Li Şaxa Batmanê li Komeleya Nûbiharê Kursên Kurdî rûbirû§Online dest pê dike

Komeleya Perwerde û Çandê ya Nûbiharê (Komeleya Nûbiharê) Şaxa Êlihê ku 14 sal in li Êlihê xebatên xwe yên perwerde û çandê yên di warê ziman û çandê de didomîne, îsal jî di çarçoveya atolyeyên ziman de dest bi kursên zimanê kurdî dike.

Di daxuyaniya Komeleya Nûbiharê ya Şaxa Êlihê de; “Yên ku dixwazin qursên serhêl (online) û rû bi rû biqedînin dikarin serî li komeleya me bidin. Kursên me dê bi her sê zaravayên kurdî (kurmancî-zazakî-soranî) dest pê bikin. Em xêrhatina her kesê ku dixwazin kurdî hîn bibin an jî kurdîya xwe pêşde bibin li qursên me dikin. Li Atolyeya Ziman li gorî daxwazên xwendekaran ders di asta 1, 2 û 3, rojên hefteyê êvaran û dawiya hefteyê jî bi roj tên dayîn. Kesên ku dixwazin beşdarî kursên kurdî bibin dikarin bên navenda kursê an jî bi 0543 416 25 03 telefon bikin. “Heta 30.09.2023’an dê perwerdekarên me de karibin serlêdanê bikin.”

 

Derbar ziman

Check Also

Rola înternetê di warê ziman de

Bi hinceta çalakiyên 10 saliya diyarnameyê li Îzmîrê bi piştgiriya malpera diyarname.com û Weşanxaneya Nayê panel û kokteyla "Rola Înternetê Di Warê Ziman De" bi revebiriya Berfo Barî û Bi axaftina Cîhan Roj û Dawûd Rêbiwar wê bê li dar xistin.

Leave a Reply