‘Doz’ lê doza çi?

Ev pirtûka yekem a Burhan Tek e ku ez dixwînim. Navê pirtûkê ”Doz” e. Ji bilî vê jî bi navê ”Dupişk” pirtûkeke wî ya din heye. Heta niha jixwe du pirtûkên wî weşiyane. ”Doz” pirtûka çîrokan e û 93 rûpel e. Pirtûk li Stenbolê ji nav Weşanên Avestayê! derketiye. Di pirtûkê de heşt kurteçîrok hene. Edîtorê pirtûkê birêz Umran Aran e. Balkêş e, vêca edîtor Evdila Keskîn nîn e. Li ser piraniya pirtûkên ku Weşanên Avestayê weşandine wek edîtor nave Evdila Keskîn heye. Weşanên Avestayê ji 800 pirtûkî zêdetir pirtûk weşandine û ez ne bawer im ku Evdila Keskîn ew hemû pirtûkên ku weşandine, xwendibin.

Min pirtûk bi mebesta romanê kirîbû. Min got qey ”Doz” roman e û min bi niyeta ku roman e û ez wê bixwînim û binirxînim, şîrove bikim kirî. Li ser berga pirtûkê nanivîse ku roman e, çîrok e, şano ye, yan jî helbest e. Li ser bergê tenê navê pirtûkê, navê nivîskar û navê weşanxaneyê heye. Di berga paşîn a pirtûkê de jî çend gotin, hevokek ji çîrokeke nivîskar girtine û bi berga paş ve zeliqandine. Min berga pirtûkê jî neeciband. Jixwe gelek bergên pirtûkên Weşanên Avestayê ne baş in. Min digot qey Weşanên Avestayê bi şêweyeke profesyonelî karê weşangeriyê dike, lê na, ew jî wek weşanxaneyên kurdan ên din bi şêweyeke amatorî weşangeriyê dike.

Çîroka destpêkê ya di pirtûkê de sernavê wê ”Eywanek” e. Behsa civîna paneleke li ser bîranîna nivîskarekî ku çûye rahmetê dike. Naveroka wê derbarê wî nivîskarî de ye. Ev ji çîrokê pirtir vegotineke li ser vî nivîskarê rehmetî ye. Li gorî dîtina min ”Eywanek” çîrok nîn e, vegotineke ragihandinê, agahdariyeke derbarê nivîskarê rehmetî de ye û bi şêweyeke gotarê, vegotinê hatiye nivîsîn. Min tê de tehm, lezet û xweşiya xwendina çîrokekê nedît. Gotareke normal e. Û panelvan derbarê nivîskar û edebiyata kurdî de şîrove dikin, dîtinên xwe pêşkêş dikin. Yek ji panelvanan jî nivîskarê rehmetî wek dizekî edebiyatê tawanbar dike.

Çîroka duyem sernavê wê ”Mînder” e. Nivîskar ew ji bo kalikê xwe Hemîdo nivîsiye. Di vê çîrokê de dostaniya du kalepîran û bi hevûdu re leyistika kaxizan tê qalkirin. Çîroka sêyem sernavê wê ”Doz” e. Vê çîrokê navê xwe daye pirtûkê jî. Doz yanî dawe. Beriya ku ez çîrokê bixwînim min meraq kir, ka gelo doz doza çibû? Daweya çi dikir: Vebêj ango nivîskar doktor e. Rojekê yek tê cem wî û jê dipirse ku nivîskarê pirtûka ”Dupişk” ew e yan na? Ew jî dibêje belê ez im. Zilam bi hêrs dibêje : “Nexweşek were cem te û derdekî xwe, sireke xwe bi te re parve bike, tu yê yekser wê bikî çîrok û di kitêban de biweşînî qey? Ev ne nivîskarî ye, ev ne afirînerî ye, ev ne edebiyat e, bi vî şiklî tu tiştekî ne li xwe ne li edebiyatê zêde dikî!”

Vebêj dibêje zilamê ku lome dikir û wî tawanbar dikir; ”Li ser hev wek fîşekê bi dengekî hêl dipeyivî. Ji ber dengê wî, xebatkarê me bi ecele ket hundir ji wî hebû me şer dikir. Lê nêrî em rûniştî ne. Min bi destan jê re îşaret kir ku tu kêşe tune ye. Êdî ez jî hêrs bûbûm, heqê kesî tune bû bihata û li odeya min li ser kitêba min peyvên neçê li min bikirana. Ma ew kî bû û xwe çi dihesiband. Usûl û adabê diyalogekê kêm zêde eşkere ne. Tiştekî din jî, heta niha min çîrok, derd û sira tu nexweşekî xwe nekiriye çîrok û heta ji min bê jî ez nakim.” Binêr: Rûpel – 31.

Di esasê xwe de dema zilam/xwendevan çîroka di pirtûka doktor de xwendiye xwe û diya xwe, jina xwe, tevahiya malbata xwe di çîrokê de dîtiye û lewre jî doktorê/nivîskar tawanbar dike, çima ku wî çîroka diya wî nivîsiye.

Di gelek berhemên edebî/wêjeyî de, di çîrok û romanan de hinek xwendevan xwe tê de dibînin û dibêjin qey nivîskar li ser wan nivîsiye. Heger kesek/xwendevanek nivîskar nas bike û xwe di çîrok yan romana wî de bibîne, jixwe dê bibêje wî ev li ser min nivîsiye. Xwendevanê ku dibêje qey nivîskar li ser wî û malbata wî çîrok nivîsiye, giliya nivîskar dike û wî dide dadgehê, dozê lê vedike. Dadgeh biryar dide ku îdiaya zilam û çîrokê bide yekî pispor ku ew her duyan bide ber hev û dîtinên xwe bi raporekê amade bike û bide dadgehê. Dadgeh jî di encamê de biryar bigire.

Piştî mesela dozvekirina xwendevan, vebêj/nivîskar dibêje: ”Ne ji bo vê çîrokê lê ji bo çîrokên ku îhtimala tiştên weha bînin serê min, ez ê li jora çîrokê ji niha pê de weha binivîsim: ”Ev kes û tiştên vê çîroka ku hûn dikin bixwînin hemû xeyalî ne û tu eleqeya wan bi kes û tiştên rasteqîn ve tune ye.” Binêr: Rûpel / 35.

Bi sernavê ”Bêtir” çîrokek heye, lê ez ê qala naveroka vê çîrokê nekim. Jixwe ev çîrok ”Bêtir” çîrokek post/modern e û ez jî ji hinek çîrok û romanên post/modern hez nakim û lewre jî naxwazim behsa vê çîroka post/modern bikim. Çîroka sernavê wê ”derbî” ye, çîrokeke li ser maça futbolê ye. Ji bo ez qet temaşeyê maçên fotbolê nakim û ji fotbolê hez nakim, min ji vê çîrokê jî hez nekir.

Di çîroka sernavê wê ”Biryar” de rojnivîska nexweşekî heye. Di rojnivîskê de zilam biryar dide ku dema ji nexweşxaneyê derkeve, êdî dê bi kurdî binivîse. Çîroka sernavê wê ”Ji mecburî” çîrokeke dirêj e, herweha çîroka herî dirêj a pirtûkê ye. Çîroka dawî ya di pirtûkê de jî sernavê wê ”Derî” ye û kurteçîrokeke kin a di pirtûkê de ye.

Ez ê behsa naveroka van herdu çîrokên dawîn nekim. Ya ku sernavê wê ”Ji mecburî” ye, mecburiya çi ye? Ji bo çi mecburî? Ya din ku sernavê wê ”Derî” ye, deriyê çi ye? De bila naveroka van her du çîrokan ji bo xwendevanên/xwînerên vê gotara min wek meraq bimîne. Jixwe heger min behsa van her du çîrokan jî bikira dê nivîsa min gelek dirêj bûya.

Xwendevanên ku ji xwendina kurteçîrokên nûjen/modern û post-modern hez dikin bila pirtûka Burhan Tek a kurteçîrokan bixwînmin.

Lokman Polat 

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply