Dîroka Şano

Şano, ji hunerên din cuda bi destpêka jiyana mirovtiyê re destpê dike. Şano, hunerê mirov yê fêrbûyîna jiyanê ye. Jixwe raza bê mirintiya şano, ji vêdê tê. Koka şano, di têkiliyên mirovê destpêkê û xwezayê de veşartî ye. Mirovê destpêkê, ji bû bikaribe bi xwezayê re bi awayek hevseng jiyan bibe, xwe li himber boyer û qewmînên xwezayê biparêze û serpêhatiyên xwe bi toxmê xwe re parve bike, hunerê xwe yê jiyanê  bi nîşan û tevgerên bedenê fêrî zarok û derûdora xwe dike. Wekû numûne; ji sedema zimanê peyvan pêş ne ketiye, dayika komker hunerê xwe yê kom kirin û berhev kirina pêwîstiyên xwarin û vexwarinê, bavê nêçîrvan jî hunerê xwe yê nêçîrvantiyê bi tevgerên bedenê nîşa zarok û li paş hatiyên xwe dikin.

Li ser tahtên şkeftên Mezrebotan yên ji serdema jor ya Mezolîtîkê mayîn (B.M 60-15 hezar sal) wêneyên mirovên kevilên heywanan dayîn ber rûyên xwe û derbazî destê xwe kirîn û tevgerên rîtmîk dikin tên dîtin. Ev wekû rûpûş û qunstûmê destpêkê û mînakên ewil yên şano têne pejirandin. Rûpûş,  rêyek herî bi bandor ya kes nasnama xwe derbaz dike û bi awayek giştî temsîl kirina hebûnên cor bicore.

Wekî di roja me de jî tê ramandin, gerdûn û tevayê hebûnê wê zindî ye. Komikên ewil yên mirovan jî bawer dikirin kû xweza zindî ye û ruh û kesîtiya boyerên di xwezayê de têne dubare kirin.  Bi demê re, perestgahên pesartî vê baweriyê yên mirovan pêşketin. Mirovan di demên kifş de, di van perestgahan de şahî li dardixistin. Di van şahiyan de xwe bi rûpûşan dinixwimandin û şadîtiya xwe bi leyîstokan ratêxistin. Di van leyîstokan de  bi temsîlî derbaz bûyîna mercên zor yên xwezayê û hatina demên xweş zindî dikirin. Reqs û şahiyên ji bû barandina baranê, an jî ji bû di nêçîrê de biser bikevin, mînakên destpêkê yên leyîstokên bipîvanin. Şahiya Newroz, kîso gerî, Zêw û sersal mînakên herî kifş yên hatina Demsala Biharê û dawî hatina mercên zehmet ya Zivistanê ne. Demsala Peyîzê jî wekû demsla bereketê dihat pejirandin  û di vê demsal de  ji bû zêde bûyîna berhem şahiyên cor bicor dihatin li darxistin.Ev civîn, şahî û reqsên li perestgahan pêş dikevin dibin binyata pêşêketina Hunera Şano ya birêkûpêk.

Bi destpêka Şaristaniyeta Koledar re û piştî mirov bi çînan ji hev hatin veqetandin, şahî û leyîstokên ji bû fêr bûyîna jiyanê hatîn pêş xistin jî ketin di xizmeta wesf û pesnên xwidayên koledar, wezîr û mîrên wan de. Êdî hatina Demsala Biharê û bereketê, wekû serkeftina qral bi leyîstokan dihat temsîl kirin. Şahiyên qralê sala kevin temsîl dike û qralê sala nû temsîl dike dihatin li darxistin û her tim qralê kevin li hembêr yê nû têk diçû. Ev wekû temsîlî bi leyîstokan dihatin nîşan dayîn.

Demek dirêj di van leyîstokan de qralê sala kevin temsîl dikir dihat kuştin. Bi demê re ev pevçûnên di navbera du kesan de dihat kirin, bi kesek dimre û ji nû ve diveje hatin sîmge kirin.

Bi guhertina baweriyan re rengê şano jî dihat guhertin. Lê, tu demên dîrokê de tiştek ji wate û girîngiya xwe winda ne kiriye.  Bi derketina olên yêk xwidayî re, êdî şano ji bû wesf û pesnên şamanan hati ye pêşxistin. Teybetiya şahiyên şamanîst; li cihê hêza xwidayî nîşa tevlîvan an jî temaşevanan bike, şaman xwe nîşa dike. Di van şahiyan de li gor quralên hatîn kifş kirin, şaman jixwe diçû û dibû berevanên benîyan yê axret û cîhanê.

Di roja me de jî şano dewsên van her du meyla hildigre. Meyla yêkem û koka bûyî sedemê derketina hunerê şano; fêr kirina jiyanê ye; meyla duyem jî bi şaristaniyetê re destpê dike û ji bû qayim kirina textê xwidayan dibe hunerê benî kirina mirovan.

tevn.com

Hewar Gabar

Derbar Çand Name

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply