Van’ın Çatak ilçesinde, berivan (süt sağan kadın) olarak adlandırılan kadınlar, yazın kavurucu sıcağında her gün yüzlerce koyun, inek ve keçi sağarak aile bütçesine katkı için çalışıyor. İlçeye yaklaşık 25 kilometre mesafedeki Aşağı Narlıca Mahallesi'nden sabah saatlerinde minibüs ya da kamyonlarla yaylaların yolunu tutan berivanlar, yaklaşık 2 saat süren yolculuk yapıyor. Koyunların bulunduğu bölgeye ulaşan berivanlar, hazırlıklarını tamamladıktan sonra tel örgülerle oluşturulan alanda yüzlerce koyun ve keçi sağıyor. ( Necat Hazar - Anadolu Ajansı )

Berfo-Yûcel Aslan

Heyam piştî bêdera bû, çend roj mabûn êdî qurix biavêje, bayê pel û pûşê erdê komî newalan kiribû, ew hêşnaya biharê ya mîna xalîçeyeke kesk şûna xwe xesîleke zer re hiştibû.
Ew cuhokên axlêvê av jê diherikîn tev zuha bibûn, tu dermana re bigeriyayî te dilopek av nedidît.
Pezê gund bibû yekdan, wî danî jî nedihat gund, bintara gund devê Çemê Heftreng dima, qîz û bûkan elb û çikalên xwe hildidan diçûn qeraxê Heftreng bêriyê.
Jixwe mexseda qîz û bûkan jî şîrê payizê nebû, herkesek digihîşte heval û hogirên xwe tîqetîqa kenê qîz û bûkan, şîqeşîqa elb û nîvçeyên bêrivana diket nav kalekala pez û devê çem dibû hêwirzeke giran.

Hinekan jî ber wê şênayê dengê xwe diceriband, kilamên dilan û payîzok digotin.
Hinek xortên gund diketine ava çem hinek jî di bin siya daran de rûdiniştin, hinekan pesnê qusêsiya xwe didan hinekan jî pesnê paletiya xwe didan.
Ava çem jî tenik bibû ew delavên em bihara aşberiya newêribûn lêketana, em êdi qamkî derbasî wî alî avê dibûn.
Nava wê helebelê û xirtoşiyê de min hew dît keçikek xwûşka xwe re dibêje: “Ê Berfo te ewqas av kire nava alba şîr dayika me yê vî tîştî bizanibe heyran, ev şîra yê êvarê li makîne bikeve.” Berfo bi devekî ken got: “Keçê ez ê êvarê şîrê çêleka jî berî ser vî şîrê bêriyê bidim yê wisa wenda bibe û here.” Êdî min fem kir Berfo şîr bêriyê rijandiye, Xwedê bizanibe wê demê aqilê Berfo li ku derê bûye. .
Min jî bi paniya du heb solên reş ve ji xwe re du heb toterîk çêkiribûn, ez bi toterîkê xwe ve şa dibûm. Ew du roj bû ez digeriyam, min toterîkên xwe re bizmarek nedidît ku ez toterîkê xwe ji xwe re bikim erebane. Ez nişkava çûm cem Berfo, min got: “Berfo heke tu bizmarekî nedî min ez ê dayika te re bibêjim Berfo bêriyê de şîr rijandiye.” Got: “Kerr be ez ê dewsa bizmarekî de 6 heb bizmaran bidim te.”
Ez bi dilekî şa rarexî Berfo ketim em hatin gund min bizmar hildan êdî min şabûna xwe nedît.

Piştî wexta min û Berfo me hev ditît, digot: “Bira tu êdî bizmaran naxwazî.” Min jî digot: “Ka tu êdî şîr narijînî.” Me wisa henek bi hev dikirin.

Yücel Aslan ( Koçer)

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply