Ezîzê Gerdenzerî: “Rewşa edebiyeta kurdî ya îroyîn, ku li ser dereca nizim derdikeve û berî wî ketiye dereca bilind”

Lokman Polat – Pirs : 1 – Birêz Ezȋzȇ Gerdenzerȋ ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Sala 1945an li bajarȇ Tbȋlȋsȇ( komara Gurcistanȇ) ez di malbeteke ji civaka ȇzȋdȋȇn peneber de, hatime dinȇ. Malbeta me beriya 200 salȋ, bi mecbȗrȋ, dev ji warȇ kal ȗ bavan berdidin, ji parȇzgeha Wanȇ derdikevin ȗ berȇ xwe didin Welatȇ Ȗris. Malbeta me li Ermenistanȇ, di gundȇ Cercerȋsȇ, li ber kavlȇ ziyareta beriya 2500 salȋ avakirȋ, cȋh ȗ war dibin. Salȇn 1930ȋ, dema tȇrorȋzma Stalȋn dijberȋ gundiyȇn feqȋr, malbeta me cȋhguhastȋ Tbȋlȋsȇ dibe. Sala 1941ȇ bavȇ min bi daxwaza xwe(çimkȋ gor qirara Stalȋn, lawȇn civakȇn kȇmhejmar nedişandin pȇşeniya şer) dikeve li nav Şerȇ Cȋhanȇ ya Duem. Ew pir mȇdal ȗ ordȇna ve tȇ xelat kirin. Ew piştȋ salekȋ şer kirinȇ xeter birȋndar dibe ȗ piştȋ rewşa wȋ piçekȋ baş dibe, wȋ paşde dişȋnin malȇ. Sala 1848an, piştȋ temamkirina xwendina xwe ya pedagogiyȇ, bavȇ min Ȋskoyȇ Semo li tev malbetȇ dizvire Ermenistanȇ. Ew çil salȋ zȇdetir mamosta ȇ dȋrokȇ bȗye. Dayka min, Kaza Arşak, deh zarok anȋbȗ dinȇ, mezin kiriribȗ, lema ew bi xelata stȇrka zȇrȋn hatibȗ xelat kirin. Em hevt bira bȗn ȗ sȇ xwȋşkȇn me hebȗn. Nixurȋ, zara here mezin, ez bȗm.

Min sala 1962an dibistana navendȋ ya gundȇ Elegezȇ temam kir.

Sala 1970ȋ min Ȗniversiteta Bijȋşkiyȇ ya Yȇrevanȇ xelas kir ȗ li bajarȇ Çȋmkȇntȇ de (Komara Qazaxistanȇ) wek xȋrȗrg – emelȋkar derbasȋ li ser xebatȇ bȗm.

Min tȇza zaniyariye ya doktoriyȇ li Alma – Ataȇ, sala 1978an parast  ȗ hema wȇ salȇ Atestasiyona Here Bilind ya Moskvȇ navȇ doktorȇ zaniyariyȇ pȇşkȇşȋ min kir. Wek bijȋşk min 36 salan xizmeta gelȇn Yekȋtiya Sovyȇt ȗ yȇn Europȇ kir.

Wek xizmetkarȇ zimanȇ kurdȋ, literatura kurdȋ, çanda kurdȋ, min salȇn 1960an dest bi karȇ xwe kir. Min destpȇkȇn de helbest ȗ gotar dinivȋsȋ, kȋjan rojnama kurdȋ Rya Teze ȗ rojnama bi zimanȇ ermenȋ Apaga Bijȋşkȇ de dihatin çap kirin. Paşȇ min dest bi nivȋsara sarpȇhatiya, novȇla, romana kir. Hetanȋ niha pȇnc romanȇn min hatina çap kirin.

Bi kurtayȋ: Ezȋzȇ Gerdenzerȋ beriya her tiştȋ xizmetkarȇ zimanȇ kurdȋ, literatura kurdȋ, çanda kurdȋ ye, paşȇ wek bijȋşk xizmeta gel kiriye..  

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir? Berhema te ye pêşîn kîjan e? Û naveroka wê li ser çiye?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Min destpȇka salȇn 1960an, dema xwediyȇ van xetan 15 – 16 salȋ bȗ, dest bi nivȋsara helbestan kir.

Gelo çima?

Dibe ku çimkȋ ez lawȇ ȋnsanȇn çȋyayȋ yȇn dengbȇj, çȋrokbȇj, destanbȇj, dilsoz, dilovan wisa jȋ xwedȋ xȋret, xebathez ȗ mȇrxas bȗm. Dibe ku çimkȋ ez lawȇ wȇ civakȇ bȗm, ya 72 caran rastȋ komkujiyȇ hatibȗ, lȇ zimanȇ xwe, edetȇn xwe, çanda xwe, wek ronahiya herdu çavȇn xwe parastibȗ. Dibe kȗ erk ȗ wezȋfa min bȗ, ku xem ȗ xeyalȇn civaka xwe bȋnim li ber çavan ȗ tȇkim guhȇn desthiletdarȇn dewletȇn mezin. Mixabin, tu kes guh nade li ser gotinȇn min. 03-08-2014an civaka min dȋsa rastȋ komkujiyȇ hat ji aliyȇ rȇxistineke tȇrorȋst DAȊŞȇ de. Mixabin heta niha, heyş sal piştȋ şikestina DAȊŞ re derbas bȗye, lȇ nȇzȋkȋ nȋv miliyon  ewledȇn civaka min, ȇzȋdȋ, li welatȇ xwe de, li Kurdistanȇ de, peneberin ȗ li bin konȇn nȇylon de dijȋn.

Berhemȇn min yȇn pȇşin helbest bȗn. Helbestȇn min derbarȇ evȋndariyȇ bȗn, derbarȇ Kurdistanȇ ȗ Yekȋtiyan Sovyȇt bȗn, derbarȇ irf ȗ edet de bȗ. Pirtȗka min ya yekem “Kilȋta Dil” sala 1968an bi qirara Girupa(Seksiya) nivȋskarȇn kurd ya nik Yekȋtiya Nivȋskarȇn Ermeniyan ji bo weşanȇ hate şandin. Lȇ riyȇ ȇdȋtorȇn kurd yȇn wȇ demȇ li weşanxanȇ de dixebitȋn, demeke dirȇj ew pirtȗk nehat weşandin. Sala 1983an ew li almanaxa kurdȋ de hat çap kirin. Şanonameya yekem “Zarȋna Çiya” 1989an hat çap kirin, sala 1990an wek şano Teatroya Kurdȋ ya Tbilisiyȇ pȇşkȇşȋ temaşevanan kir, sala 1991an Instȋtȗta Parȋzȇ ya Kurdȋ, ew şano kir vidio film. Romana min ya pȇşin “Fȋncana Ferfȗrȋ” bȗ ( sala 1990an hat weşandin).

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in lê bi tirkî, arebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî, arebî, farisî ne? Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (tirkî, erebî, farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Ne ku hinek nivîskarên ku bieslê xwe kurd in, bi tirkî, arebî, farisî, danȋmarkȋ, swȋdȋ, almanȋ… berhemȇn xwe dinivîsin. Ewan ne nivîskarên kurd in, lȇ nivîskarên tirkan, areban, farisan ȗ gelekȇn din in. Ewan zimanȇ miletȇn din dewlemend dikin, xizetkarȇn çand ȗ edebiyeta xelkȇn din in.

Lokman Polat – Pirs : 4 – Edebîyata kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Rewşa edebiyeta kurdȋ ya ȋroyȋn, em dikarin bi serfirazȋ bȇjin, ku li ser dereca nizim derdikeve ȗ berȇ wȇ ketiye dereca bilind. Niha em dikarin bȇjin, ku hinek roman ȗ helbestȇn nivȋskarȇn kurd, pir baş, bi rȇk ȗ pȇk hatine nivȋsar, lema jȋ ewan hatine wergerandin ȗ çapkirin bi zimanȇn cȋnar ȗ xȇrxwezan.

Lokman Polat – Pirs : 5 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Bi dȋtina min romana kurdȋ pir pȇş ketiye ȗ pir dewlemend e. Helbestvan pir in, lȇ mixabin helbestvanȇn xwedȋ marȋfet hindik in.

Lokman Polat – Pirs : 6 – Li gor bîr û raya min, nêrîn, dîtin û ramanên min, rexnegirî tena serê xwe rexne nîn e. Digel rexneyê berhemê fêmkirin, şîrovekirin, ravekirin û nirxdayin e.  Bi gotineke kin û kurt, rexnegirî: Hunera şîrovekirin û nirxandina bi hişê têgihîştî ye. Rexnegirî, hunera nirxandinê ye. Şîroveya berhemê ye. Xwendina berheman e û herweha kar û xebateke lêkolînî ye. Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Divȇ rexnegirî ȗ edebiyeta bedewetiyȇ bi tevayȋ ȗ li nik hevdu, mil bi mil bimeşin. Mixabin, rexnegirî li pey edebiyetȇ dimeşe. Nivȋskar pir in, lȇ rexnegr hindik in. Ez dibȇjim: destȇn we sax be kek Lokman.. Hȗn hem nivȋskar im, hem jȋ rexnegir. Em hȋvȋdarin, ku nivȋskar bi xwe divȇ hevdu rexne bikin, carna jȋ pesnȇ hevdu bidin.

Lokman Polat – Pirs : 7 –Tu difikirî ku rexnegir bi têra xwe girîngiyê didin xebatên te?  Eger wisa nafikirî, sedemên vê yên girîng çi ne?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Bi nȇrȋn ȗ dȋtina min rexnegir bi tȇra xwe girîngiyê didin xebatên min. Ez dixwazim bi şȇkirandin bȇjim, ku we sȇ romanȇn min xwendine ȗ derbarȇ wan de fikira xwe, ya qenc we gotiye. Ez spasdariya xwe ji bo we ȋlan dikin.

Lokman Polat – Pirs : 8 – Rexnegiriya kurdî di çî radeyê de ye? Li gor te, çima rexnegirî? Û fonksîyona rexnegiriyê çiye?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Çawa min pȇşde got, rexnegiriya kurdî, li pey edebiyeta kurdȋ dimeşe. Çimkȋ rexnegir hindikin ȗ edebiyeta kurdȋ jȋ bi gavȇn fireh dimeşe. Rexnegirȋ ulim e, zanîn e, lȇ fonksîyona rexnegiriyê ew dezgehȇ rexnegeriyȇ ye.

Lokman Polat – Pirs : 9 – Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Di hemȗ berhemên min de, nolȋ qeytaneke batini ya efsȗnȋ welathezȋ, dost ȗ xȇrxwazhezȋ, evȋndarȋ ȗ progireş – pȇşketin derbas dibe. Bi giranȋ mijara berhemȇn min evȋndarȋ ye.

Lokman Polat – Pirs : 10Dibêjin  ne hemû bin jî piraniya  nivîskarên kurd pirtûkên hev naxwînin, tu pirtûkên nivîskarên kurd dixwînî? 

Mijara berhemên te bi giranî liser çine?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Belȇ, ez berhemȇn nivȋskarȇn kurd dixwȋnim. Bala min gelekȋ dikişȋne li ser romanan..

Beriya her tiştȋ mijara berhemȇn min ya bingehȋ derbarȇ werȇ kal ȗ bavan de ne. Derbarȇ Kurdistanȇ de ne. Derbarȇ xem ȗ xeyalȇn civaka ȇzȋdȋ da ne. Derbarȇ çand, erf ȗ edetȇn ȇzȋdiyan de ne. Derheqa altiruizma ȇzȋdiyan de ne. Derbarȇ mȇrxasiya ȇzȋdiyan de ne. Derbarȇ tifaq ȗ yekȋtiya netewa kurd de ne. Derbarȇ tevgera azadiya netewa kurd ȗ Kurdistanȇ de ne.

Lokman Polat – Pirs : 11 – Rexnegiriya helbestan ji ya romanê û çîrokê cuda ye. Rexnegir carna maneyên ku helbestvan qest nekiriye didine helbestê. Di eniya Wêjeya Kurdî de helbestvan gelek in lê rexnegirên helbestan kêm in. Tu li ser vê mijarê çi difikirî? 

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Belȇ, rexnegiriya helbestan ji ya romanan û çîrokan cuda ye ȗ çetintire. Carna ez bala xwe didim facebookȇ ȗ dibȋnin, ku “helbestvan” dubare – sȇbare zȇdetir bȗne. Her kes yȇn kȇm – zȇbe dikarin bi zimanȇ kurdȋ bixwȋnin ȗ binivȋsin, ewan dibȇjin em helbesvanin. Li nav wan de helbet ȋnsanȇn marȋfet jȋ hene, lȇ ewan kȇmin. Rexnegirȇn helbestan ez nabȋnim. Bi nȇrȋna min sedema wȇ yekȇ kȇmbȗna girȗp, komikȇn helbestvanane. Helbestvan bi xwe divȇ rȇxistinȇn xwe amade bikin.

Lokman Polat – Pirs : 12 – Ev rastiyek e ku gelek nivîskar tehamulî rexnekirina berhemên xwe nakin.  Helwesta te li hemberê rexneyên li pirtûkên te hatine kirin yan jî rexne lê bêne kirin çiye?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Rexneyȇn bi rast ȗ dirist ez qebȗl dikim. Wek mȋnek: sala 2015an romana min “Fȋncana Ferfȗrȋ” li Amedȇ hat çapkirin. Ciwanȇn Kurdistana Bakȗr ew ecibandibȗn ȗ çend cara ji bo xwendina berhema min civȋn çȇkiribȗn. Min bi xwe hȇvȋ kir ȗ ewan rexneyȇn xwe ji min re şandin. Min xwend ȗ ez pir kȇfxweş bȗn. Şikir ciwanȇn me haj edebiyera kurdȋ hene ȗ dikarin bi wȇrekȋ dȋtinȇn xwe bȋnin li ser zar. Divȇ em jȋ piştevanȇ wan bin.

Lokman Polat – Pirs : 13 – Berpirsiyariya nivîskar û rexnegir li pêşberî hev çine? Helwesta wan a li hemberê hev divê çi be, çawa be?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Bi dȋtina min, divȇ nivȋskar bȇhnfireh be, ji rexneyȇn bi cȋh de, bi dilsozȋ gotȋ aciz nebe. Helbet hene rexnegirȇn wisa, yȇn her tiştȋ pȇ “berçavkȇn reş” dibȋnin. Divȇ ji wan jȋ em, nivȋskar, aciz nebin. 

Lokman Polat – Pirs : 14Çêbûna atmosfera rexneyê bi çi ve girêdayî ye?  Çima rexne nayê pêşwazîkirin?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Na bi xȇr, rexne tenȇ ji aliyȇ nivȋskarȇn bȇmarȋfet de nayȇ pȇşwazȋkirin.

Lokman Polat – Pirs : 15 – Çawa ku di berhemên edebîyata  cîhanê de erotîzm, pevşabûnên pornoyî hene, pir tebiiye, normale ku di berhemên kurdî de jî hebin û ji xwe di hinekan de hene. Kurd neteweyek in û ji blî dewleta wan tişteke wan kêmê neteweyên din nîn e. Dive erotîzm û pornoya wan jî hebe.

Lê hinek nivîskar şerm dikin û erotîzmê û pornoyê li cihek bêhil, qet hevûdu ramîsanê, hev maçî kirin jî di  berhemên wan de tunin. Tu di vê mijarê de çi difikirî?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ –  Mȇntaliteta me, rabȗn ȗ rȗniştandina me cuda ye, bingeha wȇ jȋ şerme. Bȇşermȋ ne pȇşekȇ nivȋskaran e. Divȇ em, nivȋskar, rȇalȋst bin, rastiyȇ biparȇzin, qenciyȇ biparȇzin, nirxȇn qelp ret bikin, nirxȇn qenc li nav berhemȇn xwe de cȋh ȗ war bikin. Li aliyekȋ din de, gor qanona Serbest Axavtin ȗ Nivȋsarȇ de, mafȇ nivȋskar divȇ neyȇ binpȇ kirinȇ, lȇ propagande pornogirafiyȇ neyȇ kirin. 

Lokman Polat – Pirs : 16Di hinek romanên  min de û di hinek romanên  Mehmed Uzun, Firat Cewerî, Bavê Nazê, Mîr Qasimlo, Helîm Yûsiv, Mihemed Şarman, Siud Kîkî, Devliken Kelogirî, Sevda Kaplan, Yildiz Çakar, Gabbar Çiyan, Nîhad Ekîncî, Cîhanroj û hwd, de sahneyên erotîk hene. Cenabê te romanên van nivîskarên ku min  bi nav kir û yên din ku di wan de pevşabûn û şadimaniyên seksê hene xwendiye yan na? Heger te xwendiye tu wan berheman çawa dinirxînî? 

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Min romanȇn Bavȇ Hazȇ ȗ Mehmed Uzun xwendiye. Ewan ji hidȗdȇ şermȇ derneketine. Her tişt hidȗdȇ wȇ heye. Romana min ya nȗ de “Xȋrȗrg – Emelȋkar” de epizoda sȇksȇ heye. Min hewl daye xwe ji hidȗdȇ şermȇ dernekevim.

Lokman Polat – Pirs : 17Di berhemên edebî yên kurdî de bandora kîjan ekola cîhanê a navnetewî heye?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Ji lȋtȇratȗra kurdȋ bȇhna sosialrealizmȇ tȇ, xasma edebiyeta kurdȇn Kurdistana rojava ȗ Kurdistana Bakȗr.

Lokman Polat – Pirs : 18Tu derbarê realîzm, surrealîzm, modernîzm û postmodernîzmê de çi difikirî? Di nav berhemê kurdî de ev cure berhemên li gor van ekolan hene yan na? 

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Bi nȇrȋna min lȋtȇratura kurdȋ pircȗreyȋ ye ȗ pir formȇn edebiyetȇ hatiye bi kar anȋn. Hemȗ formȇn edebiyetȇ mafȇn wan heye bȇne parastin ȗ bȇne bi kar anȋn.

Lokman Polat – Pirs : 19Nivîskar afirîner e. Afirînerî beriya hertiştî bi xeyalê pêk tê. Ji bo afirîneriyê xeyal, hest û eqil pêwîst e. Li gor min di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Li gor te di roman û çîroka Kurdî a nûjen-modern de xeyal çiqas heye?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Li gor nȇrȋna min jȋ di edebîyata kurdî de xeyal kêm e, realîzm zêde ye. Xeyal zȇde ne di romanȇn Wezȋrȇ Eşo, Eskerȇ Boyȋk, Eliyȇ Evdirehman, Receb Dildar, Bavȇ Nazȇ ȗ Mehmed Uzun de. 

Lokman Polat – Pirs : 20 – Afirînerên edebiyatê avahîsazên cîhaneke wêjeyî ne û cîhana wêjeyî wê bibe çîrok, roman, avahî û naveroka wê çîrokê, romanê dê hebe.  Ji bo wê jî mijar hewce dike.  Mijar, bi xeyal, hest û mêjî ve di hundirê şiyana afirîneriyê de ye. Li gor min piraniya mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd biyokrafîk in,  hinek jê jî otobiyokrafîk in. Li gor te mijara berhemên kurdî ên nûjen li ser çine? Û herweha mijara berhemên te çîne? Û Tu bi gelemperî ji bo mijara berhemên edebî çi difikirî?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Li gor dȋtina min mijar – tema ji bo afrandina edebiyetȇ pȇwȋst e. Mijar bi xwe hȋme li ser çi berhemȇn literaturȇ tȇne efirandinȇ. Sedȋ sed ez qebȗl dikin, fikir ȗ fikarȇn we, derbarȇ mijarȇn pir nivȋskarȇn me; ahil yan cahil firq tune. Mijarên berhemên gelek nivîskarên kurd yȇn ciwan jȋ  biyokrafîk yan jȋ otobiyokrafîk in. Nivȋskarȇn me; ahil be yan yȇn ciwan, li nav wan de yȇn xwedȋ marȋfet hene.Mijara berhemȇn min pir cȗreyȋ ne. Tȇma evȋndariyȇ hemȗ berhemȇn min de heye. Mijara dȋrokȋ çend berhemȇn min de heye. Tȇma tevgerȇ jibo azadiyȇ pir berhemȇn min de heye. Berhemeke min tenȇ; “Xȋrȗrg . Emelȋkar” ya otobiyokrafîke.  

Lokman Polat – Pirs : 21Di dema çûyî de yekê li Fransê, yekê li başûrê Kurdistanê û du kesan li Swêdê gotin romana kurdî tune. Yên ku weha gotin ji wan du kesan wan bi xwe çend roman nivîsîne, du kesên din jî kurteçîrok nivîsîne. 

Helbet ev dîtina wan e. Li gor min û piraniya nivîskarên kurd ev dîtineke şaş e, tewş e, nerast e, heta hinekan got pêwîst nake mirov minaqeşe ya vê dîtina beredayî bike. 

Tu derbarê vê mijarê de ango dîtina romana kurdî tune de çi difikirî? 

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Romana kurdȋ hebȗye, heye ȗ wȇ hebe. Yȇn ku dibȇjin: romana kurdi tune, ewan gerekȋ beriya her tiştȋ romanȇn nivȋsksrȇn kurd yȇn ji Ermenistanȇ bixwȋnin.

Lokman Polat – Pirs : 22Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Ez nêzikȋ dilȇ xwe dibînim berhemên Eskerȇ Boyȋk, Wezȋrȇ Eşo, Eliyȇ Evdikrehman, Mehmed Uzun, Ȋhsan Cȗlemȇrgȋ, Bavȇ Nazȇ.

Lokman Polat – Pirs : 23Te qet pirtûkên min xwendiye?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Belȇ, min pirtȗka we “Çil romanȇn kurdȋ” xwendiye, ecibandiye ȗ nȇrȋna xwe derbarȇ wȇ berhema te ya nirxgiran de nivȋsȋye ȗ daye weşandin. Min ji we rica kiribȗ, ku hȗn romanȇn xwe ji bo min bişȋnin. Ez di wȇ baweriyȇ de me ku we ȇdȋ şandiye ȗ ez ȇ zȗtirekȇ bistȋnim.

Lokman Polat – Pirs : 24Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Min nivȋsara romana xwe ya pȇncan, “Xȋrȗrg – Emekȋkar” xelas kiriye, şandiye weşanxanȇ. Ev roman ȇdȋ hatiye çapkirin. Gihȋştiye Danȋmark. Zȗtirekȇ wȇ bikeve li ber destȇ min. Mijara romanȇ otobiyokrafîke. Niha tȇ amadekirin ji bo çapkirinȇ pirtȗka min ya bi navȇ “Çar Drama”: Sȇ dirama “Xanȇ Lepzȇrȋn”, “Zarȋna Çȋya” ȗ “Ap ȗ birazȋ” min nivȋsȋye, ya çaran Anton Çexov “Qaqlibaz” min ji rȗsȋ wergerandiye kurdȋ.

Lokman Polat – Pirs : 25 – Gotina te ya dawî…

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Daxwaza min ji bo nivȋskarȇn ciwan: Ez hȇvȋdarim ȗ di wȇ bawariyȇ de me, ku hȗnȇ hewl bidine xwe ȗ bikaribin berhemȇn ji berhemȇn me çȇtir pȇşkȇşȋ xwendinvanȇ me bikin.

Daxwaza min ji bo we birȇz Lokman Polat, ku pirttȗka we ya li ser ”mijara wêje û rexneyê” zȗtirekȇ bȇ  amade kirin ȗ weşandin. Spas, ku hȗn dixwazin di wȇ pirtûkê de cih bidime min.

Lokman Polat – Spas ji bo bersîvên te.

Ezȋzȇ Gerdenzerȋ – Mala te ava ȗ zor spas ji bo pirsȇn te yȇn balkȇş.

Berhemên birêz Ezȋzȇ Gerdenzerȋ

  • 1. Xirurg – Yerevan, 2022
  • 2. Bingeh – Yerevan, 1996 û 2020 li Amede
  • 3. Pêlavên Zêrin, DOZ – Istanbul,2012, Pêlavên Diriyayî – Amed, Lis-2021
  • 4. Çîyayê Şengalê – Yerevan, 2018
  • 5. Fincana Ferfûrî – Yerevan, 1990, Amed-2015

Derbar Lokman Polat

Check Also

Careke Din Mîr Miqdad Medhet Bedirxan û Rojnameya KURDISTAN

Di dawiya sala 1897an de, ji neçarî Mîr Miqdad Medhet Bedirxan Stenbol li paş xwe …

Leave a Reply