîfê zîvirîye Cizîrê, bûye mamoste di Medresa Sor de, gelek melayê pehlewan ji ber destê wî derketine.

Tê gotin ku, li bajarê Cizîrê hez keçekê kiriye bi navê (Selma) an (Sitiya bisk kesk), ji malbata Mîrekên Azîzan û gelek helbest di evîndariya wê de nivîsandine.. û dibêjin ku her roj diçû nav goristan bajarê Cizîrê, reserî koçka Selmayê, pişta xwe dida kêlekê û helbest di pesnê wê de dihûnandin. Hem jî dibêjin; ew kêl ku pişta xwe didayê ji heyecana evîna di hinavê wê de disincirî! Pîrek ferî wê kêlê bibû, her ku Mela dizîvirî, wê pîrê hevîrê xwe bi wê kêlê ve vedida û nanê dipijiya..! Di serdanekê de, min ew kêl di hewşa medreseya Sor de dît..

Di van çend malikên xwarê de, M. Cizîrî pesinê Mîrê Cizîra Botan Mîr Şeref Xan dide, hem jî diyar dibe ku mamostetiya mederseya Sor kiriye û herwiha wî navê Kurdistanê du caran aniye ziman:

Xef wan reşandin dilxweding

Teşbîhên tîrên mîr Şeref..

Di cihekî din de wiha dibêje:

Ne tenê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin

Sed wekî şahê Xurasan defrewarê te bin..

Hem jî wiha gotiye:

Tenha ne kurdistan didin

Şîraz û Yeng û Wan didin

Her yek li ser çehvan didin

Ji Espehan têtin xerac..

Hem jî, Melayê Cizîrî dixwest bajarê Cizîra Botan paytexta Kurdistanê be û (Mîr Şeref Xanê Azîzî) hakim be wek Îskenderê Romî, Fexfûrê Çînî û Şahê Farisî, dibêje:

Ma Cizîre şubhî Darê textê heft iqlîmi bit.

Hem bi hukm û seltenet Îskender û Fexfûri bî.

Ney tinê Tebrîz û Kurdistan li ber hukmê te bin.

Sed wekî Şahê Xurasanê diferwarê te bî..

Melayê Cizîrî wiha jî gotiye:

Dil geşte min ji Dêrê,

naçim Kenîşteyê qet

Mihraba wê bi min re,

wer da em biçne Laliş..

Min ev helbest ji dîwana wî bijartiye. wek diyarî ji vê sala wî û we xwendevanên zimanê Kurdî re pêşkêş dikim:

Xelqo li min kin şîretê
Ew dilbera zerrînkemer
Min dî di halê xefletê
Hat der ji bircê wek qemer

Hat der ji birc û penceran
Dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan
Lew ’aşiqan xwîn bûn ceger

Qelb î ceger min bûne xwîn
Lewra ko nû der bûn birîn
Ey can were halim bibîn
Wer rûh ji qalib bête der

Canê min e bê ser cesed
Mizgîn bi afaqan resed
’Alem hemî pê bin hesed
Insan û cinn û caniwer

’Alem hemî têk bûne şef
Sey’rîn li şahê min bi xef
Hatin temaşa çar teref
Şatir xumar tayên di ber

Hat padişahê pir sipah
Qamet elif dêm şubhê mah
Dad û meded ded ah û ah
Zulf û ’eqarib têne ser

Gestî me xelqo ’eqrebê
Mest im ji şewqa xebxebê
Tali’ tinê mi d’kewkebê
Îro ’eqarib têne der

Îro ’eqarib hate xwar
Çû nêv-I baxê gul’izar
Ew buxçeya her lê bihar
Lew bilbilan lê qal û şer

 

Qamişlo 3.8.2023

Konê Reş 

Derbar Konê Reş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply