Du Romanên Eskerê Boyîk – 1

Min çar romanên Eskerê Boyîk li peyhevûdu bi dor xwend û derbarê wan de  nivîsî. Ji bo ku nivîsa min gelek dirêj bû min nivîsê kire du beş û lewre navê wê ”Du romanên Eskerê Boyîk – 1 ” danî. Berdewama vê nivîsê jî navê wê ”Du romanên Eskerê Boyîk – 2 ” ye.

Ez xwendevanekî baş î rêzdar hêja Eskerê Boyîk im. Ew romannivîser û helbestvanekî kurd î Sovyeta berê ye. Min çil sal berê pirtûka wî a helbestan ”Kulîlkên Çiya / Weşanên Riya Azadî” xwendibû û ev çil salin çi gotar û pirtûkên wî derdikevin ez dixwînim. Herî dawî jî min li programeke ku ”Çarpel Tv”ê pê re kiribû temaşe kir. Wî derbarê kurdên Sovyeta berê , xebatên wan ên çandî, edebî û bi gelemperî li ser rewşa kurdan agahdariyên hêja û giranbiha da. Min bi dilxweşî gohdarî û temaşe kir.

Min li ser romana wî a bi navê ”Xezeb – Weşanên Deng” gotareke 5 rûpel nivîsîbû û di pirtûka xwe a bi navê ”Çil Romanên Kurdî” de weşandibû. Niha jî min çar romanên wî xwend. Navên herçar romanên wî ev in : 1 – Deftera kurdekî penaber. 2 – Bahar. 3 – Bahoz. 4 – Evîna Qedexe.

Ez ê di beşa yekê a vê nivîsa xwe de du romanên wî; ”Bahar” û ”Deftera Kurdekî Penaber” bidime danasîn, binirxînim û şîrove bikim.

BAHAR

Eskerê Boyîk navên gelek baş û xweş li pirtûkên xwe datîne. Kulîlkên çiya, bahar, deftera penaberekî kurd, evîna qedexe û hwd.  Bergên romanên wî jî baş û xweş in. Berga Baharê bi reng e û gelek xweşik e. Du jinên kurd elb/satil di çengê wan dede, li alî paş koneke reş û deşteke şîn, li pey deştê dîmenek çiyayê Kurdistanê bi berf, gul û kulîlkên Kurdistanê hene.

Bahar navê kurterûmana wî ye. 63 rûpel e û di nav edebiyata kurdî de mînakeke herî baş a kurteromanê ye. Min di gotarek xwe de peyva kurteromanê bi kar anîbû, cahilekî edebiyatê li min rexne girtibû û gotibû; ”kurteroman çiye? Ev jî îcada Lokman Polat e. Roman roman e. Ev kurteroman jikur derket.” Dema mirov nizanibe, ji wêjeyê fêm neke, haya mirov ji edebiyata cîhanê tunebe dê weha rexneyên tewş, pûç û vala ên bêbingeh bike. Ji xwe li min jî rexneyek nerast, rexneyek şaş û tewş hatibû kirin. Di nav edebiyata cîhanê de û herweha di nav edebiyata kurdî de berhemên ku wek kurteroman (hinek romanok, hinek romançe dibêjin) têne binavkirin hene û gelek in.

Niha em werin mijara esasî. Di kurteromanê de behsa çi tê kirin? Nivîskar naveroka wê li ser çi hunandiye? Bûyerên ku di cîhana kurteromanê de pêk têne çine? Vebêj çi raveyê xwendevanan dike?

Di romanê de çiyayê Elegezê heye. Roman bi taswîra çiya dest pê dike, dibêje : ”Li sere çiyayê Elegezê sal donzdeh meh berf e. Berfa nû dikeve li ser ya kevn.” Û behsa xweşiya heremê ku havînê çiqas xweş e tê kirin. Li wê herêma xweş gundeke Êzdiyan heye. Êla Êzdiyan du sed sal berê ji ber fermana komkujiyên dewleta Osmanî û misilmantiyê ji welatê bav û kalên xwe ji Kurdistanê, ji herêma serhedê reviyane, koç kirine hatine li wir ku di nav sînorên dewleta Rûs de ye bi cih û war bûne.

Dewleta Osmanî a misilman li Êzdiyên kurd zilm û zorê, zordariyê kiriye. Wan ew kuştine*. Lê dewleta Rûs a Xirîstiyan ew nekuştine. Li Ermenîstanê ên ku dewar xwedî dikin û diçine zozanan Êzdiyên kurd in. Bahara ku navê xwe daye romanê jinek e. Ew bûka Porsora pîr e. Kurê wî navî Temo ye û ew şivan e. Bûk û xwesû jî pez didot in.

Êzdiyên kurd berê xwe didine rojê û dua dikin. Ev şêweya duayê hêj jî di nav kurdên misilman de jî heye. Êzdî duayê xwe jî bi kurdî dikin. Duayên wan jî duayên gelek baş in, humanîstî ne, mirovî ne, civakî ne.

Civak û dewletȇn xaçparêz destê zorê, bi şûr tu kesî ra nabêjn warin li ser bawariya me. Antagonîzma olî li nav xaçparêzan û evdên bawariyên din da ewqas xurt û tûj nîne. Ew bi sal-zemana, bi rêyên edlane, bi kûltûr, erf-edetên xwe gelên bi bawariyên  din dikşînin li nav hemêza xwe. Musulmanî usa nîne. Em hildin mesela êzdiyan. Dewletên Îslamê, di nav  kîjana da welatê êzdiya –Kurdistan parevekiriye, timê bi şûr du rê danîne li ber êzdiyan: yan musulmanbûn, yan mirin.

Li nav civakên xaçparêz da êzdî karin bi edlayî, aramî bijîn, tevî jiyana wan ya aborî, bazirganî, kûltûrî û siyasî bibin. Xaçparêz destkuj, nan, xwerina evdekî ji oleke din, destkuja wî heram nakin, kuştin û talankirina wan ji xwera helal nakin…

Ev in sebeb, ku êzdiyan mêla xaçparêzan kirine, cî jî hatiye xwe dane aliyê wan û piştgiriya wan kirine.

 

Min sê romanên cuda ên sê nivîskarên kurd ên Sovyeta berê xwend. Diyare ew ji navê ”Têmûr” hez dikin. Di romana Wezîrê Eşo de nav ”Temir” bû. Di a Ezîzê Gerdenzerî de nav ”Têmûr” bû û di a Eskerê Boyîk de nav ”Temo”** ye. Nasnavê berpirsiyar û birêvebirê malpera Riya Teze, nivîskar û wergêrê jîr, xebatkarê ziman, çand û edebiyata kurdî dostê min î hêja  jî Têmûrê Xelîl e. Li bakurê Kurdistanê kurd vî navî li zarokên xwe danaynin. Ev nav jikur çûye ketiye nav Êzdiyên kurd? Dibe ku nav navekî kurdî ê kevnare be, dibe ku koka orîjînala nav bi kurdî be loma kurdên Êzdî vî navî bi kar tînin. Ji bo ku navê kralekî tirkmenan Tîmûr bûye nabe ku mirov vî navî bike malê/aîdê tirkan. Ev kralê ku navî Tîmûr bûye li dijê tirkên Osmanî şer kiriye, artêşa Osmanî têk biriye û kralê/padîşahê  Osmaniyan Beyazît dîl/êsîr girtiye. Ev mesela vî navî û kral Tîmûr mijara dîrokzan/dîrokvanan û lêkolîneran e.

Di kurteromana Eskerê Boyîk ”Bahar”ê de axaftinên hundirîn, hirkahêşî, di hiş û mejiyê xwe de, di dilê xwe de xeberdan, axaftina xwe bixwe û herweha li gor şêweya hunera edebî û teknîka romannivîseriya bi navê hirka hiş, bûye bingeha metoda nivîsîn û afirandina kurteromanê. Ev şêwe metoda nivîsînê nûjen e, post-modern e. Û herweha di hunera romanê de şêweyeke serketî ye.

Di romanê de qala/behsa dema şerê cîhanê ê duyem tê kirin. Di şerê dijê dagirker û faşîzma Almanyayê de, gelek gelên Sovyetê hatin kuştin. Kurdên Sovyetê jî beşdarê şerê dijê dagirkerî û faşîzmê bubû û hinek kurd hatibûn kuştin, şehîd ketibûn. Di dema şer de kurdên ku di kolxozan de kar dikir, gelek zahmetî, feqîrî û birçîbûnî dîtibû. Ji bo ku şer hebû hemû hilberînên kolxozê  ji bo dewletê bû. Tevahiya çandinî û hebûnên aborî diçû ji dewletê re.

Bavê Baharê wê bêdilê wê dabû Temo. Bahar di dilê xwe de dibêje : ”Bavê min ez pêşkêş kirim. Ez jî kirime şivana çiya.” Dilê Baharê li cem Elo ye. Eloyê ku li ber çadira serokê kolhozê ye.

Di cîhana romanê de diyar dibe ku; sedemê ku bavê Baharê çima keça xwe dide Temo. Bavê wê û bavê Temo dost û hevalên hevûdu bû. Di şerê li dijê faşîstên Almanan de bavê Baharê birîndar bubû û bavê Temo jiyana bavê Baharê xilas kiribû.  Bavê Temo navî Sêvdîn bû. Sêvdîn ew dike pişta xwe û ji nav çembera dijmin derdixe, dibe li nexweşxaneya leşkerî dide razanê û ew dîsa vedigere şer, li dijê faşîstan şer dike û tê kuştin. Lewre jî bavê Baharê qenciya wî tu car jibîr nekiribû. Û lewre jî keça xwe Baharê bi kurê wî Temo re zewicandibû.

Rojeke xesû û mêrê Baharê Temo diçine bêriyê, ew naçe, bi tena serê xwe di bin çadirê de dimîne. Elo tê û li bin çadirê bi Baharê re pevşabûnê pêk tîne, bi wê re seks dike. Nivîskar rewşa Baharê a derûnî/pskîkolojîk bi diyalogên hundirîn û bi dîtin û ramanên wê ên pêşberên hev gelek baş rave kiriye. Bahar piştî pevşabûnê geh pir poşman dibe ku xwe bi destê Elo re berdaye û geh jî keyfa wê tê, baş kiriye ku bi hezkirê xwe re pevşabûnê pêk aniye, şadiman bûye, bextewar bûye.

Bahar keҫeke gundȋye xișȋm e. Bi edetên hișk perwerdekirî. Lêbelê Elo xortekî bajarȋ û beredayî ye, ciwanekî tewş e. Hestê wan bi hev nagrin. Dema Temo û hevalê wî Xidir behsa beredayitiya Elo dikin, Bahar dibihîse û ew gelek poşman dibe ku xwe destê Elo va berdaye. Û lewre jî Bahar dikeve halê ruhîyî dijwer dixwaze wî ji hişê xwe derxe. Lêbelê Elo ji ber çavên wê nediçû. Bahar paşê dibihîse ku keçeka Êzdî ji bajarê Tiblîsê jê re xwestine. Lê, Elo dixwaze bi Baharê re tertim bilîze. Elo wê li ser kaniyê dibîne û jê re dibêje ku ew bişev li wiyalînê konê hevûdu bibînin. Bahar qebûl dike. Bişev hev dibînin. Elo dixwaze pê re bilîze, lê Bahar qebûl nake û dixwaze ji wê rewșa teng derȇ. Elo wê birevîne. Bahar jê re dibêje : ”Heger tu ji min hez dikî min birevîne.” Elo pê dikene û dibêje : ”Tu dixwazî mêre te min bikuje.” Bahar sîleyek li rûyê wî dixe û baz dide ber bi konê ve diçe. Xesû li pêş konê, bivir di destî de, ji Baharê re dibêje : ”Min hertişt dît.”

Û paşê çi dibe? Xwendevanên ezîz, heger hûn di şûna pîra Porsor de bana, we dê çi bikira? Hûn ê çi bifikiriyana? Bila ev jî wek meraq bimîne. Min vê kurteromana hêja xwend, ez hêvîdarim ku hûn jî bixwînin.

Romannivîserê û helbestvanê hêja Eskerê Boyîk kurteromana xwe di sala 1985an de nivîsiye. Lê çapkirina wê di sala 2020 de li Almanyayê çap bûye. Yanî piştî 35 salan ew berhema bi nirx hatiye şapkirin. Ev jî zahmetiya çapkirina berhemên nivîskarên kurd û herweha rewşa wan dide nîşandan. Ez dizanim ku hinek nivîskar pirtûk nivîsîne lêbelê mecala çapkirina pirtûka xwe nedîtine.

Niha rewş hinek berbaşiyê ve diçe û başe ku li Almanyayê , li Stenbolê û li Amedê weşanxaneyên kurdan hatine damezrandin û ew pirtûkên kurdî û hinek pirtûkên kurdên Sovyeta berê diweşînin. (Berê li Swêdê hinek pirtûkên nivîskarên kurdên Sovyeta berê û wergerên birêz Têmûrê Xelîl li Stockholmê hatibû weşandinê.) Bi saya wan weşanxaneyên kurdan em ji berhemên kurdên Sovyeta berê hayidar dibin û wan dixwînin.

……………………………

DEFTERA KURDEKÎ PENABER

Penaberî mijarekî girîng e. Penaberî biyanîtiye, xerîbiye, ji welatê xwe dûrketin e. Penaberî zor û zahmet e. Romana bi navê ”Deftera Kurdekî Penaber” a helbestvan û romannivîser hêja Eskerê Boyîk li Almanyayê di nav weşanên ”Sersera” derketiye. Roman 112 rûpel e. Wî vê romana xwe di sala 2000î de, yanî 20 sal beriya çapkirinê nivîsiye. Roman di sala 2020î de çap bûye.

Vebêjê romanê dibêje : ”Rojeke min nameyek girt..Di nav de kaxiz û deftera berikê a biçûk hebû. Di kaxiz de dibêje ez vê deftera biçûk bi spartina K. ji te re dişînim. Li ber mirinê ewî ev defter damin, adres û navê te got, min nivîsî, wî ez dame sondê ku ez ê vê defterê bigihînim te.”

Û ev defter romaneke serpêhatî û serboriya kurdekî penaber e. Piştî agahdariyên vebêj ên destpêkê, êdî xwendevan tiştên ku di deftera kurdê penaber de hatiye nivîsîn dixwîne. Kurdê penaber di defterê de ji biçûkiya xwe ve dest pê dike, qala gund, malbat û kalikê xwe dike.

Çar romanên birêz Eskerê Boyîk ku min bi dorê xwend, her yek bi stîlek cuda, bi metodên hunerî ên romanan, bi rêbaz û teknîkên curbecur ên hunerî hatine nivîsîn. Wî di afirandina berhemên xwe de, xwe dubare nekiriye, wî xwe guhertiye, stîlên nû, nûjen, guhertinî pêk aniye û lewre jî ew di romannivîseriyê de bi serketiye. Di hêla bikaranîna zimanê romanê de, pevgirêdan, hunandin û rave kirina bûyeran de jî wî bi hunerî û bi zanîstiya romannivîsînê berhemên xwe afirandiye.

Di deftera kurdekî penaber de malbat, bûk, gengeşî, nakokî, dijberiyên civakî, hesûdiya bukan li hemberê hevûdu, tolhildan, zewac, sonda Şêx, berdêlî, gund, rev ber bi Ewropa ve, kampa penaberan, hayîm, karên li kampê, hepis û gelek metaforên curbecur di naveroka romanê de hene. Ez di vê gotara xwe de nikarim behsa tevahiya naverokek ewqas berfereh û curbecur bikim. Lê, ez ê bi kurtahî hinek tiştên girîng ku di nav rûpelên romanê de cih girtine qal bikim, rave bikim.

Di xwendina romanê de, di destpêkê de ji bo min û ez bawerim ji bo hemû xwendevanan tiştê girîng û bi meraq kuştina jina vî kurdê penaber, birîndarkirina keça wî û dawî kuştina wî bi xwe ye. Sedemê kuştina wan çiye? Gelo çima ev kuştin pêk hatin? Çima ev trajediya malbatî hate serê vî penaberî? Kî ew kuştin? Ew kesê penaber ku defterê digişîne nivîskar di destpêka romanê de dibêje ku jina wî kuştine, keça wî birîndar kirine û paşê jî wî kuştine. Ji bo bersîva van pirsan û bûyerên dramatîk di defterê de nivîsandiye, loma jî mirov bi meraq dest bi xwendina romanê dike.

Di romanê de hinek beş û gelek dabeş hene. Di dabeşeke sernavê wê ”berdêlî” de zewacên bê dilê keç û xortan tê rave kirin. Berdêlî toreyek, adeteke civakî a nebaş e ku di nav civakê de hêj jî cih bi cîh wek tradîsyon tê domandin. Li bakurê Kurdistanê jî nepirbe jî car caran zewacên berdêlî têne kirin. Divê kurd vê toreya nebaş pêk neynin û ji holê rakin. Belê, ev adet û toreya kevneşopî hêj jî di nav civaka kurd de tê pêkanîn û adeteke – tradisyoneke- nebaş e, gelek xirab e.

Di nav civaka kurd de, di adet û toreyên wan yên kevneşopî de tiştên gelek xirab hene.  Wek mînak adeta ku bira bi jina birayê xwe re dizewice, adeteke nebaş e. Dema yek dimire yan jî tê kuştin, jina wî bi birayê mêrê wê re dizewicînin. Ji bo ku Xwedêgiravî bûka malbatê neçe bi yekî din re nezewice, wê bi tiyê wê re dizewicînin.

Mijara zewicandina bi jinbira re jî adet û toreyeke kevneşopî û paşvemayî ye. Tradisyoneke gelek xirabe û hêj jî di nav civaka kurd de tê kirin. Kirinên weha nebaş û paşverû divê ji holê bê rakirin û êdî di nav civakê de neyê pêkanîn.

Vebêjê romana ”Deftera Kurdekî Penaber” gelek tiştên ku hatine serî ango serborî û serpêhatiyên xwe qal dike. Paşê ew qala li bajareke metropolê de kardîtin û kar û xebata di karxaneyek de û li cihê kar hevûdu nasîna bi navê Senem keçeka gundî ku dagirkeran bav û diya wê kuştine û gundê wan şewitandine qal dike. Ew û keçik bi hevûdu re dizewicin, ji wan re keçek çêdibe û navê wê Berbang datînin.

Di vê bajarê metropolê de, li qehwexaneyê bi tesadufî gundîyekî wî ew dibîne û wî dibe dixe nav xebata partiyekê siyasî. Û êdî jiyana wî tê guhertin. Vebêj behsa sê birayan dike ku heryek ji partiyekin û paşgotiniya hevûdu dikin, rexneyên tûj li birayê xwe û partiya wî dikin. Di romanê de gelek bûyerên curbecur bi şiklek mîzahî û bi şêweyek îronîk tê rave kirin.

Romannivîser û helbestvanê hêja birêz Eskerê Boyîk di romana xwe a bi navê ”Deftera Kurdekî Penaber” de panorama civaka kurd û Kurdistanê, êş û derdên civakî û netewî, nakokiyên siyasî, perçebûn û dijayetiya kurdan ên navxweyî weke pisporekî kalepîrek kurd destnîşan dike, bal dikşîne ser mijarên girîng û şîretên pisporiyê raveyê xwendevanên kurd dike.

Rêzdar Eskerê Boyîk li bakurê Kurdistanê bi pirtûka xwe a hêja, pirtûka helbestan a bi navê ”Kulîlkên Çiya” wek helbestvanekî hat nasîn û bû navdar. Weke ku birêz Bayram Ayaz jî dibêje : ”Dema mirov navê rêzdar kekê Eskerê Boyîk dibîhîse yekser kurdîtî û Kurdistan tê bîra mirovî. Ev nasnamekî ye ji bo nivîskar û bîrewerekî. Kurdewarî, kurdhezî, hezkirina folklora kurdî û hezkirina tebîeta Kurdistanê helbestên kekê Esker dixemilînin. ”

Tê bîra min helbesta wî a bi sernavê ”Ez zanim dê Kurdistan çê be” li bakurê Kurdistanê ji alî gelek xortên kurd û kurdperwerên helbesthez ve hatibû ezber kirin. Ew dîtin û ramanên kurdewariyê, kurdayetiyê, kurdperweriyê, hêvî û daxwaza damezrandina Kurdistaneke azad û serbixwe, azadiya gel û rizgariya welat, hest û ruhê/giyanê kurdayetiyê ku di wê helbestê de anîbû zimên ji bo min jî bubû bingeha bîr û baweriya min, hest û ramanên min a kurdperweriyê. Ew roj ta ev roj ez jî bawerim dê Kurdistan çê be, dewleta kurd ava be, dê Kurdistaneke serbixwe bê damezrandin.

Romannivîser û helbestvanê hêja rêzdar Eskerê Boyîk di helbesta xwe a ku di nav rûpelên vê romana xwe de weşandiye, yekîtî û tîfaqa kurdan, hevkariya partî û rêxistinên kurdan bi hunera helbestê tîne zimên. Westayê/hostayê helbesta kurdî weha dibêje :

”Yekbin birano, sebir nemaye,

Nav, namûsa me li erdê maye,

Neyar xwe daye qetlê û ganê,

Me rakirine bayê fermanê,

Hûn nebiyên zal in lê xîret kanê,

Welat şîrîne derên meydanê.

Mêjûyê me şûştin, jêkirin ziman,

Tu tişt nehêştin, ne nav ne nîşan,

……………

Welat birîndar, diya me dêran e,

Zar û zêçê me li ber deriyan e

Bê cî, bê sitar çav parî nan e.

…………….

Cîhan ji me re kirine zîndan,

Em bûne şehîd, em bûne qurban,

Bese yan mirin, yan jî Kurdistan.”

Helbest dirêje, min kurt kir, çend malîk girt vir.

Vebêjê xweşbêj behsa ku polîs lêdigerin û ew jî ji neçarî diçe Ewropayê dike. Ew jina xwe û keça xwe dihêle, paşê ew ê ji wan re pere bişîne û wan jî bîne ewropayê. Lêbelê hesabê malê û sukê hevûdu nagrin. Ew li Ewropayê li kampa penaberan dimîne. Ew bi sê zilaman re di odeyeke/menzeleke kampê de dimîne, li wir radize. Ew hersê zilam jî kurd in, lêbelê bi tirkî diaxifin.

Vebêjê rastgo di derbarê penaberiyê de rastiyê radixe ber çavên xwendevanan. Di nav penaberên kurd de hinek kes ku tu eleqeya wan bi kurdayetiyê, bi welatperweriya kurd, bi parastina doza kurd û Kurdistanê tune, ji bo berjewendiyên xwe ên sexsî, kesayetî, aborî têne li ser navê kurdayetiyê dibine penaber û dixwazin rûniştin wergirin. Ew kesên ku ji ber sedemên aborî têne Ewropayê xema wan doza netewa kurd, doza azadiya gel û rizgariya welat nîn e. Ew ji xwe re ji bo pere qezenç bikin, dewlemend bibin hatine Ewropayê. Helbest kesên bi rastî siyasetvan, kurdperwer û welatparêzin jî gelek hene û ew ji bo neyên girtin û kuştin, nekevin hepis û zîndanan ji neçariyê ji welatê xwe derketine, hatine li Ewropayê bûne penaber, bi cih û war bûne.

Penaberî wisan hêsan nîn e. Jiyana wan a li kampan gelek bi zor û zahmetî derbas dibe. Vebêjê ”Deftera Kurdekî Penaber” du sal di kampan de dimîne. Jina wî û keça wî li welat di rewşeke nebaş de ne. Dem hatiye ku êdî ew nikarin kirêya xanî bidin. Vebêj li çareseriyê digere, xwe diavêje bextê kurdekî xwedî dikan ku rewşa wî dikandarî a aborî baş e. Dikandarê bêbext çenteyek dide pê û dibêje; ”bibe filan adresî bide filankesê.” Adresê jî dide wî. Lê di rê de polîs  wî  digre, çente tije narkotîk e. Vebêj navê wî kurdê bêbext nade. Ew dibêje; ”Min çente li erdê dîtiye.” Polîs wî digrin û dixin hepisxaneyê. Piştî sal û nîv, ew tê berdan. Ew çawa tê berdan? Bila ev wek meraq bimîne.

Dema lêpirsîna polîs de, pirs û bersîvên wî gelek balkêş in. Weke ku ew dibêje; ”Kurdistan bibe çar parçe jî kurd yek neteweyek in.”

Li vê diyaloga pirsên polîs û bersîvên wî binêrin.

”Polîs dikeniyan, serê xwe dihejandin, diçûn. Hinekê din dihatin. Vê carê wan dest bi pirsa dikir:

  • Navê welatê te çiye?
  • Kurdistan!
  • Kîjan Kurdistan?
  • Kurdistan yek e!
  • Ne li Lozanê bû çar?
  • We kire çar, lê em yek man. Em nebûn çar…kes nikare me bike çaran!” Binêr rûpel 99.

Dema mirov xwendina romana ”Deftera Kurdekî Penaber” dixwîne û diqede, êdî mirov fêr dibe ku çi bi serê vî rebenî de hatiye. Çi zilm lê hatiye kirin, çi bûyer hatine serê wî û çima pêşî jina wî kuştine û keça wî birîndar kirine û paşê ew kuştine.

Divê xwendevanên kurd vê romana hêja, îronîk bixwînin. Îronî û metaforên ku di romanê de ne, teknîka rêbaza nivîsînê, li hevûdu hunandin, bikaranîna zimanê edebî û hunera roman û romannivîseriyê ango ji gelek hêlan ve gelek tiştên hêja jê fêr dibe. Belê, xwendevanên kurd vê romanê bixwînin, hûn ê gelek tiştên ku di romanê de ne fêr bibin. Min xwend, hûn jî bixwînin.

Têbinî: Ez ê di nivîsek din de du romanên din ên Eskerê Boyîk binirxînim. Navê wan herdu romanan 1- Bahoz. 2 – Evîna Qedexe ye.

**
Temo navekî kevn e di nav Kurdên Serhedê da. Di nav zargotina Serhedya jî tim tê bîranî. Navê lawê dengbêjê kurdî mezin Evdalê Zeynikê TEMO ye. Eger ew nav ji navê Têmûr jî bê, kirasê kurmancî li wi navî hatye kirin.

 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply