Hilbijartina Hevjînê Girîng e

Ji bo mirovekî di jiyanê de nav hilbijartinan de hilbijartina herî girîng hevjîn/hevser e.

Tercîha hevjînê ku şaş be, jiyana mirov û yê zarokan hemûyan dikeve bin bandorê û jiyan tevlihev dibe.

Zarok her dem aramî û rêkûpêkîya mal baldarin û li gor wê tevgerên xwe baş dikin. Ku malekê de aramî tune be, nav hevseran de gengeşî hebe tu caran di wê malê de zarokên pêşketî dernakevin, giyan û psîkolojiya wan tim tevlihev dimîne.

A din, di nav hevseran de aramîyeke rêkûpêk tunebe ew hevseran jî ji jiyana xwe de nikanin serkeftî bibin, jiyana xwe pêşbixin.

Wê demê herdu jî dixwazin ji mal û zarokan durbikevin, bi karên din re xwe mijûl bikin. Giyana wan de tevlîheviyeke ku nasekine çê dibe.

Ji bo vê rewşê pêşniyaza min eve ku, divê herdu hevser jî xwestekên xwe kêmtir/asgarî bigrin û tenê xwe nefikirin, xwestinê hevserê xwe jî bidin ber çavan.

Xweperestî/egoîzm pir dema di navbera hevseran de gengeşiyan zêde dike.

 

Firat Bawerî

Derbar Firat Bawerî

Nivîskar li ser perwerdehî û folklorê dixebite û xebat û wergeran dike

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply