Ey Celadno

Ey celadên xûwîn mêjin
aha waye ew roj ne dûre,
kuştiyên we dibin birûska
tirsê li ser dilê wede lêdidin.

Ji tirsan anhade kezeb li
we perçe bûne û dibehecin.
Kêfa we dihat dema keçên
ezeb û xortên dest henekirî
bi saxî bin axê dikirin, ey celadno.

We ji bîra kiribû roja wejî ne
dûrîbe, we di serê bavên
zarokên me da şeraba tiriya
vedixar, we bi serê xwe ên
serxweş û gêjbûyî va destê
xwe ên qirêj davêtin destmala xûçên me.

We bangê nebiyên ebû cehîl
dikirin, de werin de werin ji were
keçên ezep bûkên ser bi xêlî,
hûn wekî garana keran, di neva
hevde jiyan dikirin û bi coşbûn.

Lê we ji bîra kiribûn xûwyîna
zarokên kurda dibe wekî ava
zemzemê, li her derê xweza de,
dibe şelaleyên ava berhev kirî.

Berhev dibe û dibe rihstînê
canê we ên qilêrî, we xwe
di nava embara rêxêde veşartî bûn
hûnê bibin kêzikê rêxê û têk terin.

Celadno celadno serê xwe rake
bala xwe bidê ew nebiyên
Mihemed qazîne, ew torinên
Sîdê paloîne, Seyîd rizay
dêrsîmîne, Xalitê Cibrî ne.

Mele Mistefa yê barzanîne, zarokên abdurehman
Qasimlo, dixtor şerefqendî
û taca zêrîn a serê keç û bûkên
kurda Leyla qasimlo ne.

Ji nûhva rihê wan ketine bedena
zarokan û torinên wan rabûne
va hatin serê xwe rakin ewin,
we ji kewara rêxê de derxistin
û we li ber dara sê pîyan de.

Ji we pirsên sarokên xwe dikin celadno.
Celadno de dîsa şûr û qemeya
di ber pişta xwe de derîne.

Celado de bangê kemalê romê
bike bila di hewara wede were
celado de bangê Humeynîyê
zalim bike bila werin we xelaskin.

De bangê Esadê ereb bike
bila di hewara wede werin
halê we ên heqkirî bi çavên xwe
bivînin û ewêjî ji tirsana bibehecin.

Ey celadno bila dengê sirûşta
Ey reqîp were gohên we tevan
Ey celadno bila li ber çavên we
tevan de xûyabe, wa alaya netewî
bi dîregan de ba dibe.

Ey celadno wa artêşa gelê kurd
parastina serok û rêveberên gelê
qedîm, gelê kurd destpêka mirovahî
û sînorên Kurdistan’ê di parêzin.

Behçet Ateş: 06-08-2017

Derbar Behçet Ateş

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply